PKK’e li dijî pêşmergeyan şer û li dijî dagirkeran jî agirbestê dimeşîne

PKK’e li dijî pêşmergeyan şer û li dijî dagirkeran jî agirbestê dimeşîne

Roja 28 û 29î Nîsanê, li gundê Belave û Guherzê ku nêzî Amêdiyê ne êrîşî ser pêşmergeyan hat kirin, Darka Mazî bi xelkê herêmê û hinek rayedaran re hevdîtin çêkir û xeber belav kir ku ev êrîş ji aliyê PKK’ê ve hatiye encamdayîn, ev derdorên ku nexwestin navên wan werin eşkere kirin agahiyên ku dan çi gumanan nahêle ku ev êrîş ji aliyê hêzên PKK’ê ve hatiye encamdayîn.

Ev Dron ji cîhên ku HPG’e tê deye rabûne. Dronên ku di êrîşê de hatîn bikaranîn jî dronên Kamikaze ne ko di destê PKK’ê de hene. Yekem rojê dema êrîş çêbû hinek xeberên bi guman hatin belavkirin ku dibe drona PKK’ê dema dicû cîhekî din ketibe nava pêşmergeyan, lê belê êrîşa roja duyem destnîşan kir ku ev êrîşeke pilankirîye. Heman demê îro piştî nîvro Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê herçend nav lê nekir jî lê bi rengekî nerasterast da diyarkirin ku êrîş ji aliyê PKK’ê ve hatiye kirin.

Yanî PKK’eya ku ana bi dewleta Tirk û Îranê re agirbestê dike, êrîşî hêzên pêşmerge dike. Bi şêwazekî din em bêjin, yanî PKK’e niha di Rojhilata Navîn de bi tenê fîşek berdide pêşmergeyan.

Di pevçûnên di navbera PKK’ê û dewleta Tirk de rewş niha çewaye

Li ser mijara êrîşên li ser pêşmergeyan heyanî niha PKK’ê ti daxuyanî nedaye, di êrîşa roja yekemîn de medyaya PKK’ê leşkerê Tirkiyê sûçbar kir, lê derbara êrîşa roja duyemîn ti daxuyanî nedan, nediyare ka wê PKK’e çi bibêje, lê ger em li dîmenê giştî binêrin, em dibînin ku yek du armancên wan hene, êrîşên dewleta Tirk yên li ser PKK’ê li gor sê mehên berê pirr kêm bûne, û dewleta Tirk zaten tev cihên stratejîk girtine û xwe li wan cihan bi cî dike, taybet jî êrîşên bi dron û balafiran pirr kêm bûne, bi tenê li derdora tunelên PKK’ê ev êrîş mane. Ji ber ku her du alî jî hêzên wan hereket dikin, carna pevçûn di navbera wan de çêdibe, em dikarin bibêjin ku bi rengekî fîlî agirbest di navbera her du aliyan de berdewame.

Armanca PKK’ê ji van êrîşan çi ye?

Di van her du êrîşên ku hatine kirin de, armancên PKK’ê yên siyasî, leşkerî û nefsî hebûn.

Pêvajoya Yekîtiya Kurdan ku li Rojava birêve çû, hereketa Barzanî û taybet jî serok Barzanî ji boy wê pêşengtiyê dike û Kurd li her car perceyên Kurdistanê vê dibînin û bi rengekî pozetîv jî pêşwazî dikin. Dîsa serdanên Dem partiyê ji boy Hewlêrê ku bi şêweyekî germ hatin pêşwazîkirin hişt ku gelê Kurd bi kêfxweşî li vê pêvajoyê binêre. Têkiliyên Mezlûm Ebdî bi Serok Barzanî re û pêvajoyên pîrozkirina Newrozê yên Kolnê û tiştên bi vî awa hişt ku PKK’e ji van dîmenên biharî di nava kurdan de rehetsiz bibe, PKK’e bi taybetî di van 10 salên dawî de tevahî hêzên xwe yên siyasî û dîplomatîk û medyayî ji boy dijminatiya hereketa Barzanî seferber kiribûn û niha mîsyona pêşengtiya hereketa Barzanî û kombûna kurdan li derdora hereketa Barzanî dihêle ku ev karê 10 salan yê PKK’ê vala derkeve. PKK’e di medyaya xwe de mecbûr dimîne ku dijminatiya Barzanî bi rengekî neyekser bike, niha sebeba esasî ya van êrîşan jî ev cewê xweşe ê ku di navbera kurdan de çêbûy û PKK’e dixwaze vî cewî têk bide.

PDK’e hem di demê derbasbûyî de û hem jî niha vê helwesta PKK’ê ji nedîtîve, dibîne. PKK’e dixwaze ji vê rewşê suîstîfade bike û dixwaze hinekî li hundir tevgera xwe û hatin û çûna xwe birêve bibe, yanî PKK’e dixwaze di rewşekî wiha de vê helwestê îstîsmar bike. Dibe ku rojên pêşiya me de PKK’e bêje, “li van cihan ala nehatibû danîn, me nezanîbû ku cihê pêşmerge ye, pêşmerge hatin û çûyîna me asteng dike, rêya me digire.” yanî careke din rola mexdûran bilîze.

Çima encûmena asayîşa herêma Kurdistanê navê PKK’ê bi lêv nekir

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku ev êrîşeke terorîstî û provokasyonê ye, lê belê navê PKK’ê bi eşkere neanî, hinek çavkaniyên herêmî yên pêbawer ji Darka Mazî re ragihandin ku Serok Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nexwestine di daxuyaniyê de navê PKK’ê were bikaranîn, li gor van çavkaniyan, “PKK’e bi salaye dixwaze me bikşîne nava şerekî, em nehatin van lîstikan û em ji niha şûnde jî nahên, em gelê kurd mehkûmî rojeveke negetîv û arastekirî nakin.” ji ber vê yekê jî Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanî navê PKK’ê neanî. Piştî sala 2014an heyanî niha PKK’ê dehan caran xetên petrolê yên Herêma Kurdistanî peqandine û 12 pêşmerge jî şehîd kirine, di van deman jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî hestiyar tevgeriya û nehat van lîstikan ji boy ku şerê kurd û kurd çênebe.

Ma ev êrîşên PKK’ê wê berdewam bin?

Xelkê Herêma Kurdistanê li benda vê yekê ye ku pevçûnên PKK’ê û TSK’ê xelas bibin, gundên wan werin avedankirin û vegerin ser axa xwe. Lê belê ev mijar bi şêweyeke hêsan pêk nayê. Piştî salên 2019an pêve, PKK’ê ji Heftanînê heyanî Xaxurkê bi dirêjahiya 140 kîlometre şûna teslîmî pêşmerge bike teslîmî dewleta Tirk kir, di nêvbera her du hêzan de şerekî bernamekirî hebû. Niha ev pêvajoya çareserî û nîqaşên ku di Rojhilata Navîn de hene, nabe bibe esas ku em ev şerê PKK’ê û dewleta Tirk yê bernamekirî ji bîr bikin, wexta ku em dixwazin yekîtiyekê di navbera kurdan de çêkin divê em heqîqeta her hêzekê û rawestana wan li hemberî kurdan berçav wergirin, PKK’e hebûna pêşmerge û hêzên girêdayî Hikûmeta Herêma Kurdistanê li van qadan ti carî qebûl nekir, lê belê hebûna leşkerê Tirk qebûl kir. PKK’e niha jî nerazîye ku di navbera kurdan de nêzîkbûnek çêbibe. PKK’e neraziye ku pêwendiyên di navbera Hikûmeta Îraqê û Herêma Kurdistanê de sererast bûne. PKK’e nerazîye ku Kurd hikûmeteke hevbeş çêkin. Dema em van tiştan hemûyan tînin berhev em dibînin ku provokasyonên PKK’ê li Herêma Kurdistanê wê berdewam bin, weke ku me di destpêkê de got, agirbestên PKK’ê li dijî dagirkerane, lê li hemeber pêşmergeyan ti agirbest tune, ji ber vê yekê jî divê em pirr hişyar bin li dijî provokasyonên PKK’ê, di serî de li Rojava û Başûrê Kurdistanê.

Divê hemû raya giştî ya neteweperwer bangî PKK’ê bike ku PKK’e dev ji dîk û dulaba, lîstika, provokasyona li dijî kurdan berde, û divê PKK’e agirbestekî ji boy kurdan jî ragihîne.