Simko Ebdulezîzî
Bi boneya roja jinên cîhanê, Evdilla Ocalan peyamek hestiyar arastey jinan bi giştî û jinên kurd bi taybetî kir, di vê peyamê de pîrozbahî li jinan kir û careke din tekez kir, jin senterê projeya rizgariya Sosyalîzmê ye.
Di vê peyamê de raste ku pirsa jinê û astengên dikevin di rêya wê de bûbû maskeyê peyamê, lê belê peyam a vala nebû ji paradoksa felsefî û şovînîzmek veşartî tê de bû. Di vê peyamê de pirseke bingehîn serhildide, pirs jî eve: “gelo zilam di pêgehê xwe yê desthilatdariyê de dikare peyamekê li ser rizgarbûna jinê binvîse bêy ku bikeve bin bandora hegmoniya xwe yan zalbûna li ser jinê?”
Dema Evdilla jinê dike “gerdon, yekem afrîner, hebûna pîroz”, bi vê yekê azadiyê nade jinê, belku jinê têxe bin bandora çevengbûnê ya neçalak û ya bê kar û ne azad de.”
Li ser vê yekê fîlsofa Firensî ” Simon De Bovar” em şiyar kirine û dibêje: “jin ji dayik nebûye heya ku jin be, belku wiha lê tê kirin ku jin be”, dema jinê weke çeveng derdixin pêş ew bi xwe dibe şêweyek ji şêweyên material bûn û dûrxistinê, ji ber ku wê demê li ser jinê tê sepandin ku bibe bûkeke pilastîkî li şûna wê yekê ku danpêdanê bikin jin hebûneke dîrokî ya şoreşgerî ya çendîn alî ye.
Evdilla di peyama xwe de wisa xuya dike ew azadiya jinê berçav dike, di vir de wisa xuya dibe ku şoreşa jinê bi tenê bi destê zilamên şoreşger tê diyar xistin, ev bi xwe serxwebûna jinê têk dide, her weke Nancy Faeser a fîlsofa Amerîkî dibêje, “ti gotareke şoreşgerî ji pêgehek girseyî yê hemereng pêk nayê, belku ji pêgeheke desthilata takekesî pêk tê û zû xwe diguhere ji boy peydakirina rêyeke nû ji boy kontrolkirinê, ger xwe kirasek pêşverûyî jî li ber xwe kiribe.”
Pirr gotar hene li ser wêneyê jinê yê dîrokî û mîtolojiyaya jinê tê berçavkirin, weke “xwedawendiya dayikê, şaijn, jina nav malê”, lê ev gotar tev dikevin bin aşopa zilamî li ser jinê, ev nabe rastiya rojane ya jinê, em dikarin hewara xwe bighînin Jacques Derrida yê Firensî ku were hevkariya me bike li ser vavartina zimanê desthilatdariyê, Jacques Derrida êmaje bi wê yekê dike ku bikar anîna têgehên mezin û ideal dibin rêbazeke desthiladariya çevengî ku wergirî ji rastiya tekoşînê dûr têxe.
Di peyama Evdilla de peyama jinê tune ye, bi tenê jin ji boy guhdariyê û bawriyê û cîbicîkirinê hatiye bikaranîn, yanî karê jinê eve ku bi tenê bawer bike û guhdarî bike û encam bide, ne wek jin bibe aliyê hizir kirin û serkêşiyê û mercên xwe dane, ev dabeşkirina rola hevpşikiyê ya ku Evdilla di peyama xwe de bas dike jinav dibe, anku di peyama wî de diyar dibe ka çiqas Ocalan kesek şovînîzm û dûalîzm e.
Maria Logins fîlsofa Arjantînayê jî di wê baweriyê de ye ku şûnasa jinê ji “nejad, çîn û ezmûna wê ya navxweyî” nayê veqetîn, ji ber vê yekê pirsgirêka jinê çiqas aloz be jî bi peyamekê nayê çareserkirin, raste Evdilla pirr kûr basî dîroka jinê kiriye, lê ev yek cihê hemerengiya jinê bigire, belku mînaka jina “Ebistrak” careke din ji dayik dibe, mebest ji jina Ebistrak ew jine ya ku mifa ji serboran nabîne û bi tenê xwe bi hêviya gotarên amadekirî ve dihêle ne wek xwe biguhere û ew bi xwe gotaran ji xwe re binivîse.
Tevî ku peyama Ocalan pirre ji gotinên bedew û xweş û armancên pîroz, lê ev peyam weke xefkekê ye û em dikarin weke xefika şovînîzma nerm bi nav bikîn.
Şovînîzma nerm rengek ji rengên serdestiya çevengîye ku jê re dibêjin rizgarî, lê belê di rastiyê de desthilat li ser tê sepandin.
Rizgarbûna jnê bi tenê bi hezkirna kesê beramber bo jnê, yan rûmetgirtna jnê yan jî berçavkirna hin metodan bo jnê nayê hebûnê, belku ev yek bi eşkere naskirna mafê jnê û pêdana tev mafên wê ku bbe dengek serbixwe û karîger tê hebûnê. Ev deng jî blind nabe heya ku dengê zelamî bo demekî neyê bêdengikrin, heya ku jin li dawyê bkarbe bibhîse ku ew ne çevenge belku mrove.