Paradoksa “Neteweya Demokratîk”: Guncawkirina Tirkîtîyê di Sedsala 21an de, Projeya Neteweye kî Bê Kurd?

Yek ji berteka krîza dewleta neteweyî di sedsala 21 an de; bilindbûna gotarên sînorên neteweyî derbas kirî û armanc dikin ku nasnameyan bi rêya temsîliyeta berfereh û wekhev ji nû ve pênase bikin. Têgeha “neteweya demokratîk” yek ji wan gotaran e. Her çend ew bi awayekî rûberî pirrengî, wekhevî û pêkvejîyanê xuya bike jî, erka wê li Tirkiyeyê pir cûda ye. Li vir, neteweya demokratîk wekî guncawkirin bingehîn yeksan a nasnameya Tirkî bi rêya polîtîkayên homojeniya etnîkî hatiye avakirin. Li şûna ku daxwazên dîrokî û siyasî yên Kurdan nas bike, ev têgeh dibe perdeyek îdeolojîk ku rastîya netewperstîyaTirk nehê dîtin.
Ji damezrandina xwe û vir ve Komara Tirkiyeyê têgeha “netewe” bi Tirkbûnê re yek tişt tê dîtin. Di vê çarçoveyê de, ev têgehek hemî welatiyan wekî Tirk pênase dike. Vê têgihîştinê rê li ber polîtîkayên înkarkirina hebûna Kurdan, dûv re jî bi rêya asîmîlasyon û tepeserkirina Kurdan vekiriye. Gelê Kurd, ku di sedsala 20an de bi dehan serhildan, qedexe, sirgûn û komkujiyan hatiye tepeserkirin, ji salên 1990 î û pê hem li asta herêmî de hem jî di asta navnetewî de ji nû ve bi daxwazîyên mafên neteweyî û statuya siyasî derketîye holê. Li hemberî bilindbûna vê pêla neteweyî, bi awayekî paradoksal, rêbaza “neteweya demokratîk” ji bo rêgirîyê ji ve bilindbûna rêbaza Kurdayetîyê bike hate pêşxistin.
Her çiqas têgeha neteweya demokratîk bi awayekî teorîk yekîtiyek li ser bingeha hemwelatîbûnê pêşniyar bike jî, di pratîkê de ew tenê mafê “neteweyîbûnê” dide neteweya serwer. Bo mînak, her çend nasnameya Tirkî bi destûrî wekî hebûnek kolektîf a siyasî were destnîşankirin û rewa kirin jî, nasnameya Kurdî hîn jî wekî pirrengîyekî çandî tê dîtin, weke nasnameyekî siyasî nayê naskirin. Ev newekhevî pirsgirêkek bingehî ye, û têgeha neteweya demokratîk vê sîstemê naguherîne, lê tenê wê bi zimanek berfirehtir vedişêre.
Ji bo Kurdan, pirsgirêka bingehîn naskirina nasnameya neteweyî wekî mafek hebûnî ye. “Nasnameya Kurdî” ne tenê taybetmendiyek folklorîk, çandî an zimannasî ye; ew rastiya neteweyek e ku bi bîra xwe ya dîrokî ya kolektîf, erdnîgariya welat, ziman, ezmûna berxwedanê û îradeya siyasî ve neteweyekî cûda ye. Di vê çarçoveyê de, mijara nakok a “hem hemwelatiyê neteweyek din û di heman demê de wekî neteweyek bi serê xwe were hesibandin” ne tenê ne gengaziyek teorîke lê di heman demê de ew bêderfetî yek ontolojîk jî diafirîne. Di sirûştê de tu heyîn nikare hem bi xwe be û hem jî beşek ji yekî din be. Ev nakokî bi pênaseya Kurdan newekî “netewe” , wekî “nasname” dîtinê hê kûrtir dibe.
Yek ji pirsgirêkên bingehîn ên di modela neteweya demokratîk de meyla wê daxwazên siyasî berhewa kirin, şolîkirin û dûrxistina wan ji qada destûrî ye. Ev nêzîkatî tenê bi awayekî teorîk wekheviya gelan diparêze, lê di pratîkê de wê wekhevîyê red dike. Lêbelê, mafê diyarkirina çarenûsa gel mafekî gerdûnî ye, wekî ku di belgeyên Neteweyên Yekbûyî de hatiye destnîşankirin. Ev mafê gelê Kurd ne bi tevlîbûna “welatiyên wekhev” di nav sînor û pênaseyên neteweyek serdest de tê bidestxistin, bi bidestxistina statuyek siyasî ku dihêle ew bi azadî îradeya xwe ya kolektîf îfade bike, tê bidestxistin.
Îro li Tirkiyeyê, peyva neteweya demokratîk paradîgmayek e ku ne tenê ji hêla hikûmetê ve, lê di heman demê de ji hêla hin komên muxalefetê ve jî tê piştgirî kirin. Lêbelê, ev paradîgma ne mafên dîrokî yên Kurdan nas dike û ne jî wan wekî kirdekî siyasî nas dike. Di vê modelê de, Kurd wekî pirrengî, dewlemendiyek çandî, an jî kategoriyek etnîkî yê jêrîn têne dîtin; daxwazên wan bi nirxên wekî “yekîtî”, “biratî” û “aştî” têne jinavbirin. Lê, netewebûn formeke berbiçav a hebûna siyasî ye. Bi têgehên nedîyar de nahê pênasekirin.
Netewe ne tenê yekîtiyeke zimanî an jî çandî ye, lê di heman demê de pêvajoyeke dîrokî ya biwar bûnê ye. Gelekî xwedî îradeya siyasî mafê wî heye ku rêxistina xwe, qanûnên xwe û desthilata xwe ya îdarî ava bike. Dema ku ev maf di nav pêkhatekî nezelal de wekî “yekîtiya demokratîk” winda dibe, hebûna neteweyî ya gel dest bi windabûnê dike. Ji bo Kurdan, azadiya neteweyî ne bi helandina di nav nasnameya netewekî din de, bi naskirina rastiya xwe ya dîrokî, civakî û siyasî mimkun e.
Ev modela ku di bin navê neteweya demokratîk de tê pêşniyar kirin, wekî versîyonek postmodern a refleksên klasîk ên dewleta neteweyî ku daxwazên gelê Kurd tepeser dikin dixebite. Di vî warî de, ew ne demokratîkbûnê, derengxistin e; ne wekhevî, paşxistin e; ne aştî, nezelaliyê çêdike. Wekheviya rastîn tenê bi naskirina zelal û bê guman a mafên neteweyî ve gengaz e. Gelê Kurd neteweyek e, û dema ku ev netewe bi nasnama xwe, zimanê xwe û îradeya xwe were naskirin, wê demê ew dikare li ser bingeha wekheviyê bi gelên din re tevlî yekîtiyê bibe. Ger ne webe, ew ne yekîtî ye, asîmîlasyon e; ew ne biratî ye, serdestî ye; ew ne aştî, bêdengî yê bixuliqîne.