Pêşeroja Rojava: ji xeletiya Kantona ber bi heqîqeta Federalîzmê

Pêşeroja Rojava: ji xeletiya Kantona ber bi heqîqeta Federalîzmê

Di salên 90î de heyanî niha di Rojhilata Navîn de pêvajoya hilweşandin û avabûnê di nava hev de birêve diçe, vê krîzê ji boy kurdan hem firsend û hem jî xeterî çêkir, vê qonaxa krîzê ku navenda wê Îraq bû hişt ku Başûrê Kurdistanê bibe xwedî avahiyeke federalî, qonaxa duyemîn ku navenda wê Sûriye bû di sala 2012an de dest pê kir, niha navenda nîqaşê eve ku dê qonaxa duyemîn ji kurdan re çi bîne.

Konferansa kurdên Rojava û bendewariyên Real

Dema ku ev cumle dihatin nivîsandin Konferansa Yekîtiya Kurdan li Rojava hêjan dest pê nekiribû, û ev konferans ne bi tenê ji boy kurdên Rojava belku ji boy gişt kurdan dibe konferanseke diyarker, ji aliyê atifî de çend bendewariyên me zêde bin jî, lê di bendewariyên heqîqî de em nikarin daxwazên populer û propagandayê deynin pêşberî xwe. Armanc û biryar divê li ser real ber bi çav be, ev Konferans dikare bibe binemayek ji boy kongreya netewî ku ji boy her çar parçeyên Kurdistanê çêbibe, lê belê mîsyona wê ya esasî eve ku ji boy lêgerînên Yekîtiya ENKS’ê û PYD’ê rêvekirinekê çêke, her du hereket ji aliyê rêkxistinî û stratejî û fikrî de pirr ji hev cuda ne, niha jî ji ber zirûfa prensîbên hevbeş ji boy xwe datînin.

ENKS’e ji destpêka pêvajoya Sûriyê de li cîhekî rast sekinîbû. Ji rejîma Esed re nebû piştgir, hêzeke ENKS’ê ya eskerî heye, lê rêxistin û înzîbata wê ya partîtiyê zeîf e, bi piştgiriya serok Barzanî bi vî awayê niha xwe li ser linga hiştiye, îtîhama PKK’ê ya ku ENKS’ê bi îxanetê sûçbar dike ti rastî ji boy tune.

PYD’e jî avahiyeke secession ya PKK’ê bû ku di sala 2013an de hatibû avakirin. PKK’e di destpêka pêvajoya Sûriyê de ligel Esed û Îranê bi cî bûbû, û bi rengekî xwezayî PYD’ê jî ligel PKK’ê cî girt, lê dema Amerîka û dewletên Rojava tevlî pêvajoyê bûn, kirasa rejîma Sûriyê hêdî hêdî li ser wan çirîya, yanî herçend PYD’eya pêşberî me bi destê PKK’ê jî hatibe damezrandin, lê belê bi destê Amerîkayê û şert û mercên heyî berê wê hat guherîn. Lê belê dîsa jî ji 100 cîhan ve bi PKK’ê ve girêdayî ye, lê em nikarin hêza wê ya leşkerî û dispelîna wê ya rêxistinî berçav wernegirin.

Weke ku em dibînin ENKS’e li cîheke rast rawestiyaye, lê belê nîzam sist û kême, PYD’e li cîhekî şaş rawestiyaye, lê nîzam û dîspilînek xurt heye.

Piştî hilweşandina rejîma Esed, serok Barzanî û hêzên Rojava zendên xwe hildane ji boy ku van du hêzan di xaleke hevbeş de kom bikin, yanî di konferansê de ji îradeya her du aliyan zêdetir îradeya derve zext li ser wan kiriye, kadroyên PKK’ê yên weke Aldar Xelîl ku di nava PYD’ê de ne, eger bi wan bûya konferanseke wiha çênedibû, û rûyên bi vî awa di nîqaşên konferansê de zêde diyar nebûn, yanî ev konferans ne tenê li hember dagirkeran, di nava kurdan jî hinek derdorên ku marjinal û bertengin, li hemberî wan jî çêbûye. Divê em van heqîqeta bibînin û me ev bendewarî nebe ku ev konferans êdî wê bibe dawiya nakokîyên di navbera van du hêzan de, ji ber vê yekê jî divê em bendewariya xwe li ser sê xalan ava bikin:

1-            Divê Rojava ji bê nav bûn û bê nasnamebûnê rizgar bibe.

Divê Rojava navê xwe rast deyne, şûna têgehên şaş û bê nasname yên weke Bakurê Rojavayê Sûriyê heqîqeta kurd û Kurdistanî eşkere deyne holê, li dema derbasbûyî ji ber sedemên gotinên îdolojîk yên bi guman yên Evdilla Ocalan û ji ber ajandeya tarî a PKK’ê navê Rojava nehat bikaranîn. Û rewşeke wiha çêbû ku serokê grûpa HDP’ê Ehmed Yildirim di sala 2017an de rojnamevanên ku navê Rojava bikar anî û pirs jî wî kirîn, ji wan re got: “nabe êdî navê Rojava bikar bînin, ev der Bakurê sûriyê ye.” êdî ev konferans divê xwe ji vê bê nav bûnê xelas bike, dema navê xwe rast deynî wê daxwaza xwe jî rast beyan bikî.

2-            Modela Kantona mijûlbûnek bû, êdî divê federalism were xwestin

Hinek derdor dixwazin destkeftiyên Rojava wek destkeftiyên PKK’ê deynin pêşberî me. Ev nerîn neraste, di destkeftiyên Rojava de keda şervanên PKK’ê hebejî rewşa Rojava bi rewşeke navnetewî ve girêdayî ye, PKK’ê ji sala 2011an pêve xwest statuya Sûriyê biparêze, û ji ber wê yekê jî bi dehan terîqên canbaziyê xwestin rêgiriyê li daxwaziyên kurd û Kurdistanî bikin, baş tê zanîn ku Duran Kalkan di dema xwe de gotibû: “Dema em dibêjin kurd li dunyayê Barzanî tê bîra her kesî, em li Rojava zêde gotina kurd bikar neînin.”

Ev 13 sale nîzama xweseriya demokratîk û Kanton li Rojava tê bikaranîn, ev yek bi pêwîstiya PKK’ê ya bê stratejî hiştina Rojava ve girêdayî ye, ev modela dem dirêj nikarî destkeftên kurdan bike weke saziyekê, rêveberiya PYD’ê jî êdî eşkere dibêje daxwaza federalîzmê dikîn, lê nabe ji bîra me bice ku ev 13 salin bi kurdan dayî wendakirin. Ji boy pêşeroja Rojava çareseriya herî heqîqî eve ku daxwaza ferderalîzmê were pêş, federalîzm hem ewlehiyeke destûrî û hem muxatebiyeke herêmî û hem navnetewî ji boy Rojava dide çêkirin, avahiyên federal wê bihêlin ku kurd di nava pêvajoya kaosê de xwe biparêzin û ji boy pêşerojê jî xwe hazir bikin.

3-            Şûna hevirkiyê harîkarî, şûna reşkirinê bawerî divê were avakirin

Polîtîkaya reşkirina hereketa Barzanî ji aliyê PKK’ê ve hêjan berdewame, di navbera PYD’ê û ENKS’ê de hevkariyeke rast neyê avakirin, yekrêzî bi cî nabe. Nabe aliyek bibêje em xwedî her tiştin, şûna vê hevkarî û bawerî divê were sazkirin, reqabeta siyasî tiştekî cudaye, pêngavên guhertina qedera kurdan tiştekî cudaye, ev konferans pêwîst bû berî 2013 hatiba sazkirin, eger di sala 2013an de mutabeqeta Hewlêr û Duhokê hatiba cîbicîkirin encam niha cuda bû, melesef PKK’ê hemû alî manîpule kir û rêya hevgirtinê qepat kir.

Ji wê şûnde ya rast eve ku Rojava bi xwe qedera xwe diyar bike, nabe Rojava bibe qurbanî ji boy parçeyekî din ê Kurdistanê yan jî ji boy partiyekê. Nabe PKK’e wesayetekê deyne ser Rojava û daxwaza mafê xwe jê bike, Bizava siyasî ya Barzanî di nîzamê federalî û konfederalî de kevneşopiyeke kevin heye, hêşta destpêka sedsala 20an de çareseriyeke federatîf daniye holê, bi hemû kêmûkurtiyê xwe ve modeleke ku her kes dikare jê sûd wergire, ji ber vê yekê jî divê em bibînin di xeta Rojava û Hewlêrê de hevkarî ji boy kurdan wê azadiyê bîne û heman demê di demokratîk bûna Rojhilata navîn de dikare hêviyekê çêke.

Encam: xetayên kevin divê rast werin tehlîlkirin û pêşeroke hevbeş were avakirin, ev konferans divê beriya 13 salan çêbûya lê belê hêjan jî em dikarin vê pêvajoyê telafî bikin, diyare ku aktorên siyasî yên Rojava li ser çareseriyeke federal hevbeş in, gavekî derenge lê pirr hêjaye, ev hewildan û ev konferans ji boy tevahiya kurdan û taybet jî ji boy gelê Rojava ku bedeleke mezin day bila pîroz be, dilê hemû kurdan li ber bayê azadiya Rojava hînk dibe.