Piştî 140 rojan ji fesixkirina xwe, PKK’ê nûçeya mirina 156 ciwanên Kurd gihandiye malên wan

Di 27ê Sibatê de, Evdila Ocalan, rêberê PKK’ê, daxuyaniyek da û bang li PKK’ê kir ku xwe hilweşîne. PKK’ê, di daxuyaniyekê de ku di 7ê Gulanê de hat weşandin, hilweşandina xwe û bidawîbûna têkoşîna çekdarî ragihand. Dema ku me ev video çêkir, PKK tam dibe 140 roj ku xwe hilweşandîye.

Di van 140 rojan de li herêmê û Rojhilata Navîn bûyerên balkêş qewimîn. Li Xeze, Ukrayna, tevlîkirina Heşdî Şebî di nav lîsteya terorê de, bilindbûna bihayên zêr, û hwd. Lêbelê, pirsgirêkek din jî hebû: ew jî agir ket nava 156 malbatên Kurd.

Li kî derê? Li Kurdistanê.

Çawa? Nûçeya mirina 156 ciwanên Kurd gihîşt malên wan.

Ev zarok kî bûn? Ew Ciwanên Kurd ku PKK mirina wan bi salan veşartî bûn.

Ev 140 rojin ku PKK’e hatiye hilweşandin. Û hatiye ragihandin ku di van 140 rojan de 156 kesan di nav refên HPG’ê de jiyana xwe ji dest dane. Ev hejmara ku hatiye ragihandin kesên ku li Rojava, Şingal, Mexmûr û PJAK’ê jiyana xwe ji dest dane nagire nav xwe.

Her wiha berpirsên payebilind ên wekî Elî Heydar Qeytan, Riza Altûn û Nurettin Sofi jî nagire nav xwe. Ango, lîste di rastiyê de pir mezintir e. Em dikarin daxuyaniyên HPG ê bi kurtasî wiha bijmêrin:

  • HPG ê di van 140 rojan de derbarê şervanên xwe yên ku jiyana xwe ji dest dane de 53 cara daxuyanî weşand.

  • Li gorî daxuyaniyan, hejmara giştî ya canê xwe jidestdaîya: 156 kesin.

  • 51 ji van jin û 105 mêr bûn.

  • 16 ji van li Bakur jîyana xwe ji dest dane. 140 kesên mayî li axa Başûrê Kurdistanê ya di bin kontrola PKK’ê de jiyana xwe ji dest dane.

  • 14 ji wan navên ku hatin ragihandin berpirsên payebilind bûn (Navên wan Hene).

Belê, Kurdan di van 140 rojan de gelek tişt nîqaş kirine, lê wan li ser mirina van 156 zarokan nîqaş nekiriye. Kes derneketiye pêş ku bipirse çima ew mirine, çima mirina wan hatiye veşartin, çima niha têne ragihandin… weke ku ew ciwan milkê PKK’ê ne kes çi pirsa nake.

Ji sedî 70ê a van 156 kesan ku PKK’ê wekî “Mirî” ragihandî, yên ji beriya sala 2023an bûn. Hin ji wan di salên 2016 û 2017an de jîyana xwe ji dest dane. Yanî, hin ji mirina va 9 salin tê veşartin. Çima?

Lê dîsa jî, dewleta Tirkiyê dema bûyerên kujerî dike, nav û wêneyên wan eşkere dike.

Mînak: Dewleta Tirkiyê kuştina Rohat Rover (Azad Akıncı) di sala 2024an de ragihand. Nav, wêne û mîsyona Rohat eşkere kir. Lê PKK’ê tenê salek û nîv şûnda eve ragihand… Çima?

Dîsa, dewleta Tirk kuştina Emîne Erciyes (Nazlı Taşpinar) di sala 2021an de, digel cih û armanca wê ragihand. Lêbelê, PKK’ê tam çar sal şûnda, di sala 2025an de, piştî ku xwe hilweşandî, ragihand. Û bi rojane, pesnê Emîne Erciyes didin.

Ger dewlet dizane PKK’e jî dizane, Kadroyên PKK’ê jî dizanin. Ji ber çi mirina van ciwanên ji malbatên wan tê veşartin? Çima ji raya giştî vedişêre? Çima PKK’e ji girseya xwe vedişêre? Bi rastî, gelo PKK’e rastî li ser sedem û cihên miriyan agahîyên rast dide an ne, ew jî ne diyar e.

Di navbera salên 2017 û 2024an de, dema ku PKK’ê derbeyek leşkerî ya mezin xwarî, wendahiyên xwe veşartin da ku têkçûna xwe veşêre.

Niha, PKK’e hema hema her roj navên ciwanên mirî eşkere dike, PKK’e termê ciwanên mirî bikar tîne da ku pêşî li bertekên Kurdan li hember pêvajoya bêçekbûnê ya bê destkeft ya ku Evdila Ocalan ragihandî bigire.

Her roj, yekem nûçeya ku medyaya PKK’ê mirovî pê bêzar dike, parvekirina daxuyaniya HPG’ê ye derbarê ciwanên mirî de ye. Bi wêneyên keçên ciwan û delal, helbestên ku ew berî mirina xwe dixwînin û distirin tên pexşkirin, PKK’e bi vî şêwazî dixwaze rê li ber rexne û bertekên gel bigire. Di Heman dem de ew dixweze cewê hestîyarî li ser Kurdan belav nebe da ku bikare kontrolê li ser Kurdan bike.

Ji vê re siyaseta cenazeyê tê gotin.

Rastî ev e: PKK ciwanan ne ji bo zindî hiştina wan, ji bo li ser xwîna wan siyasetê bike bikar tîne. Her ciwanek ku dimire di çavên wan de hejmarek e, amûrek propagandayê ye. Jiyana wan ji bo PKK’ê ti nirxek nîne. Lê jîyana wî zarokî gîyanê Dayikê ye, hêviya Babê ye. Aha eve xîyaneta rastîn.

Divê her kes li zarokên xwe xwedî derkeve; divê malbat ji PKK’ê bipirsin zarokên me li ku ne.

Bi hezaran nav hene ku PKK’ê ji salên 1990 î vir ve eşkere nekiriye, ku çarenûsa wan na diyare. Her wiha tê zanîn ku navên zêdetirî hezar ciwanên ku ji pêngava Şemzînanê ya 2013an vir ve jiyana xwe ji dest dane veşartî ne. Ne hewce ye ku her roj agirê cegerê berdidin nava maleka Kurd. Madem ku PKK’ê xwe hilweşandiye, divê carekê de hemû navên jîyana xwe ji dest dayî ragihînin.

Weke erkekî exlaqî û wîjdanî dev ji siyaseta xwîn û cenazeyan berde.

Lê mixabinî ve, em ê heya çend sal şûnda jî navên ku PKK’e mirina wan eşkere dike bibihîzin.

Pustên heman beş