Hevserokê PJAK’ê helwesta xwe derbarê biryara çekdanîna PKK’ê eşkere kir

Nîqaşek hebû weku ev hêzên girêdayî PKK’ê, piştî kongreya 12emîn ya PKK’ê wê çi helwest ragihînin. Yekemîn helwest eşkere kirin ji aliyê PJAK’ê ve çêbû. PJAK ragihand em çek na deynin. PJAK ku baskekî PKK’ê ye û ji boy Rojhilatê Kurdistanê kar dike, helwesta xwe bi rêya Hevserokê xwe Emîn Kerîmî eşkere kir.
Emîn Kerîmî ku bi navê kod Mezdek Mehabad tê naskirin li ser Aryen TV ku yek ji ragihandinên PKK’ê ye tevlî bernameyekî bû, di bernameyê de derbarê pêvajoya di navbera PKK’ê û Tirkiyeyê de nirxandin kir, Emîn Kerîmî li ser kongreya PKK’ê ev nirxandin kirin, “biryara fesixkirina PKK’ê biryara wane, helwesta PJAK’ê di vê mijarê de cuda ye, ev biryar PJAK’ê di nava xwe de nagire.” Emîn Kerîmî her wiha got, “em wek PJAK ne çek datînin û ne jî xwe fesix dikin, helwesta me eve û em ji boy raya giştî jî eşkere dikin.”
Gelo gotinên Kerîmî beşek ji siyaseta PKK’ê ye?
Daxuyaniya Kerîmî tê wî wateyê ku biryarên kongreya 12emîn ya PKK’ê ji boy PJAK’ê derbas nabe. Avahiyên wek PJAK û KODAR baskên seksiyon yên PKK’ê ne ku li gor agahiyên di destê me de di van salên dawî de rasterast ji aliyê Cemîl Bayik ve tên birêvebirin. Ji ber vê yekê daxuyaniya Kerîmî weke biryarekê ye ku biryara PKK’ê be ku bi şêweyekî nerastewxo hêdî hêdî eşkere dikin, ev rêxistin û partiyên ne girêdayî PKK’ê xwe fesix nakin.
Piştî ku PKK’ê xwe fesix kirî, nerînek hebû ku PKK’e gelek kadroyên xwe bişîne nava PJAK, PYD’ê û hwd… Û xebata xwe di bin van navan de berdewam bike, yanî PKK’e dixwaze komên kadroyên xwe belav bike ser rêxistinên din, em dikarin weke pêşdîtinekê bibêjin ku ev helwesteke PKK’ê ye ji boy dem bi dest xistinê. Helbet ku çarenivîsa van rêxistina di destê Ocalan de ye. Lê belê PKK’e dê van rêxistina weke kartekî ji xwe re bikar bîne.
Eger em hinekî din ji nêz ve li ser PJAK’ê hinek tiştan bibêjin ev rewş wê hêjan zêdetir bê fêm kirin.
PKK’ê sala 2003an, biryar stend ku hinek rêxistinên weke PÇDK’ê û PYD’ê ava bike daku ev rêxistin karên PKK’ê li parçeyên din yên Kurdistanê bimeşînin, di vê çarçoveyê de di 15ê Îlona sala 2003an de li Qendîlê rêxistinek ji boy Rojhilatê Kurdistanê bi navê PJAK çêkir.
Di destpêka avakirina vê rêxistinê de gelek xurtên radîkal û Kurdistanî di nava refên PJAK’ê de cî girtin û ev rêxistin weke hêviyek nû bû, lê belê peymanên di navbera Îranê û PKK’ê de hişt ku ev zû pasîfîze bibin. Di vê pasîvîzekirinê de rola peymana li geliyê “Suredê” ya di navbera Cemîl Bayik û Îranê di sala 2004an de hatiye îmze kirin, rolekî mezin leyîst. Di nava PJAK’ê de şexsiyetên radîkal û welatperwer hatin tesfiyekirin, Şapor Budîşava “Sîpan Rojhilat” hat kuştin. Kadroyên din jî hatin naçarkirin yan ji PJAK’ê qut bibin yan jî teslîmî nîzama heyî bibin.
Îran çawa nêzî PJAK’ê dibe?
PJAK ji destpêkê de ji boy wê rê nehat dayîn ku bibe bizaveke neteweperwer û taybet jî piştî sala 2011an PKK’ê tepê Casosan teslîmî Îranê kir û ajandeya Îranê ya li Rojhilata Navîn qebûl kir, ev rêxistinên KODAR, PJAK û YRK’e bi yekcarî hatin bê deng kirin.
Dewleta Îranê dixwaze hereketên radîkal yên di nava Rojhilatê Kurdistanê de yên weke PDK-Î û PAK’ê dorpêc bike, daku ev xwe negehînin di nava xelkê de û nerînên xwe yên radîkal yên Kurdistanî di nava xelkê de belav nekin. Îran ji ber vê yekê PJAK weke hewzekê bikar tîne ku li şûna xelk berê xwe bidin hereketên radîkal, berê xwe bidin PJAK’ê, yanî bi rêya PJAK’ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê tê kontrolkirin. Ji ber vê yekê jî Îran rê dide PJAK’ê li ser çiyayên Pênciwîn, Asos û Helebçe bi dehan xalên gumrikê veke, û ev xalên PJAK’ê ti caran ji aliyê Îranê ve nehatin armanckirin. Heman demê Îran dibêje ku tevahî grûpên partiyên di Başûrê Kurdistanê de yên bi Rojhilatê Kurdistanê ve girêdayî yên weke PDK-Î, Komele û PAK bên çek kirin, lê ti carî Îran navê PJAK’ê di nava wan de bi lêv nake. Ji ber ku PJAK kurdên Rojhilatê Kurdistanê ji radîkalîzmê dûr dixe, rêxistinên din yên kurdan bloke dike, heman demê mixalefetê li diyasporayê parçe dike.
Li kêleka wan heqîqeta, PKK’e hem ligel Îranê têkiliyên xwe xweş dike û derfetan ji xwe re çêdike, di milekî din de jî li Ewropayê ji xwe re qadekî dîplomatîk vedike.
PKK’ê biryar girtibû ku Hevserokê PJAK’ê yek medenî be yek jî kadro be, çima ev biryara PKK’ê di kongreya 7emîn ya PJAK’ê nehat cîbicî kirin?
PJAK ji ber ku pirsgirêkek bi Îranê re neyê jiyandin, rojane bi biryarên Cemîl Bayik tê îdarekirin, lê dema PKK’e vî tiştî dike dixwaze PJAK’ê weke hereketekî medenî û serbixwe bide diyarkirin, her dayîm di siyaseta PJAK’ê de cî daye kesên medenî jî, hevserokên PJAK’ê her dayîm kesekî sivîl û yên din jî kadroyekî PKK’ê bûye, weke mînak di 6emîn kongreya PJAK’ê de, Siyamend Muînî ku welatiyekî Ewropayê ye û kesekî Medenî ye, li kêleka wî jî kadroyeka PKK’ê ya bi navê Zîlan hatin hilbijartin, lê belê di dawî kongreya PJAK’ê de ev hevsengî hat xera kirin, ji ber ku dewleta Îranê ji hinek daxuyaniyên Siyamend Muînî aciz bûbû, Siyamend Muînî bi xwe jî ji nîzama PJAK’ê ya ne demokratk rehet siz bû, PKK’e naxwaze rîskek li gel Îranê çêbibe û ji boy ku bikaribe PJAK’ê di hemû aliyan de kontrol bike, vê carê her du hevserok jî ji kadroyên PKK’ê derxistin.
Niha PJAK ji dewleta Îranê zêdetir li hember hereketên Rojhilata Kurdistanê mixalefetê dike û dixwaze girseya wan parçe bike, PKK’e derfetekî mezin taybet jî di qada ragihandinê de çêkiriye ku fikrên radîkal û Kurdistanî di Rojhilatê Kurdistanê de asîmîle bike, niha PJAK vê mîsyonê dilîze, ji ber vê yekê Îran jî ji hebûna PJAK’ê rehetsiz nîne û nerasterast piştgiriya wê dike.
Emîr Kerîmî kî ye?
Emîr Kerîmî di sala 1970an de li Mehabadê ji dayik bûye, 1998an de tevlî PKK’ê bû, piştî demekî di nava xebatên PKK’ê de bi taybetî jî di nava ragihandinê de cî girt û di nava xebatên PJAK’ê de jî cî girt, piştî vê demê rêkirin Ewropayê ku ew bibe hemwelatiyê Ewropayê, ew bi xwe di nava PKK’ê de weke Mazdek Mehabadî tê naskirin, PKK’e zû zû naxwaze rûyê wî di ragihandinê de derkeve. Ev 27ê Nîsana sala 2024an, weke Hevserokê PJAK’ê hat hilbijartin.