Piştî ku 3 meh di ser rûxandina rejîma Esad re derbas bûn. Heta niha HSD, MSD an jî Rêveberiya Xweser ti daxuyaniyên fermî an belgeyên li ser xwestekên Kurdan pêşnîyar nekirine. Di nîqaşên ku li ser Rojava de cihê ku zarokên Kurd ji her çar perçeyên Kurdistanê canê xwe fedakirî û xwîna xwe riştî, qet navê Kurd-Kurdistanê derbas nabe. HSD ji bo Kurdan çi dixwaze? Ji bo zimanê dayikê yê Kurdî çi dixwaze? Ji bo petrola Rojava çi dixwaze? Kesek derbarê van mijaran de tiştekê nizane.
Roja 18 ê Sibatê Pêkhateyên Pkk ê HSD-MSD û Rêveberiya Xweser ya Rojava li hev civiyan. Wan ragihandin ku li ser 8 xalan li hev kirine:
1- Hêzên HSD dê bibin beşek ji artêşa Sûriyê
2- Yekgirtina xaka Sûriyê dê bê parastin
3- Hemû dezgehên dewletê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê çalak bibin
4- Şervanên biyanî dê vekişin
5- Têkiliyên bi rêveberiya Sûriyê re dê bên xurtkirin
6- Serokkomariya Ehmed el Şara dê bê naskirin
7- Hemû penaber dê vegerin malên xwe
8- Ji bo bicîkirina van 7 biryarên jorîn, mekanîzmayeke hevpar dê bê avakirin.
Ev 8 xal dê çarenûsa Kurdistana Rojava diyar bikin û ev in xalên ku rêveberiya Rojava li Şamê li ser danûstandin dike. Lê ya balkêş ev e ku di nav van xalan de qet behsa Kurd û Kurdistana Rojava nayê kirin. Heta biryarên vê civîna girîng ne kesekî Kurde yekî Ereb bi navê Ebû Omer el-Îdlibî ragihand.
Heke berî ku rewşa Sûriyê bi temamî zelal bibe, hûn ji bo nasname û xwebirêvebirina Kurdan tiştekî nexwazin, û hûn her “Sûriya Demokratîk, yekitiya gelan û hwd” devê xwe de digevizînin, paşê hûn nikarin tiştekî bo Kurdan bixwazin. Bazirganî jî wisa ye. Gava hûn otomobîlekê difiroşin, hûn pêşî nirxekî bilind dibêjin û paşê kêm dikin. Divê hûn pêşî nîv-serxwebûnê ji bo Kurdan bixwazin, da ku paşê hûn bikaribin bigihîjin federalîzm an jî xweseriyê.
Hin kes dibêjin “HSD navê Kurd û Kurdistanê bi kar naîne da ku di herêmê de hestiyarî çênebe”.
Ev gotûbêj jî ne rast e, ji ber ku çend roj berê, di roja 15 ê Sibatê de, dema ku Ocalan çû Tirkiyeyê, Aldar Xelîl li meydanan slogan avêtin û got “Bê Serok jiyan nabe, bê Serok Sûriya demokratîk nabe”.
Ew ên ku dibêjin “Bê Ocalan jiyan nabe” nabêjin “Bê Kurdistana Rojava jiyan nabe”. Ew kesên ku dev ji navê Ocalan bernadin, lê mixabin dev ji navê Kurdistanê berdidin. Bi rastî jî, sedemên vê reva ji nasnameya Kurd û Kurdistanî ya Rojava, bandora îdeolojî û polîtîkayên Ocalan e.
Roja 2 yê Sibatê, Rêveberiya Xweser a Rojava got ku ew Konferansa Serkeftinê – ku tê de Ehmed el Şara wek serokê nû yê Surîyê hate îlankirin – napejirîne. 15 roj piştî vê ragahandinê, heman rêveberîya xweser pîrozbahî li Ehmed el Şara kir. Gelo di van 15 rojan de Çi qewimî? Çi guherî?
Tiştê ku guherî ev e: Nameyên Evdullah Ocalan gihîştin rêveberiya Rojava û Ocalan xwest ku ew nasnameya Kurdî ya Rojava nedin pêş. Ocalan xwest ku herêma Rojava tevlî Şamê bibe.
Welê Xuya ye ku saziyên girêdayî PKK ê li Rojava ev xete pejirandine. Ji ber vê ye ku di rojên yekem ên piştî rûxandina rejîma Esad de, rêveberiya Rojava – bi tirsonekî – bang li Kurdan kir ji bo yekitiyê û wêneyên Ocalan rakirin. Niha, tevî ku ENKS ji Muxalefeta Sûriyê veqetiyaye, lê QSD nîqaşên yekitiyê bi ENKS re paşde xistine û bi tenê serê xwe diçin Şamê. Her wiha, wêneyên Ocalan dîsa li kolanên Rojava hatin daliqandin.
Rêveberiya Rojava eger li gor pêrspektîfên Ocalan tevbigere, dê bikeve nava şaşiyekê. Ocalan Kurdayetîya Bakur di bin navê demokratîzekirina Tirkiyeyê de ji navbir. Niha jî dixwaze di bin navê demokratîzekirina Sûriyê de nasnameya Kurdî ya Kurdên Rojava biqedîne.
Divê Rojava çarenûsa xwe nexe destê Qendîl an Ocalan û ajandayên pkk ê ên veşartî.
Divê Rojava nebe amûrek danûstandinê di destê Qendîl û Ocalan da.
Divê Rojava ne li ser demokratîzekirina Sûriyê, lê li ser garantîkirina mafên Kurdan tevbigere.
Divê kesên di rêveberiya Rojava de nasnameya PKK ê deynin aliyekî û nasnameya Kurdistanî û Rojavatî yê wek bingehê xebata xwe bipejirînin.