EBDULLA OCALAN PKKE JI RÊYA KURDATIYÊ DÛR KIR – Beşa 3

YALÇÎN KUÇUK XWE KIŞANDE NAVA PKKÊ DE Û OCALAN PERWERDE KIR

Beşa Sêyemîn

A rast Yalçîn  Kuçuk li sala 1989an de çav bi ‘Ebdulla Ocalan rêberê zîndanî krî yê parta karkerên kurdistanê PKK’ê dike ve, lê belê di vê demê de têkeliyeke kûr dinavbera wande nebû, lê belê Kuçuk paş dîtna Ocalan di rojnameya PKK’ê a bi navê “Yenî Olke” yanî “wilatê nû” dest bi parve kirina hizir û nivîsînên xwe dike taku bikare bandora xwe liser serkirdatî û alîgrên PKK’ê dirist bike, hinek ji qadroyên kevin yên PKK’ê dibêjin ku di vê demê de têkilya dinavbera Ocalan û Kuçuk bi tenê bi rêya telefonê bûye ev yekê dide diyar kirin ku ev têkilye di wê astê de nebû ku Yalçîn Kuçuk bikare weke ew pê hatiye erkdar kirin karê xwe encam bide û armanca xwe bicî bîne jiber vê yekê Yalçîn  Kuçuk pêwîstî bi têkeliyeke kûrtir bû lewma neçar dibe biçe Ewropayê û li wir bixebite.

Yalçîn  Kuçuk di qonaxên herî dijwar û pir zehmet da ku girtna nivîskar û rexnegirên dewletê têda gihabû asteke herî blind, Tirkiyê bicî nehêla, li sala 1993an de jinek ku xwedî “Kerxaneyekê” bû li Tirkiyê bo yekem kes liser asta Tirkiyê ku bacê bide dewletê û Yalçîn Kuçuk ev yek pirotesto kir bi vê behaneyê Tirkiyê bicî dihêle û diçe Firansayê, ya rast ev yek bi tenê behaneyek bû ji bo ku xwe pêtir nêzî PKK’ê û Ocalan bike her wiha taku bikare kontirolê liser ragihandina PKK’ê bike, bi çûna Ewropayê Kuçuk karî têkilya xwe digel sazî û rêkxerawên Kurdî xurt bike Paşan daxwaz kir ku bi Ocalan re bicive, ev bo ku li sala 1994an diçe Şamê û li wir digel Ocalan têkilîyên herî xurt dirist dike, li vir qonaxeke din ji têkilîyên dinavbera mamoste û xwendkar de dirist dibe, têkeliyeke wiha xurt ku dinavbera ti xwendkar û mamosteyeke din di cîhanê de nebûye û nabe.

Yalçîn  Kuçuk li Şamê diçe fêrgeha navendî ya PKK’ê û li wir hevdîtinan digel Ocalan pêk diîne û reportajên medyayî digelda saz dike , Paşan Kuçuk  bi karê perwerde kirina Qadroyên PKK’ê radibe, Ocalan di vê demê de Kuçuk bi mamosteyê xwe bang dike , Kuçuk jî Ocalan bi serokê birêz û birayê min û serokê bang dikir .

Kuçuk li sala 1995an de di amade kirina rapora kongreya PKK’ê de rola  xwe dileyze, di vî qonaxê da Yalçîn  Kuçuk digel “Bîlge So” ku hunermendeke şanokar a Tirk bû, û dihate gotin ku yara Kuçuke, û digel xwe de bir bû Şamê, her wiha digel “‘Elî Heyder Cîlesor” ku keseke sivîle, Şanoyekê dirist dikin, di vê şanoyê da Bîlge So bi rola “Tanso Çîler” Serok wezîra Tirkiyê a wê demê radibe, di vê şanoyê de hat nîşan dan ku bi tu away Ocalan serkeftinê liser Çîlerê diîne.

Li Tirkiyê hinek gropên xwedî hizrên cûda hebûn, giropa Kuçuk li dijî Tanso Çîlerê bûn, û hertim jiber babet û pisgirêkên navxwe yên Tirkiyê li dijî hev şer dikir .

Têkilya Yalçîn Kuçuk û Ocalan weke têkilya du hevalan bû, nizîkatî ya Ocalan bi Kuçuk pêtir tir bû ji nizîkatî ya Ocalan bi qadroyên wî ve. Kuçuk paş ku ji Şamê derdikeve diçe Belcîkayê û di TV ya PKK’ê ya bi navî “MED TV” hefteyê carek pirogramekê pêşkêş dike û hin caran Ocalan jî beşdarî vê programê dikir . Di bernameya xwe da liser ekranê TV ya PKK’ê da Kuçuk  dibêje “Ataturk” firokevanek çeleng bû lê belê di dîroka kurdan da Ocalan firokevanek pir baştire, ew karîye bizava kurdan li qonaxeke pir zehmet derbasî vê qonaxê bike û berdewam pesna Ocalan dike  bi awayek weha ku hin caran kesatiya Ocalan ji mirovekê blind tir kiriye.

Ocalan bi xwe mirovek jîre û boyeran fêhim dike  lê belê Yalçîn  Kuçuk ew blind tir kiriye, Kuçuk pirtokek liser zarokatiya Ocalan nivîsandiye bi navê “Çîroka Vejîn” Kuçuk di wê pirtûka xwe de reportajên digel Ocalan belav kirîne, li sala 1993an de ev pirtûk li Tirkiyê tê parve kirin, pêtvî bû Tirkiyê rê bi parvekirna vê pirtûkê nedaba, lê belê ev pirtûk li hemû pirtûkxane yên Tirkiyê bi giştî û pirtûkxane yên Kurdistana Bakur de bi taybetî dihat dîtin, Kuçuk di wê pirtûkê de Ocalan weke senterê dîroka kurdan nasandiye, Kuçuk    di vî pirtûkê de wiha dibêje: Ocalan di serê kurdan de gola vedike  “Ocalan di mêşkê kurdan de Baxçê Golaye”, Ocalan li zarokatiya xwe de qaremaneke kurdaye, taybetmendiyên Ocalan bêhempa ne, Ocalan dîroka kurdan pêş têxe û kurd bi Ocalan wê pêş bikevin.

Heya wê demê jî dema PKK’ê bas li dîroka xwe dikir , bas li serhildanên pêş xwe dikir  û digot em warisên van serhildanane, paş salên notan de ev yek bi temamî guherî û got me ji Sifrê dest pê kiriye, a rast Yalçîn Kuçuk ev nerîne li cem PKK’ê dirist kiriye, jiberku ew serhildanên li kurdistanî hatî encam dayîn liser esasa kurdistanî bûnê bûn û Şêxan seroktiya wê serhildanê dikir , Kuçuk weha PKK têgihand ku ew bizav û şoreşên kurdan her hemûyan ti wateyeke xwe nîne, û PKK bizaveke ku dîroka kurdan ji Sifrê dest pê kiriye û PKK ye dîroka kurdan dirist dike . A rast ev yek li cem PKK’ê bi xwe bûye rastîyeke haşa hilnegire û ew bi xwe jî dibêjin em pêtir nêzî çepên Tirkiyê ne ku di wê demê de “Denîz Gezmîş û Mahir Çapan” seroktiya wan dikir , bi vî awayî Tirkiyê bi rê ya Kuçuk PKK ji dîroka kurdan veqetand.

Yalçîn Kuçuk li Ewropayê kesatiyên kurdan kirin armanc û navbera wan û PKK têk û pêk da, mînak jî liser wan kesatiyan zêdene mîna “Yaşar kaya, Serhat Bocak….” ku li dijî wan nivîsandin parve kirin û rêgrî li wan kir beşdarî bernameyên med TV bibe û wiha ev kes dan nasandin ku ew bi tenê ji bûy pere digel PKK’ê dene, û ew di vê pîlana xwe de serket û şiya têkilya Ocalan jî bi wan rewşenbîran re nehêle.

Pustên heman beş