Pirtûkên ku Ocalan îdîa dike wî nivîsandine, fikir û ramanên kê ne?!

Abdulah Ocalan bi t awayî diziyên fikrî bi “fedakirina ruhê” veşartine?!
Wexta ku Abdulah Ocalan bi nav hatiye zîndankirin ji hêla desthilata Tirkiyê ve û di zîndana Îmraliyê de mayî, wî dest avêt nivîsandina hinek pirtûkan û bi navê Manifestoy Şaristaniyet ji hêla Partiya Karkeran ve hatine çap kirin.
Wexta min ev pertûk xwendîn, ez bi wan nivîsan matmayî mam, ji ber ku ez baş dizanim ku destê Ocalan yê nivîsandina pirofesyonel tune, raste baş dixwîne, baş di axive, lêbelê nizane baş binivîsîne, ez vê dibêjim ji ber ku min Ocalan bo çendîn salan ji nêz ve naskiriye.
Dema min petrûk xwendîn, fîlosofekî sofîger li bîra min hat, dîmenê sofîgeriyê ji boy min çêbû, ji ber ku ev kes di zîndana Îmraliyê de ye û bi nerîneke gerdunî xwe tîne pêş.
Em dikarin van hin pertûkan, bi kurtasî wosa bas bikîn:
Dewleta neteweyî tê wateya êrîşkariyê, jin bingeha şoreşêne, jîngeh şertê demokrasiyê ye, û meclîsên herêmî alternatîfên dewletê ne.
Pirsek derdikeve holê ka gelo ew nerîn ji naxê Abdulah hatine an jî ji dereka din hatine girtin.
Bersiv eve ku Abdulah Ocalan ti ramanên nû ne afrandine, lê ji hin derên din girtine, îdêt kirine û çavkanî veşartine.
Piraniya nerînên dawî yên Abdulah Ocalan, ku wî di zîndanê de di bin navê pirtûkan de weşandin û şagirtên wî ew pê wekî fîlosof da ne nasîn, ji ramanên ramanwerê Amerîkî Murray Bookchin hatine girtin.
Murray Bookchin ramanwerekî Amerîkî bû ku ji sala 1921 heta 2006 jiya. Ew di destpêka jiyana xwe de markisîst bû. Piştire ew ber bi ramana nenavendîbûnê (Anarchy) ve çû û ev teoriya wî dîsa bû sedema pêşxistina tiştê ku jê re Şaredariya Azad tê gotin.
Wî tevahya jiyana xwe ji bo belavkirina têgeha yekkirina zanista jîngehê bi ramana siyasî ve qetand û rexnegrekî tundê kapîtalîzim û sosyalîzma kilasîk bû.
Di salên 80 an de, Murray Bookchin li ser van têgehan rawestiya:
Ekolojiya Civakî.
Konfederasyona Demokratîk.
Rexnekirina dewleta neteweyî.
Girêdana di navbera azadiya jinan û demokrasiya rasterast de.
Piştî nêzî 20 salan, bi taybetî di sala 1999an de, Abdulah Ocalan hat û ev têgeh bi heman naverok û nêrîn di bin van navan de anîne ziman:
Manifestoya Şaristaniya Demokratîk.
Civaka Exlaqî û Siyasî.
Sosyolojiya Jinan.
Dema Abdulah Ocalan ev raman weşandin, wî navê Murray Bookchin negot, lê piştî Abdulah ji aliyê heval, rewşenbîr û medyayê ve ji ber vê nêrînê hate rexnekirin ku ew hemû nêrîn ji aliyê wî ve hatine dizîn û ev ramanên mirovekî din in ku 20 sal berê anîne ziman, Ocalan hat û bi bê şermane got raste min mifa ji fikrên Murray Bookchin wergirtine.
Xwendevanê hêja, Abdulah ne tenê ramanên Murray Bookchin, lê di heman demê de ramanên gelek fîlosofên din jî dizîne.
Abdulah her wiha ramanên “Friedrich Nietzsche” jî dizîne, nemaze “rexneyên exlaqî yên li ser bingeha qelsiyê, hatine avakirin”. (On the Genealogy of Morality)
Dîsa, têgeha îradeya desthilatê li himberî xweçemandinê bo desthilatê.
Ocalan hatiye û ev her du têgeh wergirtine û di bin nav û nîşanên rexnekirin li mêrxasî û dewletê parvekirine. Rexneya me li vir eve ku Ocalan bi t awayî teory û têgeh û ramanên “Friedrich Nietzsche” ne anîne ziman.
Abdulah dizî ya fikrî berdewam dike û vê carê ew hatiye ramanên Michel Foucault
bidize, bi taybetî mijara jêrîn:
Têgeha fikir wekî gotarbêjî.
Desteser kirin bi rîya hişê.
Ceza wek amûrekî desthlatdariyê.
Abdulah ev têgehên (Michel Foucault) girtin û di nivîsên xwe de bikaranîn, bi taybetî li ser mijarên têkildarî dewlet û bavsalariyê.
Dîsa, Abdulah diyar nake ku ev teory a fîlosofê navdar Michel Foucault ye.
Abdulah Ocalan xwe wekî rizgarkerê jinan daye nasîn û xwe kiriye rizgarkerê wan, lê Abdulah bi xwe ramanên jinan dizîye û ramanên jinan ji bo rizgariya jinan aniye û bi navê xwe weşandiye. Taybet ramanên fîlosofa navdar “Semon De Bufwar” wexta dibêje ku jin ne tenê zîndewerên byolojîkin, lê di heman demê de hebûnên rewşenbîrîne û dîsan navenda azadiya jinan dibe deriyê rizgariya her civakê.
Li vir pirsek din derdikeve holê: Çima Abdulah Ocalan çavkaniyên xwe yên fikrî destnîşan nekirine?
Piştî lêkolîneke berfreha kesayetiya Abdulah ji aliyê pisîkolojî û civaknasiyê ve, dyar dibe ku Abdulah piştî rastî nexweşiya Meznahiyê hatî, qet neamade bû ku xwe bi xwendekar an jî rewşenbîr bide naskirin. Di şûna wê de, xwest xwe weke zanayekî civakî ê îlham bexşê siyasî bide nasîn.
Ji ber vê yekê, her kesê ku rexneyê li wî digre, her weke ku rastîya şoreşê rexne dike, ji ber ku Ocalan we difkire ku ew rexneya li rewşenbîr an jî li çandê tê kirin asayî ye, lê rexne li zanayên îlhamê wekî kiryarek xiyanetê ye, loma jî ew dixwaze wekî îlhambexşekî siyasî were nas kirin, ne wekî xwendevan an rewşenbîrek.
Guneha herî mezin a fikrî eve ku mirov bandora xwe veşêre û xwe wekî pêxember bide naskirin.
Ocalan nerewşenbîrekî paqije, belku mirov dikare wî bi komkerê fikran bide nasandin.
Ocalan hewl dide ku wisa nîşan bide ku ramanên wî ji Îmraliyê derketine holê, lê rastî eve ku ramanên wî ji pirtûkxaneya Rojava hatine bêyî ku behsa refên pirtûkxaneyê bike.