Elî Heyder Qaytan ku PKK’ê mirina wî piştî 7 salan îlan kir kî ye?

Elî Heyder Qaytan ku bi “Fuad Dêrsim” tê naskirin, di sala 1952an de li Dêrsimê ji dayik bûye, li zankoya Enqerê dema li beşa zanistên siyasî dixwend Evdilla Ocalan nas kir, di sala 1972an de nêzîkbûnekî baş di navbera wan de çêbû û di yek xanî de jiyan û grûpa PKK’ê ya destpêkê li wê derê hat damezrandin, Qaytan bi kesekî bi xîtaba xwe ya xurt û bi ruhê xwe yê şaîr dihat dîtin.

Qaytan di sala 1975an de keçeke esmer a Dêrsimê anî nava grûpa PKK’ê de. Qaytan aşiqê wê keçikê bû, dixwest keçikê li nêzî xwe ragire. Ev keç Kesîre Yildirim bû ku piştre di nava PKK’ê de bi navê “Fatima” hat naskirin. Ocalan baş dizanî ku Qaytan ji Kesîreyê re hez dike, lê dîsa jî Ocalan teklîfa zewacê bi Kesîreyê kir, vê yekê Kesîre mecbûr hişt ku bi Ocalan re bizewice. Qaytan ji aliyekî ve dilteng bû ku Fatima ji dest wî hat birin, lê ji aliyekî din ve xwe neçar hîs kir ku amadekariyan ji boy daweta wan bike, piştî vê yekê Elî Heyder Qaytan di nava PKK’ê de her dayîm du dil û du rû bû. Ji aliyekî ve bi telîmatên Ocalan hereket dikir, ji aliyekî dinve jî hêrseke mezin li hember Ocalan di dilê wî de hebû. Ew tu carî newêra şexsiyeta xwe ya rast eşkere bike, ji ber vê yekê ew bû şûrê di destê Evdilla Ocalan de, kengî Ocalan pêwîst didît Qaytan han dida ku êrîşî derdorê bike.

Qaytan di destpêka salên 70an de bi navê hereketa Apoçîyan êrîşî rêxistinên din yên Dêrsimê kir, Qaytan bi xîtaba xwe ya xurt hereketên wek Aydınlık, Rêya Azadî “Özgürlük Yolu” û hwd bi xayîn îlan kir, bi dehan şoreşgerên Dêrsimê bi destê Qaytan hatin kuştin.

Gava duyemîn jî Qaytan li Libnanê û Lolanê bû şûrê di destê Ocalan de. Qaytan ji helwestên Ocalan ku dixwest xwe bike zilamê yekem di nava PKK’ê de aciz bû û dixwest ji PKK’ê qut bibe, lê belê nekarî qut bibe, careke din teslîmî Ocalan bû û vê carê bû şûrek li ser serê muxalîfan.

Ocalan di milekî de, Qaytan tehrîk dikir ku êrîşî muxalîfên wî bike, dîsa di înfazên li kampa loan û Dola Bîqa de çêbûyn roleke aktîv leyist. Heman demê ji ber ku Qaytan hem Dêrsimî û hem jî Elewî bû, PKK’ê kuştina kadroyên Dêrsimî bi rêya wî bi xelkê dida qebûlkirin. Kesên mîna Çetîn Gongor “Semîr”, Ayten Ozdemîr, Dixtor Baran “Muslum Durgun”, Îsa “Orhan Îlbay”, Kemal Zap “Heyder Alpaslan”, dema hatîn kuştin Qaytan mirina wan meşrû kir. Qaytan li hember hevalên xwe bê wefa bû ku, dema ew keçika ku di sala 1978an de pê re zewicî bû anku Cemîle Merkit “Seher”, dema ji aliyê PKK’ê ve dihat îşkencekirin Qaytan li kêleka wê rûniştibû û ti helwestek nîşan neda. Ne bi tenê bi hevalên xwe re bê wefa bû, ew li hember zarokên xwe jî bê wefa, bê rehim û bê wîjdan bû, bi rengekê ku karî zarokê xwe yê sava jî bixe nava agir, eve bi tenê ji boy ku xwe ji Ocalan re îspat bike, belê Qaytan zarokê xwe jî şewitand.

Sereray vê pratîkê bi giştî jî, Ocalan ti carî ji wî memnûn nebû, ew sala 1988an ji endametîya PKK’ê hat avêtin, çû Elmanyayê û li wir hat zindankirin, piştî hatî berdan Ocalan di sala 1995an de jê re got ez şansek din didim te daku tu xwe îspat bikî û rêkir Zapê. Ew erkdar kir di êrîşa li ser destkeftiyên Herêma Kurdistanê û êrîşa pêngava 15ê Tebaxê ya duyemîn de weke fermendar tev bigere. Ev berpirsatî hebû ku di yek şev de êrîşî 35 xalên pêşmergeyên Kurdistanê kirin, gundê Sîda yê Rêkan û 9 gundên Welatjêrê bi biryara Elî Heyder Qaytan êrîş li ser hatin kirin û di bin berpirsatiya wî de gundê Têlê, Şînger, Babsêva, Dawudka û Sêlkê hatin şewitandin, lê ev pratîk jî têrê nekir ku Qaytan xwe ji Ocalan re îspat bike, dîsa weke kesekî neserkeftî hat dîtin û hat darizandin, piştî vê pêvajoyê ti carî di nava PKK’ê de di karekî mihîm de nebû berpirsê yekemîn, wî bi tenê yek erk hebû ew jî ev bû ku bi xîtaba xwe ya xurt gotinên Ocalan bixemlîne û bi xelkê bide qebûlkirin. Qaytan ewqas xwe winda kiribû ku carekî got, “Ez berî serok Apo nas bikim, ez weke bîjîyekî bûm ku ez havêtibûm ber deriyê mizgeftekî.” hingî şexsîyeta xwe winda kiribû û ti mebde û hevaltî pê re nemabû wî digot, “Ez dixwazim bibim kûçikekî ber deriyê PKK’ê.”  ev kiryarên wî yên reş hişt ku kesên li derdora wî jê bitirsin, ew ti carî nebû kesek ku xelk hejê bike û her kesê xwe jê diparast, ji ber ku nediyar bû ku dê ew li ko êrîşê kê bike.

Ev rûyê reş, mirin û eşkence û bêwefayî, hişt ku di derûn û şexsîyeta wî de zîlzaleke mezin çêbibe, piştî sala 2014an pêve, êdî destpêka dumahîka wî destpêkir. Di sala 2018an êdî ew ber xwe di axivî û li gor hevalên wî ew li Gare di Şikeftekî de weke kesekî nîv girtî dima, êdî ew hevalên Qaytan yên bi destê wî hatibûn kuştin dihatin ser zimanê wî û dijon bi xwe didan, roj bi roj rewşa wî xerabtir dibû, Cemîl Bayik biryara înfaza wî da, kuştina wî di bin mesoliyeta Qarayilan de hat encamdayîn, PKK’ê 7 salan kuştina wî veşart, piştî nameya Ocalan a 27î Sibatê, dema ku pêwîst dikir dîsa xelkê bêdeng bikin mirina wî eşkere kirin.

Niha jî Qaytan weke ku şexsiyetekî Kamil bû, dîayet ji boy şexsîyeta wî tê kirin, ew dibêjin ku Qaytan wek derwêşekî bû, wek pîrekî bû, lê belê sedema mirina wî eşkere nakin ka çawa hatiye kuştin, kurteya çîroka Qaytan eve ku şaîrek çawa dikare bibe qatîlek bêrehim û ew jî çewa bi şêweyekî bêrehim hat kuştin, Qaytan şirîk û pêşengê rêhevalên xwe bû, pêwîste di şexsê Elî Heyder Qaytan de PKK’e û di şexsê PKK’ê de Qaytan bê darizandin.

Pustên heman beş