Hewldanên Bêdengkirina «Darka Mazî» û stratejîya Apocîkirina Kurdên Bakurê Kurdistanê

DarkaMazi-PKK-Turkey-info

Ferît Azad, kesekî pêşeng bû, rêberiya Platforma Ciwanên Serbixwe dikir, koma ku ji çend ciwanên li Kurdistana Bakur hatibûn kom kirin. Di vê Newrozê de bi ala rengîn meşîya bajarê Bazîdê. Ji ber vê mesa wî ya bi ala Kurdistanê dewleta tirk Ferît Azad di 7 ê Nîsanê de girtin.

Di rojên ku Ferît Azad hat girtin de, ciwanên PKKê ji bo pîrozkirina roja jidayikbûna Ocalan bi posterên mezin ên Ocalan ber bi gundê ku Ocalan lê ji dayik bûye ve dimeşiyan. Ji ciwanên PKKê re destûr heye lê ji Ferît Azad re tune ye. Pir Balkêş e.

Ferîd berî salekê jî hatibû girtin. Her wiha, tevî ku li her derê bi dengê bilind “dibêjin ku ew ne endamên PKKê ne û rexneyan li PKKê digirin”, rexmê vê li dijî Ferît Azad dozek “ji endamtiya PKK û KCK ê” hatibû vekirin. Pir Balkêş.

Elî Çeven jî ciwanek çalek bû û ne endamê PKKê bû. Wî Komeleya Pêşengên Kurd ava kiribû û xebateke ku rêberên kurd ên wek Şêx Seîd bi rêve dibir. Wî di hevpeyvîneke kolanî de got: “Ez ne Tirk im, Şêx Seîd pêşengê min e”. Dewleta tirk ew girt. Heta dadgehê 3 sal û 1 meh û 15 roj cezayê girtîgehê da wî.

Ew jî ne endamê PKKê bû. Wî pesnê Ocalan nedida, pesnê Şêx Seîd dida.

Yanî li Bakurê Kurdistanê pesindarên Ocalan azad in, lê pesindana Şêx Seîd qedexe ye.

Wêneyên Ocalan azad in lê ala Kurdistanê qedexe ye

Di bin êrîşên li ser Darka Mazî de çi heye?

Di 6 salên ku me dest bi weşanê ya malpera xwe Darka Mazî kir de, em rastî gelek zehmetiyan û astengîyan hatin. Sala yekem ku me dest pê kir, malpera me li Tirkiyeyê hat astengkirin. Li Îranê hat astengkirin. Em nesekinîn û me yên nû vekirin. Paşê jî me gelek caran IP yên nû ji bo malpera xwe wergirtin da ku em van astengiyan derbas bikîn.

Bi dehan hesabên me yên Facebookê û medyaya civakî hatin girtin. Em hatin cezakirin. Me nesekinî, me yên nû vekirin… Tenê di 40 rojên borî de 45 hezar êrîş li ser malpera me çêbûn. Ya balkêş ew e ku, em êrişkaran dişopanînin, navendên ku êrîşî malpera me dikin ji Îran, Tirkiye, Belçîka û Fransayê ne. Em Îran û Tirkiyeyê fêm dikin. Em piştrast in ku êrîşên ji Fransa û Belçîkayê li ser me ji aliyê PKKê ve tên kirin.

Ji meha Sibatê ve, Tirkiyeyê hesaba me yên X hatîye astengkirin. Her wiha, bi biryara dadgehê malpera me jî hat qedexekirin. Yanî di du mehan de, dadgehên dewleta Tirk çend caran civîyan ji bo girtina Darka Mazî.

Dema ku malpera me bi vî awayî tê girtin, dezgehên çapemeniya PKKê li Tirkiyeyê, wek Yeni Yaşam, Ajansa Mezopotamyayê û hwd wekî ku salan e dikin, bi serbestî weşanê dikin û di gerin.

Yanî dezgehên çapemeniyê yên PKKê azad in lê Darka Mazî qedexe ye… Lê belê ev 6 sal in PKK î di bin her nivîsa me û dibêjin “hûn çapemeniya MÎT ê ne, hûn ajan in, MÎT pereyên we dide…?”

Berpirsiyarên medyaya PKKê yên li Kurdistana Bakur salan e ku pasaportên wan di bêrîka berîka wan de ye ji Diyarbekirê diçin Silêmaniyê, û li wir bi endamên komîteya çapemeniyê ya PKKê, kesên wek Mistefa Qarasû re hevdîtinan dikin. Bi rêya PKKê diçin Rojava û li wir digerin. Paşê dîsa bi heman pasportê vedigerin Diyarbekir û Stenbolê. Carinan dewleta Tirk çend kesên lewaz digire, lê di bingehê de rewş ji bo kesên ku serkêşîya kardikin cuda ye. Kesên ku 20 sal in rêveberên medyaya PKKê ne û hîn jî di navbera Diyarbekir, Stenbol û Silêmaniyê de bi rehetî diçin û tên. Ma ev normal e?

Niha em dipirsin kî ajanên Tirka ne, em an jî pkk yî? Helbet em ne ajan in, ew yek misoger e!

Em yek ji wan koman in ku dixwazin perdeya nepelîya li ser hin pêvajoyên dîroka sed salên dawî yên Kurdistanê vekin, em dibêjin ku bûyer ne wekî ku tê weşandin e, û dibêjin ku di şerê hevkirî yê di navbera PKK û dewleta Tirk de armancên kurd û Kurdistanê têne tunekirin. Em komek biçûk lê bibandor in. Ji ber vê yekê, malpera me ku mehê 20 maqale tê de têne weşandin, rastî 45 hezar êrîşan tê û hemû êriş jî ji derdorên siyasî ne.

Em li dijî siyaseta dewleta Tirk a “hemû Kurdan di hewza PKKê de kom bikin, di xefika Ocalan de bigirin” a 50 salî ne. Ji ber vê xeta me ya rast, em rastî êrişên herdu aliyan (Pkk-Tirk) tên.

Em li dijî têkiliya mirîd-şêx a nû ya bi navê APO cîtî ku li ser Kurdan tê ferzkirin in. Ji ber vê yekê, em dibin armanç ji bo wan kesên ku dixwazin Kurdan bikin “qelebalixekî bêaqil”.

Dewleta Tirk dixwaze ku Kurd bibin endam û layengirên PKKê. Rastiyeke dîrokî heye ku divê her kes bibîne: di salên 1970 an de, mayîna PKKê li ser lingan di bilindbûna siyasî ya Kurd a li Kurdistana Bakur ne “mucîzeyeke ku Ocalan bexşandiye Kurdan” bû. Ev siyaseteke bi zanebûn a dewleta Tirk bû.

Di sala 1995 an de Yalçîn Kuçik, zilamê dewleta kûr a Tirk, diçû mîtîngên PKKê yên Ewropayê û ji bo Ocalan dirûşma “Ata-Kurd” diavêt. Çimkî dewletê dixwest ku Ocalan bike Ataturkê Kurdan.

Bi awayekî sîstematîk, li ser Kurdên Bakur hate ferzkirin ku bibin apocî. Kurd mehkûmî PKKê kirin.

Tevgerên siyasî yên Kurdan ên li derveyî PKKê li Kurdistana Bakur negihîştin girseya gel û ev lîstik neşikandin.

Cîhana fikrîyatê ya Kurd li hemberî dejenere kirina civaka Kurd ku Ocalan wekî paradîgma pêşkêş dike, hemahengîyek bihêz çênekir.

Kurd mecbûrî dîrokeke şaş û çewt hatin kirin. Bi vegera bo fikrên Mistefa Kemal, girseyek Kurd ku bawerî ku dê tirk Kurdan hembêz bike hate afirandin.

Encam ev e ku niha ew kesên ku dixwazin ji “hewza PKKê” derkevin, rewşenbîr, nivîskar, grûp, hem dibin armanca PKKê û hem jî ya dewleta Tirk.

PKK î yan zêdetir ji Tirkan êrîşî meşa Platforma Ciwanên Serbixwe ya li Bazîdê kirin.

Mezintirîn êrîşên li dijî Darka Mazî jî ji rêxistina PKKê hatin. gefên kuştinê li me hatin kirin, dilsozên me hatin tehdîtkirin. Di encamê de, PKK îbûna Kurdistana Bakur tercîha dewleta Tirk e, stratejiya wê ye, lîstika wê ye.

Em jî wisa bi hêsanî gav bi paş ve navêjin. Em ê li herçar perçeyên Kurdistanê piştgiriya siyasetên dijkolonyalîst û azadker ji bo Kurdan bikin. Em ê li dijî qalibên fikrî yên şaş ku li ser Kurdan tên sepandin, siyasetên şerê taybet, stratejiyên afirandina Kurdên parallel (bê Kurdayetî) ên kolonyalîstan rawestin. Em ê lêkolînên xwe yên li ser bûyerên dîrokî yên kêm tên zanîn, şîrovekirina wan a ji nû ve, û vekolîna pêwendîyên veşartî di navbera PKK û dewleta Tirk de bidomînin. Em ê tiştên ku nayên gotin ji gelê xwe re bibêjin…

Divê tu kesê ku serî li ber “mecbûriyeta ku Kurd bike Apocî-PKK yî” ku li ser Kurdan tê ferzkirin neçemîne, serê xwe li ber kolonyalîstan naçemîne. Dive yên doza Kurd û Kurdîstanê dimeşînin serî li ber çi zext û êrişê neçemîne. Em jî gav bi paş ve naavêjin.

Pustên heman beş