Mistefa Karasû ku endamê grûpa Enqereyê bû û yek ji xelayayên destpêkê yên damezrandina PKK’ê ye çarenivîsa wî tê nîqaşkirin. Kongreya 12.emîn ya PKK’ê ku xwe tê de fesix kir, hinek kesayetiyên diyar yên PKK’ê weke, Bahoz Erdal, Sofî Nûredîn “ku berê hatiye îdîa kirin di nava êrîşekê de hatiye kuştin, Sebrî Başqele, Besê Erzincan, Birîtan Dersêm, Narîn Efrîn û Hacer Efrîn tê de diyar nebûn, û tê gotin hinek ji van jiyana xwe ji dest dane û hinek ji wan jî li Rojava yanjî li Ewropayê ne. Lê foksa raya giştî li ser Mistefa Karasû ye. Kesayetekî sereke yê weke Mistefa Karasû çawa di kongreyê de amade nebû. Di heman demê de piştî kongreyê jî li ser pêvajoya nû çi daxuyanî neda. Herî dawî di 16ê Gulanê de vîdeoyeke Mistefa Karasû di ragihandina PKK’ê de hat parve kirin. Ew di vê vîdeoyê de li ser kesayeta Elî Heyder Qaytan diaxive. Lê ev vîdeo jî vîdeoyeke nû nebû û ti basî kongreya PKK’ê tê de nehat kirin, ev bêdengî û nediyarbûna Karasû hişt ku di medyaya civakî de nîqaşek li ser jîyana wî çêbibe, û hat îdîa kirin Karasû bi destê PKK’ê hatiye înfazkirin.
Li gor nûçeyên ku di medyaya civakî de parve bûne, Mistefa Karasû ji pêvajoya di navbera Ocalan- Dewlet Baxçelî û Tayyip Erdogan de hatiye çêkirin razî nebû, di sosyal medya de hat îdîa kirin ku Karasû di bernameyeke telefizyonî de li dijî dewletê daxuyanî daye.
Karasû: dewlet teklîfeke bê exlaq ji me re dike
Karasû sala derbasbûyî di meha Temûzê de tevlî telefizyona Medya Heber ku ser bi PKK’ê ve ye bû û tê de hevdîtinên ligel dewletê bi şeklekî veşartî eşkere kirin, Karasû di vê hevpeyvîna xwe de gotiye ku, “Dewlet teklîfeke bê exlaq ji me re dike.”
Li gor medyaya civakî Karasû ji ber vê helwesta xwe hatiye sizadan. Li ser van îdîayan heyanî niha ji aliyê PKK’ê ve ti daxuyanî nehatine dayîn. Eve tiştekî pirr xerîb nîne, ji ber ku Elî Heyder Qaytan jî hat kuştin, lê belê piştî 7 salan ji nû PKK’ê kuştina wî îlan kir, Darka Mazî li ser vê mijarê lîkolîn kir û ji hinek derdorên PKK’ê jî agahî wergirt.
Axaftinên Karasû
Karasû di sala par de hinek daxuyanî li dijî pêvajoyê dabin jî, lê belê di vê dema dawiyê de nerînên wî cuda bûn, paş ku Dewlet Baxçelî ev pêvajo dest pê kirî, Karasû li ser pêvajoyê gelekî hêvîdar axiftibû. Wî gotibû, “Ocalan di van hevdîtinan de serokê muzakereyan e û ew çi bêje emê qebûl bikin.” heman demê 5ê Adarê Karasû di bernameyeke telefizyonê de got, “bila kes bi guman nebe, PKK’e wê kongreya xwe çêke.”
Yanî Karasû di her bernameyeke medyayî de derketibe bi ti awa li dijî pêvajoyê nebûye. Divê em bizanibin ku ragihandina PKK’ê ji derveyî fikra PKK’ê ti tiştekî belav nake.
Ma dibe Karasû li dijî Ocalan derketibe?
Dema em jîyana Mistefa Karasû didin ber çavan emê bibînin ku ne mûmkine Karasû li dijî Ocalan tiştekî bibêje, Karasû dema derbasbûyî got, “ez milîtanê şaşitiyên rêber Ocalan im.” û di pratîkê de jî her li ser vê axaftina xwe bû. Karasû bi kamosekî çepgir fikra Ocalan di nava civakê de belav dikir, û di sala 2004an pêve berpirsê ragihandina PKK’ê bû.
Li gor derdorên PKK’ê jî Karasû ti carî li dijî Ocalan dernakeve, heman demê eynî derdor dibêjin ku heger Karasû mêzek û telefizyonek hebe, gavekî nahavêje derve û ti diyaloga wî ligel kadroyên PKK’ê tune, yanî ne ew curet û nejî ew zemîne nîne ku li dijî Ocalan derkeve. Dibêjin ku Karasû ne weke Elî Haydar Qaytan e û ew bi destê PKK’ê jî nayê kuştin.
Wê demê Karasû li koye?
Hinek derdorên PKK’ê ku me fikrên wan girt dibêjin ku, Karasû çûye Ewropayê, ji ber ku ev hevdîtinên di navbera PKK’ê û Tirkiyê li wirr wê baştir îdare bike, heman demê çûye ku hinek karên nihênî yên PKK’ê weke “malîye, îstîxbarat û kadro” li Ewropayê birêve bibe. Tê gotin Karasû û li kêleka wî kadroyeke jin li ser van karan radiwestin, ev dibêjin dema salekî ye Karasû di navbera Rojava û Ewropayê hatin û çûyînê dike, li gor îdîayan Birîtaniya passeportek daye Karasû ku di van hatin û çûyîna de rastî ti pirsgirêkan neyê. Dîsa eynî derdor dibêjin ku Karasû di bin garantorîya Birîtaniya de li Belçîka û Norvêjê ligel dewleta Tirk hevdîtina çêdike.
Hetta ev çavkaniyên PKK’ê dibêjin di nava PKK’ê de nîqaşek heye ku Karasû rasterast ligel Ocalan hevdîtin pêk aniye. Yanî li gor van çavkaniyan Karasû ne ji ber kuştina xwe belku ji boy ku bi van karan mijûl bibe çûye Ewropayê û loma diyar nîne.
Ev agahiyên ku çavkaniyên PKK’ê eşkere kirine am nikarin îspat bikin, lê belê dîsa jî ev agahî meqûl diyarin, ji ber ku Karasû ji sala 1986an heyanî niha di hevdîtinên Tirkiyê û PKK’ê de rol leyistîye. Di destpêka salên 90an de jî di hevdîtinên ligel hikûmeta Turgot Ozel de jî roleke sereke leyist. Hetta di encama van hevdîtinan de Mistefa Karasû sererayî ku hevalê wî nehat berdan, lê ew ji zindanê hat azadkirin û çû gel Ocalan.
Karasû di hevdîtinên Oslo de ku bi piştgiriya Birîtaniya dest pê kiribû berpirsê grûpa PKK’ê bû, hevdîtinên ku sala 2009an dest pê kir, Birîtaniya û herêma Kurdistanê ji boy hatin û çûyîna wan alîkariya wan kir û hetta passeportek ji boy wan hatibû çêkirin.
Heger em vê mîsyona Karasû bidin ber çavên xwe, ew îdîayên ku dibêjin Karasû di pêwendiyên ligel dewletê de cî digire rastin. Weke encam dema em şexsîyeta Karasû û mîsyona wî bidin ber çavan, ew îdîayên ku dibêjin PKK’ê ew kuştiye dibe ku rast nebin. Heger Karasû niha di jiyanê de jî nemabe dibe ku sebeb ev be di encama pirsgirêkên xwe yên tendirustî yanjî di encama qezayekî yan jî çalakîyek takekesî de hatibe kuştin. Helbete em bawer nakin PKK’e zû çarenûsa Karasû eşkere bike, ji ber vê yekê em nikarin encamekî sedî sed bi dest bixin. Li ser siyaseta goşegîrî û pragmatîzma dewleta Osmanî tê gotin ku “‘Osmaniyan dîk û dolab pirr hene.” û em dikarin bibêjin ku PKK’ê jî dîk û dolab pirr hene, niha ev herdu hatine ba hev û dîk û dolab du sê qat zêde bûne, lê her çawa be jî encam de heqîqet rojekî derdikeve, emê bi hev re bibînin çarenivîsa Karasû çi ye.