Li Şengalê çi diqewime, û çima PKK ê çeperên xwe radest kirin?

Li Şengalê çi diqewime, û çima PKK ê çeperên xwe radest kirin?

Di demên dawî de li Şengalê çalakiyek girîng heye. Gelek leşker û wesayîtên zirxî yên artêşa Iraqê ketine navenda bajarê Şengalê. YBŞ ya pêkhateya PKK ê û Rêveberiya Xweser a Şengalê li hev kirine ku xalên kontrolê yên ku bi salan kontrol dikirin radestî artêşa Iraqê bikin.

Li gorî medyayê û çavkaniyên herêmî, zêdetirî 11,000 hêzên artêşê, polîs û milîsên Heşdî Şebî yên Iraqê ketine Şengalê. Hêzan navenda bajarê Şengalê, sînorê Rojava, rêyên ku diçin Herêma Kurdistanê û hemî rêyên di navbera gundan de kontrol kirine.

Niştecihên Şengalê: PKK avahiyên xwe vala kirin û çûn

Li gorî agahiyên ku DarkaMazi ji çavkaniyên herêmî wergirtî, PKK xalên kontrolê yên stratejîk û baregehên xwe yên li gundên Sînunê, Xanesor û Qibletê radestî Iraqê kiriye. Radestkirin nîşan dide ku peymanek pêşwext heye. Ji ber ku tê ragihandin ku çend demjimêr berî hatina artêşa Iraqê, hêz û saziyên girêdayî PKK ê bi wasayîtên barhelgir xalên kontrolê û avahiyên ku lê bi cih bibûn vala kirine û çûne. Xelkê herêmê vê yekê piştrast dikin û dibêjin, “PKK wêne û kelûpelên xwe ji avahî û xalên kontrolê berhev kirin, dû re ew paqij kirin û çûn. Kêmtir ji du demjimêran şûnda, hêzên Iraqî gihîştin van binkeyan û li wir bi cih bûn.”

Hevkariya Tarî ya 12 Salî di navbera PKK û Bexdayê de li ser Şengalê

Ev ne peymana yekem e ku PKK bi artêşa Iraqê re çêkiriye. Ji roja îro ve zincîreyek peymanan bi awayên cûrbecûr berdewam kiriye, ku bi êrîşa DAIŞ ê ya li ser Kurdên Êzîdî li Şengalê di sala 2013 an de dest pê kir. Di vê heyamê de, kesayetên mîna Riza Altun û Sabrî Ok bi rêberên Şîe yên li Bexdayê re civiyan û soz dan ku li gorî berjewendiyên Iraq û Îranê tevbigerin da ku li Şengalê û li ser xeta Germiyanê bi cih bibin. Li ser vî bingehî, wan piştgiriyek girîng a aborî, siyasî û lojîstîkî wergirt.

Gava yekem a peymanê piştî êrîşa DAIŞ ê ya 2014 an pêk hat: PKK li hember derxistina Êzidiyan û Şengal ji Herêma Kurdistanê li Şingalê bi cih bû. PKK xwe li Şingalê ne wekî hêzek dijî DAIŞ ê, lê wekî hêzek dijî Pêşmerge bi cih kir. Ji ber vê yekê, beşdarî operasyona rizgarkirina Şingalê nebû, ku hêzên Pêşmerge tê de beşdar bibûn.

PKK ê rê li ber dewlet û pêkhateyên şîe vekir da ku li Şengal bibin desthilatdar.

Qunaxa duyemîn di navbera salên 2017 û 2018 an de pêk hat. Bi referandûma serxwebûna Kurdistanê û dagirkirina Kerkukê re serdemeke nû dest pê kir. PKK bi dewleta Iraqê re li ser bingeha ku Heşdî Şebî rasterast were Şengal, li hev kir. Li ser bingeha vê peymanê, artêşa Iraqê û Heşdî Şebî gihîştin Şengalê. Heta vê serdemê, PKK ê rasterast hebûna xwe ya li herêmê qebûl îlankir. Lêbelê, ji ber aliyê navneteweyî, dewleta Iraqê nexwest navê PKK were bikaranîn. Dema ku fêm kir ku ew nikare xwe bi navê PKK li wir fermî bike, PKK ev rewş qebûl kir. Di daxuyaniyek nivîskî ya ku KCK ê di 23 ê Nîsana 2018 an de weşand de, hate gotin ku şert û mercên 3 ê Tebaxa 2014 an ji holê rabûne û ewlehiya Şengal û deverên derdora wê hatiye temînkirin, û ji ber vê yekê hêzên em hêzên xwe dê vekişin. Yanî, ketina Heşdî Şebî ya Şengal ewle kiriye. Bê guman, PKK venekişiya. Tenê hin alîgirên xwe çalak kirin û bi Heşdî Şebî re bi hev re rêveberiya Şengal domand. Wê demê, PKK û Heşdî Şebî li hev kirin û li Şengal desthilata îdarî parve kirin.

Paşxaneya teslîmbûna 2025 an:

Qunaxa sêyemîn hîn jî berdewam dike: di van 12 salên di navbera 2013 û 2025 an de, PKK hewl da ku wekî beşek ji eniya Îranê li Başûrê Kurdistanê cihekî bi dest bixe. Li gelek deveran êrîşî hêzên Pêşmerge kir û bi şewitandina bazarên Hewler(lengê) û Duhokê(sukaÇelê) şerekî aborî da destpêkirin. Û, bi taybetî di medyayê de, bênavber dijminatî da destpêkirin. Lêbelê, eniya Şîe, ku PKK  jî tê de bû, bi hilweşîna rejîma Esed re derbeyek mezin xwar. Tam dema ku PKK winda bû, Ocalan û dewleta Tirk mudaxele kirin û Ocalan PKK di nav sîstema dewleta Tirk de bicihkir.

Serokatiya PKK niha ji ber zexta Ocalan bêdeng dimîne. Lêbelê, serokatiya PKK ê, bi rêberîya Cemîl Bayik, nikare bi tevahî têkiliyên xwe yên bi Îranê re qud bike. Ev ji ber hebûna wan li Silêmaniyê, bicihbûna wan li ser sînorê Îranê, peymana PJAK ê bi Îranê re û çeperên wan yên girîng li Şengal û Mexmûrê ye. Ji ber vê yekê, pkk hewl dide ku hebûna xwe li Iraq û Başûrê Kurdistanê bêyî ku bi dewletên Iraq û Îranê re pevçûn bike, biparêze. Ji ber vê yekê, ew hemî daxwazên Iraqê pêk tîne.

Gelo ferman ji Îmraliyê hat?

Pêvajoya xwe hilweşandin û danîna çekan ji aliyê PKK ê ve bi gelek awayan berdewam dike, ji bilî tiştên ku di raya giştî de têne zanîn. Her wiha tê bihîstin ku çolkirina Pkk ê ya herêma Şengalê li ser daxwazîya dewleta Tirkiyê û Îmraliyê çêbû ye. Dewleta Tirkiyê naxwaze “Projeya Rêya Geşepêdanê” ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de ji xeta Şengalê derbas bibe û hêzên Kurdî li herêmê hebin, û bi heman awayî Iraq jî naxwaze. Ji ber vê yekê, guhertina çeperan li Şengalê ne tenê peymanek di navbera PKK û Iraqê de ye; ew dişibihe peymanek di navbera hêzên herêmî de.

Çima niha Iraq çeperên xwe li Şengalê xurt dike?

serdema ku dewleta Iraqê çeperên xwe li Şingalê xurt dike û hêza xwe ya leşkerî ya mezin li wir cih dike pir balkêş e. Ev ji ber ku hem tevgerek dijî-Kurdistanê heye û hem jî pêvajoya amadekariya şer e.

Iraq û milîsên Şîe niha di bin zextek girîng a Îsraîl û Emerîka de ne. Paşeroja Iraqê di nav kaosa li Rojhilata Navîn de pir nakoke. Gotûbêj li ser dabeşkirina Iraqê bo sê dewletên cuda hene, û Iraq ji bo şerekî muhtemel bi Îsraîlê re amadekariyan dike. Wekî din, Şîayên Iraqî ji bo şerekî navxweyî li Iraqê amadekariyan dikin. Ji ber vê yekê, artêş û milîs di nava liv û tevgerê da ne û pozîsyonên xwe jî xurt dikin. Zêdetirî 11,000 hêz li Şengal hatine bicihkirin.

Iraq li hemû deveran, bi taybetî li ser sînor, sengerên xwe xurt dike. Sînorê Sûriyê û Rojava di nav van de ne. Di demek dirêj de, Iraq armanc dike ku li dijî pêşketinên li Rojava helwestek bigire. Yanî, ew armanc dike ku xetek Şîe-Ereb di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ava bike. Rejîma Şîe ya Iraqê û milîsên wê armanc dikin ku Herêma Kurdistanê bişkînin û van deveran bi awayekî mayînde ji Kurdistanê veqetînin bi avakirina hebûnek xurt li herêmên Kurdî yên ku di bin madeya 140 de ne. Şengal di vê planê de cihekî pir stratejîk digire. Ango, dewleta Iraqê li Şengal korîdorek dijî-Kurdistanê diafirîne

Radestkirina Şengalê ji aliyê PKK ê ve bo Iraqê, pozîsyona rejîma Şîe ya Iraqê li dijî Kurd, Erebên Sunnî û Rojava xurt kiriye.

PKK ê peymana xwe ya bi Bexdayê re veşart û medyaya wê jî PDK kir armanç

Radestkirina herêma Şengal di navbera rejîma Şîe ya Iraqê û PKK ê de,di nav çekdarên Êzîdî bû sedema nerazîbûnê. Ji ber vê sedemê, PKK ê peymana ku bi Bexdayê û serokatiya milîsan re çêkiribû ji rêveberîya Şengalê veşart.

Li gorî agahiyên berdest, talîmat ji PKK û kadroyên bakurî ên li Şengalê re hatine şandin ku “tu pevçûn çênabin û vê peymanê aşkere nekin” PKK ê bi rêya Çira TV  xelkê Şengalê manîpule kir, xwe wekî ku ji bûyerê bêxeber e nîşan da û PDK tumetbar kir. Raportên medyaya PKK ê û daxuyaniyên endamên PKK ê PDK wekî berpirsiyarê ketina artêşa Iraqê bo Şengalê nîşan da.

PKK ê çeperên xwe radestî Kurdan nekir

Bi berçavgirtina çarçoveya ku li jor hatî destnîşan kirin, eşkere dibe ku radestkirina bingehan di navbera PKK û komên Şîe yên Iraqê de li Şengalê, ji bo Kurdan ne helwestek guncaw bû. Di demekê de ku Kurd li Rojhilata Navîn di rewşek ewqas krîtîk de ne, radestkirina veşartî ya çeperên xwe ji aliyê PKK ê ve ji bo Iraqê windahiyek girîng e ji bo Kurdan. Ji sala 2013 an vir ve, PKK ê dema ku pêwîst bû çeperên xwe yên li Rojava û Sûriye yê ji bo Beşar Esad çolkirin. Dema ku pêwîst bû, çeperên xwe yên li deverên wekî Mexmûr-Qereçox, Germiyan û Dûzxurmatu ji bo Iraqê çolkirin. PKK ê Girê Casûsan li Qendîlê ji bo Îranê çolkirin-radestkirin. Li Behdînanê, çeperên xwe yên li deverên wekî Heftanîn, Metîna, Zap, Avaşîn û Xaxurkê radestî Tirkiyeyê kirin. Lêbelê, qet çeperên xwe jî radestî pêşmergê herêma Kurdsitanê nekir. Ji bo hêzên Pêşmerge yek çeper jî neberda. Ger hêza ku sê roj berê çû Şingalê hêzek Pêşmerge bûya, yek ser da Pkk bê dudilî şerê wan bikira. Bi vî awayî careke din derket holê ku daxuyaniyên kesayetên payebilind ên di rêveberiya PKK ê de yên wekî Bese Hozat û Mistafa Qarasû yên ku dibêjin “Şengal beşek ji Iraqê ye” di rastiyê de zîhniyet û armanca PKK ê eşkere dikin.