Pêvajoya Girîng a Destberdana PKKê ji Çekan: Çima Leşkerên Tirk mirin, bo çi PKK ê rêûresm guhart?

12_tirk

Wekî ku bi çavê raya giştî xuya dibe, di pêvajoya hevbeş ya Erdogan-Ocalan-Baxçeli de li gorî dîtina giştî bê pirsgirêk dimeşe. Lê dema em li pêşveçûnên çend rojên dawî binêrin, dihêle ku mirov welê bifikire ku hin pirsgirêk derketine holê.

Kurte bibîrxistina pêvajoyê:

  1. Rudaw ku navenda wê li Hewlêrê ye, di 30 Hezîranê de nûçeyek belav kir û got ku PKKe di demek kurt de li derdora bajarê Silêmaniyê merasîmek destberdana ji çekan li dar bixe. Her çend Rudaw çavkaniya xwe dîyar nekir jî, em dikarin bibêjin ku ev zanyarî ji çavkaniyên nêzî PKKê standiye. Heta em dizanin ku PKKe ji destpêka vê pêvajoyê ve bi zanebûn ji hin çavkaniyan re agahî dida ku rojevê diyar bike. Di destberdana çekan de jî stratejiyeke weha dimeşîne. Carek din bala hemû raya giştî vegerî li ser vê pêvajoyê.

  2. DEM Partî di 5 Tîrmehe de daxuyaniyek derbarê pêvajoya danîna çekan de weşand. Û got ku hemû dezgehên medyayê vexwendî ne û ev “bi agahîya hikûmetê ye”. Piştî vê yekê, berdevkê KCKê Zagros Hiwa jî daxuyaniyeke weha balavkir.

  3. Di 6 Tîrmehê de Wezareta parastina Neteweyî ya Tirkiyê daxuyaniyekê da û ragihand ku di navçeya Operasyona Pençe Kilit de pêşî 5 paşê jî 12 leşkeran jiyana xwe ji dest da. Di daxuyaniyê de ji PKKe wek “rêxistina terorê yê perçekar” hat behskirin.

  4. Di 6 Tîrmehê de licneya DEM Partî- ya Îmralî serdana girava Îmralî kir. Encamên hevdîtinê nehatin eşkerekirin. Di daxuyanîyê de tenê du rêzik hebûn. Ya yekem; Ocalan gotibû ku pêvajo bi erênî pêşve diçe. Xala duyem jî “ji bo leşkerên ku di qada Pençe Kilit de bi jehrîbûna xaza metan mirin, xemgîniya xwe ya mezin nîşan da û ser xweşî li malbatên leşkerên Tirk kir”.

  5. Di 7 Tîrmehê de licneya DEM Partî ya Îmralî bi serokomar Erdogan re hevdîtin kir. Encamên hevdîtinê bo raya giştî nehatin ragihandin.

  6. Di 7 Tîrmehê de KCKê daxuyaniyeka nîvê şevê kir û ragihand ku rêûresmên destberdana çekan dê ji çapemeniyê veşartî were kirin.

  7. Di 8 Tîrmehê de hevdîtina licneya Îmralî bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Yilmaz Tunç re hat paşxistin. Li gorî daxuyaniyê, paşxistin ji ber egera ne tanzîmkirina wextî hat destnîşan kirin.

Dema em li vê wêneyê gelemperî binêrin, em dibînin ku grûpa PKKê ji  bernameyeka destberdana çekan ji berê ve biryar dabû. Lê di van du rojên dawî de guharînên micid çêbûn û ev guhartin jî piştî hevdîtina bi Erdogan re çêbûn. Wusa xuya dike ku du sedemên vê guharînê hene. Sedema yekem Jehrîbûna leşkeran ji xazê ye, ya din jî îhtîmalê ku PKKe vê rêûresmê veguheze shov ê.

Leşkerên Tirk çima çûne tûnela Sîda, gelo nexşeya tûnêlê HPG da artêşa Tirk?

Mirîna 12 leşkerên ku bi jehrîbûna xaza metan, di nav xwe de gelek nakokî vedihewîne. Ji ber ku Artêşa Tirk ji destpêka operasyonên Pençe Kilit ve ketiye nava dehan tûnelên PKKê û heta di nava hin tûnêlan de weşana zindî jî hat kirin. Lê heta niha ne di tu tûnelê de leşkerek ji xazê jehirî nebûye ne jî li ber derîyê tûnêlê nahatî ye kuştin. Bo çî di roja ku komek PKKê dê çekan berde de ev bûyer çêbû gelo ev bûyer tesaduf e?

Di daxuyaniya artêşa Tirk de cihê ku leşker lê jehrîbûne de bi zelalî nayê diyarkirin. Li gorî agahiyên li dest me de, bûyer li rojhilata Zapê, di tûnelên Sida de ku PKKê ew weke nexweşxane bi kar tîna de qewimîye. Derbarê tûnelên Sida de, Fermandarê giştî  yê HPGê Murad Qarayilan di sala 2023 an de di axavtineke xwe de gotibû “berxwedana li vir berxwedana Qeleya Dimdim derbas kir”. Lê piştî çend mehan, tûnel ji aliyê artêşa Tirk ve hat girtin û heta nexşeya tûnelê jî hat parvekirinê.

Piştî derbasbûna 2 salê, çûna leşkerên Tirk bo vê tûnelê bi hinceta lêgerîna cenazeyê leşkerekî ku sala 2022 mirî” pir çihê şik û gumanê ye û gelek pirsan li pay xwe dihêle.

Her çend ne PKKe û ne jî artêşa Tirk nexwazin mijarê mezin bikin, lê belê ev pirs hişê her kesî de heye: “Gelo agahiya ku cenazeyeka leşkerê Tirk di tûnela Sida de ye, PKKê da artêşa Tirk? Gava ku heta niha hemû leşkerên ku ketine tûnelan maske û tubên oksîjenê bikar anîbûn, vê carê çima nehat bikaranîn? 19 leşkerên ku bi hev re dikevin tûnelê, ma li gorî mantiqê leşkerî ye? Di tûnelên ku PKKê tê de dijîya û gelek derîyên hewa standinê hene de çawa dibe ku xaza metan kom bibe?

Û pirsa herî girîng: “Jehrîbûna leşkeran tenê xeletiya leşkerî ye yan jî bûyerek ku hin layenên li dijî pêvajoyê ev plan kiribûn?”

Wusa xuya dike ku di nav dewletê de jî kesên ku van pirsan dikin hene û di guhertina bernameya destberdana çekan a PKKê de bandora vê heye.

Erdogan nexwest rêûresmên çekberdanê bibe waqe ya 2 em a Xabûr…?

Di 19 Cotmehê 2009 an de 34 PKKî ji deriyê sînorî ya Xabûrê bi cilûbergên leşkerî derbas bûn û li ser otobûsan hatin pêşwazîkirin. Di wê demê de ji ber van dîmena di nav dewleta Tirk de niqaşeke mezin hat kirin. Û pêvajo ji ber sedemên tên zanîn, nemeşiya.

Dema em li propagandaya ku ji 30 Hezîranê ve derbarê bernameya grûpa PKKê ya destberdana çekan de tê kirin binêrin, em dibînin ku PKKê ev bûyer jî kiriye mijarekî şovê. Çavkaniyên nêzî PKKê dibêjin ku Erdogan ji licneya DEM Partiyê re gotiye “Em duyemîn bûyera Xaburê naxwazin”. Tê gotin ku biryara Erdogan ji aliyê Ocalan ve jî hat qebûlkirin û ji rêvebiriya PKKê hat gotin “Bernameya piçûk bikin, sade bikin, hesasîyan berçav bgigirin”.

Gelo pêvajo dê bidome?

Hemû dane nîşa me didin pêvajoya ku Baxçelî-Erdogan bi navê “Tirkiyeya bê teror” planekî stratejîk e û aliyan ji bo vê yekê xebateke pir alî meşandîye. Herwiha daxuyaniyên Ocalan jî derdixin holê ku ew jî wekî beşek ji vê pêvajoyê “ji bo bicîhkirina erkê ku li ber wî dikeve wê bê dudilî bicih bîne”

Lê di nav her du aliyan de jî layenên ku hewl didin pêvajoyê asteng bikin tê dîtin. Di nav PKKê de Cemîl Bayik û grupa wî bi dudilî û biguman pêvajoyê dişopînin û di nava bêdengiyeke kûr de ne. Herwiha di baskê dewletê de jî layenên kûr Tirk de ji bo têkçûna pêvajoyê dixebitin hene.

Hêza layena û pêşveçûnên konjektûrel ên herêmê dê qedera projeya “Tirkiyeya bê teror” diyar bike.