Hêza bêdeng, pêşbîniyên Serok Barzanî û Şerê Cîhanê yê 3 yem

Bi hilweşîna Yekîtiya Sovyet û rûxandina Sosyalîzma Reel, cîhan ket nav rewşeke kaosê. Hineka jê re gotin Pergala Nû ya Cîhanê, hineka jê re gotin Projeya Rojhilata Navîn a Mezin. Lê belê, ya ku di rastiyê de tê qewimîn Şerê Cîhanê yê 3 yem e. Di heyama 35 salên derbasbûyî de, li ser Rojhilata Navîn şerekî pir cûreyî hate meşandin.

Axa Kurdistanê, bi taybetî Başûrê Kurdistanê, bû navenda sereke ya vî şerê 35 salan. Ji wê demê heta niha, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû qada şerê Îranê û Tirkiyê.

Gelek nirxandin û rexneyên pratîkî û teknîkî hene wek Herêma Kurdistanê ev nekir, nikare wê bike. Di nav wan rexneyan de hem yên rast hem jî yên bi niyetxirab hene. Lê belê rastî ev e ku Kurdistan ne xwediyê aramî-azadîya welatekî Skandînavî bû, di meydana şerên eşkere û veşartî de, di navbera xayinan û dijminên ku xwe wek dost nîşan didin de, li ser lingan ma. Û di vê li ser lingan mayînê de, pêşbînî û kesayetiya Serok Barzanî rola diyarker lîst.

Li Kurdistanê, serokatî ne tenê siyaset kirin e, lê belê hilgirtina êşa gelekî, hilgirtina barê nasnameya Kurd û Kurdistanê ye ku di dîrokê de hatiye tepisandin. Serok Mesûd Barzanî, kesê herî vakûr, herî bêdeng û herî bandorker e li Kurdistanê…

Hêza ku ji kûrahîya Dîrokê tê

Serok Barzanî ne tenê takekesek e, di heman demê de, mîratgirê doz û baweriyekê ye. Di temenê ciwan de barê tevgera Barzanî ku li dijî Osmaniyan, Îngilîzan, Îranê, Iraqê, Tirkiyê berxwedanî kiriye û çek bi kar anîye, hilgirt ser milên xwe. Ciwaniya wî di çiyayan de derbas bû, jiyana bi şer ve hatî hûnandin, ne tenê gen ji bav û kalan mabû, nê lêgerîn, dîplomasî, lihevkirin, berxwedan jî jê re mîrat mabûn. Ev jî hem ciretê şerkerekê hem jî berpirsiyariya serokatiyekê pê bexşand.

Ew mezin napeyive lê ew mezin difikire; ne pêşandarî dike ew şatranc dilîze

Serok Barzanî mezin na peyive lê mezin difikire. Xitabeta wî ji peyîvan wêdetir e. wî çi carî gotinên xeyalên vala nekirî ye li ser mebdeyên rastîyê tevgerîya ye.  Her gavek ku ji 1991an heta 2003an, ji 2014an heta 2017an avêt, wek lîstina şatranc a li hember qederê bû di şerê Rojhilata Navîn de. Ji wê rojê heta îro, refleksên wî, rîskên ku wergirtî û pêşbînîyên çareseriyê nîşan didin ku pêşerojê pirr baş dixwîne.

Di van heyamên dirêj de, Serok Barzanî her tim prensîbên bingehîn ên tevgera Barzanî wek rêbaz esas girt:

  1. Kurdayetî û mafê xwe bi xwe birêvebirinê: Tevgera siyasî ya Barzanî tevgerek e ku 150 sal e barê Doza Neteweyî ya Kurdistanê hildigire. Tevgera Barzanî diparêze ku sînorên çêkirî nikarin aştiya mayînde li Rojhilata Navîn çêbike û rêveberiyên ku li ser bingeha nasnameyê û azadiya nasnameyan ava bûne tiştek e ku nayê paşguhkirin. Têkoşîna mafê diyarkirina çarenivîsa Kurdan û mafê xwe bi xwe birêvebirinê tê dayîn. Şêx Ebdulselam di destpêka 1900î de çû Tîflîsê û bi Qeyser Ûris re hevdîtin kir ji bo ku piştgiriyê ji bo avabûna Kurdistanekê bibîne. Referandûma Serok Barzanî ya 2017an jî lêger û biryarekî bi heman rengî bû.

  2. Yekîtiya di navbera Kurdan: Tevgera Barzanî her tim xwestiye ku di navbera Kurdan de yekîtî hebe. Ji salên 1970 î ve, deverên ku Pêşmerge bi dest xistine ji tevgerên siyasî yên perçeyên din re hatine vekirin. Bi dehan partiyên Kurdî, şoreşgerên Kurd li van deveran bi cih bûne. Serok Barzanî piştî salên 2000 î, di derbarê yekîtiya Kurdî de bi awayekî resteqîn eleqedar bûye. Wî ne yekîtiyek ne propagandeyî, yêkîtiyek bêdeng, aram û mayînde esas girtiye. Dema ku pêwîst bû, biryarên wek şandina Pêşmerge ji bo Kobanê girt û bû kesê yekem ku helwest li dijî dagirkirina Efrîn û hwd nîşan da. Serok Barzanî alîgirê yekîtiyekê ye ku her partî di nav sînorên xwe de hereket bike, perçeyek qûrbanî perçeyekî nebe, partî karên xwe yên navxweyî bi rê ve bibin û li ser xetên giştî yekîtî bê pêkanîn. Îro jî heman xetê diparêze.

  3. Berxwedana çekdarî û meşrûiyeta navneteweyî: Tevgera siyasî ya Barzanî tevgerek e ku çek û dîplomasî, berxwedan û lihevhatin bi hev re dimeşîne. Ji destpêka 1900 î ve, girîngî daye mijara meşrûiyetê. Îro jî Serok Barzanî dibîne ku di statûya qanûnî ya meşrû ya navneteweyî de hevgirtina tevgerên Kurdî girîng e û girîngiyê dide vê yekê. Ji ber vê sedemê bi temamî piştgiriyê dide pêvajoya danûstandinên Herêma Kurdistanê bi Iraqê re, Bakurê Kurdistanê bi Tirkiyeyê re û Rojava bi Sûriyeyê re.

  4. Serok Barzanî, di navbera îdeal û rastbîniyê de balansek serkeftî ava kiriye. Ew rastiya dewletên wek Îran, Iraq û Tirkiyeyê pir baş dizane. Dizane ku ev hêz, dema fersendê bibînin, dê pêşî bixwazin wî tune bikin. Lê dîsa jî, ne di dijminatiyê de ne jî di dostaniyê de li hemberî van dewletan ji rêbaza xwe tewîz neda.

Li ser van prensîbên bingehîn tevgeriya û ji sala 2004an ve heta roja me ya îro, li xalên pir bingehîn de gavên rast avêtin.

Ji bo provokasyonên Iraqê yên bi rêbazên siyasî, aborî, şewitandina ofîsên PDK ê û şerê medyayî de neket xefkê, li derveyî pergala Iraqê neçû, lê belê teslîmî pergala Iraqê jî nebû.

Her çend Îranê li seranserê herêmê hegemonya ku bênîqaş ava kiribe jî, ji hemberî hemû êriş, zext û gef ên Îranê yên ku ji bo dagirkirna Hewlêrê hatî kirin, teslîm nebû.

Cenabê wî dît ku Rejîma Esad wê here û heta hewl neda ku peywendiyekê li gel wî deyne.

Bi hişmendiya ku ji her aliyî hatiye dorpêçkirin, peywendî bi Tirkiyeyê re meşandin.

Metirsîya hewldanên hin hêzên herêmî û navneteweyî yên ku dixwazin bi destê PKK û YNK li Herêma Kurdistanê pevçûnên navxweyî derxînin, nas kir û li dijî bi tûndî sekinî.

Rexmê lobiya dijî-Barzanî, dijî-Kurdistanê ya li Ewropa û Amerîkayê jî berê sîyaseta xwe ya dewletên Rojavayî neguhert.

Serok Barzanî di her heyamê şerê cîhanê yê 3 yem de zaman-wext baş xwend û helwesta rast wergirt. Û îro, di sala 2024an de, bi rûxandina rejîma Esad û têkçûna hêzên ku Kurdistanê dakigirkirî û kirêgirtîyên wan yên navxweyî, lê dîsa Serok Barzanî li meydana şatrancê bi awayekî bêdeng, aram û bi îhtîşamî tevdigere.

Serok Barzanî ku pir kêm caran gotinên tund bi kar tîne, di axaftina xwe ya li Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê de jî îşaret bi vê kir.

Serok Barzanî di sê mijarên bingehîn de hişyarî da Kurdan:

– Pevçûn nesekinîn, dê hêj kûrtir bibin.

– Tiştê ku wê serfiraziyê bîne yekîtiya Kurdan e.

– Berpirsiyarê van pirsgirêkên heyî Iraq e.

– Hê jî dem heye ji bo avakirin hevkirin û hevpeymanî yê

Belê, eşkere ye ku Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê dikarin di bin pêşengiya Serok Barzanî de, ji şerê cîhanê yê 3 mîn bi kêmtirîn zirar û bi destkeftiyên mezin derkevin.

Pustên heman beş