Daxuyaniya serokê PKKê Evdilla Ocalan, ku demeke dirêj a propagandaya wê hatiye kirin, digel raya giştî hat parvekirin. Daxuyaniya Ocalan ne tiştekî pir surprîz bû. Dewama gotinên wî yên serdemên wî yên destpêkê bû dema ku ew çûyî Tirkiyê.
Ocalan carekê jî negotiye Kurdistan
Dema ku endamên Partiya DEM ê li derve govend digirtin, endamên Partiya DEM ê li hundir li ser pîya ji daxuyaniya Ocalan re çepik lêdixistin. Bi îhtîmaleke mezin ew bi xwe jî nizanin ka ji bo çi çepik lêdidin. Ji ber ku peyam ji serî heta dawiyê daxuyaniyek bû ku Kurdan qebûl nedikir.
Ocalan daxwaz kiribû ku PKKe, ku beriya 45 salan ji bo “Kurdistana yekbûyî û serbixwe” dest bi xebatê kiribû, bêyî ku dewleteke serbixwe ya Kurdî, xweserî, rêvebiriya herêmî an jî tiştek wekî wê bixwaze, xwe fesih bike.
Ocalan di daxuyaniya xwe de ji bo Kurdan tiştek nexwest, heta di daxuyaniyê de peyva Kurdistan qet derbas nebû û navê Kurd jî tenê du caran bi awayê peywendiyên Tirk-Kurd bi hev re derbas bû. Ocalan, ku PKKe wek “rêberê gelê Kurd” dide nasîn, nikarîbû bibêje Kurdistan, nikarîbû bibêje Kurd. Heta wî ji bo Kurdan jî tiştek nexwest. Devlet Baxçelî, navê herî neteweperest û Tirkperest ê dewleta Tirk, dema ku diaxive navê “Kurd” bêtir bikartîne. Belkî eger Baxçelî daxuyaniya Ocalan binivîsanda, dê ji bo Kurdan bêtir tişt bixwesta.
Ocalan: Piştî salên 1990î şerê PKK’ê nepêwîst bû
Axaftina Ocalan de çend xalên sereke hebûn:
1- Jiyana Kurdan bêyî Tirkan ne mumkin e, pêkvejiyana wan zarûrîye.
2- Modernîteya Kapîtalîst dixwaze Kurd û Tirkan ji hev veqetîne, divê em li dijî vê derkevin.
3- Dewlet-netewe ya cuda, federasyon, xweseriya îdarî û çandîxazî ji bo Kurdan ne çareserî ye.
4- Bila PKKe çekên xwe deyne, hemû berpirsiyarî ser min e.
Axaftina Ocalan di bingehê xwe de dikare di van çar xalên sereke de bê kurtkirin. Lê tiştekî din ku divê em bi baldarî binxêz bikin ev gotinên Ocalan in: “Di salên 1990 î de, hilweşîna sosyalîzma-reel ji ber sedemên hundirîn û çareserkirina înkara nasnameyan li welêt, pêşveçûnên di azadiya îfadeyê de, bûne sedem ku PKKe bê wate bimîne û zêde xwe dûbare bike.”
Yanî li gorî Ocalan, dewleta Tirk di salên 1990 î de azadiya xwe îfadekirinê dest pê kiriye û piştî wê şerê PKKê bê wate bûye. Bifikirin ku piştî sala 1990 î, ji ber PKKê 5000 gund hatin valakirin, 17.000 hezar kes di kuştinên kûjerên wan nedîyar de hatin kuştin, nêzîkî 50 hezar kes wek gerîla û sivîl jiyana xwe ji dest dan. Yanî ev hemû bê wate ne. Li hember vê tenê tiştek heye ku bê gotin, ew jî ev e: “Ocalan tiştê tifkirî dialîze.”
Tu ji bo xwebirêvebirina Kurdan hîç tiştekî naxwazî, tu mafê herî hêsan jî yê zimanê dayikê naxwazî, nexwe te çima 50 hezar kes dan kuştinê? Tu dê çawa hesaba vê bidî?
Divê Ocalan û PKK bên darizandin?
Bi fermana PKKê, Partiya DEM ê Kurd kişan kolanan ji bo daxuyaniya Ocalan. Li Qamişlo, li Silêmaniyê jî ekran danîn. Komên PKKê yên ku PKKê ew birin ber ekranan li her derê govend girtin, slogan avêtin, tilîlî kişandin. Kom cejnek kir wek ku serkeftinek mezin bidestxistîye. Lê tiştê ku heye, pêşkêşkirina termê 50 hezar Kurdan û xebata wan li ser sêniyeke zêrîn ji dewleta Tirk re bû. Tiştê ku heye teslîmiyet e. Divê di van 40 salan de çi anîn serê vî gelî? Vî gelî zarokên xwe dan, xwîna xwe da, ware xwe da, hêvîyên xwe da. Lê Apo-PKKê hîç tiştek neda vî gelî.
peyva, “Ocalan rêberê gelê Kurd e”, bû rêberê teslîmkirina Kurdan
Bi îhtîmaleke mezin PKKe û bikarhênerên medya civakî di mijarên kamuflaj û derewan de pispor in. Ew her tiştî dixemilînin. Ocalan hê di sala 1999 an de, li balafirê de got, “Ez dixwazim xizmeta dewleta Tirk bikim”, lê tevî vê gotînê PKKe rabû ew wek “rêberê gelê Kurd” îlan kir.
Niha jî, di perdeya duyemîn a xiyneta Ocalan de, dê vê yekê bikin. Serdema 2 emîn qûnaxa xîyaneta Apo wê zelal û pak bikin. Dê behsa zekaya Ocalan a ecêb bê kirin, dê bê gotin ku ew rêberê aştiyê ye. Lê di rastîyê de ev gotin hemû tenê propagandayek û manipulasyonek e. Di rastiya dîrokê de, Ocalan bi rola “rêberê teslîmkirina Kurdan” tevgeriyaye.
Ev ne tiştekî nû ye. Ocalan 40 sal in wek qayyumek li ser Kurdan hatiye destnîşankirin. Dewlet ji Ocalan, ku 40 sal in ew xwedî kiriye û mezin kiriye, niha dixwaze ku ew deynê xwe bidin dewletê. Ocalan jî Kurdên Bakur li ser sêniyeke zêrîn radestî dewleta Tirk kirin.
Tiştên ku destpêk ji bo Ocalan bên gotin ev in; Gelo PKKe dê guhdariya Ocalan bike an na, divê guhdar bike an neke, em ê paşê bersiva van bidin.