Rexneyên li ser rewşenbîrên Silêmaniyê…

Di 22 ê Tebaxê de li Silêmaniyê dîmenên tirsnak derketin holê.
Ew dîmen darbeya leşkerî ya 15 ê Tîrmehê ya li Tirkiyeyê tînin bîra mirovan. Tirkan leşkerên xwe li kolanan digirtin, serê wan jê dikirin û li erdê tazî dirêj dikirin. Reqabet û şerê desthilatdariyê yê di navbera Erdogan û dijberên wî de dersî asta şerê çekdarî bibû. Xelk ji Tirkîyê reviyan, bi hezaran hatin girtîn û gelek hê winda ne. Gelek kes neçar man ku bêdeng bimînin û xwe rasdestî desthilatê bikin. Tirkiyeyê serdemek pir tarî jîya.
Bûyerên li Silêmaniyê kopiyek piçûk a bûyerên li Tirkiyê ku me li jor behs kirin. Mîna pevçûna di navbera Erdogan û dijberên wî de, şerê desthilatdariyê derbasî şêwazê çekdarî bûye; bazarên sîyasî yên veşartî, destên tarî û destûra aktorên derve li Silêmanîyê terora sîyasî bi xwe re anî. Û di dawiyê de, ew pêvajo dê bişibe pêvajoya tarî ya li Tirkiyeyê.
Ev pevçûn xalek werçerxê ye. Ew ê pir caran were nîqaş kirin, û bandorên wê yên neyînî yên wêranker dê di demek dirêjtir de hêdî hêdî eşkere bibin. Divê em zelal bin: Silêmanî di pêvajoya hilweşandina nasnameyek mezin û avakirina nasnameyek nû de ye. Yên ku Silêmaniyê birêve dibin dixwazin nasnameyek nû bidin Silêmaniyê. Ew dixwazin Silêmaniyê bikşînin cihekî nû. Heke mirov bifikire ku dê Bafil Talabanîyê şêt û mûzir û tetîkkêşê wî Wehap Helebçeyî, an jî Lahûr Cengî dê nasnameyek azadîxwaz û modern biafirînin ev dibe ehmeqî. Ne her tiştê nû pêşverû ye, û nasnameya nû ya li Silêmaniyê tê sazkirin jî ne Kurdistanî û ne jî hedemî ye. Pirsa girîng li vir ev e ku ew kesên ku Silêmaniyê wekî navendek ronakbîrî û çandê dibînin gelo rewşenbîrên Silêmaniyê, ku li derveyî şerê desthilatdariyê di navbera Bafil û Lahûr de mane, dê çi bikin.
Têgeha “rewşenbîr” li Kurdistanê bi gelemperî hinekî kêşedar e. Rojev û helwesta rewşenbîrên li Kurdistanê, û pirsa kî rewşenbîr e û kî ne rewşenbîr e, mijarek e ku divê Kurd bi awayekî biciret nîqaş bikin. Divê helwest û bandora neyînî ya kesên ku, nikarin xwe ji partiyên siyasî, pere û cazîbeya desthilatê rizgar bikin û xwe radestî desthilata tires dikin. Dive ev sekina rewşenbîrên newêrek û palpiştên faşîzma partîyan werin teşhîrkirin. Pirsgirêka rewşenbîran bi taybetî li Silêmaniyê, ku xwe wekî navenda ronakbîriya Kurdî dibîne, pir kûr û dûr e.
Helwesta nifşê ku di 15 salên dawî de xwe wekî rewşenbîrên Silêmaniyê pêşkêş kirine, ne li Kurdistanê bi giştî û ne jî li Silêmaniyê bandorek erênî nekiriye. Ev ji ber ku ew bêhelwest in, bê serborin û fîkrî de pir senserin loma jî ew naxwazin konfora jîyana xwe ji dest bidin. Rewşenbîrên Silêmaniyê di xeta xelet tevdigerin. Ev helwesta rewşenbîrên Silêmaniyê di xurtkirina siyasetmedarê mîna mafyayê û bandora faşîzma partî de rolek diyarker dileyîzin. Wekî ku dibêjin, “dost pir tal diaxive”, em jî weke dost dibêjin: Rewşenbîrên Silêmaniyê bê nirxên etîk û bê nasname ne.
Çima? Ji ber ku;
Rewşenbîrên Silêmaniyê di wê baweriyê de ne ku bi dijminatiya li hember çand, rewşenbîr û siyaseta Hewler û Duhokê şertê yekem e ji bo rewşenbîrbûnê lê ev pîver gelek xelet e. Ji ber vê têgaha xelet li ser bûyerên ku li Silêmaniyê diqewimin, ne jî li ser helwesta rayedarên siyasî yên li Silêmaniyê nîqaş an şîrove nakin. Ew tenê bi dijminatiya xwe ya li hember Barzaniyan û PDK ê rojeva xwe diyar dikin. Û ew vê yekê wekî bingeha parastina xwe û Silêmaniyê dibînin. Heta di vê pevçûna dawî de jî, em dibihîzin ku hin rewşenbîrên Silêmaniyê dibêjin, “Werin em bêdeng bimînin, da ku PDK keyfxweş nebe” Ji bo rewşenbîrekê parastina faşîzma ku li bajarê wan rûdayî parastin bi vî rengî xeletiya herî mezin e. Ger ev têgeh wiha bidome, ew ê YNK ya ku xwe bispêrinê jî namîne.
Ji ber vê yekê, rewşenbîrên Silêmaniyê bi qûretîya xwe, dijminatiya xwe ya li hember Hewler û Duhokê û dijberiya xwe ya li hember KDP ê nikarin kêşeyên bajarê çareser bikin û erkên xwe yên rewşenbîrî pêk bînin.
Pirsgirêkek din a bingehîn a ku di bin guhertina tewerê ku rewşenbîrên Silêmaniyê dijîn, manîpulekirina rojeva wan e. Divê bandora PKKê di vê yekê de bi awayekî rast were şîrovekirin. Ji sala 2014 an vir ve, PKKe bi destûra YNKê, Îran û Bexdayê di nav rewşenbîrên Silêmaniyê de xebatekî pir rêxistinkirî dimeşîne. Bi piştgiriya hin kesên ku ji Ewropayê hatine Silêmaniyê, rojeva Silêmaniyê hatiye manîpulekirin. Nêrînên Evdila Ocalan, ku li Bakurê Kurdistanê çi destkeftîyên sîyasî û hwd avanekirî bûye rêberê rewşenbîrên Silêmanîyê. Nêrînên nezelal ên wekî konfederalîzma demokratîk û modernîteya demokratîk wekî pêşverû hatine pejirandin. Lêbelê, Başûrê Kurdistanê xwedî destkeftiyek mezin e, Herêma Kurdistanê, ku ji perspektîfên xeyalî yê Ocalan pir pêşdetir desthilatekî Kurdistanî avabûye. Rojeva wan ne parastin û demokratîkkirina vê destkeftiyê ye; yên ku gotarek serpêhatî wekî konfederalîzma demokratîk dişopînin, xeletiyek mezin dikin. Kurdistana Başûr nîvdewlet e. Ev mîna ku tu ji hespê peya bibî û xwe li kerê siwarbikî ye.
Di pênc salên dawî de, rojeva siyasî li Silêmaniyê weke ya PKKê ku dibêje ‘Faşîzma Erdogan’ û li ser wê rojev tê meşandin. Gelo dewleta Tirk kolonyalîst e? Belê. Gelo Erdogan demokrat e? Na… Ev hemû rast in. Divê her Kurdek li dijî her kolonyalîst helwest bigire. Divê ew li dijî nasnameya kolonyalîst a Tirkiyeyê helwest bigire. Lê hewldana dijberiya Tirkiyeyê ji Silêmaniyê, di heman demê de nekarîna li dijî dewleta Îranê ya paşverû û rejîma Şîe ya Iraqê, ku ruhê Silêmaniyê didizin, helwest bigire. Ev tenê veşartina xafilbûna xwe ye. Paşguhkirina kesayetiyên mîna Qeys Xezelî û Reyan Kildanî, ku rast li ber çavê we ne, rabin qala Erdogan dikin ev yek xwe xapandin e. Ferqa çi serokên dagirker nîne lê yê ber pozê te xeternaktir e. pêdivîye destpêkê dijberîya wî bikî.
Yên ku dagirkirina Kerkûkê nebîne û qala dagirkirina Behdînan kirin bêwateye. Yên ku bi peymana girê Casûsa lûtkeyên Qendîl radesytî dewleta dagirker ya Iranê kirî nikarin bibêjin ew Behdînan diparêze. Heşdî Şebî DAÎŞ a Şîe ya ye. Silêmanî û desthilatdariya wê ya siyasî, YNK, hevkarên stratejîk ên Heşdî Şebî ne. YNKê bi komployeke mezin Kerkûk radestî Heşdî Şebî û hikûmeta Îran-Iraqê kir.
Gelo rewşenbîrên Silêmaniyê wê demê helwest girtin? Naa. Lê rewşenbîr, her çend li ser Kerkukê, ku tam li cîranê wê ye, bêdeng man jî, behsa faşîzma dewletek din dikin û helwest girtin. Şûjina çavê xwe re nabîne behsa derzî çavê alemê re dike.
Rêvebir û rewşenbîrên Metro Senter, ku dema çend kesên (nasnameya wan nayê zanîn) mîna Şîrwan Şîrwanî hatin girtin, navên mezin mîna girtiyên Behdînanê bi nav kirin û daxuyaniyek çapemeniyê dan. Lê îro li ber çavên van “rewşenbîra” dema ku televîzyonê ya Lahûr Cengî, ZOOM TV, ji aliyê komandoyên YNKê ve hat talankirin bêdeng man. Gelo ev tê wateya rewşenbîrbûnê? Naa, ev dîvelokên Bafil in.
Ev xelet e. Her tişt li ser kokên xwe mezin dibe. Pêşî, divê hûn ji faşîzma partîyan a li Silêmaniyê re bêjin êdî bese, pêşî divê hûn ji rêxistina mafyayê ya ku bajarê Silêmaniyê birêve dibe re bibêjin êdî bese. Ger hûn vê yekê nekin, hûn nekarin ji wan qehwexaneyên navdar piştgiriyê bidin bajarên din, deverên din ên Kurdistanê. Rûniştina li wan qehwexaneyan, bi gotina “kole û eşîrperest” ji xelkê Behdînanê re, xelkê Hewlerê û endamên PDKê re, we nagihîne tu derê.
Rewşenbîran, bi bêçalakî û ajandeyên xwe yên xelet, hêrsa Bafil Talabanî ji bo serokatiyê gur kirîye û tetîkkêşên mafyayê yên wekî Wehap Helebçeyê kirine kesayetiya herî rêzdar li Silêmaniyê. Windakirin bi her awayî windakirin e. Ji niha û pê ve, ew ê an berjewendî, meqam û rehetiyên xwe yên kesane bidin aliyekî, rexne û fedakerî van xeletiyan rawestînin, an jî ew ê bi tevahî teslîmî rejîma mafyaya sîyasî ya bênasname ya li Silêmanîyê bibin.
Hilbijartin û çarenûs di destê rewşenbîr û siyasetmedarên Silêmaniyê de ye. Ji nuke û pêva pêşveçûn dê di bin berpirsyarîya van rewşenbîran da be.