PKK; mînaka siyaseteke têkçûyî ye

PKK, ku berê xwe wekî ala hilgira azadî û edaletê ji bo gelê Kurdistanê bi nav dikir, niha di rewşeke xetimî deye. Vê partiya qaşo Kurdistanî bi salane, diroşmeyên berxwedan û parastina neteweya Kurd hilgirtîn û li her derê van dirûşmeya bi alîgirên xwe dide qêrîn, lê di pratîkê de, siyasetên vê rêxistinê tenê bûn sedema wêranî, bêhêvîbûn û koçberiya gelê Kurd, bûn sedema şewitîna gund û bajarên kurdan. Şer û pevçûnên leşkerî yên bêdawî û bêyî asoyek zelal PKK ji rewatiya gel bêpar hiştiye û baweriya civakê bi tevahî hilweşandiye.

Memet Mêrdînî

Paşvekişandinên berdewam, peymanên veşartî bi hêzên herêmî re, û balkişandina ser berjewendiyên navxweyî yên rêxistinê nîşan didin ku PKK ticarî nûnerê rastîn ê neteweya kurd nebûye; berevajî vê, ew tevgereke ku pîroziyên dîrokîyên gelê kurd ji bo mayîndebûna xwe feda kiriye û dike, PKK’e partiyeke ewqas xayîne ku ji fedakirin û qurbanîkirina ti pîrozîyekê xwe bi dûr nagire, ev partî hema bêje bûye kargeha bi kuştindana ciwanên kurd û asmîlekirina kurdan di nava Tirkan de.

Dîrok dê PKK ne bi serbilindî, lê bi têkçûnên li pey hev, tevlîhevî û derfetên dîrokîyên ji dest çûne bi bîr bîne. Siyasetên bêbandor û nekarîna guhertina rêyê ev rêxistin veguherandiye sembola têkçûnê, rewşa niha ya PKK’ê tê de jiyan dike, nîşan dide ku çiqas dirûşme û propaganda xapînok bilind bin jî, rastiya tal nayê veşartin, weke kurd dibêjin, rûyê rojê bi bêjînkê nayê girtin.

Siyaseta PKKê ji xapandin û têkçûna dubare zêdetir tiştek din nîne. Rêxistina ku xwe wekî parêzvanê azadiyê bi nav dike, îro bûye amûrek ji bo berjewendiyên kesane û hêzên herêmî yên dagirkerên Kurdistanê. Slogan û biryarên neaqlane yên PKK’ê tenê wêranî û koçberî anîne ji bo gelê Kurdistanê.

Îro, PKK ne xwedî hêza bandorkirinêye û ne jî meşrûiyeta gel heye; tiştê ku maye navê tevgereke di rewşa jinavçûnê deye ku wê di dîroka kurdan de bi rêxistineke xayîn û welatfiroş were bibîranîn.