Divê PKK û Evdila Ocalan dûrî Rojava bisekinin
Rejîma Esed di 8 ê Kanûna Pêşîn a 2024an de hilweşiya. Ji wê demê ve, Rêveberiya Xweser a Rojava tevî ku xwediyê artêşa herî mezin û bihêz a Sûriyeyê ye û heta hêza herî rêxistinkirî ye jî, şûna ku li ser maseya danûstandinê destê wa xurt bibe, berevajî destê wan lewaz bûye.
Di civîna Neteweyên Yekbûyî ya di Îlona 2025an de Ehmet Şara weke Serokê rewa hat pêşwazî kirin, ev ji bo Kurdan rewşek baş nebû.
Gelek sedemên neyînî hene ku Kurdan bi qasî bedel dayî qezenc bi dest nexistine. Bê guman, hevsengiyên hêzên herêmî pir girîng in. Lê ji aliyekî din ve, PKK û Ocalan di vê yekê de xwedî parek mezin in.
PKK’ê di sê mijaran de zîyanek mezin daye Rojava:
PKK’ê yekîtîya di navbera Kurdên li Rojava de asteng kir. û Rojava ji bo êrişbirina ser pêkhateyên Kurdan yên din bi kar anî.
PKK’ê li Rojava ne li ser bingehê Kurd û Kurdistanê, li ser bingeha Ekolojî û Demokrasîyê ku ev tiştên gelemperî ne sîyasetek înşa kir.
PKK’ê zext li Rojava kir ku li gorî berjewendiyên xwe tevbigere, ne li gorî berjewendiyên Rojava. Wê desthilata kartêker ne da kadro û xelkê Rojava. Wan sîstemek merkezî ava kir.
Piştî hilweşîna rejîma Esad, dewleta Tirk, vê carê, ji bo dorpêçkirina Rojava, Ocalan erkdar kir. Dewleta Tirk Ocalan ji bo “têkbirina destkeftiyên Rojava” erkdar kir.
Hin dezgehên ragehandinî îdîa dikin ku Evdila Ocalan gotiye, “Rojava xeta min a sor e.” Ew vê îdiayê li ser axaftina Perwîn Buldan dikin. Lêbelê, heke hûn bi baldarî li bernameyê binêrin, Perwîn Buldan qet tiştek wisa negotiye. Pêşkêşvan bi xwe vê şîroveyê dike.
Wekî din, Ocalan ji dema hilweşandina PKK’ê ve gelek daxuyanî dane, û nameyên wî li ser medyaya civakî belav bûne. Di yek ji wan de gotinek li ser berxwedana Rojava an mafên Kurdan li Rojava negotiye.
Lêbelê, li gorî belgeyên fermî yên dest me de Ocalan di hevdîtinan de di derbarê Rojava de wiha dibêje:
YPG bûye Heşdî Şebî ya Îsraîlê.
Em li Rojava federasyonê naxwazin.
Divê deriyên sînor û gûmrikan radestî hikûmeta navendî bikin.
Bila hewl nedin ku xwe bikin hevpişkê dewletê.
Divê xwe ji bo xebata ekolojîk û jinan amade bikin.
Lê binêrin li roja ku Ocalan vegerîyaye ser dîka sîyasetê heya îro Rojava hêza xwe winda dike.
PKK’e û Ocalan astengiyên herî mezin in li pêşiya bidestxistina nasnameyeke Kurdî û Kurdistanî li Rojava.
Nifûsa Durzîyan 700 hezar e, rêjeya sedî 3 ê ji nifûsa Sûriyeyê ye, û ew li yek bajar dijîn. Ew qîbelî yekê ji pênc ji nifûs û erdnîgariya Kurdan pêk tê, lê ew nasnameya xwe diparêzin û xweseriyê dixwazin. Kurd çima vê nakin. Ji ber ku paradîgmaya Ocalan li ser xelandina nasnameya Kurd ava bûye.
Çavkaniyên pêbawer dibêjin ku Ocalan bi rêya nameyan û telekonferansê bi rêveberiya Rojava re di têkiliyê de ye, zextê li wan dike ku bi Ehmed Şera re lihevkirinekê bikin. Yanî, Ocalan dibêje ku divê Rojava li pey lêgerînên din ên dîplomatîk nebe. Ew li ser Rojava disepîne ku”Li dijî xeta Tirkiyeyê dernekevin.” Û heman dem dibêje Nasnameya Kurd ne girîng e.
Divê rêveberiya Rojava vê yekê baş bibîne. Divê dûrahîyê bixe navbera xwe û PKK-Ocalan de. Ji ber ku Ocalan û PKK Rojava tenê wekî amûrên danûstandinê ji bo berjewendî û ajandeya xwe bi kar tînin. Ne tiştekî tesaduf e ku dewleta Tirkiyê ku mawekî kurt mayî bo hilweşîna rejîma Esed, Ocalan vegerand qada siyasetê. Ev yek ji bo astengkirina Rojava bû.
Divê rêveberiya Rojava bi gelê xwe re biryarên xwe bi xwe bidin. Çarenûsa Rojava nikare bi berjewendiyên PKK’ê û şirîkatîya Ocalan bi dewleta Tirkiyeyê re were dîyarkirin.
Her çend me gelek caran bangewazî li Ocalan û PKK’ê re kir ku, “Ji Rojava dûr bisekinin”, lê bê feyde bû. Tiştê herî baş ew e ku Kurd bi hev re bang li rêveberiya Rojava bikin û bibêjin dûrî Ocalan bisekinin û biryarên derbarê çarenûsa xwe de hûn bi îradeya xwe bidin.”