Daxuyaniya provokatîf a Mustafa Karasû derheqa ENKS’ê: Ew ji ber ku mecbûr bûn hatin Konferansa Yekîtiyê

Daxuyaniya provokatîf a Mustafa Karasû derheqa ENKS’ê: Ew ji ber ku mecbûr bûn hatin Konferansa Yekîtiyê

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû bi televîzyona Medya Heber ya PKK’ê ku li Ewropayê weşanê dike re hevpeyvînek encamda. Karasû di hevpeyvîna xwe de li ser gelek mijaran, di nav de mijara danîna çekan ji aliyê PKK’ê ve, nerînên xwe anî ziman. Karasû di daxuyaniya xwe de Konferansa Yekîtiya Kurda ya li Rojava hatî lidarxistin jî nirxand û li ser ENKS’ê daxuyaniyên provokatîf da.

Medya Heberê daxuyaniyên Karasû li ser hesabê xweyê medyaya civakî parve kir. Lê belê ya balkêş ev bû Medya Haber, ku bi gelemperî daxuyaniyên rêveberên KCKê di vîdyoyên kurt de li ser hesaba xwe ya “X” diweşîne, vê carê ti vîdyoyên kurt di hesaba xwe ya “X” de parve nekir. Herwiha, medyaya PKK’ê hin hevokên di axaftina Karasû de nenvîsandin.

Karasû: ENKS’ ji ber ku ti bijardeyeke din tunebû hat hevdîtinên yekîtiyê

Karasû di axaftina xwe de gelek xalên wekî pirsgirêka tenduristiya Siri Sûreya Onder û Konferansa li Romayê ji bo Ocalan hatî lidarxistin nirxand û di dawiyê de ew wekî mijarên ne girîng û duyemîn bi nav kir. Karasû di axaftina xwe de gotinên ku ENKS’ê tawanbar û biçûk dixin jî bi kar anîn.

Karasû derbarê ENKS’ê de wiha got: ” Beriya niha ENKS’ bi çeteyan re yek bû, bi êrîşên dagirkeriyêyên dewleta Tirk re yek bû. Yanî dijberî li şoreşa Rojava dikirin. Dijberî li Bakur û Rojhlatê Sûriyeyê dikirin. Lê belê piştî ku Colanî çû Şamê, tifaqa ku ew di nav de bûn ji hev belav bû, wekî din çareya xwe nema, hatin bi rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, bi PYD û partiyên din re hewl da li hev bike. Divê bi vî rengî bê fêhimkirin. Di vir de bi rastî jî PYD jî gelên Bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî nêzîkatiyeke çêker û têgihiştî nîşan dan. Heta duh dijberî dikirin, piştgirî didan dagirkeran, piştgirî dan dagirkirina Efrînê, piştgirî dan dagirkirina Serêkaniyê, li aliyê dewleta tirk bûn, bûn alîgirê çeteyan. Ji xwe bi wan çeteyên dagirker re di nava koalîsyonekê de bûn. Lê belê piştî ku ew pêvajo qediya lê nêrîn ku nabe, neçar man bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi PYD’ê û partiyên din re li hev bikin. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelên wê, kurdan jî ji van re negotin na. Gotin, madem ji wir derketin, madem helwesta xweya berê wê dewam nekin, mîna berê wê nebin alîgirê dagirkeriya dewleta tirk, wê xwe nedin aliyê wan çeteyan, eger wê bên gel kurdan ev tiştekî başe. Kurdan jî hembêza xwe jê re vekirin.”

Mustafa Karasû: armanca Yekîtiya Kurdan ne daxwazkirina mafên Kurdane

Mustafa Karasû di berdewamiya axaftina xwe de îdîa kir ku konferans bi perspektîfa Ocalan hatiye lidarxistin û behsa hewildanên Serok Barzan ji bo Yekîtiya kurdan nekir. Karasû her wiha diyar kir ku divê konferans li ser mafên kurdan nesekine û got: “bangek wiha ji aliyê serokatiyê ve û sivkkirina têkiliyên bi dewleta Tirkiyeyê re, lidarxistina konferansê hêsantir kir. Di vê mijarê de, me konferansek wisa pejirand. Wan komîteyek hevbeş ava kirine, bê guman ev erênîye. Divê ew ji bo demokratîkbûna tevahiya Sûriyeyê piştgirî bikin. Ger kurd tenê bêjin ‘ew mafên min in’, ewê kar neke. Divê kurd di demokratîkbûna Sûriyeyê de rola xwe bilîzin. Eger Sûriye demokratîk nebe, ti wateya wê tune. Divê ew kesên ku beşdarî vê konferansê bûne di demokratîk kirina Sûriyeyê de rola xwe bilîzin.”

Xeta PKK’ê li Sûriyeyê winda kir

Raste ku mirov bibêje helwesta Mustafa Karasû ya ku Rojava wekî milkê PKK’ê dibîne û hevdîtinên yekîtiyê biçûk dixe, hem ji bo veşartina pratîkên berêyên PKK’ê û hem jî ji bo çêkirina astengiyan li pêşiya pêkhatina hevdîtinên yekîtiyê yên pêşerojê tê kirin. Herwiha, behisnekirina hewl û xebata Serok Barzan ji bo Rojava piştî hilweşîna rejîma Esed ji aliyê Karasû ve nîşan da ku PKK’ nerehete.

Bi destpêkirina krîza Sûriyeyê re ku hevdemî Bihara Erebî bû, PKK’ bû beşek ji projeya Heyva Şîeya Îranê û li Iraqê bi Heşdî Şebî û li Sûriyeyê jî bi rejîma Esad re hevpeymaniyek çêkir. Li şûna ku bi opozîsyona Sûriyeyê re tevbigerin, wan bi rejîma Esed re hevkarî kirin û temenê rejîma Esed 13 salan dirêj kirin. Serokên PKK’ê yên wekî Bahoz Erdal, Mustafa Karasû û Cemîl Bayik gelek caran bi daxuyaniyên wekî “bêyî me, rejîma Esed nikare bijî, operasyonek li dijî Îranê dê were destpêkirin” aliyên xwe eşkere dikirin. Bi hilweşîna rejîma Esed re, dewleta Îranê rastî şikestineke mezin hat û siyaseta PKK’ê li Rojava jî îflas kir.

Herwiha, her çend ENKS’ şirîkê opozîsyona Sûriyeyê be jî, piştgirî neda dagirkirina Efrîn û Serê Kaniyê.

Ji destpêka pêvajoyê ve, PKK’ê bi berdewamî dewletên wekî Amerîka û Fransayê, yên ku dixwestin kurdan bînin cem hev, provoke kiriye û hevdîtinên yekîtiyê xera kiriye.

Karasû: “bêyî serokatiyê kongre çênabe”:

Mustafa Karasû di daxuyaniya xwe de her wiha got ku ew bêyî beşdariya fîzîkî ya Ocalan di kongreyê de, kongreyê li dar naxin.