Di 22ê Tebaxê de li bajarê Silêmaniyê pevçûnek metirsîdar û wêranker pêk hat. Hêzên komando yên ser bi Bafil Talebanî êrîşî Lahûr Talebanî, hevserokê berê yê YNK ê, û birayên wî kirin. Seyrangeha Ser Çinar, navenda luxê, şahiyê û geştiyariyê li Silêmaniyê, bi dengê tank û topan hejîya.
Silêmanî, bajarê ronakbîrî, rewşenbîrî, entelektûlîzmê, helbest û muzîkê, niha birîndar e.
Derdorên siyasî û medyaya dilsozê Bafil Talebanî hewl didin ku tevahiya rabirdûya Lahûr Cengî û birayên wî bi hurgûlî vekulin da ku êrîşa Bafil rewa bikin. Ew hewl didin ku bi îdiayên “sûîqestê û êrîşên bi dronan” Bafil paqiş derxin û êrişên wî meşrû destnîşan bikin.
Siyasetmedarên Rojava û medyaya PKK ê, ku berê dostên Lahûr Cengî bûn, mîna çeqelan milên xwe dihejînin û bi bêexlaqane hewl didin ji vê pevçûnê sûd werbigirin. Endamên PKK ê, ku bi gotina ‘faşîzma Erdogan’ cîhan dihejandin, dema ku cenazeyên ciwanên Silêmaniyê hîn jî li erdê bûn, bi lezûbez Salih Mûslim dişînin serdana Bafil Talebanî, hewl didin ku faşîzma Bafil Talebanî di pevçûna Lalezarê de pîroz bikin.
Ji ber ku ragihandina Lahûr Cengî hatiye bêdeng kirin, yên Lahûr Cengî diparêzin pir kêm in.
Gelo kî heq bû û kî bi serket?
Hin pevçûn hene, ku tê de çi layen heq nînin. Ji ber ku sedemên rast ji bo pevçûnan tune ne. Tenê egoyên kesane û berjewendiyên aliyan pevdiçin. Ne Lahûr Cengî Talebanî û ne jî Bafil Celal Talebanî di vê pevçûnê de heq nebûn.
Ji ber ku ev her du şirîk bûn. Di navbera salên 2012 û 2021an de mil bi mile hev dimeşiyan. Bafil Talebanî li ser şaşên TV yê digot, “Lahûr xwe bû min kir mertalê zindî û xwe avêt ber gûleyan” û silavek leşkerî ji Lahûr re rêkir. Her çiqas dema ew dost û şirîk bûn jî, bi hevdû re nedurist bûn. Çi mifa negîhand milletê Kurd. Xurtbûna Herêma Kurdistanê wekî xeternk ji xwe re didîtin û bi her kesê ku dixwest rêveberiya Kurdî ya li Hewlêrê lewaz bike re hevkarî dikirin.
Bi hevkariya van herdu pismama, li dijî Hewlêrê, bi Heşdî Şebî û PKK ê re eniyek hevpar ava kirin. Vê hevpeymanîyê weke nûnerê rejîma Şîe ya Iraqê û milîsên wê li ser xeta Germiyan-Silêmanî-Kerkûk-Mexmûr-Mûsil û Şengalê tevgeriyan. Vî berê Şîa di referandûma Serxwebûna Kurdistanê de xençerekî jehrî li Kurdan xist. Bi hev re Kerkûk, dilê 50 milyon Kurdan, firotin Îran û hêzên Heşdî Şebî.
Bafil Celal Talebanî û Lahûr Cengî Talebanî, dema ku dost bûn, hewl dan ku Kurdan bikin beşek ji Heşdî Şebî.
Dema ku ew dost bûn, li dijî Hewlêrê mîna mafya tevdigeriyan. Niha, bi şêwazê mafyawarî şerê hev dikin.
Kurdan ne ji dostaniya wan mifa dît û ne jî ji dijminatiya wan sûd wergirtin.
Bafil Talebanî ji destpêka van pevçûnan ve xwedî avantajeke girîng bû, ji ber ku keçên (Hêro-Şehnaz) Îbrahîm Ehmed û Îranê piştgirîya wî dikir. Wî Lahûr xiste quncikê re. bi çavsorî kesayetiyên mîna Akam Omer, Murat KanîKued û Niyaz Dergeleyî û Hevkar Caf kuştin.
Bafil Talebanî niha dixwaze xwe bike yekane “Serok” li Silêmaniyê. Bafil weke yekane Serok dixwaze serhişkîyê hember Rêveberiya Kurdan a Hewlêrê bike heke ne karî we vê yekê bike, ew dixwaze ji Hewlêrê veqete. Bi kesayetiya xwe ya narsist û megalomanî, Bafil Talebanî ji niha û pê ve hîn xeternaktir e. Ew ê her kesî neçar bike ku murîdîya wî bikin. Ji bo vê armancê, ew dixwaze reqîbên xwe ji holê rake. Yê rikaberîya wî nekin tenê wî rexne jî bikin dê bike armanc. Her çend ew rexne nekin jî, ew ê kesên ku dirûşmeya “Bijî Serok Bafil” naqîrin dê bike armanc. Yanî, pêvajoya darbeyê Lalezar yê 21 ê Tebaxê hîn neqediyaye, ew ê berdewam bike.
Dîmenên li Silêmanîyê darbeyê 15 Tîrmehê yê bi gûman li Tirkîyê tine bîra mirov. Li Tirkîyê layengirên AKP ê bi hinceta darbe leşker digirtin; ew rût dikirin û li wan dixist. Heta serê hinek eskeran jî jêkirin. Piştî çend roja Erdogan û payedarên leşkerî bi veşartî lihev kirin û ew pevçûn kirin malê hinekên din. Zarokên xelkê di navbera her du layenan da hatin kuştin. Ji wê şevê û vir ve li Tirkîyê her tişt berûvajî bû, cewekî tires li ser gel hat sepandin û herkesê serê xwe li hember desthilata AKP ê tewand.
Heman tişt wê li Silêmaniyê jî biqewime. Ger her du klîkên desthilatdar li ser senaryoyek hevpar negihîjin rêkeftinekê, pevçûn wê berdewam bike. Lê yê ku bi rastî winda dike dê xelkê Silêmaniyê be.
Rewşenbîrên Silêmaniyê niha sê meymûnan dilîzin û dibêjin “Min nedît, min nebihîst û ez nizanim.” Ew weke xişîman tevdigerin ku wan pevçûnên bi tankan di nav bajêrê Silêmaniyê de nedîtine. Weke DAÎŞ û dewleta Tirk komandoyên Bafil jî destê ciwanên Kurd piştve girida bûn ew bi tazî li erdê dirêj kiribûn û ew teşhîr dikirin. Gelo ma rewşenbîrên Silêmaniyê ev dîmenên li kêleka xwe jî nedîtin. Heke ew pevçûn ne li Silêmaniyê li Behdînan ba da Rewşenbîrên Silêmaniyê demildest konferansên çapemeniyê lidarxin û PDK ê tewanbar kin. Heta hinek ji van “rewşenbîr”an zendên xwe hildane ku PDK ê tûmetbar bikin. Ew rewşenbîrên li Café û qehwaxana rûniştî û heroj xelkê Behdînan û Hewlêrê weke Eşîr bêrêzî lêdikin û dilsozên PDK ê weke kole pênase dikin hember vî şerê mafyawarî yê li Silêmanî rola sê meymûna dilîzin.
Sûcdarên herî mezin yên ku li dijî faşîzm û kujerîya veşartî ya ku YNK di van deh salên dawî de hêdî hêdî pêşdikeve kerûlal in. ew jî ew kesên yên ku xwe weke Rewşenbîr û Demokratên Silêmaniyê dibînin û çavê xwe li vê mafyaya sîyasî digirin.
Rewşenbîr û ronakbîrên Silêmaniyê bi vê xefleta xwe şirîkên vê mafya sîyasî ne. Yên îro xwe kerûlal dikin bila baş bizanin ku sibe dora wan ne.