Mijara radestkirina du rêveberên gumanbar ên MIT ê di navbera Tirkiye û PKK ê de…

Wekî yek ji gavên “pêvajoya” veşartî ya di navbera PKK û dewleta Tirk de, du berpirsên MIT ê radestî dewleta Tirk hatin kirin. Ev gavên, ku bi dizî û bêdengî ve ji raya giştî dihên avêtin, carinan raya giştî ji dibihîze.
Pêvajoya di navbera dewleta Tirk û PKK ê de hîn bi tevahî nehatibû binavkirin. Li Parlamentoyê komîsyonek wekî “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê” hate damezrandin. Ev yek bû sedema ku pêvajo wek Yekîtîya Neteweyî pênasebibe. Lêbelê, pêvajo di du aliyan de berdewam dike: eşkere û veşartî. Ji aliyekî ve, gav li ber çavên raya giştî têne avêtin, bi giranî ji bo aramkirin û manîpulekirina gel.
Ji aliyê din ve jî, gavên veşartî têne avêtin. Darka Mazî berê niha dosyayek li ser vê mijarê bi sernavê “PKK li Metîna bi dizî ve Çekan Radestî Artêşa Tirk Dike” weşand. Li Başûrê Kurdistanê, PKK hin depo-mexzenên çekan û tunelan radestî dewleta Tirk dike, û di berdêla wê de, artêş dihêle ku gerîlayên li wir rewaneyî devrên din bibin. Radestkirina du berpirsên MIT ê ji aliyê PKK ê ve gavek din e ku pirr veşartî hatiye avêtin.
Ew bi bêdengî hatin radestkirin
Mijara her du endamên MIT ê bi bêdengiyek mezin hate çareserkirin. Li gorî nûçeyên belavbûyî, Aydin Guney, yek ji van her du endamên MIT ê, di sala 2022an de ji ber krîza dil miribû. Yê din di operasyoneke MIT ê de hate radestkirin. Tam 8 sal berê, di 4 ê Tebaxa 2014 an de, PKK ê bi awayekî gumanbar ev her du êndamên MIT ê girtibûn. Û weke çerxa felekê, raya giştî dîsa di rojekê Tebaxê de hînbû ku ev her du endamê MÎT PKK ê radestî Tirkîyê kirine.
(Bi rastî tişta balkêş ew e ku îdiayên dibêjin hejmara endamên MIT ê yên ku ji hêla PKK ê ve hatine girtin 4 in. Rojnamevan-nivîskar Tuncay Ozkan jî goti bû 4 efserên MÎT ê di destê PKK ê da ne. Lêbelê, ji ber çi sedemekê tarî em nizanin, PKK ê tenê nasnameya du ji efserên MIT ê aşkere kirin û du yên din winda bûn.)
Pir balkêş e ku PKK, dema ku du berpirsên MIT ê girtin bi defûzorne belav dikir û bi salan bi îtîrafên van her du berpirsan nûçe çêdikirin, lê ser radastkina wan yek nûçe jî belav nekir. Bi heman awayî, dewletê jî bi fermî çi agahî ne belavkirin. Cara despêk, endamekî berê yê parlementoyê bûyer li ser medyaya civakî parve kir. Paşê, nivîskar Ebdulqadir Selvî, ku kesekî nêzîkî AKP ye, li ser vê mijarê gotarek weşand. Yanî di mijarekî wiha girîng de her du endamên payebilind yên MÎT ê her du alî Dewlet-PKK kerr û bêdeng bûn.
Ev bûyerek ne asayî bû?
Ew her du berpirsên MIT ê ji aliyê PKK ê ve hatin girtin û ma dû re bûn îtirafkar?
Çîroka çawaniya desteserkirina her du berpirsên MIT ê di destê PKK ê de mijarek pir tarî ye. Li gorî îdiayên PKK ê, her du berpirsên MIT ê di serdegirtinek li nêzî bajarokê Dukanê de hatine girtin. PKK ê heta dîmenên serdegirtinê jî weşand. Lê tişta trajî komîk eve ku ew kesê sêyem li gel êndamên Mît ê hatî girtin dostê Cemîl Bayik û Mistafa Qarasû ango Mele Mehdî yê Geverî bû. Kurê Mehemedê Zahir Mele Mehdî di pêwendîyên PKK-MÎT û narkotîkê de kesekî tarî bû. ne maqûl e ku her du berpirs MÎT ê bikarin biçin herêmek ewqas ne ewle. Dîmenên girtina wan hinekî dişibhin şanoyekî televîzyonê ya flash.
Tiştê balkêş jî ew e ku du berpirsên bi vî rengî yên perwerdekirî ên Mît ê, nişka ve weke bilibila îtirafname pêşkêşî Pkk ê kiribin. Wan bi dehan agahî dane, ji kuştina Sakine Cansiz bigire heya tevnê MIT ê ya Ewropî, rojnamevanên MIT ê û odeyên îşkenceyê yên di avahiya MIT ê de. Wekî din, bi karanîna agahiyên ku ji hêla vî berpirsê MIT ê ve hatine dayîn, PKK ê di 17 ê Tîrmeha 2019 an de li Restoranta Hokkabazê li Hewlêrê efserê MIT ê gulebaran kir. Her du endamên Mît ê li ber kamerayan bi israr di got, “Em îşkence nikirin e.” Ji ber vê yekê çima wan îtîraf kir?
Ma ew endamên Tevgera cemaertê Fethûllah Gulen bûn?
Hin çavkaniyên nêzîkî Fethullah Gulen îdîa dikin ku ev her du efserên MIT ê endamên Tevgera Gulen bûn. Li gorî van çavkaniyan, di sala 2016ban de piştî bûyerên ku wekî darbeya 15 ê Tîrmehê têne zanîn, li Tirkiyeyê nêçîra cemata Gulen dest pê kir. Ango, kesên nêzîkî Fethullah Gulen yek bi yek hatin ji holê rakirin, girtin, an jî neçar man ku birevin. Ajansa îstîxbaratê jî para xwe ji sûcdariyê girt. Bo nimûne, Ayhan Oran, berpirsekî payebilind ê MIT ê, winda bûye.
Bi îhtîmaleke mezin, ew du berpirsên MIT ê yên ku PKK îdia dike ku wan girtiye, bi tevgera Gulen ve girêdayî bûn. Û rastî ev e ku PKK di dema nîqaşên pêvajoya aştiyê ya 2013 an de bi tevgera Gulen re têkiliyên girîng pêşxistibû. Li gorî gelek çavkaniyan, Cemîl Bayik rasterast bi nûnerekî Gülen re li nêzîkî Silêmaniyê civiya. Ji bo hilweşandina hikûmeta Erdogan peymanek berfireh hat çêkirin. Bo nimûne, xendekên ku Bakurê Kurdistanê wêran kirin mijara hevkariya hevbeş a di navbera her du aliyan de bûn. Heta tê bîra me ku Duran Kalkan wê demê ji artêşê re axivî û banga cemaeta Gulen kir û got, “hûn mudaxele nekin; em leşkeran nekujin.” Tevgera Gulen derfet dan PKK ê ku li Amerîkayê lobiyê bike. Ew di gelek mijarên din de hevkar bûn.
Dikare bê gotin ku du berpirsên MIT ê, Erhan Pekçetîn û Aydin Gûnel, di çarçoveya vê hevkariyê de bi îradeya xwe tevlî PKK ê bûne. Wekî din, ti ravekirinek din tune ku her du berpirsên MIT ê li ber çavên PKK ê wekî îxbarkaran werin muamelekirin.
Gelo ew ji Rojava hatine radestkirin?
Dewleta Tirkiyeyê qet di medyaya xwe de balê nekişand ser berpirsên MIT ê yên dîlgirtî, û bi fermî xwedî li wan dernekt. Niha di daxuyaniyê de derbarê van her du kesan de ti hûrgilî nayên belavkirin. Lêbelê, çavkaniyên PKK ê dibêjin ku ev her du berpirsên MIT ê li Rojava radestî dewleta Tirkiyeyê hatine kirin. Berê, gelek çavkaniyan diyar kiribûn ku her du berpirsên MIT ê ji ber ku dewleta Tirkiyeyê lê digeriya û dixwest wan bikuje, birine Rojava. Li gorî agahiyên berdest, her du berpirsên MIT ê di sala 2020 an de ji bo ewlehiya wan birine Rojava. Wekî din, li gorî çavkaniyên di nav PKK ê de, Aydin Gûnel ji ber krîza dil nemiriye. Bi balkêşî, Aydin Gûnel ew kes bû ku di îtîrafên xwe de herî zêde axivî, Hakan Fîdan herî zêde hedef digirt û daxuyaniyên ku MÎT ê dixin rewşek herî dijwar wî da bûn. Mirina Günel jî di vî warî de bi pirsgirêk xuya dike. Eşkere ye ku Erhan Pekçetîn piştî ku ewqas zirar da dewletê, naxwaze vegere Tirkiyeyê. Ne diyar e ku ew bi zorê hatiye şandin an jî bûye qurbanê rêkeftinek di navbera her du aliyan de.
Bê guman, agahî kêm in ji ber ku her du alî jî hûrguliyan vedişêrin. Lêbelê, agahdariya ku ew ji Rojava hatine dayîn ji bo têgihîştina nexşeya têkiliya PKK-MÎT ê bi rastî girîng e.
Encamên ku em dikarin ji bûyera ku her du efserên MÎT ê tê de derxînin ev in: Têkiliyek tevlihev di navbera PKK û dewleta Tirkiyeyê de hene û ne diyar e ka destê kî di berîka kê de ye. Ev di demên berê de rast bû û niha jî wisa ye. Niha, koordînasyona rojane di navbera her du hêzan de berdewam dike. Bi rastî, ev koordînasyona pratîkî ya rojane li jî Rojava heye.
Bê guman, em dikarin encamek kesane jî derxînin: Her kesê ku bikeve navbera van her du Mît-PKK aliyan, di dawiyê de dê bibe qurbanî.