Gelo dê çi bibe Kurdên ku ne Öcalanîst in? Kî ji Darka Mazî ditirse û çima?

Darka Mazî, ku di Îlona 2019’an de weşanên ceribandinê dest pê kir, di Cotmehê de bi fermî dest bi weşana xwe kir. Bi beşên bi zimanên Erebî, Farsî û Tirkî, û her weha bi zaraveyên Kurdî me weşana kir. Şeş sal in, em hewl didin ku li ser şopa heqîqetê gelê xwe agahdar û ronak bikin.
Di şeş salên borî de, me piştgirî da her tiştê ku ji bo Kurdên li her çar beşên Kurdistanê baş be. Û me hewl da ku tiştên nenas ên dîroka Kurd a dawî vebêjin. Bê guman, dema ku me çûvikê rastîyê kir xilêfka hinek layenan de, em rastî gelek êrîşan hatin. Ji malbatên me bigire heya bav û kalên me bêrêzî li me hatin kirin. Gotinên herî zêde li me hatin kirin “Hûn endamên dewleta Tirk in, hûn endamên MÎT ê ne.” ev bûn. Bi taybetî endamên PKK’ê em bi “xizmetkirina dewleta Tirk” tawanbar kirin. Heta endamên YNK’ê yên ku li Silêmaniyê şerbeta PKK’ê vexwarin jî gotinên bi vî rengî li dijî me kirin. Yanî, wan dixwestin Darka Mazî wekî saziyeke MÎT ê nîşan bidin.
Û dem hat û dewran derbas bû, ew kesên ku em wekî amûra faşîzma AKP-MHP ê bi nav dikirin, derket holê ku serokên wan bi AKP-MÎT û MHP ê re flort dikirin. Yanî, derdikeve holê ku ew kesên ku ji me re digotin MIT bi MÎT ê re kar û barên sîyasî dikirin, û hemû danûstandinên wan bi MIT re eşkere bûne. Niha, AKP û MHP van kesan diparêzin.
Di rastiyê de, ew kesên ku ji me re dibêjin MIT di du kategorîyan de ne. Koma yekem ji wan kesan pêk tê yên ku rastiyê nizanin, şiyana lêkolînê tune ne û hatine manîpulekirin. Koma duyem ji wan kesan pêk tê ku dizanin ku agahî, şîrove û çavdêriyên dîrokî û yên heyî yên ku ji hêla Darka Mazî ve têne pêşkêş kirin rast in, lê ji eşkerebûna rastiyên xwe ditirsin.
Û her ku dem derbas bû, hejmara kesên ku ji weşanên Darka Mazî ditirsin zêde bû. Mînak, dema berê PKK û hin tevgerên alîgirê wê dij derdiketin, bi demê re, dewlet jî tevlî vê dijberîya Darka Mazî bûn.
Bo mînak, hikûmeta Îranê di nav yên pêşîn de bû ku Darka Mazî asteng kir. Ji ber ku me dîroka PKK’ê (bi taybetî peymanên Cemîl Bayık bi Iranê re îmze kirî re) bi belge ve weşandin.
Piştî demekê, hikûmeta Tirkiyeyê jî tevlî cephê dijî Darka Mazî bû. Di destpêka sala 2021 an de, hikûmeta Tirkiyeyê gihîştina beşên Erebî û Kurmancî yên Darka Mazî qedexe kir. Paşê, gihîştina hesabên me yên Erebî, Kurmancî û Soranî X jî qedexe kir. Me gelek caran navnîşanên IP-yên nû kirin, lê em neçar man ku malpera xwe biguherînin.
Bê guman, weşanên me yên Tirkî jî rastî êrîş û qedexeyên dewletan hatin.
Balkêş e ku çend roj berî ku nameya Evdila Ocalan a ji bo hilweşandina PKK’ê were weşandin, gihîştina hesabê me yê X li Tirkiyeyê hate astengkirin. Di heman demê de, gihîştina malperê me jî hate astengkirin, her weha gihîştina navê Darka Mazî jî hate astengkirin. Heta em neçar man ku navê malpera xwe biguherînin.
Ji dema ku pêvajoya hevbeş a Ocalan-Erdoğan-Baxçelî dest pê kir, hesabên me yên Facebook û X sê caran hatin astengkirin.
Di dawiyê de, di 18 ê Cotmehê de, X ji me re ragihand ku “dadgeha Çewlikê” li dijî me biryarek daye û em hatine astengkirin. Wekî tîma Darka Mazî, me şîrove kir: “Ji ber ku wan em asteng kirine, hinek layen dê hinek pêngava bavêjin. Ka em bibînin ka vê carê çi dibe.” Û pêşbîniya me rast derket, û di 26 ê Cotmehê de, PKK ragihand ku wan hêzên xwe ji Bakurê Kurdistanê vekişandin.
Ji ber vê yekê, ev grûpa me ya piçûk a hevalbenda, ku me bi hev re ji bo “nivîsandina heqîqetan” ava kir, ji hêla van dewletan ve tê hedefgirtin.
Yanî, dewleta Tirk Darka Mazî naxwaze, mîna ku PKK jî naxwaze.
Mînak, endamên PKK dikarin biçin Parlamentoya Tirkiyê li Tirkiyê û biqîrin “Bijî rêber APO”. Lê Darka Mazî nikare gotarên rexneyî li Ocalan bike û rastîyên wî eşkere bike, û heta ku bikire jî, ew gotar li Tirkiyê nayên xwendin. ango, li Tirkîyê Ocalan azad e, lê Darka Mazî qedexe ye…
Çima? Ji ber ku Darka Mazî xeta Kurd û neteweyî temsîl dike û dişopîne.
Ev mijar tenê Darka Mazî eleqedar nake. Divê we neyê fêmkirin ku em tenê ji bo xwe diaxivin. Ev siyaseta dewletê ye. Ji niha û pê ve, li bakûrê Kurdistanê yên ne Apocîbin dê ji layê dewleta tirk û hevpeymanê wê pkk ê ve rêgirî lê were kirin. Dewlet dixwaze Kurd ji xeta Apo dernekevin.
Stratejiya 50 salî ya dewleta Tirkiyeyê ew bû ku Kurdan bike endamên PKK ê û Apocî. Ji bo vê armancê, di salên 1970 an de, PKK ê zêdetirî sed endam û rêberên tevgerên Kurd kuştin, ji Ferît Uzun bigire heta Mistafa Çamlibel, ku endamên rêxistina KUK û Kawa bûn. Di salên 1980 an de li Ewropayê heman siyaset domand. Bi dehan kes ji DDKK û rêxistinên dî Alî Aka Gündüz bigire heta Eyûp Kemal Atsız kuştin.
Stratejiya PKK ê ya qirkirina Kurdan û mayîna bi tena serê xwe dê ji niha û pê ve bi awayekî eşkeretir were berdewamkirin. Hunermend, stranbêj, parêzer, nivîskar, wênesaz, xebatkarên civaka sivîl û her kesê ku ne alîgirê Ocalan e dê ji hêla bingeha faşîst a PKK ê û saziyên dewletê ve werin asteng kirin. Hêrsbûna raya giştî ya vê dawiyê ya li ser îstismarên medyaya civakî yên Mem Ararat ji hêla civaka PKK ê ve ne bi bihayên bilêtan an tiştekî wisa ve girêdayî ye. Ji ber ku Mem soza dilsoziya xwe nedaye PKK ê, Mem Ararat rastî astengîya hat.
Îro piştî sala 1975 an, siyaseta dewleta Tirkiyê ya “bi dawîanîna tevgerên Kurd bi destên PKK ê” bi awayekî cuda derdikeve holê.
Dewleta Tirkiyê berê ji Kurdan re digot, “Yan ji min hez bikin an jî vir biterkînin” û digot ku yên ku teslîmî dewletê nebin, mafê wan ê jiyanê tune. Niha, li Amed, Batman û Mêrdînê, PKK û dewleta Tirkiyê, mil bi mil, ji Kurdan re dibêjin, “Yan hûnê ji Ocalan hez bikin an jî ji vî warî derkevin.”
Di encamê de, ji bo kesên ku me wekî ajanên MIT ê, xayîn û hwd. bi nav dikin, em vê dibêjin: Roj hat, dem guherî û eşkere bû ku ka kî/kê xizmeta kê Mît ê û dewletê dike. Me berê jî got û em niha jî dibêjin: “Siyaseta dewleta Tirkiyê ya li ser kurdan Apocîtî disepîne, siyaseta qirkirina Kurdan e.” Em ê nekevin vê xefkê. Em ê berdewam bikin di nivîsandina heqîqetê û rêya rast a Kurdewarîyê. Welatparêzên rastîn jî divê ji vê xefka ku ji bo Kurdan hatiye danîn re bibêjin êdî bes e.