Paş ragihandina encamên fermî yên hilbijartinên Îraqê divê YNK’e çi bike?

Girîngiya encamên hilbijartinên Iraqê ji bo Kurdan û tiştên ku divê YNK bike çi ne…

Encamên hilbijartinên dewra 6 emîn a Parlamentoya Iraqê bi giştî hatin weşandin. Me hilbijartin ji perspektîfeke Iraqî ve şîrove kirin. Encam ev e ku baskên siyasî yên milîsên girêdayî Îranê xurt bûne. Ev tê vê wateyê ku bandora Îranê li Iraqê dê zêde bibe. Her wiha em ê di rojên pêş de bibînin ka Emerîka ya, ku di derbarê milîsên Şîe de daxuyaniyên pir tûnd di da, vê carê dê çi helwest bigire.

Encamên hilbijartinê û helwestên piştre yên partiyan dê dîroka ayîndeya Iraqê damezrîne. Ev rewşa hesas a rejîma Şîe ya Iraqê, ku di deh salên borî de stratejiyek kûr ji bo bidawîkirina mafên federal ên Kurdan meşand, dê pêşeroja Kurdan jî diyar bike. Ji ber ku divê helwesta Kurdan a herî dadperwer be, pêdivîye ku pêşî li ser tevlîbûna hilbijartinê ya Kurdan şîrove were kirin. Bi taybetî pêdivîye ku rewşa YKK’ê, ku li kêleka rejîma Şîe û Heşdî Şebî cih girtîye, were analîzkirin.

PDK’ê ne tenê partiyên reqîb lê di heman demê de zagona hilbijartinê jî têk bir

PDK di hilbijartinên li Kurdistanê de şiklekî bê raqîp bi rêjekî pir zêde bi serket. PDK’ê rêjeya dengên xwe zêde kir û heta xwe wekî partiya bijarte ya yekbûna Êzîdî û Xiristiyanan li Iraqê da nasîn.

PDK’ê ne tenê di vê hilbijartinê de partiyên reqîb têk bir, her wiha serkeftina xwe tevî pergala neheq a di Qanûna Hilbijartinê ya Iraqê misogerkir. Heta kotayên di qanûna Iraqê ya 2023an de ji bo qelskirina PDK’ê û xurtkirina YNK’ê hatine çêkirin, Tevî ku li Silêmaniyê Tirkmen tunebûn jî, kotayek ji bo Tirkmenan hat dayîn û planên din ên bi vî rengî hatin amadekirin. Lê PDK’ê hemî astegî bezandin û ew pûçkirin.

Rêbaza siyasî ya Barzanî modelek çareseriyê ye ji bo Iraqê

Bê guman rêjeya dengên zêde yên PDK’ê ji aliyê helwesta siyasî û paradîgmaya civakî ya PDK’ê ve bandor bûye. Piştgiriya PDK’ê ji bo dengên Xiristiyan, Ereb û Êzidiyan, bi taybetî li Nînowa, ji polîtîkayên wê yên ku jiyana hevbeş a rastîn di navbera gelan de pêş dixin tê. Tevgera siyasî ya Barzanî, ku wekî konfederasyonek eşîrî dest pê kir, di nav PDK’ê de bi bandor bû. Ew ji bo pêşxistina pergalek civakî ya azad û demokratîk guncaw e ku her beş dikare bi nasnameya xwe, bi nêzîkatiyên cuda ji bo pirsgirêkên hevpar û karûbarên navxweyî beşdar bibe. Ji ber vê yekê, rexmê yên ku dijminatiya PDK’ê dikin jî dema ku bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin, rêveberiya PDK’ê tercîh dikin.

Di vî warî de, em dikarin hewldana serketî ya PDK’ê ji bo 5 namzetên kotayê wekî serkeftinek ji bo modela civakî ya PDK’ê şîrove bikin.

Gelê Kurd Hikûmeta 9 emîn Xelat Kir

Hikûmeta Iraqê ji bo zextkirina li ser PDK’ê û hikûmeta Herêma Kurdistanê di hilbijartinan de bi mehane mûçe ragirtine. Wê hesab kir ku ev wê rêjeya dengan kêm bike û YNK’ê wekî alternatîfek pêşkêş bike. Lêbelê, ev yek çênebû, û PDK’ê rêjeya dengên xwe zêde kir. Yek ji sedemên vê yekê baweriya gel bû ku bi kiryarên hikûmeta 9an a bi serokatiya Mesrûr Barzanî hatibû avakirin. Gelê Kurd ev hikûmet xelat kir.

Ji bo YNK’ê rewş çawa ye?

YNK’ê di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê yên ku salek berê hatin lidarxistin û yên nûke de şikestinek mezin xwar. Bafil Talebanî ji bo zêdekirina rêjeya dengên xwe stratejiyek bi karanîna çekan şopand. Mînak, hilbijartin yek ji sedemên Şerê Bafil hemberî Lahor bû û Lahor tasfîyekir. Girtina serokê Newey Nu Şasuvar Ebdulwahid û serokê Hevpeymaniya Neteweyî (partiya berê ya Berhem Salih) Aram Qadir jî ji heman sedemê ve hatin zînadanîkirin. Bafil Talebanî hewl dide ku hemî hêzên siyasî, aborî û civakî yên di nav YNK’ê û heta li Silêmaniyê jî ji holê rake, bi rêya sîstemekî otorîter dibe serok. Û wî ev bername berî hilbijartinan lezûbez, xwast bi darê zorê û çavtirsandinê van layena jinav bibe. Heta di dengdana taybet de jî, wî dengderênxwe neçar kir ku wêneyên kaxezên xwe yên dengdanê bigirin da ku îspat bikin wan deng dane YNK ê. Tevî vê yekê, ew negihîşt armancên xwe û heta li Silêmaniyê deng winda kir.

Wî xelkê Behdînanê feda kir da ku serkeftina hevkarê xwe, serokê tevgera Babilyonê ya girêdayî Heşdî Şabî, Reyan Kildanî, ku ji bo kotaya Duhokê namzetek hebû, misoger bike. Lê ev hîle bi ser neket; rêxistina wî bi xwe li dijî vê hîlebazîyê derket. Di encamê de, ne tenê nekarî namzetê xwe hilbijêre, lê di heman demê de kursiya ku berê li Duhokê qezenc dikir jî winda kir. Niha, ji bo xwe rast derbixe, serokê rêxistinê, Muhammed Osman Duşuvanî, ku wekî Heme Sor tê nasîn, derdikeve pêş û îdia dike, “Rêxistina parêzgeha Duhokê jixwe endamên PDK bûn, şirîkên PDK bûn.” Lê belê, namzeta sereke di serdema berê de jixwe endama parlamentoya wan bû, û wan ew dîsa berbijêr kir. yanî, YNK li Behdînanê hilweşiya.

Bafil Talabanî berpirsiyarê windakirina kursiyan li Kerkûkê ye

Her çend Kurdan bi gelemperî kursiyên xwe di hilbijartinê de parastin jî, windakirina du kursiyan li Kerkûkê nayê qebûlkirin. YNK niha dixwaze PDK’ê wekî berpirsiyarê vê bûyerê jî nîşan bide.

YNK’ê parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Taha wekî namzetê xwe yê yekem berbijêr kiribû. Taha rêjeyeke mezin a dengan wergirt. YNK dixwaze vê yekê wekî amûrek propagandayê bikar bîne. Lêbelê, ev ne rast e. Berpirsiyarê sereke yê paşketina li Kerkûkê, YNK’e ye. Her çend Bafil Talebanî dibe ku gotinên rehmetî Celal Talabanî yên ji bo Kerkûkê wekî amûrek propagandayê bikar bîne jî, polîtîkayên ku wan li dijî Kerkûkê pêk anîne, Kurd paşde xistine. Ew berpirsiyarê xîyaneta li Kerkûkê di sala 2017an de ne. Wekî din, ji wê demê ve, ew hêza yekane ya Kurd li Kerkûkê ne û hewlek hevgirtî dane ku partiyên din ên Kurd ji holê rakin û wan daxilî Kerkûkê nekin. Kerkûk dibe qurbanê armancên serokatî û xiyaneta Bafil Talebanî. Bafil Talebanî xwe bi siyaseta Erebkirinê ya li Kerkûkê re hevaheng kiriye. Bê guman, YNK û Bafil Talebanî berpirsiyarê encamên helbijartinên li Kerkûkê ne.

 Zêdebûna bilez a nifûsa Ereb li Kerkûkê jî beşdarî vê rewşê bûye. Û ev rewş pir xeternak e. Hejmara ciwanên Ereb ên ku di salên pêş de zêde dibin dikare li Kerkukê demografîyê biguhere.

Divê aliyên peywendîdar ên Kurd stratejiyek berfireh hevpar çêbikin ku Kerkûk weke bajarekî Kurd bibîne.

Bafil Talebanî dê çi bike?

Piştî hilbijartinan, hem medyaya YNK ê û hem jî medyaya PKK ê hewlek hevbeş didin ku Bafil Talebanî wekî serketî nîşan bidin. Beşên din ên Kurdistanê dikarin baweriya xwe bi vê vegotinê bînin, lê gelê Başûrê Kurdistanê rastiyê bi çavên xwe dibîne. Di heman demê de, gelê Başûrê Kurdistanê şahidiya dîroka YNK ê û serokê wê Bafil Talebanî û kiryarên wan ên wêrankar dike.

Beşdarbûna Bafil Talabanî di pêvajoyê de li gorî berjewendiyên rejîma şîe ya Iraqê, bi îdiaya “Min winda kir, lê hevalbendên min, Heşdî Şebî, qezenc kir,” dê zirarê bide Kurdan. Di vî warî de, gavên ku divê YNK bavêje hene.

Berî her tiştî, divê YNK dev ji dijminatiya xwe ya li gorî berjewendîyên Îranê li dijberîya PDK ê neke û siyaseta xwe ya hevbeş bi PKK’ê ya ku xwehilweşandîye re neke.  Ji bo vê armancê, divê dev ji plana xwe ya nepenî ya organîzekirina ku Silêmaniyê wekî herêmeke xweser a cuda bibe, berde. Divê YNK dev ji têkbirina pêvajoya avakirina hikûmetê berde.

Heta ku ev hemû neyên kirin, pêvajoya siyaseta zirardar a ji bo Kurd û Kurdistanê ji aliyê YNK’ê ve tê kirin, nayê bidawîkirin.

Pustên heman beş