Çekdanîna PKK û Çîroka ê gundî

Bûbê Eser
Tê gotin ku di zemanê berê de li gundekî kesekî weha hebûye ku wî bi xerabiyên xwe, bi tade û zilmdariya xwe. Gundiyên gundê xwe hemî zivir kiribû. Bi tevger, rabûn û rûniştandina xwe wî zilmeke mezin li gundiyan kiribû. Loma gundî li rêya çareseriyekê digeriyan ku ji wî xelas bibin.
Kîn û nefreta wî ketibû dilê hemî rûniştvanên gund. Ev ne bes bû, gelek gundiyê der û dorê jî ji ber kiryar û bûyerên wî aciz bû bûn.
Ji ber ku ê gundî diziya gundiyên xwe dikir. Fesadî dikir ku gundî berra ber hev didan. Hema bêjin her roj ji rûyê wî de li gund şer û pevçûn hebû. Gundî li bendê bûn ku rojekê ew bimre da ku ji wî xelas bibin.
Werhasil, ew roj tê. Ango gundiyê me ê zilmkar dikeve sikrata mirinê. Êdî ew jî û malbata wî jî dizanin ku êdî xelasiya wî nemaye. Loma mêrik ji kurê xwe re dibêje:
-Kurê min ez dikim bimrim, here bangî melê û hemî gundiyan bike û bêje: ”bavê min dike bimre. Ew dixwazî berî mirinekê wasiyetekê li we bike”.
Her weha hemî gundî û mele têne mala wî. Li ber nivînê ê gundiyê zilmdar ku di sikrata mirinê de ye, rûdinin û li bendê ne ku bê ka ew ê çi ji wan re bêje. Gundiyê zilmdar, devê xwe vedike û dibêje:
-Gundîno!!! Min di jiyana xwe de gelek tade û êşkence daye we tevan. Min diziya malên we tevan kiriye. Çi fesadî û gelajî hebû min xistibû nava gundiyan. Sedema şerê nava xortên gundiyan ez bi xwe bûm. Vaye hûn dibînin ez li ber mirinê me. Ez dixwazim wasiyeta xwe li we bikim. Vaye mele jî hazir e. Dema ku ez mirim, min şûtî tazî bikin, bi darekê ve bi darve bikin û bila hemî gundî bi daran bi canê min bikevin. Wê demê hema bi mirîtî jî be hûnê tola xwe ji min hilînin. Ez naxwazim bi zilm û zordariya ku min li we kirî ye herim huzura xwedê. Dibe ku ew lêdana hûn li min bike, hinek gunehê min sivik bike.
Kêfa gundiya jî ji vê gotina wî re tê û li benda roja mirina wî ne. Dema ku ew dimre mele û gundî têna ser cenazeya wî û mele dibêje:
-Gundîno, weke hûn dizanin, berî ku ew bimre wasiyetek li me kiribû. Divê em jî wê wasiyeta wî bi cih bikin.
Gundî ê mirî şût û tazî dikin li binya gund bi darekê ve darve dikin. Mele emir dide ku divê her gundî çend daran li wî meytî bixin. Gundiyên gelekî zor û zehmet ji ber dest wî kişandibûn. Dikevin dorê û bi daran li wî meytê bi darê ve darvekirî, didin.
Tam di dema wê lêdanê de du leşker jî berbi gund tên û dibînin ku gundiyan kesekî tazî bi darê ve darvekirine û bi daran lê didin.
Leşker xeberê dide Qerekolê, cemsek leşker tên hemî gundiyan ji ber sûcê kesek tazî kirine, darvekirin û bi daran lê didin, digire û hemiyan dixe zîndanê.
Wê demê heşê melê tê serî û ji gundiyan re dibêje:
-Gundino, vî necamêrî di saxiya xwe de tu rehetî neda me. Lê di mirina xwe de jî wî karê xwe kir û niha em hemî ji ber wê wasiyeta wî li vir girtî ne. Ne di saxiya wî de û ne jî di mirina wî de me tu rehetî û xweşî jê nedît.
PKK jî ji roja roj de bi şerê xwe ê çekdarî malik li kurdan xerab kir. Li ser navê ku wê wan azad bike, talan û wêrantir kir. Kurdan mal, milk, pere û zarokên xwe wenda kirin. Gelek mirovên hêja bê qîmet kirin. Kesên ku di civatê de cihê wan nemabû, kirin berpirsê kurdan. Bi saya wanên bê şexsiyet, gelek xerabî anîn serê kurdan.
Gund xerab kirin, bi hezaran gundî wêran bû. Bi milyonan kurd reviyan bajarê tirkan da ku nemirin. Pêşiya siyaseta sivîl girtin ku siyaseteke rast li bakurê kurdistanê bi hêz nebe. Bi vê jî nesekinî. Pêşmêrgeyên qehreman kuştin, şerê mala Barzaniyên ku zêdeyî sed salan ji bona azadiya kurdistanê şer dikin, kirin. Rojavayê kurdistanê têk birin. Bi qasî karîbûn rojhilat jî ji ber kiryar û bûyerên wan zerarên mezin dîtin.
Orf û adetên kurdan nehiştin. Zimanê kurdî têk birin. Gelek mirovên hêja yên ku ji azadiya kurdistanê bawer bûn, di nava pkk de hemî hatin kuştin. Yên sax jî man bêşexsiyetkirin û gelek tiştên din. Bi gotineke din pkk jî weke ê gundê çi tiştên xerab hebû anîbû serê kurdên herçar perçan.
Di taliya teslîmbûna xwe de jî û çekdanîna xwe jî li wê Şikefta cihê serî hildan, berxwedan û cihê parastina kurdan bû, çekên xwe yên teslîmbûnê danî û xwestin ji kurdan re bêjin: ”Vir mabû me ew jî bi çekdanîna xwe ya teslîmbûnê bê rûmet kir”.
Li gor baweriya min ev jî planeke dewletê û pkk bi xwe bû ku wê şkeftê bi saya çekdanîna pkk bê rûmet bikin û kirin. Kes behsa vê nakin.
Wan dikarîbûn li cihekî din jî çekên xwe teslîm bikirana. Lê çima li Şikefta ku di sala 1806an de star û cihê berxwedana Mîrê Kor bû.
Ev jî xalek ji xalên pkk ya talî û bê rûmetê bû ku çekên xwe li Şkefta Cesenayê danîn. Ev Şikeft li nahiya Surdaşa girêdayê bajarê Silêmaniyê ye. Wir weke cihê sembola xweparastina Berzenciyê ku ji ber bombebaranên Ingilîzan di sala 1923an reviya bû û xwe li wir bi cih kiribû. Her weha li wir rojnameyeke kurdî ku binavê ”Bangî Haq”. hatibû weşandin. Loma çekdanîna pkk li vir li gor min bêrûmetkirina wir û ya kurdên bi rûmet e.
Ji ber ku heta niha wir di nezara kurdan de cihekî pîroz e. Bi vê hemla xwe ya dawî xwestin wir jî bê qîmet bikin. Divê Kurd li ser vê bifikirin…