MAMOSTEYÊ OCALAN: DİJATÎ KİRİNA DEWLETA KURDİSTANÊ Û RÊBAZA BARZANÎ ERKÊ MİNE – Beşa 2

Dewleta Tirkiyê weke me di beşa yekemîn de anî ziman, zelamê xwe yê îstixbaratê Yalçîn  Kuçuk  li gor pîlaneke rêxsitî li nav partîyên çep û PKK’ê  de çand di vê beşê de emê hinek westgehên jiyan û çawaniya tevlîbûna Kuçuk  bi PKK’ê  û nêzî bûna bi rêberê PKK’ê  Ebdulla Ocalan  bas bikîn.

Li vir em dikarin di çendîn mînakan de têkilîyên Yalçîn Kuçuk digel Ocalan de şîrove bikîn, mînak jî evin:

Yalçîn Kuçuk paş ku zanîngehê bi dawî diîne diçe nava rêxistinên çep de û piştre di nava dezgehê rêxistna pîlanên dewletê de wezîfedar dibe, paş ku Erdogan tê ser desthelatê, Yalçîn Kuçuk  li wê saziyê tê derxistin, ev sazî cîyekî wiha ye ku her hemû zanyariyên dewletê têde kom dibin û bi tenê wezîfedarên dewletê, dikarin herin wir, Kuçuk  her ji sala 1960an de li vê saziyê de kar kiriye, ev yek jî îsbat dike ku Kuçuk  ji boy dewletê kar kiriye.

Dibe hebûna zanyariyên herî zêde û hesas di nava wan pirtûkan de ên ku ji aliyê Kuçuk ve hatî nivîsandin baştirîn dîkomênt bin li ser vê yekê ku Kuçuk ji dewleta Tirkiyê re kar kiriye û dewletê hewl daye bi rêya Kuçuk aliyên dijber ên dewleta Tirkiyê bi giştî û aliyên çep bi taybetî ku PKK jî yek ji wan aliyane, bêxe bin çavdêriya xwe û di berjewendiya dewleta Tirkiyê de bikar bîne.

Yalçîn  Kuçuk  û giropeke Turk li sala 1970an de bas li pisgirêka kurdan kiriye, wan li sala 1988an de Kovarek bi navê Rizgariya civakî bi çap gihandîye, di vê Kovarê de kar ji bo PKK’ê  kiriye ev yek di demek wiha  de bû ku PKK  bi tu awayekê xwedî saziyeke ragihandinê nebûye.

Di vê qonaxê de Sererayî wê yekê ku givaşên dewleta Tirkiyê her ku diçû zêdetir dibûn, lê belê wan karî destûra bi çap gihandina Kovarê ji dewletê wergirin û Kovarê çap bikin, ew kesên li wir kar dikir paş ku perwerde didît, dihatin hinartin ji bo nava kurdan de.

Dewleta Tirkiyê paş sala 1988an dibîne ku hejmara wan kesên diçin nava rêxistna PKK’ê de her ku diçe zêdetir dibe , dewletê ji bo ku PKK’ê  ji xeta Kurdatiyê dûr bke û bibe  ser xeta dewleta Tirkiyê, rêyên cuda bikar anîn, her ji destpêkê hejmareke herî zêde ji roşenbîr û nivîskaran çûn cem Ocalan  û bi vê yekê zanyarî di navbera dewleta Tirkiyê û Ocalan  de, di înan û birin.

 di nava wan de Yalçîn  Kuçuk  baştir ji her kesê di berjewendiya dewleta Tirkiyê de tev digere, bi gotneke din têkilya Yalçîn Kuçuk  digel PKK’ê  de têkeliyeke bi pîlan bû, Kuçuk  li sala 1989an de diçe Libnanê û digel ‘Ebdulla Ocalan  de raporeke medyayî saz dike.

 dema Yalçîn  Kuçuk  ji Elmanya diçe Şamê û vedgere Tirkiyê, vîdyo û wêneyên wî ên taybet bi danustana digel Ocalan  û mana wî li cem Ocalan  li balefirxanê ji aliyê polîsan ve tên girtin, piştre kenalê “TRT” yê ser bi Hikûmeta Tirkiyê ve ew vîdyo li ser ekranên xwe nimayîş kirin, a rast heya sala 1980an, kesê di nava Tirkiyê de Ocalan  nas ne dikir ji bilî giropa Ocalan  bi xwe, lê belê paş vê yekê anku di navbera salên 1988 heya 1999an de, wexta vîdyo û wêneyên Ocalan  li ser kenalên dewleta Tirkiyê tên nimayîş kirin, êdî Ocalan  dibe  xwedî navudengiyeke bêhempa, di van wêne û vîdyo yan da qadroyên PKK ên Akadîmîya Mesûm Korkmaz tên berçav kirin û bi vê yekê dewleta Tirkiyê piropagindeyan ji bo Ocalan  dike.

Her kes baş fêhim dike ku li sala 1988an, Enfal û komkujiya kurdan li Helebçe pêk hat, ev yek bibû sedem ku bandoreke herî mezn li ser hest û hizra nasiyonalîzma kurdên Bakur bê kirin, bi vê yekê pêleke herî mezn a nasiyonalîzma kurdî li Bakur dirist dibe, dewleta Tirkiyê baş fêhim dikir ku ev pêla hest û hizrên neteweyî wê pêşkeve, lewma ji bo rêgrî kirinê li vê yekê ‘Ebdulla Ocalan bikar anî daku dîsan kurdan bi dewletê ve girê bide.

Jiberku neteweya kurd  neteweyeke dîndare, pir zehmete bi partîyeke Markisî ve bên girêdan, lewma kurdên Bakur pêtir nêzî PDK bûn, bi taybet li herêmên Botan û Colemêrgê, jiberku ev Herême ji aliyê cografî ve pir nêzî Herêma Başûrê kurdistanê ne, PDK li wê demî heya niha weke take partîya nasiyonalîzma kurdî tev digere û ta rêjeyeke herî mezin kênca xwe li ser her çar parçeyên Kurdistanê hebû, belge jî li ser vê yekê pirr hene, lê dibe  beşdarî kirina Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê digel Mela Mistefa Barzanî bi taybet di herdu şoreşên Îlon û Golanê de baştirîn belge be.

Dewleta Tirkiyê taku bikare bizava Barzanî û Hêza Pêşmergeyan li Başûr têkbişkêne û kênca wan li ser Bakura Kurdistanê kêm bke yan jî ger di şiyan da be kênca wan tune bke, li Bakur dest bi pîlaneke qirêj kir û wan bi destên xwe Ocalan  weke serokê kurdan da nasandin.

 yekem kesê ev pîlana dewleta Tirkiyê di warê piraktîk de bicî kirî kesek bû bi navî (Doxo Perînçek/ Serokê Partîya Karkerên Tirkiyê), Perînçek di Kovara xwe a bi navî “2000” de wêneyên Ocalan  belav kirin û bi vê yekê PKK  û Ocalan  bi gelê Tirkiyê dan nasandin, piştre Yalçîn  Kuçuk  bi vê karê rabû “Yalçîn  Kuçuk ” dema li sala 2009an tê binçavkirin bi tawana wê yekê ku di nivîsînên xwe de bas li Ocalan  kiriye û beşdarî mîtîngên wî bûye, bi vî awayî li himber Dadwerê dadgeha blind a Tirkiyê de berevaniyê ji xwe dike û dibêje: li salên heftêyan de me baş fêhim dikir ku pîlaneke Emerîkî heye û dixwazin kurdan bi rêya axa û şêx û Barzaniyan li hev kom bikin, me xwast vê pîlana emerîkayê jinav bibin, me rê neda kurd bibin alîgrên barzanî, taku em bikarîn li dijî barzanî tekoşînê bikîn, me baş fêhim dikir pêwîstiya me bi kurdên Tirkiyê heye.

Bi kurtî Yalçîn Kuçuk nêzî 10 salan di peywendîyeke herî xurt de bûye digel PKK’ê  û rêberê wê ê bi navê Ocalan  ev peywendiyê li salên 1988an taku 1998an berdewam bûn û di van salan de rola mamoste û rê nîşanderê PKK’ê  û rêberê wan tev geriyaye.

Pustên heman beş