Gelo Kurd dikarin baweriya xwe bi banga Ocalan a ji bo Yekîtiya Neteweyî bînin?

Neteweya Kurd bi hesreta pêkanîna yekîtîya Kurdan disoje. Lêbelê, yekîtîya neteweyî bi xwestekên hestyarî pêk nayê. Ger dema rast, armancên rast û mirovên rast bi awayekî rast werin cem hev, Yekîtîya Neteweyî dikare ji bo gel azadîyê bîne. Wekî din, heke hûn hewl bidin ku yekîtîya neteweyî bi mirovên xelet û yên xwedî ajandeyên veşartî re ava bikin, ew yekîtî xizmeta yekîtî û azadiya neteweya Kurd neke. Ji bo bidestxistina vê yekê, divê em ne li ser hestan belku li ser rastiyên dîrokî û li ser rastiyên îroyîn tevbigerin.

Banga Evdila Ocalan a dawî ji bo “Kongreya Neteweyî” û pêşnîyarkirina “Serok Barzanî” ji bo serokatiya kongreyê divê di vê çarçovê de were nirxandin. Banga Ocalan samîmî ye, an jî lîstikek din di nav lîstikê de ye, an jî di bin nave Kongreya neteweyî de ji pişt ve xencer kirine…?

Piştî salên 1980an, PKK, bandor û hêza PDK ê li ser neteweya Kurd nas kir û dît, loma jî banga bereyê neteweyî kir.

Û cara yekem di sala 1983an de, protokolek neh xalî di navbera PDK ê û PKK ê de hate îmzekirin. Bi xêra wê protokolê, PKK hat Başûrê Kurdistanê û ji her derfetên PDK ê û Pêşmergeyan sûd wergirt. Lêbelê, PKK ê bi dizî ve bi Sedam re hevpeymaniyek dijî-PDK ê pêşxist. Sala 1985an li Heftanînê êrîşî Partiya Komunîst a Kurdistanê kir û Pêşmerge şehîd kirin.  Di navbera partiyên Kurdî yên li Herêma Behdînanê, di navbera eşîr û partiyan de tovê neyartîyê çand. Yanî pabendî protokolê nebû.

Ji wê demê û pê ve, her gava ku PKK ê behsa Yekîtiya Neteweyî kirî, wek salên 80yan hemî rêxistinên Kurdan ji piştve xençer kirine.  

Her gava ku ji bo Kurdan derfetên têkoşînê derdiket holê, PKK jî nişka derdiket holê, bi gotina “Yekîtiya Neteweyî” hestên gel îstîsmar dikir, hemî raya giştî mijûl dikir û bi hevkariya hêzên bîyanî ajandaya xwe ya veşartî pêk dianî.

Bo mînak, di sala 2013an de, hewldanek ji bo Kongreya Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê hebû. Li Rojava derfetên azadiyeke mezin hebû. Herêma Kurdistanê, bi serokatiya Serok Barzanî, hem ji hêla madî û hem jî ji hêla manewî ve piştgirî da Rojava. PKK û pêkhateya wê a Rojava, YPG, careke din ji çavkaniyên PDK sûd wergirt. Piştî demekê PDK wek dijmin îlan kir. Heya ji bo sabotekirina kongreya neteweyî di 27-28 ê Hezîrana 2013an de li Amûdê komkujiyek pêk anî.

Bi rastî, ji wê demê ve, PKK ê dijminatiya xwe ya li dijî PDK ê gihandiye asta herî bilind.

Û niha, bi vê sicîla tarî ya PKK ê, gelo em dikarin baweriya xwe bi banga Ocalan a ji bo Yekîtiya Neteweyî û pêşnîyara wî bo Serok Barzani wekî serokê kongreyê samîmî bînin?

Daxuyaniya “Ocalan banga Yekîtiya Neteweyî kir û ji bo serokatiya wê jî serok Barzanî pêşniyar kir” Ocalan bi vê daxuyaniyê dixwaze kirasê netewî bike ber PKK ê. Her wiha ew kongreya armanaca nedîyar ji hêzên Kurd ve gava hat red kirin ewê bibêjin “Ew yekitiya neteweyî ya Kurd naxwazin.” Lê di rastiyê de, PKK xwedî wê îradeyê nîne ku banga yekitiya neteweyî bike.

Dema ku Evdila Ocalan behsa yekitiya neteweyî dike, ew qet behsa “yekitiya neteweyî ya Kurd an Kurdistanê” nake. Ocalan heta Kurdan wekî neteweyekê nas nake. Bi rastî, di belgeyên Kongreya PKK ê de, Ocalan heta zimanê Kurdî wekî “teneka gilêşî” pênase dike. Wî heta bi eşkereyî diyar kir ku ew ji bo Kurdan xelet dibîne ku mafên neteweyî û çandî bixwazin. Kesek ku doza wî Kurdayetî an Kurdistan nebe ma qey dikare banga Yekîtiya Neteweyî  ji bo Kurdan bike? Na.

Ocalan li ser daxwaza dewleta Tirk li Îmraliyê daxwaza yekitiya Kurdan kir. Banga Ocalan a ji bo yekîtiyê ne ji bo yekîtîya nav mala Kurdan bû. Banga Ocalan ji bo wê yekê ye ku hemû Kurd pabendî peymana Mîsaqa millî ya dewleta Tirk bibin e. Ocalan li beramberî naskirina wî soz daye dewleta Tirk ku hemî Kurdan bi wan ve girêbide.

Yekîtiya neteweyî ne bi gotin e, bi cewherî tê kirin. Ger PKK yekitiya neteweyî dixwaze, divê pêşî daxwazên xwe yên ji bo Kurdan bi zelalî diyar bike.

Divê li dijî hemû partiyên Kurd ên li Rojhilat, Başûr û Rojava agirbestê saz bike û garantî bike ku ew ê çekan bikar naîne.

Divê hêzên xwe yên di nav Heşdî Şebî de belav bike. Divê ew deverên stratejîk ên ku li Başûrê Kurdistanê dagir kirine, radestî hêzên fermi yên Pêşmerge bike. Divê wî zimanê jehrî yê di medyaya xwe de ku di navbera Kurdan de nakokî çêdike bêdeng bike.

Heyanî ku ev yek pêkneyê Yekîtiya neteweyî bi PKK ê re nayê çêkirin. Yekîtiya neteweyî ne bi gotinan e, lê bi kirinan e. Divê PKK pêşî ji ber êrîşên xwe yên li dijî partiyên din ên Kurd ên di 50 salên borî xwe rexne bike. Bêyî van, banga Ocalan û partiya wî ya ji bo Yekîtiya Neteweyî ne ji bo bilindkirina têkoşîna Kurdan e, belku ji bo girêdana destûlingên hêzên Kurd e.

Pustên heman beş