Bayîk rê ji bo spayê Mihemed xweş dike biçe Rojava Kurdistanê

BAYÎK RÊ Jİ BO SUPAYÊ MİHEMED XWEŞ DİKE BİÇE ROJAVA KURDİSTANÊ

Cemîl Bayîk: pêwîst bû her di zû de li gel rejîma Sûriyê lihevhatin pêk hatiba

Li du rojên rabûrî Konseya birêvebir a koma civakên kurdistanê du caran bi zelalî bi navê desthilata Rojava kurdistanê helwest ragihandin, hemwext civaka navneteweyî hewlên wê hene, Erdogan razî bikin ku têkilya YPG’ê bi PKK’ê ve tuneye, di rastî de Erdogan vê dixwaze.

Hevserokê konseye birêvebir a koma civakên kurdistanê KCK’ê, wexta ku wlatên Ewropayê ji bo çareserkirina pisgirêka Rojava Kurdistanê hatine xetê, bi taybet piştî hewlên serokê Firansayê ku bi Erdogan re gotiye: (YPG’e ne PKK’)ye, ji nû dengê xwe kir û ferman ji bo desthilata Rojava Kurdistanê şandin ji bo ku çi reftarekê bi lihevhatina agirbestê bikin.

Cemîl Bayîk hevserokê KCK’ê îro roja yekşemî 20/10/2019an li hevdîtineke medyayî de bi dirêjî li ser mijara ROJAVA kurdistanê axvî ye û weke seywan û merce’a YPG’ê û HSD’ê ferman kirine û helwesta xwe a li ser lihevhatina Enqerê jî înaye ziman.

Bayîk di beşeka gotnên xwe yên îro de dibêje: pêwîst bû her di zû de lihevhatina HSD’ê û rejîma Beşar Esed pêk hatiba, ji ber ku hêzên Sûryaya demokratîk HSD’ê tu carekê nexwestiye ji Sûriyê cuda bibe, hemwext tekezî li yek parçeîya xaka Sûriyê kiriye.

Cemîl Bayîk hemwext behsa helwestên emerîkayê, Rûsya federal û Ewropayê jî kiriye û wiha axvî: emerîkayê kurd firotin û li gel Rûsya federal meşru’yeta êrîşa ser Rojava bi Erdogan re hate dayîn, Ewropayê îxanet li gelê kurd kir.

Bayîk hemwexta van gotnên xwe, bang li gel jî kiriye ku bi tu awayekî navçeyên xwe çol nekin, her çend êrîşa dagîrkariyê tund û dijwar bibe.

Konseya birêvebir a civakên kurdistanê duh roja şemî 19/10/2019 beyaneke nivîskî li derbara Rojava kurdistanê weşand û têde weke seywana siyasî a YPG’ê û HSD’ê axvî ye, hemwext gotnên îro ên Cemîl Bayîk ê hevserokê konseye KCK’ê bi zelalî fermanên PKK’ê bo YPG’ê û HSD’ê têde dihên dîtin, ev yek jî bi ramana dayîna meşrû’yetê bi Tirkiyê tê ku êrîşa ser ROJAVA dijwartir bike.

Ev helwestên KCK’ê derketne holê wexta ku Ewropa bi hêz ji bo çareserkirina pisgirêka Rojava kurdistanê hatine xetê, weke hewlên Emmanuel Makron ê serokê Firansayê ku li roja Eynî 18/10/2019an di konferenseke çapemeniyê de got ku wî bi Erdogan gotiye: (YPG’e ne PKK’e) ye, mebesta Makron ji vê gotnê ewe ku YPG’ê tekoşîn li dijî terorê kiriye, têkilya wê bi PKK’ê ve tuneye, lê belê Cemîl Bayîk yê hevserokê KCK’ê, piştî wan gotnên Makron du caran derket û bi zelalî dest nîşan kir ku PKK’e siyasetê li Rojava dimeşîne, ev jî ger bi behane were meyze kirin, dê ji bo Erdogan bes be ku supayê Mihemed bişîne Rojava kurdistanê.

Pustên heman beş