Rojhilata Navîn di guhertinên bilez û bingegîn de ye. Dengê lingên pergaleke nû tê bihîstin, rejîm hildiweşin û sînor dê biguherin. Û Kurd yek ji aktorên herî girîng ên vê pêvajoyê ne, di rewşekê de ne ku çarenûsa Rojhilata Navîn diyar bikin û çarenûsa xwe biguherînin.
Ev derfet her tim bi dest nakeve, lê hin derdor operasyonekê dikin da ku rojeva Kurdan manîpule bikin, da ku ew ji vê derfeta zêrîn sûd wernegirin. Bi taybetî, hewl tê dayîn ku Herêma Kurdistanê bi mijarên wekî mûçe ve mijûl bikin.
Û ji bo vê armancê, ji sala 2012an vir ve şerekî hîbrîd li dijî Herêma Kurdistanê tê meşandin.
Iraq li dijî Herêma Kurdistanê şerekî hîbrîd dimeşîne
Frank Hofman yekem car di sala 2007an de peyva “şerê hîbrîd” bikar anî. Şerê hîbrîd rêbazeke şerê nifşê nû ye ku tê de rêbazên şerê konvansîyonel û asîmetrîk bi nav hevde tên meşandin
Nirxandinek ji nêz ve eşkere dike ku hemî rêbazên şerê hîbrîd li ser Herêma Kurdistanê têne sepandin.
Di Şerê hîbrîd de taybetmendiya herî girîng a ku şerê hîbrîd ji şerê meydanî cuda dike, şiyana zextkirina aliyê dijber bêyî ragihandina şer e, ku muxateb were dîtin. Di şerekî wiha de, dibe ku aliyê di bin êrişê de mayî nikaribe îspat bike ku ew rastî êrîşê tên. Hêzên ku şerê hîbrîd dikin hêzên taybet, hêzên nerêkûpêk (milîs), hêmanên şerê aborî, êrîşên sîber û dîplomasiyê bikar tînin. Ya herî girîng, hêzên herêmî yên ku piştgirî didin kaosê têne aktîfkirin.
Li van hemî amaran binêrin hûnê bibînin ku hemî li dijî Herêma Kurdistanê têne bikar anîn. Hikûmeta navendî ya Iraqê ji sala 2009an vir ve li dijî Kurdan şerekî hîbrîd ê piralî dimeşîne.
Lêbelê, şer bi awayekî tê meşandin ku, li pişt sazîyên fermî yên wekî qanûn, dadgeh, wezaret û hwd., ew êrîşên xwe wekî parastina serdestiya qanûn û pergala îdarî nîşan didin.
Ji sala 2012an vir ve şerekî berdewam li dijî Kurdistanê tê meşandin…
Ji sala 2012an vir ve, wan pirsgirêka mûçe ektîfkir, bi zanebûn xelk birçî hiştine û şerekî aborî dane destpêkirin, û ev yek di bin kemameya destûrê de tê kirin. yanî 13 sal in li dijî Kurdan şerekî aborî heye.
Iraq dixwaze çavkaniyên weke şîrê dayikê li Kurdan helal, dewlemendîya sererd û binerd ên Kurdan, bajar û gundên wan desteser bike. Iraq hêdî hêdî Kurdistanê dagir dike. Kerkûk û Şingal ji Kurdan stend, lê ew vê yekê wekî sepandina pergala dewletê bi nav dike.
Wan bi rîya cehşên xwe li Bexdayê ofîsên KDP û ala Kurdistanê şewitandin, li dijî Kurdan şerê psîkolojîk kir, lê bi îdiaya ku ew bertekek sivîl bû, ev êrişa xwe veşartin.
Cehşên Kurd ji bo avakirina malperan û organîzekirina xwepêşandanan di bin kemameya xwepêşandanên mamosteyan de pere didin hevkarên xwe û wan wekî Kurdên oposîzyon nîşan didin.
Wezîra Koçberan û Wezîra Aboriyê yên Hikûmeta Iraqê mîna du şervanan ku mertal di dest de ne, êrîşî Kurdan û pêşeroja wan dikin.
Ango, Iraq şerekî veşartî yê hîbrîd li dijî Kurdan dimeşîne. Û ewqas veşartî dimeşîne ku mirov nikare jê re bibêje şer…. Bê guman, şerekî çekdarî jî heye. Ji sala 2014an vir ve, Herêma Kurdistanê rastî êrîşê tê, hewl tê dayîn ku Kurdistanê bê statû bikin.
Despêkê DAIŞ ê êrîş kir, paşê çeteyên Heşdî Şebî bi dronan êrîş kirin, PKK ê di çarçoveya vê projeyê de êrîş kir, û dewleta Îranê jî êrîş kir. Dewleta Tirkiyeyê ji bi hinceta tunekirina PKK ê êrîş kir.
Hewlêra Paytaxt di bin êrişên dron û mûşekan de kerameta xwe parast. Niha, “êrîşên dronan li ser zeviyên petrolê” dom dike, ku dewleta Iraqê qet nekariye wan tespît bike, lê her kes pê dizane. Yanî, di 11 salên dawî de, dengê çeka qed li ser Kurdistanê kêm nebûye.
Û niha, rexmê vî şerî jî tê gotin ku pirsgirêk di nav Erbîl û Bexdayê de hene. Lê belê, divîya xelk û rewşenbîrên Kurdistanê kiryarên Bexdayê wekî şerê Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê bi nav bikin.
Belê, pirsgirêka mûçe bandorê li jiyana her kesî dike, lê pirsgirêk ji nedana mûçe pir mezintir e. Banga hin Iraqiyên nijadperestên muxalif ji bo veguheztina dahatan bo Iraqê, bangek e ji bo Kurdan ku bi teslîmbûnê razî bibin. Hikûmeta Kurdistanê ji aliyê dadperweriyê û pêşverûiye ji desthilata Bexdayê pir pêşdatir e. Heke desthilata Hewlêrê ji aliyê Iraqê ve hatiba meşandin niha çi kêşeyên Iraqê li herêmê nedibûn.
Welew heke Kurd teslîm bibin jî, Bexda ewqas bêwijdan e ku were û yek bi yek mal û milkên kurdan desteser bike. Dê midûrên Ereb werin ser dam û dezgehên me.
Desthilata Iraqê xwedî fahmekî paşverû ye û pêşeroja wê ne diyar e. Çima divê Kurd teslîmî vê sîstema pêşeroja wê ne diyar bibin? Çima divê em maf û dahata xwe yê rewa, mîna şîrê dayikê helal, teslîmî kaosa Iraqê bikin? Divê Kurd hinekî din diranên xwe bişidînin û li ser guhertina li Rojhilata Navîn di amadebaşî de bin. Tenê bi vî şêwazî emê bikarin tarîtiya ku li ser me hatiye ferzkirin û vî şerê hîbrîd têk bibin.