Belgeye ke ku Evdilla Ocalan ji Kongreya 12an a PKK ê re pêşkêş kiriye hat weşandin. Lê tiştê dixuye, axaftinên Ocalan ên di civîneke ku bi vîdyoyê beşdar bûye de hatine tomarkirin û navê “Perspektîfên Kongreya 12an” lê hatiye kirin. Ev belge belgeyeke ku divê rewşenbîrên Kurd her rêzika wê baş bixwînin û bersiva wê bidin. Ji ber ku di vê belgeyê de Ocalan rastiya netewe û milletê Kurd red kiriye û li Kurdan bêrêzî kiriye.
Fêmkirina rast a vê belgeyê û teşhîrkirina wê li asteke berz da, redkirina stratejiya kolonyalîst e ku bi rêya Ocalan li ser civaka Kurd tê sepandin.
Kurd ketine rewşa beqa ku ava wê tê germkirin
Tê gotin ku eger tu beqê rasterast bavêjî aveke germ de, ew fam dike ku wê bisoje, loma demildest xwe ji avê derdixe. Lê eger ew av hêdî hêdî bê germ kirin, beq pê nahese ku ava di navda tê germkirin û welê di mire. Rewşa Kurdan di xefika ku ji aliyê Ocalan û PKK’ê ve hatiye avakirin de bi temamî şibî ya beqê ye.
Ev 40 sale, bi taybetî 25 salên dawî, Ocalan ava civaka Kurd germ dike. Kurd hêdî hêdî hatin avêtin bo nava qazana têgihan de û av hêdî hêdî hat germkirin heya ku hatin astekê ku rastiya Kurd û Kurdistanê bi çavên dagirkerên xwe dibînin.
Heqîqet di destpêkê de veşartî ye
Ocalan ji 1999an, demê ku hat Tirkiyê, heta niha Kurd xistine bin bombardîmana têgeha de. “Komara Demokratîk, A-Dewlet, Konfederalîzma Demokratîk, şaristaniya demokratîk, modernîteya demokratîk, sosyolojiya azadiyê, modernîteya kapîtalîst, civaka xwedawenda, jineolojî, Îslama demokratîk, dewleta demokratîk, civaka azadîxwaz a zayendî, xweparastin, parastina meşrû, Afrodîtîbûn, şoreşa wijdanî, çanda xwedawendîya dayikê, civaka ekolojîk û hwd” bi dehan têgeh û pênaseyên ku mebesteke wî yê girîng hebû. Kurd di navbera van têgehan de hatin nivandin û bêhiş kirin. Lê Kurd ku di sedsala 20 de wek gel hatine redkirin, hewceyê çend têgehên basît û zelal bûn. Ew têgeh jî evin: “Kurd milet in, ji bo miletbûnê divê kêmasiyên xwe temam bikin, yekitiya di navbera Kurdan de pêk were, li hemberî gotarên dagirkeran pêdvî bû li ser civak û dîroka Kurd çend têgehan-peyva pêşbixista” tişta ku ji bo Kurd pêdvî ew e. Ji bo ku Kurd ji vê armanca bingehîn werin şaşkirin, Apo ev qas gilêşê têgeh û teorî çêkirin. Eger em pêvajoya destpêkê fêm nekin em tênagehîn ku em çawa gihîştin vê qûnaxê.
Îro êdî tişta ku kolonyalîstan ciret nedikir ji Kurdan re bibêjin Ocalan dibêje.
Ev gotara Ocalan ya kongreya 12.mîn jî di rastiyê de lotkeya vê pêvajoyê ye. Îro, tiştên hinek eqilmendên kolonyalîstan nedigotin jî Ocalan ji Kurdan re dibêje.
Ocalan ji bo milletê Kurdî dibêje “bermahîkên çande”, “Civaka gilêş, goristan”.
Di vê erdnîgariyê de ji sed salan vir ve, bi dehan çand winda bûne, gel hatine asîmîlekirin. Bi taybetî jî di sînorên Komara Tirkiyeyê de gelek civak hatine tune kirin. Lê li hember dehan komkujî û qirkirina dagirkeran jî, Kurdan xwe parastine, zimanê wan heye. Heke Kurd jî bê dîrokek kevnar, çandeke resen û civakekî bi hêz bûna, ew ê nikaribûn xwe biparêzin. Ocalan ew qas bêrêz û bêhiş bûye ji wê civaka ku ev serê 40 sala ye PKK’ê li ser pişta xwe digêrîne re dibêje “Civaka Gilêş”.
Bi rexmê zexta sed salî jî, beşên Kurdistanê yên li derveyî Bakur, jiyana xwe ya rojane û têkiliyên xwe yên civakî-aborî bi zimanê resen ê kurdî pêk tînin. Di nav zimanên cîhanê yên dewlemend de, zimanê kurdî di rêza 8em de cih digire. Lê Ocalan bêyî ku şerm bike, ji bo zimanê kurdî dibêje “zimanek betal” e.
Ocalan bêrêzîyê li dîrok û rêberên kurdan dike
Ji salên 1980’an vir ve, PKK ê xwestiye ku têgehekî dîrokî li ser hişê Kurdan çêbike. Li gorî vê têgehê, “Berî PKK’ê Kurd tune bûn, Kurd bi PKK re derketine ser dîka dîroka cîhanê”. PKK di destpêka salên 1980’an de, serhildanên Kurda yên sedsala 19em wekî “serhildanên feodal binav kir. PKK, serok û bûyerên dîroka Kurdî berovajî kirin an jî xwest vê dîrokê veşêre. Mînak, ji bo Şêx Seîd efendî, destpêkê got “nezan û bêhiş” e, di salên 2000’an de jî got “ajanê Brîtanîya” ye. Lê ji ber berteka gel, êdî bi bêdengî neyartî dikir. Di dîroka PKK’ê de pêşewa Qazî Mihemed tune ye, Seyîd Riza jî gundiyekê bêçare ye, Nûrî Dêrsimî, Kamîran Bedirxan, Şêx Ubeydullah û navên wek wan jî di dîroka PKK’ê de nahên behskirin.
Nêzîkbûna PKK’ê ji bo serhildanên Kurdî û rêberên wan, wekî sîstema kolonyalîstên Tirk e. Dîroka Kurdan tê înkarkirin.
Piştî ku Ocalan çû Girava Îmraliyê, di nêrînên xwe yên nû yên dîrokî de got: “Kurd di civaka neolîtîk de hebûn. Piştî 10 hezar salan, Kurd bêhêz bûn, heta ku Ocalan derketî holê.”
Ger di dîroka Kurdan de yek ‘Judenrat’ hebe, ew jî Ocalan bi xwe ye
Ocalan di vê gotara xwe ya dawîn de ji rêberên kurd û dîroka Kurdî re bêrêzî dike. Ji Barzaniyan, Bedirxaniyan, Şêx Seîd û malbata Seyîd Riza re dibêje ku ew wekî “Judenrat” bûn. Judenrat ew bûn ku bi rejîma Hîtler re hevkarî kiribûn. Ocalan Binemalên resen û Kurdperwer wekî “xayîn û hevkarên dagirkeran” binav dike.
Ya balkêş ew e ku hemû kesên ku Ocalan bi nebaşî behsa wan dike xwedî dîrokekî serbilind,pîrûpak û şerefmend in. Şêx Seîd bê tirs çû ber mirinê, Seyîd Riza bi xwe kursîyê sêdare ya xwe qûliband. Kesên ku Ocalan ji wan re dibêje “xayîn”, tu carî wekî Ocalan bi keça sîxurekê re ne zewicîne, gava dikevin tengasîyê nabejin ‘ez xizmetkarê dewletê me’ Di vê sedsala dawî de, kesê ku xwe weke serokê serhildanekê dibîne û piştî girtinê bi hemî awayî xwe teslîmî dijmin dike, tenê Ocalan e. Lê pir bi bê şermî, her kesî wekî “sûxur” pênase dike, xwe jî wekî “serokekî qed nayê fehmkirin” pêşkêş dike.
Ocalan PKK fesix kir, lê dijminatiya xwe ya li dijî Barzanî û destkeftiyên Herêma Kurdistanê ranekir
Di fikr û gotinên Ocalan de bingeh û mebdeh tune. Ew dikare zûbizû fikra xwe biguherîne. Lê yek tişt heye ku tu carî neguheriye ew jî eve: Kerbetiya xwe ya li dijî neteweperweriya Kurd û rêbaza Kurdayetî yê. Ji ber vê ye ku ew dijminê berjewendiyên Şoreşa Başûr û pêşengên wê Barzanî ye. Di perspektîfa xwe ya dawîn de jî, wekî erebên Şîe, bi awayekî dijminkarî li dijî Herêma Kurdistanê xeber da û got: “Bi alîkariya Tirkiyê li dijî me hatiye avakirin.” Lê rastî eve ku dewleta Tirk bi rêya Yalçîn Kûçik, ji Ocalan re digot: “Li dijî Başûr tev bigere, li dijî Barzaniyan şer bike.”
Li gorî fikra Ocalan, statuya Herêma Kurdistanê bêwate û nehewce ye.
Ocalan dîsa got Misaq-î Millî
Di hemû axaftina Ocalan ên kongreyê de, ti gotinek jî li ser çareseriya pirsgirêka Kurd, parastina nasnameya kurdî, an mafên destûrî yên kurdan tune. Li serê her rêzikekê qala “demokrasî” dike. Ti gotin jî li ser vê yekê ku “di Şerê PKK’ê de 50 hezar kurdan jîyana xwe ji dest dan, Kurdan çi bi dest xwe ve anî? tune. li gorî axiftinên Ocalan, kesên ku mirine, ji kîsê babe xwe çûne.
Ocalan du xemên sereke hene: yek Kurd nebin dewlet ya Duyem jî dewleta Tirk dê çawe bi hêz bibe.
Bi rastî jî, tenê Ocalan dibêje: “derfet hene ku Tirkiye bibe pêşengê Rojhilata Navîn” û “Ev pêvajo dê bandorê li Iraq û Sûriyeyê jî bike.”
Di sala 1999 an, Ocalan ji leşkerekî Tirk ê bi navê Hasan Atilla Uğur re gotibû: “Ez dixwazim bibim taşeronê we, ez dixwazim rê li ber Tirkiyê vekim.” Belê, bê şik Ocalan ev erke daye ser milên xwe.
Li goreyî plana Ocalan, Rojava bê ku ti berjewendiyekê ji bo nasnameya kurdî werbigire, bila bikeve bin destê Şamê. Ev plana dewleta Tirkiyeyê ye û Ocalan dê wê cîbicîh bike. Dewletên dagirker ji bo ku li gorî berjewendiyên Kurdan ci sînor nehên guhertin Ocalan bikar tînin. Ocalan bûye pasewanê sînorên dagirkeran. Her wisa ê li Iraqê jî Ocalan tê bikaranîn. Dewleta Tirk Ocalan li dijî Başûrê Kurdistanê jî dixebitîne, ji ber ku navenda dewletbûna kurdan e.
Hêj gelek tiştên ku werin gotin hene û dive ev belgenameya Apo rêzik,rêzik were şîrovekirin.
Belgeya ku Ocalan bi navê “Perspektîf” weşandiye, di rastiyê de jehre ku di sênîya zîv de pêşkêşî Kurdan hatiye kirin. Armanca vê jehrê ewe ku Kurdan bike mankurt. Kurdan ji nasnameya Netewî,millî û Kurdayetî dûr bixe û wan bike xulamê dewletên dagirker.