PKK çawa hat damezrandin? Beşa Dawiyê

Vegerîn bû dîrokî

Komara demokratîk

Beşa diduyan û dawyê

‘Ebdulla Ocalan, herwiha li roja 2/8/1999 bi rêya parêzerên xwe bangewazeke aştiyê belav dike, OCALAN bangewaza xwe da dibêje gerîlayan, dest ji çekan berdin û li dijî  Tirkiyê şer ragrin, Daku zerb li biratiya  Tirk  û kurdan nekeve, sînorên Tirkiyê  bicîh bihêlin.

Ocalan herwiha li dijî neguhdarîya PKK’ê, daxwaz ji dewleta Tirkiyê kir, lêburîna giştî ji bo çekdarên PKK’ê ragehîne, û bi awayeke fermî ev yasaye were ragihandin ji aliyê dewleta Tirkiyê.

lê belê Bûlend Ecewîd di berisva nama Ocalan da li roja 4/9/1999da got:

-( PKK’e ketîye rewşeke lawaz de, jiber vê yekê ev bangewaz ragihandiye û dixwazin bi merema dawî anîn bi terorê yasaya “efo ya giştî” bipejrînîn.

 Her kesek hizir di berjewendîya Tirkiyê de bike, divê di dawî anîn bi terorê da alîkar bin jibo Tirkiyê, lê di hîç demekê de vê pirsê emê mamelê pê nekîn. Emê li cihê efoya giştî, daxwaza poşmaniyê qebûl bikîn, ev yek jî ji wan kesa yên teror encam nedabe û destên wane bi xwîna hemwilatiyên Tirkiyê sor nebibît.)

Ji bilî wî Silêman Demîrel Serok Komarê Tirkiyê ragihand: (dewlet wê ev cure ji daxuyaniyên Ocalan bi tu tişt wernegire, û axaftinên wî jî wê bandorê li me û dewletê neke.)

Dîroka gelên bindest û dîroka gelê bindest yê kurdistanê îsbat kiriye ku eger zîndaniyeke siyasî li ber xwe nede û di nava zîndanê de teslîm bibe, ji bo razî kirina dujminî û ragirtina dilê wan û parastina giyanê xwe, gelek tiştên ne rewa yên dûr ji rastiyê wê bibêje.

 Ocalan yek ji wan serkirdane ku pêştir de li sala 1973an de li goreyî axaftina wî bi xwe 7 heyvan girtî bûye, û jiberku veman li zîndanê de jibo wî pir dijwar bûye, bi merc ji zîndanê serbest hatîye berdan.

 da xweya kirin: (êdî wê qet ez xwe bi dest ve ne berdim.)

Li dema girtina wî ya vê carê her li roja yekê ji girtina xwe da liser şaşa televizyonê û bi ber çavê hemû gelê kurd û cîhanê bi raste rast gote wan zêrevanên ew girtî (ez ji bo xizmeta dewleta Tirk amade me.)

Ger wiha be gotina zîndaniyeke weke Ocalan ku bi nivîsandinên xwe li sala 1966an bo dema 12 salan Cirexurê dewleta Tirk bûye û bi îmkaniyatên dewleta Tirk  xwe pêgihandiye ji bo xebatkarên kurd pir cihê gomanê ye ku Konseya serkirdatiya PKK’ê axaftinên Ocalan bi cidî wergire û fermanên wî pêk bîne. Ji vê yekê seiyrtir propagindên wan bi nav rewşenbîrane ku dixwazin bi sofisetîkê û êxsîr bûn bi rêbaz û stratîja nu danîn.

Lê belê Ocalan û Konseya serkirdatiya PKK’ê bi pejirandina stratîja komara demokratîk, her hemû şert û mercên xwe yên berê bin pê kirin.

Li destpêkê hemû Şoriş û bizavên kurdan li dawiya 1925an di xizmet kirin bi bîyaniyan dane nasandin. û ew bi kevneperist û feodalî û alîgrên împiryalîzmê sûçbar kirin.

Li gurey gotna Ocalan û PKK’ê  şêx Se’îdê pîran, Seyîd Reza, Êhsan Norî Paşa, û her hemû serokên bizava rizgarîxwaza kurdistanê, nehêlaye komara Tirkiyê  di dema 75 salên rabûrî de rêya xwe a dirist biçe û bigehe amancên xwe yên demokratîk.

Dîroka PKK’ê liser şer û kuştin û xûnê re hatiye danîn. Her kes dizane ger kesekê yan aliyekê rexne ji kar û çalakiyeke PKK’ê  girtiba û şerê bira kojî ê PKK’ê  li başûrê kurdistanê îdane kiriba, bi hevkarê kemalîzm û sîyonîzmê dihate sûçbar kirin, û niha jî xebatkarên bakûrê kurdistanê bi vê yekê sûçbar dikin ku li dijî  komara kemalîstanin.

Ocalan di zîndanê de fermanan li Konseya serkirdatiya PKK’ê dike ku ew kesên li dijî  buçunên wî  bê deng bikin û dibêje: ya di vî warîde dikeve ser milên wî, dikare rola xwe bibîne ku xwandevanên hêja wê bikarin di ramana vê gotinê fêm bikin .

‘Ebdulla Ocalan û PKK’e taku erkê xwe yê şoreşgerî li hember komara Tirkiyê  bicî bînin çendîn qonax diyar kirin, weke Agirbest, bêçek kirina gerîlayan, û hilnegirtina çekî careke din, daxwaza efo ya giştî û vegerana endamên PKK’ê  bo xizmeta komara Tirkiyê .

Çek danîna PKK’ê û dawî anîn bi şerê li dijî Tirkiyê di çarçûveya pirogram û pirensîbên rêberên niha yên PKK’ê   de, bê guman wê ev qazance bo kurdan hebe ku çidî Tirkiyê nikare gundên kurdan wêran bike, û lawên me bi tawana çalakî yên terorîstî bikuje û li gurey qanûnên niha yên cîhanê mafên demokratîk yên kurdan bin pê neke.

Her wiha PKK’e jî wê nikare wek pêştir hîcetan bi kurdên başûr û parçeyên din yên kurdistanê bigre, û li bin perda hewildan bo damezrandina dewleta xweser a kurdistanê, çarenvîsê wan bêxe jêr metirisiyê.

Mokim kirina peymana neteweyî a Ocalan digel Tirkiyê, bêhtir pîlanên wî û PKK’ê zelal kirin.

Herçende ‘Ebdulla Ocalan di pêş de jî neveşart bû azad bûna başûr weke xencerekê dibîne di pişta xwe û tevgera xwe da, lê belê hejmarek ji kesan evcar çi jiber nezanîna xwe be yan jî jiber meremên xwe yên taybetî û qazanca xwe a şexsî be guhên xwe lê kerr kirîne.

Li piştî belav bûna bangewaza Ocalan, her êk ji endamên Konseya serkirdatî û organên PKK’ê bi telefonê û beyana rojnamevanî pişta bangewaza Ocalan girt û ew bi stratîja nu ya kurdan da nasandin.

Konseya serkirdatiya PKK’ê di beyannameyke nivîskî de ku li roja 5/8/1999an li “MED TV” hatbû belav kirin, piştgirîya bangewaza Ocalan girt û ragihand:

-( hemû şêweyên xebatê di sîstema komara demokratîk de wê birêve bibe.)

Konseya serkirdatiya PKK’ê   bangewaza Ocalan weke delîveke zêrîn jibo Tirkiyê nirxand. Komîta navendî ya PKK’ê di ragihandina xwe de ku di roja 8/8/1999an di “MED TV” de belav kir, ragihand: (di civîna roja 23-29/7/1999an de, bangewaza Ocalan me weke stratejîya nu qebûl kir û pêtvî dike pisgirêka me digel Tirkiyê dinava “komareke demokratîk” de were çareser kirin, û jibo vê yekê emê guherînan di rêbaz û pirogramê xwe de pêk bînîn û me biryar da kongireyeke awarte saz bikîn.)

Her wiha bereya rizgarî ya neteweyî “ARGK” ragihand: (li roja 1/9/1999an wê sînorên Tirkiyê bicî bihêlîn û wê herîn dervey sînorên Tirkiyê.)

‘Usman Ocalan ku dibe birayê ‘Ebdulla Ocalan ku endamê Konseya serkirdatiya PKK’ê ye, li roja 5/8/1999an bi rêya televizyona MED TV ragihand ku, komareke demokratîk jibo Îranê, ‘Iraqê, û Sûryayê dixwazin, navbirî di vê yekê de xweya kir:

-( ew pirsa aştiyê ya PKK’ê  dest pê kirî, bi rengeke lezgîn beref pêş de diçe û tu giriftek di pêk anîna wî de nîne. Pêwîstiyên demokrasîyê û Aşêtiyê ew qas giringin ku rêya vegeranê nemaye û me di vê helwesta xwe de hemû civakê Tirkiyê û dewlet jî li berçav girtiye. Dewleta Tirkiyê bawerî bi vê piroseyê heye, lê belê bi tedbîr tev digere. Ev biryara me her kesek ecêbgirtî kir, lê belê ev rêbaza meye ber bi Aşêtiyê û demokrasîyê.

Hêzên xwe emê ji bo avedankirina Tirkiyê terxan bikîn û eger derfet jî were pêş, emê dest jibo çekan nebeyn û berpirsên supayê Tirkiyê piştrast dikîn di vê biryara xwe de emê poşman nebîn.

Piroje ya komara demokratîk jibo hemû Rojhelata navîne û her aliyek jî wê rola xwe têda bibîne û komara demokratîk bo Îranê, ‘Iraqê û Sûriyê jî me divê.)

Ta niha di bawera ‘Ebdulla Ocalan û PKK’ê de

damezrandina dewleta xweser ya kurdan li kurdistanê bi serokatiya Ocalan û PKK’ê erkeke liser milên hemû kurdekê de, lê di niha da li gurey axaftina ‘Usman Ocalan kurd di hemû parçeyên kurdistanê de pêtvî dike bi erkê xwe bizanin ku di bin rêberatîya PKK’ê de êxsîrî rejêmên Îranê, ‘Iraqê, Sûriyê û Tirkiyê bibin û xizmeta komarên demokratîk yên wan wilatan bikin !!

Ji bilî vê yekê Mistefa Qarasû endamê komîteya navendî ya PKK’ê roja 8/8/1999an bi rêya telefonê re beşdarî bernameyeke televizyona medya TV de kir û gut:

-( li roja 1/9/1999an wê Agirbesê digel parta demokrat a kurdistanê jî ragihînîn û ger ew vegerin ser hêla neteweyî, li dijî  wan jî emê şer nekîn.)

Bi gotina Mistefa Qarsû wiha xweya dike ku Tirkiyê vegeraye ser hêla neteweyî, jiber vê yekê PKK’e ya hilgira hizra neteweyî!!! Şer li dijî dewleta Tirk ragirtîye û bi gotina wan bi xwe bû hemîşe dest ji şerê li dijî dewleta Tirk hilgirtîye!

Bi vî awayî her yek ji endamên Konseya serkirdatî ya komîta navendî û organên PKK’ê bi noba xwe piştgîrîya bangewaza ‘Ebdulla Ocalan kir û daku peymannama neteweyî ya xwe digel dewleta Tirkiyê bihêz bikin, şer li dijî dewleta Tirk sekinand, lê belê ta niha ku ez mijûlî nivîsandina van rêza me, Tirkiyê berisva daxwaza lêburîna serkirdên PKK’ê nedaye û dixwaze ji bilî Ocalan, yên din jî neçar bike dest ji wê xwastekê berdin û rêya xwe teslîm kirinê bigirin ber xwe!

Şikestina stratejîya PKK’ê bo damezrandina sosyalîzmê û dewleta xweser a kurdan, carek din jî bû netewa me dobare dike ku sosyalîzm bê kurdên hejar û bê dewlet nayê damezrandin! Bu azad bona xwe jî, eger kurdên her parçeyeke kurdistanê yek rêz nebin û di cebheyeke neteweyî û nîştîmanî da digel kurdên parçeyên din kom nebin, û dîblomasîyeke bihêz nebe û nekarin berjewendî yên abûrî ên dewletên zilhêz û hevsoyên xwe biparêzin û rêzê li yasayên niha yên cîhanî negirîn, dîsan wê serketinê destve neînin. Taku em kurd serkevîn, pêtvî dike li gurey rewşa dihête pêş di herêman da livînê bikîn.

PKK’ê xwe kiriye qurbaniya wan şaşitîyan û pêtivîye kurd Baca wê biden û ji karên wan ezmunan wergirin.

Herçende di niha da jî hinek kes hene ku nehatîne ser xwe û niha jî bawerî bi Şikestina PKK’ê li bakûr û rojava û başûrê kurdistanê neînaye, lê belê rastî ya tehle û her kes nikare daqurçîne. Hêvîdarim rêberên PKK’ê dûvçûnekê li rabûrî yê rêkxirawa xwe da bikin û rêya rast bigirine ber xwe ku çidî bi xeyala rêberatî kirina hemû kurdistanê û damezrandina sosy[fwdevp preset_id=”skin_minimal_dark” video_path=”” start_at_video=”1″ playback_rate_speed=”1″ poster_path=”https://darkamazi.info/file/2019/11/vegerinbodiroke2.jpg”]alîzmê xwe û endam û alîgirên xwe nexapînin.

Pustên heman beş