PKK çawa hat damezrandin? – Beşa 1

Parta Karkerên Kurdistanê sê qonaxên xebatê derbas kirîne taku pirojeya komara demokratîk kiriye sitratîj û dest ji xweserî, fedralî û Otonomîyê bo bakorê Kurdistanê hilgirtî.

PKK’ê îro bi rêya komara demokratîk peymana emeknasiya xwe ji dewleta Tirkan re radigihîne, û bi gotina rêberên wê wexte peymana netewî digel desthilatdarên Tirkiyê tekmîl bike, ev yek jî bi awayek tek alî nek bi razî bûna dewleta Tirkan.

Qonaxa yekemîn a jiyana PKK’ê, li sala 1973an dest pê dike û heya sala 1978an û kongreya damezrandina PKK’ê berdewam dike.

PKK’e di vê qonaxê de girupeke aydolojîk a biçûk bû, û bi nivîsînên Ebdulla Ocelan û Cemîl Bayîk (Heval Cum’e) giropa wan bi îmkaniyatên dewleta Tirk xwe perwerde kir.

Qonaxa diduyan a jiyan PKK’ê, ji kongireya damezrandinê li sala 1978yan ta 4/8/1984an bi xwe ve digire, PKKê di vê qonaxê da gerîlayên xwe li “dola bîqa” perwerde kirin û li Sûryayê, Îranê û başûrê Kurdistanî xwe vehewand.

Qonaxa ssêyan a jiyana PKKê, li 15/8/1984an dest pê dike, û ta 15/8/1999an dema 15 salan şerê çekdarî yê vê rêkxerawê bi xwe ve digre. PKK’e îro bi ragihandina stratejî ya komara demokratîk pêngava çaremîn a jiyana xwe ya siyasî û çekdarî berdewam dike.

Ev helwesta nû a PKK’ê werçerxaneke giringe li sitratîc û tektîkên vê rêkxerawê de, jiber vê yekê pêtvî dike bizanîn pirojeya vê stratîjê ji ku derê hat û çewa serhilda.

Herweke pê agihdarin, Ebdulla Ocelan serokê partîya karkerên Kurdistanê roja 15/2/1999an li “Nayrobî” ya paytexta “Kînyayê” hate desteser kirin, û piştre hate veguhastin bo Tirkiya.

Piştî girtina Ocelan bi dehan parêzerên Kurd û bîyanî da xweya kirin:( amadene li berdem dadgeha Tirkiyê de berevaniyê ji serokê PKK’ê bikin.)

Dadgeha asaiyşa Tirkiyê çend kesek pejirandin û “Ehmed zekî Ukçuxlu” bû serokê parêzerên Ocalan.

Ukçuxlu ji alîyekê taku pisgirêka Kurda bikşîne bernameya karê dadgeha Tirkiyê, û ji aliyek din taku Ebdulla Ocalan ji zîndanê rizgar bike, ji Ocalan re got:

-(nabe tu bi axaftina dewleta Tirk razî bibî û gereke mafê Kurdan biparêzî.

Ev 100 sale Tirk înkara mafê Kurdan dikin, û pêtvî dike to bas li Kurdan bikî û di pêgeha serkirdeyekê jî xwe biparêzî û xwe liser linga ragrî.) Ehmed Zekî Ukçuxlu, nikarî qena’etê ji Ebdulla Ocalan re bîne.

Ocalan amujgariyên Ukçuxlu guhdarî nekirin, û pilana karbidestên mîta Tirkiyê ku bi şêwe û taktîkên cuda cuda serederî digelda dikir, li girava îmralî ya Tirkiya pirojeya “komara demokratîk” serhilda, û Konseya serokatiya PKKê ev yeke bi stratîja nu ya parta xwe da naskirin, ta niha jî bê ku raste rast û bi zelalî ji xelkî re bibêjn ku di stratîja xwe a berêda şikestin aniye, diruşmê aştî ya digel Tirkiyê kiriye binîştê dinav devanda û li radiyo û telefizyon û rojname yên xwe de Piropaginda jibo dikin.

Berî ku tila xwe ji bo armancên komara demokratîk a PKK’ê dirêj bikim, pêtvî dike awirekê li wê biryara Konseya serokatiya PKK’ê bidîn û bizanîn ev konseye liser kîjan binema, û li gurey çi bend û made programê pesend kirî yê kongreya şeşan a PKK’ê, ku têde biryar hatbû dayîn “şerê çekdarî bibin kûratiya xaka Tirkiyê” pişt da wê biryara kongreyê û paş derbas bona sê heyvan û bangewaza Ocalan, tiştek li cihê wê dana ku 180 pileyan cudahî digel biryara kongireyê heye.

Kongreya şeşemîn bi beşdariya 300 kesan hat lidarxistin û stratîj û taktîkên nu yên PKK’ê pejirandin, lê belê Ebdulla Ocalan bi tenê li girava îmraliyê her hemû biryarên kongireyê guhertin. Ew komara demokratîk a îro PKK’ê bi stratîja xwe hilbijartî, jiboy piraniya gelê me û xwe alîgrên PKK’ê jî bûyerek ne zelal û bîyanî ye, û her kes bi awayek cuda liser dipeyve û rayedarên PKK’ê jî wek pêtivî nikarin mebesta xwe a zelal ji xelkî re bas bikin, a rast bas kirin jê ew qas aloze ku ziman nikare beyan bike.

Ta ku ji naveroka vê stratîja nu a PKK’ê fam bikîn, baştire yekem car bizanîn Ebdulla Ocalan di berevanî kirina xwe ya dest nivîs de ji bo dadgeha Tirkiyê, çewan amajê bi wê bûyerê dike û di komara demokratîk a Tirkiyê de!!! Çi mafekê ji Kurdan re dixwaze.

Ocalan di nameya xwe de bo serokê dadgeha asaiyşa dewleta Tirkiyê dinvîse:

-(dadwerên bi rûmet, min divê di van rojan de ku dadgeh kirina min nêzî dibe, amajê bi çend tewerekan bidim ku peywestin bi dadgeh kirina minin, pisgirêka min û rojeva îro a Tirkiyê, sala 1925an û dema damezrandina komara Tirkiyê, lîbral bûna wê komarê, pisgirêka Mûsil û Kerkûkê li bîra min diîne, ku ji egera heleşe bûnê encameke nigetîv bi dest xist.

Bi taybetî fêlbazî û pilangêriya Berîtanya ku di pişt perda pisgirêka Kurdan de peyade kir û ew yek bi amanc gihand. Niha ew tiştê ku li ‘Iraqê dihê pêk anîn bi hev girêdana wê beşa Kurdistanê bi yariyên wê serdemê di mejiyê mede zîndî dikin.

Eger min û PKK’ê li şûna bizava 1925an danin, wê bibînin yariyên îro gelek nizîkatî digel yariyên wê serdemê de hene.

Ez bi wê şiyan û bandora xwe liser PKK’ê û Kurdan, daku ev yariye dubare nebe, peymana millî a Tirkiyê bi biratiya Tirk û Kurdan gelek vekirî mêze dikim.

Yekêtî û demokratî a raste rast ji bo serketina komara demokratî di hember pîlanên derve û nexasme ew pîlanên li ‘Iraqê pêk dihên, ji bo serketina hêla peymana millî (netewî) bi erkê xwe dizanîn, û bi helwesteke nu hereketê bû dikîn.

(1) Ebdulla Ocalan bo pêk anîna peymana xwe a nu xwe û PKK’ê digel dewleta Tirk di çend beşek ji nameya roja 1/8/1999an de fermanê li Konseya serokatiya PKK’ê dike û dinivîse:

-(PKK’ê divê ji îro pêde dest ji hinek nerînên xwe ên dogmatîk û ew rêveberiya xwe a di kûratiyê de berde.

-Eger bi hûrî di nerîna PKK’ê mêze bikîn ev yek derdikeve ku PKK’ê tu caran daxwaza dewletek xweser û cûda bon ji komara Tirkiyê nekiriye û neketiye di nava qalibeke nasyonalîstî a berteng de.

-ji bo mezinahiya dewlet û supa, Tirkiyê di xwast serweriya sînorê xwe biparêze, yan pêtvî bo PKKê ji sînorên xwe dûr bike yan jî jinav bibe.

Jiber vê yekê pêtvî bo vegerin ew deverên pêşde hatbûn diyar kirin, pêtvî ye li jêr sîbera UN kampa Mexmûr bikîn navçeyek siyasî.

– divê PKK a başûr ciyê xwe di nava wê rêkxistina nu a Kurd li başûrê Kurdistanê de bike û serkirdatî jî alîkariya vê yekê bike taku ciyê xwe weke hêzek ji desthilata wê derê wergire.

– Tirkiyê û hinek aliyên din karîn PKK’ê weke rêkxistineke terorîstî bêxin ber çavên wlatên derve her jiber vê yekê rê li PKK’ê hat girtin û nikarî pêngavan beref pêşde bibe.

– lazim dike di vê qonaxê de xalên lawaz ên Tirkiyê li dijî Tirkiyê nehên bikar anîn, belku berevajî divê bi hemû îmkaniyat hewl bidîn ewan lawaziyan xurt bikîn.

– Eger dewleta Tirkiyê hember van karên me ên baş tu helwesteke erênî nîşan nede, nabe em bê umêd bibin.

– ev tiştên ez di vî qonaxêda dibêjim pêtvî dike bigehe hemû PKK’ê, ez ne bawerim zor kes bi awayeke ’emdî li dijî vê yekê derkeve yan pê îstîfzaz bibe. Eger weha kir jî hûn dikarin bi asanî wan bê deng bikin.

Ewa di vê yekê da bikeve ser stuyê min ez wê bikarim rola xwe bimeyzînim. Ji aliyek din de ragihandineke bi hêz li dest hewe da heye û erkê ser milên hewe ye ew tiştên ez dibêjim bigihînin xelkê û ev erke, erkek zehmet nabe.

– şaşitîyek mezine ger hûn weke berî niha “Kurdistana başûr” bi metirsiyeke mezn bo Tirkiya nebînin.

– hûn xwe li Kurdistana başûr bi biyanî mêze nekin, belku pêtvî dike xwe weke xwedî mal bibînin, jiberku ji nîvê pitir ji rêkxistna “PKK’ê başûr” xelkê başûr dibe, jiber vê yekê tu giriftek wê nehê ser rê.

>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>

1- raporta dest nivîs a Ebdulla Ocalan bo serokê dadgeha asaiyşa dewleta Tirkiya li zîndana îmraliyê, di pirtûka “di pişt perdeya îmraliyê de imralinin perde arkasi, ji nivîsîna Oya Armuçû û Lam’e Ayhan, belavokên umêd, Enqere 1999hatye wergerandin.

2- ‘Ebdulla Ocalan bo Konseya serkirdatiya PKK’ê, rojname Serxwebûn, jimare 212 heyva 8.

Pustên heman beş