Banga min ji bona dayik û bavên gerîlayên di nava PKK de

Bûbê Eser
Bav û Dayikên gerîlayên pkk, zarokên we ji bona azadî û serxwenûna Kurdistanê, bi wêrekî çûn serê çiyayên Kurdistanê da ku welatê xwe azad bikin.
Di armanc û hedefa wan de demokratîkbûna tirkiyê tune bû. Demokrasiya serdestan ne karê welatparêz û şoreşgerên miletên bin dest e. Tekoşîn azadî û berxwedana wan ew e ku welatê xwe azad û xelkê xwe biparêzin.
Her çuwanekî ku çûn serî çiyan û bûne gerîla, armanc, hedef û daxwaza wan ew bû ku welatê xwe azad bikin. Ala Kurdistanê di nava alên cîhanê de bilind bikin. Mirovên xwe yên sed sal bû ku weke kole dijiyan, ji wê koledariyê azad bikin.
Ji bona ew şer bi serbikeve û Kurdistan azad bibe, miletê Kurd bedelên mezin dan. Mal û zaroyên xwe dan, can û pereyên xwe dan. Zarokên xwe şandin ku Kurdistanê azad bikin.
Lê mixabin îro tê fêmkirin ku ew bedelana hemî ji bona demokratîkbûna dagir-keran bû. Îro hat fêm kirin ku ewqas bedelên hatin dayên hemî ji bona demokrasiya tirkiyê bû. Êdî ev zelal û vekirî hate fêm kirin.
Pkk dibêjin: ”me çek danîn û êdî em ê li hember tirkiyê çekan bi kar neynin”. Yanî çekdanîna wan tenha li hember dewleta tirk e. Ew jî tê wê watayê ku ji bona tirkiyeke xurt ew bedelana hatibûn dayîn.
Bala xwe bidinê roja pkk çekên xwe danî û heta niha 130 gerîleyên xwe kuştune. Ez weha bawerim dê ev kuştin li vir nesekine. Heta ku pkk xwe bi temamî hilweşîne û li mala xwe venegere, dê hemî gerîlayên welatparêz yên di nava xwe de bikujin piştre jî wê bi temamî çekên xwe li xwediyê wan vegerîne.
Ji ber vê, gazî dayik û bavên gerîlayên qehreman dikim ku divê xwedî li zarokên xwe derkevin. Ya na yek gerîlayên kurd ku bêhna kurdistanê ji wan bê dê nemînin. Piştî qaşo çekdanînê dê hemiyan bikujin. Ji xwe armanca pkk ya bi temamî neteslîmkirina çekan yek jê jî ev e.
Divê em û hemî dayik û bavên gerîlayan, xwedî li wan derkevin. Ji bona neyên kuştun, bi rêya Komeleyên navneteweyî yên însanî, bi rêya xaça sor û li ser destê Amnestê divê em xwedî li wan gerîlayên ji bona azadiya welatê xwe çûbûn serê çiyan derkevin, biparêzin û wan li dê û bavên wan vegerînin.
Heger em weke miletê kurd li hember kuştinên li ser destê pkk yên ku piştî çekdanînê dernekevin, bê helwest bimînin, wê gelek gerîlayên canfîda bêne kuştin. Ji gerîleyên têne kuştin tê fêm kirin ku gerîlayên piştî çekdanînê jî ancax ji caran yek sax bimînin, wana jî ya wê zilamê dewletê bin, ya jî mirîdê Evdila bin.
De kerem bikin û divê em weke milet bi hevre li dij kuştinên gerîlayên yên piştî çekdanîna pkk, bê deng nemînn. Ji ber êdî pkk li gor gotin û rênîşandana Baxçelî tevdigere. Mirov bi rehetî dikare bêji ku serokê pkk ê niha Baxçelî bi xwe ye.
Dê û bavên gerîlan xwedî li zarokên xwe derkevin. Wan bi tenê nehêlin. Ya na hûnê cenazeyên wan jî nebînin. Serî li hukumeta herêma Kurdistanê bidin da ku ew jî ji we re bibin alîkar. Nameyan ji serokê herêma Kurdistanê rêzdar Nêçîrvan Barzanî re bişînin da ku ew di qada navneteweyî de xwedê li zarokên we derkev e.
Kurdno, siyasetmedarno, partî û rêxistinino, ji vê rewşa nû ya pkk haydar bin. Yekitiya xwe pêk bînin da ku hûn jî neqedin û xwedî li zarokên xwe û li gerîlayên canfedayên welatê xwe derkevin.
Bi meş, xwepêşandan, belovok, semîner û konferansan vê rewşê ji ewropiyan ra zelal bikin. Zelal bikin û bidin fêmhkirinê ku her kuştina gerîlayekî piştî pêvajoya aşitiyê(!) ku destpêhatiye kirinê, qatîl ango kujer pkk û Dewlet bi xwe ye…
Nivîsa xwe bi gotineke Bakî Karere diqedînim. ”PKK tevgereke kurd kuj e”.