PKKê berê mirina Nûreddîn Sofî red kiribû nuke jî ragihand ku jîyana xwe ji destda ye. Nureddîn Sofî kî ye?

PKKê ragihand ku Nûreddîn Sofî, ku wan berê mirina wî înkar kiribû, di êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk de jîyana xwe ji dest daye. Kuştina Nûreddîn ne bûyerek asayî bû ji ber ku wî hevsengiya hêzê di navbera kadroyên Rojavayî yên di nav PKKê de guherand. Nûreddîn Sofî di nav kadroyên Rojavayî yên di nav PKKê de kesayetiyek berbiçav bû û bi Bahoz Erdal re dijminatiyek tûnd hebû. Kuştina Nûreddîn reqîbek sereke yê Bahoz Erdal ji holê rakir. Û Her wiha tena serê xwe bilindbûna Mazlum Abdî de jî rol leyîst.
Erdogan got “me Sofî kuşt”, lê HPGê ev yek red kir
Di 17 ê Gulana 2021 an de, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan mirina Nûreddîn Halef Muhammed, bi navê kod Nûreddîn Sofî, ku serkirdeyekî payebilind ê PKK ê bû, ragihand.
Di cih de piştî vê yekê, wezareta parastina millî a Tirkiyê dîmenên kêliya ku Sofî Nureddîn di êrîşeke hewayî de li Garê hate gulebarankirin, weşand. Lêbelê, HPG di 18 ê Gulanê de daxuyaniyek da û kuştina Sofî Nûreddîn red kir û got, “Nûçeyên dawî yên ku hêz û fermandariya me hedef digirin, di rastiyê de bingehek nînin.”
Kuştina Sofî Nûreddîn di nav PKKê û derveyî wê de gelek nîqaş derxist holê. Al Monitor ragihand ku kuştina Sofî peyamek bû ji bo şandeya wê demê li Rojava. Dezgehê ragehandinî yê Darka Mazî li ser vê mijarê hûrgilî da.
Îdiaya ku kuştina Sofî Nûreddîn peyamek ji dewleta Tirkiyeyê ji bo Emerîka, ne tiştekî bêwate bû. Lê ya herî girîng, wî hevsengiya hêzê di nav PKKê de, bi taybetî di nav kadroyên nifşê duyemîn ên ji Rojava de, bi kûrahî hejand.
Nûredîn Sofî kî ye?
Nûreddîn Xelef Mihemed, ku di sala 1990 an de tevlî PKK ê bû, kurê malbateke xizan ji Qamîşloyê bû. Bavê wî weke Sofî dihat nasîn. Bi demê re, di nav gel de wekî Nûreddîn Sofî û di nav PKKê de jî bi tenê wekî Sofî dihat nasîn.
Sofî di sala 1990 an de tevlî PKKê bû û piştî perwerdehiyeke kurt, di sala 1991 an de gihîşt herêma Behdînanê. Di sala 1994 an de dest bi wergirtina postên bilind kir. Di sala 1996 an de derbasî Akademîya Şamê li gel Ocalan bû û 6 meh sala 1997 a şûnda vegeriya çiyayan. Sofî, ku heta salên 2000 an li herêmên Behdînan û Zagrosê ma, di sala 2003 an de çû saha Amedê. Di sala 2006 an de vegeriya herêma Zapê, biryargeha navendî ya HPGê.
Pevçûnên di navbera Bahoz Erdal û Sofî Nureddîn de
Sofî piştre ji HPGê veqetiya û tevlî Konseya Rêveber a KCKê bû û beşdarî çalakiyên wê bû. PKKê di destpêkê de plan dikir ku Sofî wekî Fermandarê Giştî yê Ewropayê tayîn bike. Lêbelê, Sofî li firokexana Bexda hate girtin û rê li ber derketina wî hate girtin. Sofî paşê wekî fermandarê PJAKê xizmet kir.
Nûreddîn Sofî paşê di Konferansa 5 emîn a HPGê ya 2009 an de wekî Fermandarê Giştî yê HPGê hate tayînkirin, li şûna Bahoz Erdal (Fehman Huseyin).
Lêbelê, ev tayînkirin ji bo Nûreddîn Sofî bû sedema serdemek dijwar. Bahoz Erdal, bi kadroyên xwe di nav HPGê de, li dijî Sofî Nureddîn şer kir. ev pevçûn ew qas pêşket ku milîsên Bahoz Erdal organîze kirî li Geverê xwepêşandanek li dar xistin û dirûşmeya “Bila Sofî Nureddîn biçe, Bahoz Erdal vegere” qîrandin.
Nakokiya di navbera Bahoz Erdal û Sofî Nureddîn de bû sedema pevçûnek mezin di nav HPGê de. Di dawiyê de, di sala 2013 an de, dema ku Murad Qarayilan ji posta xwe ya Serokê Konseya Rêveber a KCKê derket û tevlî HPGê bû, Nûreddîn Sofî careke din ji kar hat dûrxistin. Ew demekê li cem Qarayilan ma û di sala 2014 an de şandin Rojava, li wir nakokiya wî bi Bahoz Erdal re ji nû ve gur bû.
Bahoz Erdal, ku bi gelek kadroyên rêxistinkirî û Rojavayiyên herêmî dorpêçkirî bû, di tasfiyekirina Nureddîn Sofî de bi ser ket.
Xewna Bahoz Erdal a ku bibe serokê PKKê û kesayetên ku hatine tasfîyekirin
Komek ji ciwanên Rojavayî ku ji nîvê salên 1980 an heta destpêka salên 1990 an tevlî PKKê bûn, beşek ji kadroya bingehîn ên PKKê bûn. Lêbelê, ev kom carinan bi têkildarî hizibcitîya Rojava dihat tawanbarkirin, û wan di nav xwe de jî şerê desthilatdariyê dikirin. Bahoz Erdal serokê vê şerê desthilatdariyê bû. Piştî girtina Ocalan, Bahoz xwe wekî serokê PKKê piştî Koma Enqerê ya PKKê didît.
Bahoz Erdal, ku hewl dida di nav HPG ê de desthilatdariyê bi dest bixe, fermandarên ji bo xwe xeternak didîtin yek bi yek hat paqijkirin. Mînakî, Engin Sîncer (Erdal) di sala 2003 an de di qezayek gumanbar de jîyana xwe ji dest da, Yusuf Turhalli (Dr. Elî), wekî tasfîyewî îlan kir. Îbrahîm Çoban (Atakan Mahir) hat darizandin, û herî dawî, di pevçûnek li Dêrsimê de jiyana xwe ji dest da. Rûstem Cûdî, kadroyekî din yê Rojava, di sala 2011 an de di êrîşeke asmanî de jîyana xwe ji dest da.
Nureddîn Sofî, ku wekî Fermandarê Giştî yê HPGê li şûna Bahoz Erdal hat tayînkirin, bi heman awayî hat tasfiyekirin. Aloziyên di navbera Sofî Nureddîn û Bahoz Erdal de li Rojava berdewam kirin. Bahoz Erdal Sofî Nureddîn tecrîdkir û di sala 2017 an de rêkir Akademiya Leşkerî ya Apollo ya HPGê. Bi vî awayî ji Rojava dûr xist. Di sala 2019 an de, ew li Garê di êrîşeke asmanî de hat kuştin. Ev yek Mazlum Abdî wekî yekane reqîbê Bahoz Erdal di nav kadroyên Rojava de hişt. Bilindbûna Mazlum Abdî li Rojava ji ber di pevçûna di navbera Bahoz Erdal û Sofî Nureddîn de xwe dûr girt, û sûdek mezin ji vê pevçûnê wergirt.
Çima PKKê pênc sal şûnda mirina Sofî Nureddîn ragihand?
Tevî ku dewleta Tirk û PKKê ji mirina Sofî Nureddîn agahdar bûn jî, PKKê mirina wî ne ragihand. Û hîn jî zêdetirî hezar endamên bêserûşûn hene. Ne eşkerekirina mirina endamekî navdar yê wekî Sofî Nûreddîn ji aliyê PKKê ve nîşana helwesteke faşîst e ku jiyana endamên xwe desteser dike û wan weke mûlkê xwe dibîne. biryara jiyanê û ne mirinê di destê PKKê de ye.
Ji bo PKKê endamên wê mirî ne an sax , tenê dema ku ew dikare wan bikar bîne girîng e. Niha, dema ku şer rawestiyaye û xwe hilwaşandî ye, PKKe hewl dide ku her roj bi ragihandina navên pênc an şeş ciwanan, sûdwergirtina ji hestên giştî û vemirandina her bertekek li dijî xwe û nakokiyên di nav gel de çareser bike.