Pêvajoya di navbera Tirkiyê û PKK’ê de jîyê wê bû salek: kî serket û kî bin ket?

pêvajo ber bi kîve-info

Di 1 ê Cotmeha 2024 an de di vekirina parlemanî de, Dewlet Baxçelî, serokê partiya herî neteweperest û kûr a di sîstema siyasî ya Tirkiyeyê de, çû destê parlemanên Partiya Tevgera Demokratîk (DEM) û silavek germ li wan kir. Piştî wê silavdanê, serdemek dest pê kir, ku dewletê jê re dibije “Tirkiyeya bê teror” û PKKe jî jê re dibije “Entegrasyona Demokratîk”, her çend bi rastî kesî nizanibû armancên wê çi ne, lê bi giştî weke “pêvajo” tê pênasekirin.

Salek bi ser wê dîrokê derbas bû. Di nav salekê de, Ocalan ragihand, “Ez ji bo Kurdan dewletê naxwazim, ez bo Kurdan xweseriyê naxwazim, ez bo Kurdan mafên çandî jî naxwazim” û PKKe fesihkir. Paşê, PKKê di xwepêşandanek mezin de kongreyek hilweşandinê li dar xist. Wan çekên xwe şewitandin. Dîmenek cûre reng bo raya giştî hate danîn. Lê heke hûn wê showê û sîstema xwepêşandanan bidin aliyekî, di vê salê de çi qewimî? Kurdan çi bi dest xistin, û pirsgirêk gehişte kû? Divê ev pirs werin bersivdan.

Ya herî girîng ev e ku di vê salê de tu ciwanek Kurd nemir. Ev mawê Salekê ye ciwanên Kurd ji bo îdeolojiyek û partiyek ku armancên wê nezelal namirin. PKKe tenê behsa demokratîkkirina dewleta Tirkiyeyê dike, û heman wext Kurdan ne layiqî dewletek û ne jî xwerêveberiyê sîyasî-îdarî nabîne. Loma jî ev yek pir girîng e ku ciwan êdî nemirin. Ev tenê qezenca vê pêvajoyê ye ji bo Kurdan.

Werin em bi hev re li qezencên vê “pêvajoyê” ji bo Kurdan binêrin.

Lê pêşî bibejîn ku Kurd ji rewşa xwe ya berê paşdatir çûye.

Heke bi kurtasî em behs bikîn:

Di pêvajoyê de Başûrê Kurdistanê:

Bi rastî, nevaneda vê pêvajoya bûye pirsa ka “gerîla dê çawa çekên xwe deynin û ji çiyayan dakevin”. Û pirsa ka çekdarên PKKê ka wê çawa ji çiyayan dakeve ji Bakur bêtir Başûrê Kurdistanê eleqedar dike. Ji ber ku li çiyayên Bakur gerîla tune ne. Hemû gerîla li Başûr in. Şer ne li Bakur bû, li Başûr bû. Şer li ser axa Başûrê Kurdistanê dihat kirin.

Ne dewleta Tirkiyeyê û ne jî PKKê deverên ku li Başûrê Kurdistanê dagir kirine radestî gûndnişînên deverê nekirin e. Berevajî vê, her du alî jî, ji rawestandina xebatên xwe yê li ser tunel, çeper û lojîstîkî… li çiyayan, bi rawestandina şer re hîn bêtir zêde kirine. Belê, xelkê Başûr, nemaze li herêma Behdînanê, piştî ku şer rawestiya, hinekî rehettir bûn. Lê ew nekarîn vegerin ser kavle gûndên xwe.

PKKe ji Şengalê derneket, Berevajî vê, artêşa Iraqê anî Şengalê.

PKKê dijminatiya xwe yah ember Barzanî û PDKê hîn kûrtir û ziravtir kirîye. Ne Iraqê û ne jî YBŞ, berevajî kiryarên xwe yên li dijî hikûmeta Hewlêrê, hevpeynamîya xwe ne hilweşand. yanî, Başûrê Kurdistanê ji vê pêvajoyê PKKê û Tirkîyê sûdmend nebû.

Di pêvajoyê de Bakurê Kurdistanê:

Hin girtiyên ku bi salan di girtîgehê de bûn û tevî ku cezayên xwe temam kiribûn jî nehatibûn berdan, û her weha nexweşên penceşêrê, piranî hatin berdan. Lêbelê zilma li ser zimanê Kurdî hîn bi dawî nebûye û serokê parlemanê Tirkîyê got “derveyî zimanê Tirkî çi ziman fermi nabin û nayê axiftin”. Du tişta xwe da pêş PKKê girseya xwe ya resen ji bajarekî ber bi bajarekî din ve dibir, ji bo Ocalan propagandayê dikir. Partiya DEM, ji zextê rizgar bû, derfet dît ku li Parlamentoyê bi Baxçelî û Erdogan re wênekê bikşin. Ev jî bû destê wêneya rûyê Tirkiyeya nû. Niha, ne Partiya DEM ê û ne jî PKKe qed behsa xwe rêvebirina Kurdên Bakûr nake. Berevajî vê, têgehên wekî “komuna demokratîk û entegrasyona demokratîk” tê niqaşkirin ve yek jî Kurdan bêtir qels dike. Yanî, Bakur ji şer dûr ev çend salin di nava aramîyekî hejok da ne lê ev çareserîyekî mayînde nine. Ew tenê bo Kurdan wek misekinekê ye.

Di pêvajoyê de Rewşa Rojhilat:

“Pêvajoya” di navbera dewleta Tirkiyê û PKKê de bandorekî erênî li Rojhilatê Kurdistanê nekir. heya, wekî ku dê dîyar bibe, Îran amade ye ku têkiliyeke wehe a PKK-dewleta Tirkiyê bi rêxistina Rojhilatê Kurdistanê ya PKKê, PJAK, re bike. Yanî, Rojhilat dê bibe qurbana nedîtî yê vê pêvajoyê.

Di pêvajoyê de Rewşa Rojava:

Me ya herî girîng ji bo dawiyê hişt. Ji ber ku ev ku jê re tê gotin “pêvajoya”, bi rastî ji bo pêşîgirtina bidestxistina statûyekî îdarî û sîyasî ji hêla Kurdan li Rojava. Ne tesaduf e ku dewleta Tirkiyê, tam di wê dema ku rejîma Esed li ber hilweşandinê bû, Ocalan dîsa derxist nava gorepana sîyasetê. Ocalan di sengerê dijmin da li dijî destkeftên Rojava helwest nîşan da. Vê yekê serwerîya Kurdan li Rojava qels kir. Di dema hilweşîna rejîma Esed da ew valahî hebûn ku Kurd hê bêhtir sûdmend bibin. Dewleta Tirk bi plan Ocalan desrxist qada sîyasetê û bi nave “em çareser dikin, kêm maye û hw” bi Kurdên Rojava da windakirin. Ocalan wek nûnerê dewleta Tirk midaxileyî Rojava kir. Di wê demê de, endamê berê yê El Qaîdeyê Ehmet Şara bi çêkirina gelek peymanên aborî xwe rewa kir. Bi rastî, civîna dawî ya Neteweyên Yekbûyî meşrûîyeta Şara wek serokê Sûrîyê hat piştrast kir.

Di encamê de, serwerîya Kurdan li Rojava li gorî salek berê hê lewaztir bûye.

Û dewleta Tirk hewl dide ku destkeftiyên li wir mînîmalîze bike.

Ango, di demekê de ku dewlet û PKKe bi “azadiya Ocalan, civîna wî bi komîsyonê re û şanoya şewitandina çekan” Kurd hatin mijûlkirin û li Rojava hêdî hêdî ber bi tinebûnê ve dibe.

Xirvekirina tiştên ku me “di mawê salekê qewimî” ji bo çar parçeyên Kurdistanê bi kurt û cewherî tê vê wateyê. Bi vê pêvajoyê tiştê ku destê Kurdan de mayî sifir e yanî tiştek bi dest nexistin.

Lêbelê, ji bo Tirkiyeyê rewş ne bi vî awayî bû. Dibe ku Erdogan pir mezin qezenc nekiribe, lê wî operasyonek li dijî muxalefeta navxweyî, bi serokatiya CHP, da destpêkirin û rikaberê xwe yê qewî di pêşbirka “Serokkomarîyê” Ekrem Îmamoglu ji hole rakir.

Pustên heman beş