Ji yekitiyeke berfireh re çi lazim e? HAK-PAR û PWK

Ji yekitiyeke berfireh re çi lazim e? HAK-PAR û PWK

Bûbê Eser

Mirov carna li dîrokê vegere wê baş e. Mirov carna tiştan dubare bike jî rind e. Ji xwe di nava milet û dewletên dagirkerî de ev girîng e. Ji ber ku xelkê wan famkor kirine. Loma jî pêwîstiye dubarekirinan jî ferz e. Ez jî niha vê dikim.

Weke tê zanîn ku piştî 1980 li tirkiyê û bi taybetî li bakurê Kurdistanê her tişt serobinî hev kirin. Ne rûmet û qîmet. Ne hêjayî û helwest hiştin. Armanc ji vê ew bû ku kêşeya kurd, bifetisînin an tune bikin. Ruhiyeta Kurdistanî, îradeya kar û xebatên siyasî têk birin ango kuştin.

Loma jî zîndana Diyarbekirê bi plan û proje vekirin. Wir weke lobaratuwarekê bi kar anîn ku kurdan, ji kurdistanîbûna wan bidûr bixin. Li gor min di gelek waran de bi ser jî ketin.

Ji ber ku di wê labaratuwarêde, helwest, berxwedan û ruhê tekoşeriyê dê çawa têk bibin, fêm kirin. Armanca wan î sereke ev bû. Her weha bi pkk ya xwe dest bi şerê çekdarî kirin. Da ku wan qehremanên di wê labaratuwarê de li berxwedan, teslîm nebûn, ango teslîm negirtin. Ji zîndanê berdidan. Bi alîkarî û piştgiriya dewletê ew dişandin nava gerîlayên pkk.

Armanc ji vê ew bû ku yên di zîndanê de teslîm ne bû bûn, li wir teslîm dihatin girtin ku ew bibin mirîdên zilamên wan Evdila. Ya jî bi destê zilamên MITê (îstixbaratan tirkan) ku weke şervan di nava pkk de cih girtibûn, dihatin kuştin. Yanî vekirina zîndana Diyarbekirê û şerê pkk weke du labaratuwaran ji bona tunekirina kurdan bûn. Yekê di zîndanê de bi kuştin û êşkenceyan xwestin girtiyan bikin tirkên baş. Ya din jî li serê çiyan li ser navê şerê azadiyê kesên qehreman, aqilmend, zana û têgiştî kuştin û dikujin.

Li tirkiyê û bakurê Kurdistanê bi saya ”failî mechûl” yanî kujerin qesas ne diyar ku piraniya wan ji zilamên dewlet û pkk ya kûr bûn. Bi hevre şexsiyetên kurdan, kadroyên ku nehatibûn girtin, piraniya wan kuştin an didan kuştin.

Li aliyekî din jî di warê demokratik de jî, dewletê û HDP (DEM a niha) bi hev re xebitîn ku kesên xwedî helwestên kurdistanî bûn, di mitîng ango xwepêşandanên Hdp de, dane pêş. Piraniya kesên weha jî ya hatin girtin ya jî kuştin. Yên girtin jî piraniya wan piştî ku ji zîndanê derketin bûne zilamê dewletê û êdî wan jî çi li ewropa û çi jî li Kurdistanê, karê li ser xebatên li ewropa rapor didan tirkiyê ango MITê.

Armanc ji vê xebata herdu aliyên kûr, bêdengkirina kurdan û bi serxistina fikrên Evdilayê kûr bû. Baweriya min de di vî warî de jî bi serketin. Ji wan zilamên ku di zîndanê de bûne zilamê dewletê hê jî çi li ewropa û çi jî li Kurdistanê di nava me dene. Çîrok dirêj e û naxwazim wextê we bigirim.

Em vegerin rewşa niha ya bakurê Kurdistsnê.

Herdu aliyên kûr (dewlet û pkk) xebat, tevger û çalakiyên Kurdistanî anîn ser xeta mirinê. Yanî bawer dikirin ku êdî wê her tişt weke wan bibe. Lê ev nebû. Ji ber ku başûrê Kurdistanê bi serpereştiya Barzaniyan azadî û federasyon bi dest xist. Ev ji bona hemî kurdan hêjayî û ne mirin bû. Hebûna başûrê Kurdistanê bû sedem ku li tirkiyê hin qenalên demokratîk hatin vekirin.

Ji wan qenelana jî yek jê vekirina partiyên siyasî û eşkere bû. Armanc ji vê jî ew bû ku piştî şerê çekdarî pkk û dewletê xwestin ku kurdan di warê demokratîk de entegreyî tirkiyê ango tirkan bikin. Yanî Kurdan jî weke gelek kêm neteweyan bikin tirk.

Lê Kurdan û bi taybetî rêzdar Kemal Burkay, zû ev plan fêm kirin. Loma li gor fikir, raman û rê nişandana cenabê Kemal Burkay, heger kêm û zeîf jî bûn, li hember hemî tund û tûjiyan miletê kurd bê altarnatîf nehişt. Wan jî di warê demokratîk de, bi saya vekirina partiyek legal ku ji wê pêvajoyê niha HAK-PAR e tim çirûskek ku tariya miletê kurd rohnî dikir hebû. Mala wan ava bî ku bi saya wê çirûskê hebûn û parastina milet hate kirin ku bi temamî têk nere û neçû.

Niha jî em dibînin ku bi saya wan xebatên demokratîk yên xwe weke xeta Kemal Burkay didîtin, bê westan heta îro  berdewamiya karê xwe kirine û dikin. Lê hin kurd vê nabînin an naxwazin bibînin. Îro berhemên wê têne dîtin. Loma jî ji ber wan xebatên wan î demokratîk, kurd li bakurê Kurdisranê bê altarnatîf neman.

Hezar mixabin ku tam di dema roj bi roj HAK-PAR xurt dibû ku bibin hêzek altarnatîf, hin xêrnexwazan ew kirin du beş ango du perçe. Ew gavên berbi altarnatîfek baş ku dihatin avêtin, qels û lawaz bû.

Li ser asasê vekirina partiyên eşkere û demokratîk,  îro em dibînin ku gelek partiyên eşkera yên bakurê Kurdistanê hatin vekirin. Yek ji wan jî Partiya Welatparêzên Kurdistanî bû.

Bi vekirina PWK xeteke nû, bîr û baweriteke taze bingehê xwe ango bizrê xwe avêt ser erda Kurdistanê ya dagirkirî. Hêviyeke xurt, baweriyeke delal da kesên ku xwe bê altarnatîf didîtin.

PWKê jî li gor xwe karê baş û hewldanên delal kir û dike, lê têr nake. Bi taybetî serokê PWK rêzdar Mustafa Ozçelîk ji damezrandina wê û heta niha qet ranewestiya ye. Çi jê hatiye kirî ye û dike. Di nava PWK de jî hin kadroyên hêja weke cigirê serokê PWK rêzdar Cano Amadî û gelekên din, li gel hev karê baş dikin. Lê piraniya endamên meclîs û hin ji kadroyên wê yên sal mezin, him ji ber tirsa pkk û him jî, ji ber bin gelekan ji wan şil e loma ne çalak in.  Ev rewş di nava piraniya partiyên kurdistanî de jî heye.

Lê rêzdar Mustafa Ozçelîk qet ranewestiya yî. Di van demên talîde hema hema herroj di bernameyeke televizyonên kurdistanî de, bi konferans û civînan rewşê zelal dike. Şirove û dîtinên PWK bi zelalî û vekirî ji raya giştî re dibêje û dinivîsîne.

Ji bona ku endamên meclîsê jî li ser wan dîtin û nerînên rêzdar Mustefa Ozçeklîk binivîsînin û rayên xwe jî li ser zêde bike, tenha bi parvekirina nivîsên cenabî wî xwe kilît dikin. Ev jî ji bona partiyeke çalak nabe. Yanî bi motoreke qels siyare nayê ajotin.

Erk û berbirsiyariya endamên meclîs û kadroyên partiyê ew e ku ew jî bi nerîn û dîtinên xwe li ser xebatên serokê xwe zêde bikin da ku partî bi wan nerîn û dîtinan di nava xelkê de cihê xwe bigire. Em dizanin ku bi gulek nabe bihar, lê îşerata hatina biharê ye.

Gotina talî:

Di nava her partiyên siyasî de weke HAK-PAR û PWK de kambaxî, karnekirin û erka xwe pêk neanîn heye. Ev ne tenê di nava wan de weha ye. Loma divê zûtirîn demê û ji bona partiyeke çalak û wêrek divê HAK-PAR û PWK hêzên xwe, qawetên xwe, mejiyên xwe. Bîr û baweriyên xwe bikin yek da ku bi cahdek wêrek û neteweyî li bakurê Kurdistanê xebatên siyasî bêne kirin ku altarnatîfeke neteweyî pêk bînin.

Bi vî halî û bi vê lawazbûnê hûn bawer bikin em ê hemî bi hevre wenda bikin. Ev wendakirin jî dê bibe ya talî ku êdî tu sed sal jî nema dikare kurdan azad bike. Li ser me kurdên bakurê Kurdistanê ferz û zarûrî ye ku em hêzên xwe bikin yek. Destpêk bila ji HAK-PAR û PWK de be, piştre jî partî, kes û kesayetên din jî dikarin beşdarî nava vê yekitiyê bibin. Lê divê em ji derekê de destpê bikin.

Ji ber ku niha Baxçelî û Evdila bi hemî hêzên xwe kar dikin ku kurdan tune bike. Divê em jî bi hemî hêzên xwe kar bikin da ku kurd li ser nigên xwe bin û bighêjin mafê xwe ê rewa…

Pustên heman beş