YALÇÎNÊ SÎXUR Bİ Tİ AWA “PKK” XİSTE Dİ XİZMETA TİRKİYÊ DE – Beşa 1

Yalçîn Kuçuk navê min yalçînê biçûke lê min kareke herî mezin ji bo Tirkiyê encam daye.

Beşa Yekemîn

Dewleta Tirkiyê paş salên hefteyan ji çaxa rabûrî, bi dehan zelamên xwe ji bo mebestên îstixbaratî û bicî kirina armancên dewletê şandine nava partên çep yên Tirkiyê bi giştî û PKK’ê bi taybetî ku di wî demê de, PKK’ê xwe weke partîyeke girêdayî binemayên Kurdatiyê û tekoşîna ji bo avakirina Kurdistanê mezin daye nas kirin, lê belê bi formeke çep.

Yalçîn Kuçuk  yek ji wan kesan bû ku dewleta Tirkiyê û saziyên wê yên girîng weke saziyên îstixbaratî û leşkirî mifayeke herî zêde ji hizra wî kiriye, bi taybet li dema destpêkirina şoreşên Başûrê Kurdistanê  û hest kirina Tirkiyê bi jidestdana kurdên Bakûr û nêzî bûna wan ji bizava rizgarîxwaza Kurdistanê , hemwext xurt bûna hest û hizra nasyonalîstî, Tirkiyê ev zelam bikar anî û bi rêya wî Ebdulla Ocelan weke Serokê kurdan li Bakûrê Kurdistanê  berniyas kir, gelo erê ev çi kese Tirkiyê li astekî wiha berz wezîfedar krî?

Yalçîn Kuçuk  wate “Yalçînê biçûk” li sala 1938an de li bajarê Hatay ji dayk bûye, ew nîv Turkmen û nîv Qefqaze, weke siyasetmedar û dîrok nivîs û nivîskar tê mêze kirin, li sala 1960an de li zanîngeha Enqerê weke xwendkarê yekem li beşa zanistên siyasî derdiçe, Kuçuk  nêzî 30 pirtûk nivîsandine, her wiha pirtûka bi navê (Înisklopîdiya / zanyarîyên giştî) nivîsandiye, demekê wî li zanîngeha Emerîkî bi navê (Yalî) ders wergirtine û demeke din li Berîtanya yê û li zanîngeha (Bêrmîng ham), wî herweha pisporeke bêhempa di ziman û navan de heye û zimanên Tirkî, Îngilîzî, Farsî û Rûsî baş fêm dike, paş salên notan diçe cem Ocalan û li wir fêrî zimanê kurdî bi herdu zarên Kurmancî û Soranî dibe.

Yalçîn Kuçuk yek ji wan kesane ku dewleta Tirkiyê mifayeke herî zêde jê dibîne, bi taybet di aliyê leşkirî û îstixbaratî de, her wiha Tirkiyê Yalçîn Kuçuk weke keseke girîng li dijî aliyên çep bikar diîne.

Wexta li Tirkiyê bas li Markisîyetê yan Rûsya yan jî çepgeriyê tê kirin, yekem navê ku tê ser ziman û di hizra her kesê de, Yalçîn Kuçuk e.

 Yalçîn Kuçuk bi navê nûneratiya hêla çep bi salan rojname û Kovar çap kirine, di bernameyên radio û TV yan de bi nivîsan û pirtûkên xwe bûye keseke bawerpêkirî ji aliyê hizrî de.

Paş ku parta dad û geşepêdan AKP li Tirkiyê dibe desthilatdar, Yalçîn Kuçuk  û giropa wî hêdî hêdî bandora xwe ji dest dan, ew û piranya endamên giropa wî bi behaneya endam bûnê di giropa (Ergenekon) tên binçav kirin.

Giropa Ergenekon ji hinek nivîser û kesatiyên nêzî partîya gel ya komarî CHP’ê pêk dihat, wexta Yalçîn Kuçuk bi sûça endametî ya vê giropê tê binçavkirin, Kemal Kiliçdaroxlo serokê CHP’ê lê xwedî derdikeve û daxwazê ji Hikûmeta Tirkiyê dike Yalçîn Kuçuk serbest bê azad kirin.

Yalçîn Kuçuk tê azad kirin, lê bo wexta 2 salan ew bi sedema rewşa xwe ya saxlemiyê nikare weke berê di bername û reportajên medyayî da derkeve.

Gelek kes weha difikrin ku Yalçîn Kuçuk  bi destê dewletê hatye hinartin bo nava partîyên çep de, di wan pirtûkên bi destê wî hatî nivîsandin piranya zanyariyan ji aliyê dewletê ve bi wî re hatîne dayîn, ew hertim berevaniyê li mezn bûna Tirkiyê dike û li ser vê babetê xebata xwe didomîne, pirr dîkomênt ji bo vê yekê hene.

Sebaret têkilya Yalçîn digel Ebdulla Ocalan rêberê zîndanî krî yê PKK’ê bi tu awayekê ev têkilye şexsî ne bûn belku têkilîyên dewleta Tirkiyê bûn digel Ocalan anku Yalçîn weke pirekê bû dinavbera dewletê û Ocalan de.

Pîlana Tirkiyê ji şandina Yalçîn Kuçuk bo nav rêxistinên çep û bi taybet PKK’ê bi timametî serketin aniye, ev yek bi devê Yalçîn Kuçuk bi xwe hatiye tesbît kirin, wexta ku li dadgehê bi dadwer re gotî ku raste navê wî Yalçînê biçûke, lê belê wî xizmeteke herî mezn jibo dewleta Tirkiyê kiriye û ji dadwer xwast navê Yalçînê mezn lê were kirin, dikarîn bibêjîn Yalçîn pira sereke ya lihevguhertina zanyariyan bû li navbera dewleta Tirkiyê û rêberê PKK’ê Ebdulla Ocalan de.

Pustên heman beş