Êzidî ne bûkên lastîkî ne

 Simko Ebdulezîzî

Nameyeke vekirî ji raya giştî, hizirmend û rewşenbîrên kurd, parêzvanên mirovatiyê û birêz Abdulla Ocalan re ku di nameya xwe ya di 18/3/2025an de şûnasa Êzidyan paşguhkirî.

Slav û rêz ji wan dengên azad re yên ku piştgiriya gelê me yê Êzidî dikin û yên dîrok û mafê jiyanê û tirajedî û azadiya Êzidyan berçav dikin.

Ez dipirsim, çawa mirov dikare li ser Êzidyan binivîsîne û behsa koka wan neke?

Ev çi dadwerî û roşenbîrîye ku danpêdanê bi xwîna wan dikî, lê şûnasa wan paşguh dikî, ew şûnasa ku bi qasî deryayan xwîn ji boy hatiye riştin.

Di van salên dawî de, gotinên “bihevre jiyana gelan û mirovatiya gerdonî” bûye alavek ji aliyê PKK’ê û serokê vê partiyê û dixwazin van slogana bi rêya polîtîka û daxuyaniyên xwe liser Êzidyan cîbicî bikin.

Tişta xeter jî di vê yekê de eve ku zimanekî vala ji şûnas û Kurd bûna Êzidyan tê de tê bikar anîn, PKK’e û serokê wê di daxuyaniyên xwe de wisa berçav dikin ku kurdayetî barekî giran e li ser milên Êzidyan û divê ev bar li ser milên wan were rakirin.

Êzidî ji ber “Ol, Netewe”ya xwe dibin qurbanî, sedema ku tirajedîya Êzidyan zêdetir dike ne bi tenê baweriya wan ya Olî ye belku kurd bûna wane.

Di pêvajoya dîrokî de, Êzidî ji du aliyan ve tên înkar kirin, “înkara Olî û jinavbirina netewî”.

Dema em nirxandina pêvajoya bîrdanka kolektîv ya Êzidyan dikîn, berdewam dîmenek dikeve berçavên me ku Êzidî ne bi tenê rûbirûyê bûyerên ji hev veqetiyayî bûne, belku rûbirûyî komkujî û binpêkirina sîstematîk a zincîreyî bûne, ev komkujî û binpêkirina şûnasa Êzidyan ji serdema Osmaniya dest pê dike heya digihe fermana 73yê ku li ser destê DAIŞê di sala 2014an de li Şengalê pêkhatî û vê dawiyê fermana 74an jî bi destê PKK’ê li ser Êzidyan tê birêvebirin.

Fermanên li ser Êzidyan bi kurtî bi vî awa bûne:

1-            Komkujî û jînosaydên bi destê Osmaniya li dijî Êzidyan hatîn pêk anîn, bûn sedem ku beşek ji Êzidyan dev ji Ola xwe berdin û bibin mosilman.

2-            Fermana mîrê Botanê “Bedirxan Botanî” di sala 1832an de, bi sedema netewî û Olî Êzidiyên li çiyayê Şengalê kirin armanc.

3-            Polîtîkaya Ereb kirinê li ser dema partiya Baas, di vê serdemê de bi darê zorê Êzidî hatin koçber kirin û gundên wan hatin wêran kirin û xwestin bi vî awa şûnasa wan ya kurdbûnê teslîm bigrin.

4-            Fermana di sala 2014an de bi destê DAIŞê li Şengalê pêk hatî, Ol û neteweya Êzidyan bûne sedem ku bi hezaran Êzidî werin kuştin û keç û jinên wan werin kole kirin.

5-            Fermana bi destê PKK’ê û rêberê vê partiyê li ser Êzidiyan tê cîbicîkirin “bi hevre jiyana gelan, mirovahiya gerdonî” ku bi vê yekê dixwazin Êzidiyan ji nejadê wan “kurd” dûr bixin.

Ev ne bi tenê vegêrana terajediyên bi dirêjahiya dîrokê li ser Êzidyan hatin encamdane, belku xwedîka zordestîya Olî û netewî ya li ser Êzidyan e.

Michel Foucault fîlsofê Fransî dibêje, “yên ku dîroka xwe nas nakin, wê bibin qurbaniyên gotin û wênekirinên dagirkeran” .

Kurdbûna Êzidyan rastiyeke dîrokî ye û hatiye îspatkirin û bi t awa nayê înkarkirin, kurdbûna Êzidyan ne bi tenê ramaneke, belku rastiyeke entropolojîk û zimanî û rewşenbîrî û erdnîgarî ye.

Zimanê Êzidyan kurdî ye, bi zimanê kurdî nimêjên xwe dikin, Pirtûka wan ya Olî bi kurdî hatiye nivîsandin, bi kurdî difikirin û cil û berg û muzîk û merasîmên wan tev kurdî ne, erda ku ew lê jiyan dikin “Laleş, Badînan, Başîqe, Şengal, Şêxan û hwd…” dikevin dilê Erdnîgarîya Kurdistanê.

Li ser vê yekê, Johann Gottfried von Herder fîlsofê Elmanî dibêje, “ziman giyanê milletekî ye, her milletekê ku zimanê xwe ji dest bide wê demê ew xwe ji dest dide.”

Her wiha John Stuart Mill, fîlsofê Birîtanî û hizirmendê lîbral jî dibêje, “ew kesên ku haya wan ji neteweya wan nebe, mafê azadiyê tuneye, ji ber ku hişyariya netewî mercek sereke ye ji boy bi dest xistina demokrasiyê.”

Ji ber vê yekê dûrxistina Êzidyan ji şûnasa wan ya kurdbûnê bi navê “bihevre jîyana gelan, mirovahiya gerdonî” dibe sedema jinavbirina rîhurîşalên azadiyê ji wateya wê û vale kirina dadweriyê ji wateya dadweriyê li cem Êzidyan.

Tişta mirov hest pê dike eve ku Evdilla Ocalan bi zanebûn pêş niha bi navê strana “Derwêşê Ebdî” hewl daye Êzidyan nêzî xwe bike û xwe bike lehengek Êzidî û di şîrovekirinên xwe de her tim xwe weke Derwêşê Ebdî daye naskirin.

Di van 10 salên dawî de PKK’ê û rêberê wê di bin perdeya “bihevre jiyana gelan, mirovahiyan gerdonî” hewl daye ku şûnasa kurdbûna Êzidyan di nava civaka Êzidî de nehêle û jinav bibe.

Ev yek jî tam berevajî şîroveyên Evdilla Ocalan yên li ser strana Derwêşê Ebdî ne.

 Anku ka çawa Evdilla Ocalan bizava siyasî ya kurdên bakurê Kurdistanê weke bûka lastîkê bikar aniye û her 10 salan carekî ber bi aliyekê ve biriye, bi heman awa dixwaze bi Êzidyan jî bileyze û weke bûka lastîkê serederiyê bi wan re jî bike.

Bihevre jiyana rast ne li ser nebûnê ye belku li ser naskirinê ye.

Aştiya ku li ser esasê jenosîd û netewperestiyê be, ne aşitî ye, belku jenosîdeke li ser esasê qirkirinê hatiye avakirin û nakeve ser esasê rêzgirtin û mafên xwezayî.

Li dawiyê dibêjim, her gotar yan şîrove yan projeyek li ser Êzidyan were nivêsandin û îtîrafê bi kurdbûna Êzidyan neke, ew ne gotareke rast e, hetta eger nîyeta gotarê nîyetek baş be jî.

Ez daxwaza îtîrafkirina bi şûnasa Êzidyan nakim, ji ber ku Êzidyan şûnasa xwe ya kurdbûnê ji dest nedaye, belku ez daxwaz dikim ku şûnasa wan neyê bin pê kirin û bi siloganan ji nav nebin.

Ez dixwazim li bîra Evdilla Ocalan bînim ku jenosîd kirin yekem car bi rêya ziman, piştre jî bi rêya çek tê destpêkirin, loma ya ku Evdilla Ocalan û PKK’e niha li ser Êzidyan dimeşînin destpêka jenosîdek mezin e û divê rê lê were girtin.

Pustên heman beş