PKKe çawa nêzî destê biratiya ku PDK pêşkêş kiriye dibe?

pkk-pdk

Kurd, di nav qeyrana Rojhilata Navîn de dixwazin ku tevgera siyasî ya Kurdan bi hev re tevbigerin.  Û ew dizanin ku têkiliyên di navbera PKKê û PDKê de bi awayekî dîyarker bandor li yekîtiya Kurdan dikin. 

Lê PKKe, ev 43 salanin siyaseteke pragmatîk li dijî PDK ê dimeşîne.

PKKe di sala 1982 an de wek mêvan hat, lê belê!

PKK, piştî peymana 9-madî ya ku Serok Barzanî û serokê PKK ê Evdilla Ocalan îmze kiribûn, wek mêvana PDKê hat Başûrê Kurdistanê. Li biryargehên PDKê ma, jiyana çiyayan ji PDKê fêr bû. Piştî ku hinek derûdor nas kir, dest bi xera kirina PDKê kir û bi dizîkîve dijminatî pêş xist: 

1- Partiya Komûnîst a Iraqê û Pêşmergeyên KUK-Sosyalîst kuştin. 

2- Li herêma Behdinanê bi serokên cehşên Iraqê re hevdîtin kir û xwe gihand hêzên Sedam. Bi îstixbarata Sedam re li dijî PDKê peyman çêkir. 

3- Piştî sala 1988 an, rasterast Pêşmergeyên PDKê şehît kirin û teslîmê Sedam kirin. 

Ji wê demê heta niha, tam ev 43 sal in, her gava PKK têk diçe, di astengeke dijwar de dimîne, an jî hewceyê alîkariyê dibe, xwe nêzîkî PDKê dike. Lê bi planeke dizîkî alternatîvan digere, û gava hinek derfeta dest dixe, PDKê ji pişt ve xencer dike. 

Di vê 43 saliya têkiliyên PKKe-PDKê de, PDKê qet ne aliyê êrişker bû. Her car, êrîşên pêşîn PKKê dikirin. 

Agirbestên salên 1990 î de hemû PKKê xerakirin û destpêkê wê êriş kir

– Di 1992 an de êrişa yekem ji aliyê PKKê ve hate destpêkirin. PKKê, bi girtina sînoran, civaka Kurdistanê di bin embargo de birçî hişt û rê li ber hatina kelûpelan girt. Ji ber ku PKKê parlemena Kurdistanê nas nekir, li dijî wê şer da destpêkirin. PKKê têkçûnek giran xwar û agirbest hate îmzekirin. 

– Di 1995 an de PKKê agirbest xerakir û bin navê “pêngava 2 mîn a 15 ê Tebaxê” êrîş li hêzên Pêşmerge kir. Cardin têk çû û mecbûr ma agirbestê pejirîne. 

– Di 1997 an de bi alîkariya Îranê, êrîş li bajarên wek Bamernê, Sîdeka û Çoman kir û xwest ji Kurdistana Başûr perçek qut bike. Dîsa têk çû û agirbest hate kirin. 

– Di 1998 an de dîsa dest bi êrîşkirina Pêşmergeyan kir. 

– Di 1999 an de, piştî çûy na Ocalan bû Tirkiyê û derbasbûna hêzên çekdar bo herêma Başûr, navbera dewleta Îran û PKKê xerab bû û PKKê Êriş bir ser YNKê ve. Şerê çekdarî bi YNKê re kir û PKKe dîsa xwe nêzî PDKê kir. 

Di bûyerên leşkerî yên girîng wek Operasyona Zap ya 2008 an de, PKKe dîsa piştgirî ji PDKê stend. Ev pêvajo heta sala 2013 an dom kir. 

PKKê di sala 2013 an de dest bi serdemeke nû ya êrîşê kir

Her çend PKKe di navbera salên 1999-2013 an de bi awayekî aşkere êrîş nekiribe PDKê jî, li herêmên Behdinan û deverên din xebat kir da ku li dijî Herêma Kurdistanê û PDKê desthilatekî paralel ava bike. Bi gotina “Qadên Parastina Medya”, dîsa hewl da ku ji Kurdistana azad perçekî qut bike. Ji bo ku Bakurê Kurdistanê û Rojavayê ji berhemên Başûr û PDKê dûr bihêle, hetta wan bike dijminê herêma Kurdistanê. Li ser vî esasî, bernameyeke fikrî û çalakiyan amade kir. 

Di sala 2013 an de, PKKê di dema Kongreya Neteweyî ya Kurdî li Hewlêrê de cih girt û ji hemû îmkanên bizava Barzanî sûd werdigirt. Lê bi dizî û bi planeke veşartî, bi Îran û rejîma Şiî ya Iraqê re li hev kir. Kongreya Neteweyî ya Kurdî sabote kir û hawîrdora aram a ku ji 1999 an ve hebû, hilweşand. 

Di sala 2014 an de, bi hevkariya Îranê, li Kerkûk, Şengal, Germîyan û Mexmûrê xwe bi cih kir û bi awayekî aşkere polîtîkayeke dijminane li dijî PDKê pêş xist. 

Mesrûr Barzanî: “PKKe terorîst nîne” – Cemîl Bayik: “Ji PDKê re çek neşînin” 

Di sala 2014 an de, dema ku DAIŞê êrîşî Kurdistanê kir, Mesrûr Barzanî (ku wê demê berpirsyarê Ajansa Ewlekariya Herêma Kurdistanê bû) li Parlamena Ewropayê got: “Me qet PKKe wek rêxistinek terorîst nedît.” Di heman demê de, PKKê li Parlamena Almanyayê bi komek jinên xwe re çalakîya rûniştê lidarxist û daxwaz kir: “Ji ber Şengalê, ji hêzên pêşmergeyan-Barzanîyan re çek nedin!” Cemîl Bayik jî bang dewleta Almanya kir: “got Ji Pêşmergeyan re çek nerêkin!” û rêxistina PKKê li Ewropa bang dikir û digot: “Ji Pêşmergeyan re çek rênekin!” 

PKKê ji 2013 an dest bi êrişê kir û heta roja me ya niha (11 sal) çi kir? 

– Zêdetirî 15 Pêşmerge şehît kir. 

– PKKê 5 caran êrişî borîyên petrolê yên Herêma Kurdistanê kir û zirara nêzîkî 900 milyon dolarî gîhand xelkê herêma Kurdistanê. 

– Li Şengalê, bi Haşdî Şa’bî re hevkarî kir da ku Êzîdîyan û Şengalê ji Herêma Kurdistanê veqetîne. 

– Di nava cêwazîya Kurdistanê de cudahiyên siyasî kûr kir û bû sedema pevçûn û fitneyan. Piştgirî da her kesê ku li dijî PDKê dijminetîyê dikin.

PKKe dîsa têk çû, dîsa dixwaze pişta xwe bide rêbaza Barzanî ku bikare xwe li ser linga bigire.

Niha jî PKKe di rewşeke xeternak de ye û dîsa hewceyê PDKê ye. Ji ber ku bi hilweşîna rejîma Esed, cepheya ku PKKê pişta xwe didayê bi garantorîya Îranê têk çûye. Lê siyaseta Serok Barzanî serfiraz bû. PKKe dixwaze bi têkiliyên xwe yên PDKê, xwe ji herîya Îranê û qeyrana Rojhilata Navîn rizgar bike. Ji ber vê yekê, di medyayê de bi awayekî rasterast êrîş nake. Lê gelo vê carê PKKe micide? 

Tevgera PKKê di Newrozê de nîşan dide ku hê jî bi dizîkî dixebite

Gava em li tevgera PKKê ya 5 mehên dawîn dinêrîn, dibînin ku ev berdewamiya fêlbazîyên 43 salên a siyaseta pragmatîk û veşartî ya PKKê ye. 

Bi taybetî Serok Barzanî û bizava wî, piştî hilweşîna rejîma Esed, hemû îmkanên xwe ji bo rizgarkirina Rojavayê seferber kirin û piştgiriya xwe aşkere da. PKKê dît ku siyaseta Kurdistanî ya Serok Barzanî, propagandaya xwe ya anti-PDKê vala derdixe loma jî tirsî. Heta niha, tu saziyeke PKKê ji bo vê tevgera Barzanî şîroveyeke erênî nekir. Tenê êrîşên medyayê hinek kêm kirin, lê hêj bi kalemşorên xwe yên sosyal medyayê êrîş berdewam dikin. 

Serok Barzanî di Newroza Amedê de peyam da û got: “Hêvîdar in ku bi demeke nêzîk de berêz Evdilla Ocalan azad bibe.” Lê PKKê di Newrozê de çi kir? Li Frankfurt û Kolnê provokasyon çêkir, êrişî Ala Rengîn kir, bêrêzî li nirxên gelê Kurd Pêşmerge û bizava Barzanî kir. 

PKKê li Rojavayê Kurdistanê hewl dide ku yekîtiya Kurdan çênebe. PKKe dixebite ku yekîtiya navbera tevgerên Kurdî li Rojava neyê sazkirin. Ew ENKSe û layenên Kurdî yên din mijûl dikin. Bi bin navê “KNK”ê konferansekê lidar dixin da ku rê li ber konferansa rastîn a yekîtiya Kurdan bigirin. 

PKKe hêj jî li Şengalê hevkariya Haşdî Şabî dike û hêj jî li Şengalê pêşî li sepandina peymana Şengalê digire. 

Tê xuya kirin ku PKKe hêj jî li dijî PDKê û hewildanên yekîtiya neteweyî ya Kurdan, siyaseta xwe ya pragmatîk, veşartî û mijûlkirinê berdewam dike.

Pustên heman beş