Qeydên telekonferansa di navbera Evdila Ocalan û rêveberên PKK’ê de…

Têkiliyên sêalî yên di navbera Îmralî, Dewletê û Qendîlê de ji sala 1999an vir ve toreke piralî û veşartî ne. Bi taybetî bi pêvajoya ku ji hêla Baxçelî ve hatiye destpêkirin, têkiliya di navbera van hersêyan de jî guheriye. Tiştê ku ji bo manîpulekirina raya giştî tê nîşandan, di rastiyê de mîna şaxê ga ye. Tê ragihandin ku Ocalan gelek hevdîtin bi rêveberiya PKK’ê û Rojava re kiriye, nemaze piştî şewitandina çekan a di Tîrmehê de.
Belgeya ku hûn ê li jêr bixwînin, qeyda telekonferansa Ocalan bi kadroyên PKK’ê re ya berî kongreya hilweşandina PKK’ê ye.
Di telekonferansê de çar kadroyên PKK’ê û efserekî MIT’ê amade bûn
Karmendekî payebilind ê MIT’ê (di belgeyê de navê wî Hakan e) ji bo organîzekirina telekonferansê û nîqaşkirina wê bi rêveberên PKK’ê yên amade re çû cihê civînê. Ew di dema civînê de li salona civînê bû. Komeke mezin a PKK’ê jî amade bû. Lêbelê, tenê çar kes li ber kamerayan rûniştibûn. Kesê ku protokolêde not digirt wekî T. hate nasîn. Paşê hate îdiakirin ku ev kes Tekoşin Ozan (Esmen Ayaz) e, endama koma ku di 11 ê Tîrmehê de çek danînê de bû. Lêbelê, navên beşdarên din ên civînê evin:
1-Sabri Ok,
2-Songül Çelik (Dilar Siwas), yek ji rêveberên Dîplomasiya Ewropî û Tevgera Jinan a PKK ê.
3-Remzî Qartal
4-Îlham Ahmet (Ronahî Efrîn)
Civîn di 2 Gulanê de, sê roj berî destpêkirina kongreya xwe-hilweşandina PKK’ê pêk hat. (Hin derdorên nêzîkî PKK’ê îdia dikin ku civîn li hola ku PKK’ê kongreya xwe li dar xistiye pêk hatiye. Ev ne ew kongre bû ku Murat Qarayilan lê amade bû, lê kongreya sereke û hola kongreyê bû ku Cemîl Bayik beşdar bibû. Heman derdor îdia dikin ku tomarên vîdyoyê yên axaftinên rêvebiran ên di kongreyê de ji hêla rayedarekî MIT’ê yê bi navê Hakan ve ji bo Îmraliyê û dewletê hatine birin. Lêbelê, em nekarîn vê agahiyê piştrast bikin.) Her wiha hinek agahî hene ku civîn li Silêmaniyê pêk hatiye.
Rastiya ku rayedarekî payebilind ê MIT’ê têkiliyên ewqas nêzîk bi PKK’ê re danî, bê guman nîşan dide ku di baweriya hevbeş û diyalogê de pêşketin çêdibin. Ev yek jî nîşan dide ku têkilî hem kevn e û hem jî hîn jî berdewam dike.
Herwiha, belge gelek nîşanan dihewîne ku ev ne civîna yekem bû, û gelek civînên bi vî rengî berê jî pêk hatibûn.
Her kesê ku di telekonferansê de amade bû bi baldarî axivî û zimanekî muceret bikar anî da ku ji sirîyeta civînê bê parastin. Lêbelê, Ocalan bi zelalî diyar kir ku wî ev pêvajo bin darê zorê dest pê nekiriye û ji dema hatina xwe ya Îmraliyê ve ji bo wê dixebitî. Wekî din, Ocalan bi ewqas rehetî axivî ku bi eşkereyî ragihand, “Avakirina Komara Demokratîk ji bo min ji avakirina Kurdistanekê bi qîmettir e.”
Belgeya ku hûn ê li jêr dê bixwînin ji hêla me ve nehatiye sansûrkirin an guhertin.
Destpêka belgeyê ravekirina amadekariyên ku berî destpêkirina civînê hatine kirin vedihewîne.
Li odeya civînê bi qasî 10 deqîqeyan em sekinîn. Hakan, rayedarê ku li giravê bi Serok re axivîbû, rojek berê ji Tirkiyeyê hatibû û amade bû. Piştî 10 deqîqeyan, telefon lê da, û her kes li dora maseya civînê li ber ekranê li ser kursiyan rûniştin, amade bûn ku konferansê dest pê bikin. Çar heval (S, R, D, û I.A.) li ber ekrana kamerayê rûniştin, hevalê T jî li serê maseyê rûnişt da ku zabitên civînê bigire. Gava ku ekran vebû, Serok û hevalên wî Öz û Dr., li her du aliyan rûniştin. Li rêza paşîn hevalên wî Hamili, Omer, û Weysi rûniştin. Serok kaxezan di destê de civîn vekir.
Ocalan:
Ez silavên xwe ji her kesî re dişînim. Ez ê wekî Serokê Damezrîner ê PKK’ê axaftina xwe ya dawî bikim.
Ez vê pêkhateyê wekî komîteya amadekar a Yekîtiya Komîner a Demokratîk pênase dikim û diyar dikim. Ez bi vê yekê dest pê dikim ku ev destpêşxeriyek dîrokî ye, ku dilsozên me jî di nav de, û divê hemî kesên li dora me, û heta hêzên dijber jî, bi baldarî binirxînin, û tekez dikim ku berpirsiyariyên wan ên girîng jî hene. Divê hemî alî vê yekê bi hişyarî bigirin.
Ez ê piştî demekê pirsên we jî wergirim. Hevalên we çi dibêjin? Hêviyên wan çi ne? Ez dixwazim pirsên we bibihîzim. Min banga dîrokî ya Baxçelî tekez kir, ku divê em destê wî diriêjî me kirî hewa de nehêlin. Min got ku ez ê vê pirsgirêkê bi demokratîkbûnê bi dewletê re çareser bikim. Min ev yek wekî pabendbûnek dema ku ez yekem car gihîştim Îmraliyê anî ziman. Banga dawî jî bi destpêşxeriya min a kesane pêk hat. Min ev derfeta dawî wekî şansek baş dît. Min ev amadekarî kir û heta roja îro domand. Divê were zanîn ku li vir bi çi zextek û ferzkirin tune.
Ev civîna îro nîşaneya qonaxek nû ye. Ew derbasbûna ji derazînkeke girîng û dîrokî ye. Ez hêvî dikim ku wisa were nirxandin. Ez bawer dikim ku daxuyaniya min a çar xalî, an jî çar sernav, gihîştiye we. Derbaskirina vê qûnaxê daxuyaniyek yekalî ya niyet başîyê ye. Niha ez van dibêjim. heke hûn bixwazin, ez ê pirsên we wergirim. Hûn dikarin pirsên xwe bikin. Belê, Sebrî…
Sebrî Ok:
Berî her tiştî, em li ser navê rêveberiyê rêz û heskirina xwe pêşkêş dikin. Em dizanin ku Rêberê me bi baldarîyeke bêhempa berpirsiyariyeke mezin hilgirtiye ser xwe. Em hewildanên we yên mezin ji bo gelan silav dikin. Em hewl didin ku li ser fikrên we pêkbînin û fêm bikin. Ez dixwazim hin agahiyan bidim.
Ocalan:
Erê, pirsên we hene? Pirsên we çi ne?
Sebrî Ok:
Bi destûra we, ez dixwazim hin agahiyan bidim. Me di 10 salên dawî de şerekî dijwar meşand. Ew şerekî pir bê eman bû. Em li deverên bi qasî 50 an 100 metreyan jî di nav pevçûnê de bûn. Em hê jî di heman pozîsyonê de û bi dewleta Tirkiyeyê navhev de ne. Me bi agirbestê bersiva banga Rêberê xwe da. Lê uslûp neguheriye û êrîş berdewam dikin.
Serok:
(ket nava axiftinê) Erê, ez vê yekê fêm dikim. Bê guman fêm bû. Ez ê bersiva wan bidim. Pirsên we yên din hene? Remzî, pirsên we hene?
Remzî Qartal:
Li ser navê gel û rêxistina Ewropî, em rêzên xwe pêşkêş dikin. Piştgiriya ji bo banga we di dema Newrozê de li Ewropayê gihîşt asta herî bilind. Bawerî û beşdariya banga we heye. Lêbelê, hîn jî kêmûkûsîyên me di avakirina civakê de hene. Gel bi tundî piştgiriyê dide gavên we. Fikar li ser polîtîkayên dewletê hene.
Ocalan:
Baş e, ez fêm dikim. Îlham, tiştek heye ku hûn bibêjin?
Îlham Ehmed:
Em silav û rêzên xwe pêşkêş dikin. Ez dixwazim pabendbûna Rojava ji we re vebêjim. Me nêrînên we yên li ser Bakurê Sûriyeyê wergirtine. Em dixwazin li vir jî ji we bibihîzin.
Ocalan:
We nameya min wergirt? Kesekî diîj derketî heye? Kesek dijber hene?
Îlham Ehmed:
Na Serokê min kesek li hember derkeve tune ye. Her kes li gel banga we ye. Lê ji rêvebiriya Ahmet Şara guman heye. Ji nêzikahiyên Tirkiyeyê guman hene.
Evdila Ocalan daxwaz kir ku rêveberiya Rojava sînoran û gumrikan radestî Şamê bikin
Ocalan:
Ev banga min girîng e. Ez bi zelalî dibêjim. Me her tişt got û her tişt anî ziman. Serdema nû serdema demokrasiyê ye. Di serdema nû de, dewlet tune ne. Em ê yekîtîya Sûrîyeya demokratîk biparêzin. PYD Partiya Yekîtîya Demokratan e. we di bin vî navî de tevgereke mezin afirand. Ez we dişopînim. Demokrasîya herêmî girîng e. Ne dewleta Sûriyeyê û ne jî hikûmeta Şara nikarin vê yekê bi dest bixin. Niha, Ehmed Şara temsîla Sûriyê dike. Ez bawer dikim ku ew jî wê bernameya me ya nû fêm bike. Em destûreke demokratîk dixwazin. Ger welat demokratîk bibe, hewcedarî bi çekan namîne. Ger demokrasî hebe, çek êdî nabin sedema dijminatîyê. Divê sînorên derve û gumrikan hûn radestî dewleta Sûriyê bikin. Hûn karûbarên xwe yên navxweyî bi rêve bibin. Ez ê paşê li ser vê yekê biaxivim. Niha bes e.
Gelo pirsên hevalên din hene? Hevaleke jin heye. ew PAJK e? Pirsên te hene?
Dilar Sivas: (Songûl Çelîk)
Ez ji tevgera jinên Ewropa tevlîdibim serokêmin. Berî her tiştî, silavên hevaêlêbn jin ji we re hene. Ez jî pirsên hevkarên xwe dipejirînim. Her wiha, berpirsiyariyên me di vê pêvajoyê de çi ne?
Ocalan:
(Serok hewl da ku bi bîr bîne ka ev heval kî bû. Heval Sebrî ket navberê da, ji serok re got “Dîlar ji Sêwasê ye, ew jî li cem te(Şamê) maye.” Serok got, “Baş e,” û dest bi axaftinê kir.
Ji ber vê yekê, tiştek ecêb an neasayî tune. Ti nerazîbûn tune. Wê demê her tişt zelal e. Xala min a sereke eve: Ez dixwazim her pirs an fikaran bibihîzim.
Bi hilweşîna dewleta Sûriyeyê re, rewşek nû derketiye holê. Rewşa li Îran û hem jî li Iraqê jî peymana Qesrî Şirîn bihûrîye. Sûriye û Iraq hema bêje hilweşiyane. Peymana Mûsilê heye, ku 100 sal berê hatiye îmzekirin. Tê gotin ku bendên veşartî hene, lê em nizanin. Her wiha tê gotin ku Peymana Sykes Picot bi şertê bi mayîna van rejîmên ku min behs kirin ve girêdayî bû. Em dibînin ku ew dewlet niha di çi rewşê de ne. Ew ji hole rabûne. Her wiha, Peymana Lozanê a 100 salan berê heye. Me vê dawiyê ev pîroz kir. Ji ber vê yekê, rewşek nû heye. Rewşa li Îran, Sûriye û Iraqê, digel… bi rewşa Sykes Picot a heyî re, guheriye. Rewşeke nû heye. Tirkiyê jî pirsgirêkek destûra bingehîn ya cidî heye.
Ocalan: Ez ji ber du sedeman PKK’ê hildiweşînim.
Min bi PKK’ê re, xwest ez ber bi Kurdistanek Serbixwe ve biçim. Stûna piştê ya bernameya partiya me Kurdistaneke serbixwe bû. Min pêşengiya vê kir. Niha em wê diguherînin û dest ji vê armancê berdidin. Ew di belgeya ku di dest we de jî heye. Ez vê biryarê ji ber du sedeman didim. Ya yekem; sosyalîzma reel bandor li ser me kir. Niha, li cihekî ku sosyalîzma reel hilweşiyaye, min mafê çarenûsî yê neteweyan û nêzîkatiyên rizgariya neteweyî yên dewletparêz lêkolîn kir. Min fêm kir ku ev nikare bibe prensîbek. PKK piştî salên 1990 î xwe pir dubare kiriye. Bi rastî, wekî Ozal gotî, “vê tevgerê temenê xwe ji dest daye.” destpêşxerîya Ozal bi rastî çareseriyek ji bo vê pirsgirêkê peyda kir. Lêbelê, hêzên li derveyî sîstemê di nav dewlet û PKK’ê de çalakî kirin, û ew înîsiyatîf hate sabotekirin. Wan sabote kir û pêvajo vala derket.
Sedema duyemîn jî ji salên 1990 î vir ve, ji 30 salan zêdetir, ev çerx bi şêweyekî zirarder dizivirî. Ozal serneket. Em jî nekarîn vê rewşê rawestînin. Kî çi bêje bila bêje, ez vê berpirsiyariyê digirim ser xwe û dest ji armanca dewlet-neteweyî berdidim. Li şûna dewlet-neteweyî, dikare neteweyek demokratîk, civakek demokratîk a li ser bingeha sosyalîzmê were aramackirin. Ez van nerînan ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo tevahiya cîhanê diparêzim. Civaka Demokratîk a ku ez bang dikim nêzîkatiyek gerdûnî ye û ez pir ser fikirîya me. Em ê di nîqaşên pêşerojê de wê kûrtir bikin. Hûn jî dikarin perspektîfan bixwînin û binirxînin. Hûn ê berdewamiya wê di pêşerojê de bixwînin.
Ez bi xwe ya di pratîkê de hatiye kirin wek cewher temam dikim. Em niha hilweşandina PKK’ê fermî dikin. Min di demekê de gotibû ku ez ji vê PKK’ê îstifa dikim. Dibe ku were bîra we.
Sebrî Ok:
Belê, Serokê min. We ev gotin di Kongreya 6 an de got.
Ocalan: Ez wekî sosyalîstek, dibêjim: Ez sosyalîzma li ser bingeha tundûtûjî û şer red dikim.
Ocalan:
Belê, min di wê kongreyê de îstifaya xwe pêşkêş kir. Yek ji sedemên ku PKK’e gihiştîye dawiya temenê xwe ev e ku ew di bin şert û mercên înkara hişk a Kurdan de xûliqî ye. Lêbelê, şert û mercên înkarkirina Kurdan li Tirkîyê bi dawî bûne. Divê were zanîn ku PKK’ê înkarkirin sekinand û rola xwe lîst. Li ser vê bingehê, temenê xwe dagirtî ye. Heta Demîrel jî got, “Ez rastiya Kurd nas dikim.” PKK nikare sosyalîzmê pêş bixe. Ji ber ku PKK’ê di nav xwe de demokrasî pêş nexistiye, di heman demê de têkiliyên xwe yên derve jî negihîştiye astek têrker.
Armanca PKK’ê damezrandina dewleta neteweyî bû. Armanca wê ew bû ku bi stratejiya çekdarî van armanca bi dest bixe. Armanca dewletek neteweyî têkoşîna çekdarî hewce dike. Lêbelê, ew guhertina ku me di nêzîkatiya dewleta neteweyî û rizgariya neteweyî de kirî, êdî dewleta netewî bo Kurdan ne hewce ye. Ez vê yekê wekî sosyalîstek dibêjim. Ez sosyalîzma li ser bingeha tundûtûjî û şer red dikim. Ez bi gotina Mao ya “Riya şoreşê ji lolîya çekê re derbas dibe” razî nabim û ez wê xelet dibînim. Ez dibêjim ku sosyalîzm tenê dikare li ser bingehên aştiyane û demokratîk were avakirin. Rêyek din derveyî vê ne mimkun e. Di prensîbê de, sosyalîzm bi tundûtûjiyê nayê avakirin. Ev prensîbek e.
Ez dikarim xala din a têkildar wiha vebêjim: “Belê, we ev çek wek amûrek ji dest me girt, gelek êrîş hene, Li me didin. Êrîş li ser me didomin dibe ku hûn bipirsin…?” Em çawa dikarin biryarek wisa bidin? Çi dibe?’ Hûn di vê mijarê de rast dibêjin. Dibe ku hûn bipirsin, ‘hûnê çi deynin şûna wê.?’ Niha, tiştê ku ez ê wekî bersiv bêjim ev e: Siyaseta demokratîk û aliyê qanûnî pir girîng in, û em ê wê armancê pêşbixin.
Gelek heval dê werin Tirkiyeyê. Divê ev bi qanûnê were çareser kirin. Em li ser aliyê qanûnî diaxivin. Dibe ku ev yek heman dem de çênebe, lê bi srerast kirina hindek xalên qanûnî ev yêk wê çêbe.
Ez bû wejî vê nivîsê bixwînim: (Serok paragrafek ji beşa têkildar a perspektîfa ku wî ji bo PKK’ê şandiye xwend.)
Xala me ya sêyemîn: Dewlet ji bo diyalog û hevdîtinên bi PKK’ê re girtî ye. Ev ne xaleke ku heke nebe nabe ye. Lê ji bo ku rêyek bo danûstandin û diyaloga saxlem gengaz be, divê PKK ji navberê derkeve. Ji bo vê yekê, fesihkirina PKK’ê dê vê astengiyê rake û rê li ber diyalogê veke. Wekî din, raya giştî jî heman hesasiyet heye. Kes nikare bi hêsanî bi PKK’ê re danûstandina bike”
Min di perspektîfa ji we re rêkirî de di Xala 4-an de bi berfirehî rave kirî ye. Ez li vir dixwînim. (Serok gotara têkildar a nivîsê xwend)
Ocalan: Di nav PKK’ê û di nav dewletê de kesên ku dixwazin pêvajoyê têk bibin hene.
Divê mafê siyaseta demokratîk bi qanûnê were naskirin. Rêya wan dê zelal be. Bala xwe bidinê ku avakirina van şert û mercên nû bi fesihkirina PKK’ê ve girêdayî ye. Ez bawer dikim ku hûn ê biserkevin. Ez guman nakim. Tê gotin ku piştî hilweşandina Kongreyê dê gav werin avêtin. Li ser navê dewletê, hêzên resmî dibêjin erê. Lê hêzên li derveyî sîstemê dikarin wê têk bibin, ji ber vê yekê divê hûn tedbîran bigirin.
Ez bawer dikim ku piştî vê vîdeokonferansê pêvajoyek nû dê dest pê dike. Em nizanin dewlet dê çiqas piştgirî bide. Derbarê hevdîtinên min birêz serok û rayedarên din re, ez vê dibêjim: Ez bi dewleta huqûqî re dicivim. Lê li pişt perdê hêzên ku li derveyî hiqûqî jî ne hene. Di nav PKK’ê û dewletê de jî hêzên din hene. Divê em bi hişyarî nêzî vê bibin, û divê bi tevahî rê li ber astengkera werin girtin.
Em li vir hevdîtin û nîqaş dikin. Em bi rayedarên dewletê re dicivin. Dê çiqas dem bigire ku ev amadekarî bi dawî bibin dive were zelalkirin. Min ji wan re jî got. Divê em vê yekê dirêj nekin. Ez ji dewlerê re jî dibêjim. Ez ji we dixwazim ku hûn bêyî derengketinê, bêyî ku bikevin nav tiştên ku dê pêvajoyê tevlihev bikin an têk bidin, û bêyî ku bi demê re dirêj bikin, tiştê ku pêwîst e bikin. Em niha paradîgmayan diguherînin. Em li vir bi hevalên xwe re li ser vê yekê nîqaş dikin. Min pêşgotina gotarê ji we re şand, û we muhtemelen wergirtiye.
Sebrî Ok:
Belê, ew gihîştiye me Serokê min.
Ocalan:
Ew ji heft xalan pêk tê. Ez hewl didim wê temam bikim. Dema ku qediya ez ê bişînim. Ew ê ji we re were. Ew ê Yekîtiya Civaka Demokratîk be. Min bi tiştekî din pênase nekin. Ev bernameya min e. Bila her kes çi dixwaze bifikire û bêje. Ew dikarin hilbijartinên xwe bikin. Bernameya min ji bo beşên din jî derbas dibe. Lê ez bi biryar im. Em nebin mîna Barzanîyan. Em dewletek federal an tiştekî wisa naxwazin. Em ê bi wan û Talebanî re li ser bingeha yekitiya demokratîk têkiliyan pêş bixin. Werin em bi Iraq û Îranê re jî danûstandinên çareseriyek demokratîk pêş bixin. Bi taybetî ji bo Îranê, silavên min ji PJAK re bêjin, û divê danûstandinên demokratîk(bi Îranê re) dest pê bikin. Rojava jî divê di nav demokrasiya xwe ya herêmî de rêberên xwe hilbijêre. Ewropa ji xwe xebata xwe dimeşîne. Tu guhdarî dikî Remzî, ne wisa? Sosyalîzma Demokratîk di Civaka Demokratîk de dikare bi hêsanî û guncawtirîn awayî li Ewropayê were bicîh kirin. Min ji Îlham re jî behsa sîstema demokratîk a herêmî kir.
Hevalên hêja. Hin kes tiştên wekî “Vê kongreyê ez xemgîn kirim; êş û hestên mezin hene, û hwd.” Bi rastî, ez qet wisa nebûm. Yanî, ez xemgîn nebûm. Ez hestyar nebûm. Û ez xemgîn jî nabim. Min PKK bi xwe damezrand, û ez bi xwe jî diqedînim. Min PKK 52 sal, 1 meh û 10 roj berê damezrand. Niha ez yekîtiyek nû, Sîstema Yekîtiya Demokratîk pêş dixim. Di Cildê 5 an, ê pirtûka min de, bernameya wê hebû. Di nivîsa ku min ji we re şand û rapora siyasî ya nû de bêtir tişt dê hebin. Hûn ê wê bistînin. Hûn dikarin nerazîbûn û lêzêdekirinên xwe bikin.
Ez ê niha tenê van bibêjim.
Ez dixwazim bi dirûşmekê biqedînim: “Israr kirin li ser mirovahiyê israr li ser sosyalîzmê ye.” Min berê jî gotibû dema ku sosyalîzma reel hilweşiya. Min dema ku her kes di panîkê de bû û baweriya bi sosyalîzmê qels dibû got. Sosyalîzma reel ber bi têkçûnê ve diçe, sosyalîzma demokratîk ber bi serketinê ve diçe.
Ocalan: Ez ji bo demokratîkkirina Rojhilata Navîn piştgiriya Tirkiyeyê dixwazim.
Sebrî Ok:
Em li ser kûr dibin. Em hewl didin ku fêm bikin. Gelo pêvajoyek danûstandinê dê çêbe? Ew ê çawa bibe? Pêvajoya danûstandinên demokratîk dê çawa pêşkeve?
Ocalan:
Min fêm kir, bila ez hûrgiliyan bidim. Însiyatîfên yekalî yên weke berê bi dawî bûn. Bi Iraq, Îran û Sûriyeyê re diyalogê pêş bixin. Li ser bingeha yekitiya demokratîk danûstandinan bi wan re pêş bixin. Ez vê yekê bi Tirkiyeyê re jî pêş dixim. Lê ev bi têra xwe nayê fêmkirin. Hûn bi qalibên dewletparêzî nêzîk dibin. Min îro di komxebatê de qîyamet rakir. Sê şêweyên rêvebirîyê hene: rêveberîya dewletê, rêveberîta desthilatê û şêwazê rêveberîya demokratîk. Em ê tenê rêveber bin. Ji ber ku rêveberî demokratîk e. Têgihîştina me têgihîştina rêveberî ye. Yanî, rêveberîya demokratîk. Em ê li ser vê yekê bin. Bi rastî, em ê tenê demokratîk bin, ne îxtidar bin. Ez dixwazim vê yekê dubare bikim: ferzkirina vê yekê li ser Îran, Iraq û Sûriyeyê bi qasî zêr bi qîmete. Em vê yekê ji Tirkiyeyê re jî pêşniyar dikin. Em ê Rojhilata Navîn ji demokrasiyê re vekin. Ji bo vê armancê, ez ê ji Tirkiyê piştgiriyê bixwazim. Tirkiyeyek demokratîk dikare pêşengîya vê bernameyê bike. Em ê yekîneyên xwe yên demokratîk li ser dewletê ferz bikin.
Sebrî Ark:
Gelo Serok bi xwe dikare van hevdîtinan bike? Li Sûriye, Îran û Iraqê pirsgirêk hene. Gelo serokatî dikar bikeve dewrê?
Ocalan: Em naxwazin dewletê bi hev re birêve bibin; em demokrasiyê dixwazin.
Serok:
Hûn ê yekîtiya xwe ya demokratîk ji dewletan re rave bikin. Hûn ê ji bo wê têbikoşin. Şêwaza têkoşîna Yekîtiya Demokratîk cuda ye. Çênabe hûn bibin beşek dewletê. Sûriye dewletek e. Tirkiye jî dewletek e. Em ne li dijî van in. Em ê ji dewletê bixwazin ku yekîneyên demokratîk dest nede. Em ê li dijî dewletê dewletperestiyê nekin. Hûn vê yekê fêm nakin. Peymana bi Ehmet Şera re peymanek e ku dewletê bi hev re birêve bibin. Tiştê ez di bêjim ne ev e. Divê Îlham Ehmed vê yekê fêm bike û bi awayekî rast vebêje.
Têgeha me ya Civaka Demokratîk di heman demê de parastina herî bibandor a li dijî faşîzmê ye.
Îlham Ehmed:
Em dixwazin pirsgirêkên xwe bi Şera re çareser bikin. (Em dixwazin pirsgirêka bi Şera re çareser bikin. Lê ew dibêje Tirkiye destwerdanê dike û nahêle em pirsgirêkê çareser bikin.)
Ocalan:
Min baş fam nekir. Ez fêm nakim. Bila ez bi kurtasî wergerînim Tirkî.
Sebrî Ok:
Bila ez rave bikim. Ew (Îlham Ehmed) dibêje, “Em bi Ehmed Şera re diaxivin, û dema ku em hewl didin pirsgirêkan çareser bikin, ew astengiyan derdixe. Ew (Îlham) behsa zextên Tirkiyeyê dike.”
Ocalan:
Ez ê bi rayedarên Tirkiyeyê re biaxivim. Min ev yek rave kiriye, û ez ê berdewam rave bikim. Lezê nekin. Em ê vê pirsgirêkê bi hev re çareser bikin.
Ez bi eşkereyî diaxivim, û ez ji we re jî bi eşkereyî dibêjim: Avakirina Komara Demokratîk ji bo min ji avakirina Kurdistanekê hêjatir e.
Sebrî Ok:
Ji hêla me ve, têkiliyek pir vebijark heye. Dewlet û rêxistin, hêz hene. Ew dixwazin têkiliyan pêş bixin.
Ocalan:
(Serok ket navberê) Min fam kir. Hûn behsa gelek vebijark û têkiliyan dikin. Hûn behsa gelek vebijarkan dikin. Lê hûn Xezeyê tînin bîra xwe. Hûn Ukraynayê tînin bîra xwe? Hûn dizanin çi hat serê wan? Hûn dizanin çawa ew ji hêla gelek hêzan ve hatin piştgirî kirin, û dûv re wan ew çawa bêçare hiştin? Îlham bi hostayî têkiliyan pêş dixe. Ev girîng e. Ez nikarim tiştek li ser pêşxistina têkiliyan bêjim. Hûn ê berpirsiyariya wan bigirin ser xwe. Ez nabêjim têkiliyan pêş nexin. Lê hûn ê encamên wê bi xwe binirxînin. Hûn fêm dikin, Sebrî û Remzî?
Ez îro kêfxweş im. Ez ji barê xwe rizgar bûm, û ez wî barî didim we. Sozên min ên nû, armancên min ên nû jî hene.
Remzî Qartal:
Bi banga sedsalê, em wekî rêxistin û wekî gel pir zelal in. Pirsgirêk dewletê da ye. Hûn bang li PKK’ê bikin. Piştre dê pêngav werin avêtin. Piştre kongre wê bê li dar xistinn, û piştre dê pêngav bên avêtin. Reftara dewletê ya bê pêngav gumanan bi me re çêdike…
Ocalan:
Ez fêm dikim, Remzîyê delal. Ez hem we û hem jî dewletê nas dikim. Ew Apo pêşberî we şixûlê xam nake. Ez bi cewherê 27 salên xwe yên li vir dijîm. Ez her roj li vir difikirim. Gel ji min bawer dike. Ji min tiştekî xirab çênabe.
Ez hêvî dikim ku dewlet jî min wiha nas bike. Ez bi dewletê re hevdîtin dikim. Ez bawer dikim ku ew min fêm dikin. Ez bawer dikim ku ew ê gavên pêwîst bavêjin.
Sebrî Ok:
Lê îxtidar wisa xuya nake. Ew dîmenek we nade…
Ocalan:
Ez bi dewletê re hevdîtin dikim. Karê min bi desthilatê an partiyên siyasî re tune. Ez bi dewletê re hevdîtin dikim. Birêz Hakan li gel we ye. Ew mirovekî wisa hêja ye. Ez hêvî dikim ku hûn ê piştre şîveke aştiyê bixwin.
Sebrî Ok:
Ez dixwazim agahdarî bidim we. Daxwazek hebû ku bi Barzanî re hevdîtin bê kirin, lê ew hevdîtin hîn pêk nehatiye. Hê me bersivek li ser vê mijarê negirtiye.
Ocalan: ev 50 sal in ez Qendîl û yên Sûriyeyê didim jîyandin, lê hûn fêm nakin.
Ocalan:
Rayedar li wir in. Birêz Hakan li wir e. Bila ew jî bizanibe, ez ê pêşniyarekê bikim. Divê ez bi kesekî Barzaniyan re hevdîtin bikim. Ev înîsiyatîf a min e. Divê ev hevdîtin were sazkirin.
Sebrî Ok:
Ger serok hvdîtinê bike ew ê bi bandor be. Ew guh nadin me wê guh bidin we. Dê we micid bigirin. Dê baş be ku hûn hevdîtin pê re bikin.
Ocalan:
Ez fêm dikim ku hûn çi dibêjin. Spas dikim, ez vê girêdana we bi qîmet dibînim. Ez ne hewceyî piştgiriyê me; ez beşa piştgiriyê veşartî dihêlim. Ez pesnê xwe nadim, lê ez we sax dihêlim. Ez Qendîlê sax dihêlim. Ez yên li Sûriyeyê sax û li ser piyan dihêlim. Hûn vê yekê fam nakin. Divê hûn bizanin kî-çi Qendîlê 50 salanin zindî dihêle. Hûn dizanin em çawa dijîn. Hûn bi têra xwe fam nakin.
Sebrî Ok:
Me her gav serok dereng fam kiriye. Me ew bi têra xwe fam nekiriye. Em êşa wê dikişînin.
Ocalan:
Çima hûn êşa wê dikişînin? Tu 60 salî yî. Hafiz Esed fêm nekir, min got, “dê tu biqedî” Ez ji Sûriyê derketim û hilweşiya. Ez ji Tirkiyeyê re jî dibêjim. Ev sal ji bo Tirkiyeyê saleke parçebûnê ye. Ger hûn çareseriyekê pêş nexin, ew jî dê bi pirsgirêkan re rû bi rû bimînin. Ez dizanim ka ez çi ser linga dihêlim. Wefadariya we heye. Ez rêzê li wê digirim. Lê ez dizanim ka ez çi ser linga dihêlim. Hûnê ferq bikin. Divê tu wê rast fam bikî, rast bicîh bînî û rast li ser linga bisekinî. Hamili (Hamîlî Yildirim) li vir e. Ez difikirim ku tu dixwazî silavê lê bikî. (Silav dane hev.)
Îro rojek dîrokî ye. Erê, em berdewam bikin. Ez ê jê re bêjim demagojiya Qendîlê. Apoyê rastîn li ber çavên we ye. Kes nikare tiştekî li ser min ferz bike. Ne hûn, ne dewlet. belê, tiştek din heye…?
Sebrî Ok:
Wekî ku min got, em hewl didin ku we fam bikin û bicîh bînin. Em hewl didin ku fêm bikin. Lê em li benda gavekê ji dewletê ne jî.
Ocalan:
Ez ê dîsa we rexne bikim. Hûn çima pêngav ne avêtina dewletê mezin dikin. Mîna mirovekî ewqas jar neaxive. Binêre, ez li vir im. Her roj dikarim hevdîtin bikim, lê ez tiştekî wisa hêvî nakim. Em tiştekî ji dewletê naxwazin. Dewlet tenê rêgir nebe bes e. Divê em ji vê bêtir tiştekî hêvî nekin. Li Tirkiyeyê kes tune ji ku demokrasiyê fêm bike. Ez ê Demokrasîyê fêrî wê bikim. Demokrasî ne wergirtina parek ji dewletê ye. Ewlehiya cewherî karê we ye. Ez naxwazim kesek bimire. Lê hûn dê wê misoger bikîn.
Sebrî Ok:
Te li ser hêza me ya bingehîn pirsî. Te di hevdîtina me ya dawî de behs kir. Hêza me ya bingehîn şiyana me ye ku em we fêm bikin û pêk binin.
Ocalan:
Dibe ku bombebaran berdewam bike. Dibe ku êrîş hebin. Hûn ê xwe biparêzin. Ez nikarim bibêjim ka sê meh an du meh dê bidome. Lê çekên di dest de tu car demokrasî an aştî pêk nayê. Têkoşîna demokratîk ji çekan xurttir e.
Sebrî Ok:
Heke gavên pêwîst neyên avêtin, kes çekên xwe danayne. Em çekên xwe na danîn
Dilar Sîwas:
Serokê min, tevgera jinan têkoşînek dide ku di nav pergala serdest de, ango di nav pergala ku ji hêla mêran ve serdest e de. Di vê çarçoveyê de tê fêmkirin ku serokatiyê rolek pêşeng di stratejiya xwe de daye tevgera jinan. Jinan ji mêran potansiyelek mezintir heye ku vê pêvajoyê fam bikin û bicîh bînin.
Ocalan:
Erê. Jin di karê xwe de serketîtir in. Ew ji mêran bêtir kedkar û dîsîplîn in.
Bi dewletê re niyeta hevbeş a baş heye. Em nikarin her û her dijmin bimînin. Min berê digot ku xwarina dewletê heram e. Niha ez dibêjim: Naa. Her çend dewlet jî bide ew para min e. Min digot bac û keda min heye. Dewlet ya min e. Lê dewleta ku ji sîstemê dûr dikeve komploger e. Lê em dewletê diguherînin. Ez bi zanîna her tiştî siyasetê dikim. Ev veguherîna dewletê ew e ku em bi wê re di diyalogê de ne. Bê guman, hin tişt wê biqewimin. Em ê vê yekê qanûnê ve girê bidin. Hûn Apoyekî xeyalperest pêşkêş dikin. Hûn difikirin ku ez nizanim.
Remzî Qartal:
Wekî gel û rêxistin, ji bo banga Rêber Apo ti gûman tune. Baweriya me bi tevahî heye. Pirsgirêk ev e ku dewletê ti gavên bawerîdanê neavêtiye.
Ocalan: Min Bahçelî anî ser vê xetê.
Ocalan:
Min Baxçelî anî ser vê xetê. we ev yek fêm nekiriye. Ez rewşa we pir xirab dibînim. Nêzîkatiya we vê yekê nîşan dide.
Remzî Qartal:
Nêzîkatiya li hember we, nêzîkatiya li hember azadiya te, nêzîkatiya li hember pêvajoyê ye. Şert û mercên jiyana te ya azad şertê me ne.
Ocalan:
Ew wisa nabe. Ger hûn ev qas dubare bikîn û vê yekê wisa bikin, dê dewlet jî serhişk bibe û min hîn dirêjtir min li vir bihêle. Serok erkanê giştî yê Tirkîyê got tu çi bikî dê tu bixwe bikî. Tu dikarî ji vir derkevî, an jî dikarî bimirî. Ew rast dibêje. Ez ê dewletê veguherînim. Ez bi biryar im.
Sebrî Ok:
Gerîla weke fedaîyên serokatî tevlî bûn. General her tim dibêjin teslîm bibin û çekên xwe deynin. Ev yek nayê qebûlkirin.
Ocalan:
Ez 20 sal in ez li vir im. Min li vir debara xwe kiriye. Min mîna leşkerekî jiyaye. Min bêdîsîplînîyek piçûk jî nîşan nedaye. Hûn nizanin li wir çawa bijîn. Çima te li wir wek leşkerekî serkeftinek mezin bi dest nexistiye? Xweparastinê heta dawiyê bike. Ma kesekê rêgirî li te kirîye? Lê te şîyanên vê yekê nîşan nedaye. Xwe sipartina Amerîkayê ne hêza cewherî ye. Rexneyên min ên girîng hene. Ji min serokatîya kukla hêvî nekin. Ez ê bi hemûyan hisap bipirsim. Ji we jî û ji Barzanî jî. Hamilî û Omer li vir serkêşîya vê kirin. Niha ew mîna berxan li pişt min rûniştine. (Ew bi devkenî berê xwe da wan) Ew dikarin biaxivin. Fermo hevalno;
Hamilî Yildirim:
Me gelek tişt wergirtin. Me xwe bi tevahî guherandîye.
Omer Xeyrî Konar:
Ez fikarên we fam dikim. Perspektîfa bingehîn a li vir ev e: Divê tu xwe biguherî, ne dewletê. Xwe bispêre hêza xwe. Wekê din Hebûn ne mumkin e.
Ocalan:
Ev pir girîng e. Xwe afirandin û hebûn û hebûna xwe misoger kirin… Hevalê Remzî dizane. Ewropa navenda xweafirandinê ye. Weysi, tu çi dibêjî?
Weysi Aktaş:
Ev pêvajoya ji nû ve xwe afirandin û avakirinê ye.
Ocalan:
Bi temamî wisa ye. Xweafirandin. ziman û bingeha vê pêvajoyê ev e.
Remzî Qartal:
Tevlîbûnên enternasyonalîst hene. Ji gelek welatan tevlîbûnên paradîgmaya we hene. Ew silavên xwe dişînin.
Ocalan:
(Serok ket navberê) Ez silavên xwe ji hemûyan re dişînim. Ez gotina “Sosyalîzma reel ber bi têkçûnê ve diçe, sosyalîzma demokratîk ber bi serketinê ve diçe” pêşkêşî wan dikim. Her wiha, vê gotinê li ser navê min bigehînin wan: “Israr li ser mirovahiyê israr li ser sosyalîzmê ye.” Silavên min ji Ertûgrul re jî bişînin. Bila ew li ser wî karî bisekine. Bila ev jî erkê te be. Ma Îlham tu tiştek dibêje?
Îlham Ehmed:
Serokê min silavên hevalan bo we hene.
Serok:
Careke din ez ê bi we re hevdîtinek dirêj bikim. Silav li her kesî bikin, û ez ê we bibînim.
Îlham: Em ê wê demê biaxivin, silav û rêz.
Hevdîtin bi silavdayîn û çepikan bi dawî bû.
Grûpa ku bi Ocalan re hevdîtin kirî, piştre ji bo PKK ê nota agahdarkirinê amade dike. Ji vê notê xuya dike ku hin kes berê bi Ocalan re hevdîtin kirine. Not her wiha nîşan dide ku hevdîtinek hevdem li Tirkiyeyê pêk dihat.
Nêrînên Hevpar yên şandeyê:
Li gorî hevdîtinên din, Serok bi coş, kêfxweş, moral bilind, û pir kelecan û amade bû. Bi taybetî hevalên ku berê beşdarî hevdîtina bûbûn gotin ku wan ev guhertina berçav dîtine.
Şandeya me amadekariyên xwe kiribû da ku nihêrînek li ser deverên ku hatine pêşkêş bikin û agahdariya li ser karê ku tê kirin parve bikin. Lêbelê, Serokatî derfet neda şandeyê ku agahdariya li ser deverên hatî parve bikin. Wî bi tevahî amadekarî li ser pêşkêşkirina perspektîfek li ser kongreyê û bangawazîyê kiribû. bi giranî telekonferans bi gotara wî meşîya. Di navra bi hinek pirsa, wî hewl da ku fêm bike ka gelo pirsgirêkên têgihîştinê an helwestên dijber hene an naa.
Serokatî di derbarê lidarxistina kongreyek hilweşandina pkk ê de pir bi biryar û zelal bû. Ew dixwaze ku ev yek bêyî derengmayînê were kirin. Lêbelê, ew piştî kongreyê ji bo bêçekkirina rêxistinê ser xetê ye û ew we pêş bînî dike ku çend heyva dewam bike. Têgihîştina me ji vê hevdîtinê û ramanên heya niha yên şandeyê ew e ku; kongreya hilweşandinê de tekoşîna çekdarî dê bidawî bibe. Biryarên li ser bêçekkirinê bi pêkanîna hin mercan ve girêdayî be. Ev merc; pêkanîna guhertinên qanûnî yên li ser bingeha siyaseta demokratîk û çarçoveyek qanûnî ne.
Xalên berbiçav û cûrbecûr ên vê hevdîtinê jî hiwa ne: nirxandinên Serokatî ên li ser Barzanî, Îran û Sûriyeyê, û erkên ku wî di vê mijarê de dane rêveberîya tevgerê bûn. Li gel vê, ya girîng ew bû ku wî jî dixwast ku hinek hevdîtinan ew bi xwe bike. Daxwaza serok ya hevdîtina demek zû bi hem Îlham Ehmed û bi Barzanî re girîng e.
Her wiha, rayedarên dewletê pêşniyar kirine ku Kongre piştî vê konferansê zû were lidarxistin. Li ser vê pêşnîyarê, Pervîn û Derya dê sibê li ser daxwaza Î.K. (Îbrahîm Kalın serokê MÎT ê) re hevdîtin bikin.
Silav û rêz
Şandeya telekonferansê
2 Gulana 2025an