YALÇÎN: “EMÊ BI ALÎKARIYA PKK’Ê BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DAGÎR BIKÎN” – Beşa 4

Di beşa dawiyê ya Yalçîn Kuçuk de, van gotinên wî guhdarî bike:

  • Rêkên dijatî kirina Barzanî û Kurdistanê bi Kurdên Tirkiyê.

  • Bikar anîna PKK’ê jibo dagîr kirina Başûrê Kurdistanê.

  • Bi kuştin dana Kurdan ji bo Tirkiyayeke demokratîk.

  • Tirkiyê, Îran, Îraq û Sûriyê bila rûnin, ew roşenbîr û nivîskarên min perwerde kirîn, ne tenê bûne dijminên Barzanî, belku bûne dijminên dewleta Kurdî û ewê kar me hêsan bike.

  • Navê min Yalçîn Kuçuke anku Yalçînê Biçûk, lê jiber karê min ji bo dewleta Tirkiyê, pêwîst dike, navê min wek Yalçînê Mezin bê nav kirin.

Wek me di beşên rabûrî de bas li destpêka salên heftêyan ji çaxê rabûrî krî kanê bi t awayî Tirkiyê bi dehan zelamên xwe ji bo mebestên îstixbaratî û bicî kirina armancên dewletê şandine nava partîyên çep ên Tirkiyê bi giştî û bi taybetî PKK’ê ku di wê demê de PKK’ê xwe bi partîyeke girêdayî binemayên Kurdatiyê û tekoşîna ji bo ava kirina kurdistana mezn di da naskirin, lê belê bi formeke çep, di vê zemînê de me bas li wê yekê kir ku kanê Tirkiyê bi t awayî Yalçîn Kuçuk nêzî Ebdulla Ocalan û partîya karkerên kurdistanê kir, her wiha bi t awayî Yalçîn Kuçuk ê mamosteyê Ocalan û teorîsyenê PKK’ê diçe dola “Bîqa'” û li wir di Akadîmîya “Mehsûm Korkmaz” de perwerdê di de Qadro û gerîlayên PKK’ê, her wiha me bas kir ku bi t awayî Yalçîn Kuçuk diçe Ewropayê daku bikare medyaya PKK’ê bxe jêr desthilata xwe û kênca xwe li ser dane, her wiha bi t awayî di rojnameya PKK’ê a bi navê “Yenî Olke” anku wilatê nû nivîsan çap kirine, hemwext bi t awayî rêgirîyê ji wê yekê dike ku wilatparêzên kurd di kenalên PKK’ê de yê bi navê “med tî vî” yê de derkevin ku li wê demê de, Yalçîn Kuçuk bi xwe bernameyek li wê kenalê pêşkêş dikir û Ocalan jî beşdarî dikir, lê belê gelo peywendiyên Yalçîn Kuçuk û têkilya wî bi Ocalan û PKK’ê tenê ev bûn? Bê şik nexêr.

Li sala 1996an de, Tirkiyê xwast Ocalan li Şamê bikuje, lê belê Yalçîn Kuçuk rêgrî li vê pîlanê kir, li sala 1994an heya 1996an “Tanso Çîler” û giropa wê gelek rê ji bo kuştina Ocalan bikar anîn û li roja 6î Gulana sala 1996an de, li ber deriyê dibistana PKK’ê, erebeyeke mayînkirî teqand û bêy ku zirarek bigehe Ocalan, derbas dibe.

Yalçîn Kuçuk li ser vê bûyerê hişyarî dabû Ocalan, anku berwext Ocalan haydar kirbû, li sala 2009an de, li wexta dadgeh kirina Yalçîn Kuçuk, ew dibêje: “min ji Ocalan re go hişyarî xwe be, wê te bikujin” û ew kesên ev zanyarî day, Mesûd Yilmaz bû, lê li dadgeha melefa Ergenekon de, tê gotin yê ku ev zanyarî daye Ocalan, serok erkanê wê demê “Çewîd Bîr” bû, lê Ocalan û Kuçuk qebûl kirine ku zanyariyan bi hevdu bidin. Ev jî giroveyeke herî bihêze ku Yalçîn Kuçuk pira peywendiyên di nêvbera Ocalan û dewleta Tirkiyê de bû.

Hinek aliyên din dibêjin: “Yalçîn Kuçuk bi rêya hevlingê xwe zanyariyan di de dewleta Tirkiyê, li sala 1961an de, Kuçuk digel keça fermandareke leşkirî di zewice, hevlingek bi navê (Ceng Diwan Tepe) hebû ku ev kes diplomat bû, wexta Kuçuk li Şamê (Ceng) li wilatê Çîkê– Pirag kunsul bû, Kuçuk zanyarî radestî wî dikirin û wî bi rêya xwe ew zanyarî di dan Tirkiyê”.

Kuçuk li sala 1993an heya sala 1998an, digel PKK’ê bû û hevdîtin digel Ocalan encam didan û beşdarî Kenalê PKK’ê dibû û her wiha li festîvalên PKK’ê li Almanya yê beşdarî dikir û bi eşkere di got: Ocalan serokê min û silav didan gerîlayan û li sala 1998an vegerî Tirkiyê, lê belê bi tenê 2 salan hat zîndan kirin, ev jî di de diyar kirin ku Yalçîn Kuçuk ji aliyê dewletê ve bo nava PKK’ê hatbû şandin, gelo ger serobin nebe, çima bi tenê 2 salan Yalçîn Kuçuk ji aliyê dewletê ve tê zîndan kirin, erê kîjan kesê din çûye nava PKK’ê de û ji Ocalan re gotiye serokê min û silav dane gerîlayan û bi tenê du salan hatbe zîndan kirin?.

Yalçîn Kuçuk daku dijatiya partî û barzanî bke, rê ji bo Ocalan zelal dikirin, ew tişta Yalçîn Kuçuk li dijî partî û barzanî digot û dibêje heya niha Ocalan jî her wê dibêje, Ocalan di go malbata barzanî di esasa xwe de Yehûdîne, a rast ev gotin a Yalçîn Kuçuke, Yalçîn Kuçuk di esas de bi Ergenekonê ve girêdayî bû ku aliyê neteweperist ê Tirkiyê bû, piştre û li sala 1999an bi eşkere dijatiya Yehodiyan kiriye û pirtûk nivîsandine û gotiye: “pir Yehodiyên veşartî di nava me de hene, yek ji nivîskarên wan pirtûkan Yalçîn Kuçuk û xwendkarê wî Soner Yalçîn bûn”.

Ev dibêjin: “Bedirxanî, Cizîrî û malbata Barzanî û Mûsa Enter û yên weke wan, di esasê de Yehodîne, paş salên 2000an neteweperistên Tirk di nava Tirkiyê û kurdan de, dijatiya Yehodiyan kirîye, Ocalan jî heman kar kirîye û gotiye: malbata barzanî Yehodîne, Yalçîn Kuçuk li sala 2013an di bernameyeke telefizyonî de gotiye: ez neşên malbata barzanî bi tekîd Yehodîne, lê belê wan xizmeta Yehodî û Îsraîlê kirine, bi vî awayî gotna xwe guherandiye.

Yalçîn Kuçuk di nava çepên Tirkiyê û rewşenbîrên wan de li dijî malbata barzanî bangeşe kirine û wan li dijî malbata Barzan bikartîne, her wiha li gelek pirogramên telefizyonî de gotiye, Barzanî cudaxwazin.

Li ser başûrê kurdistanê Yalçîn Kuçuk gotiye: Bakurê Îraqê wê bibe Îsraîla duyemîn li navçeyê û di medyaya PKK’ê jî de belav kiriye ku wê dewleta kurdî bibe leyistokek di dest Îsraîlê de.

Li sala 1992an de, Yalçîn Kuçuk ev axaftin li dadgehê gotiye: “bi bawera min Ocalan ne terorîste, lê belê Barzanî terorîstekê herî mezin û xetere”, li şûna ku dewleta Tirkiyê peywendiyan digel Barzanî pêşde bibe, pêwîste bi hemû hêza xwe şerê barzanî bke û barzanî jinav bibe, her wiha pêwîst dike kurdên me li dijî barzanî bidin şer kirin, ger ez wek Tirkek bi tenê bimînim, ezê çekê xwe hilînm û li dijî dewleta destkird a barzanî şer bikim, min ji serok erkan re gotiye ku “kurdên me – PKK” li dijî Barzanî bikar diînin, bi vê rê wê dewleta barzanî jinav bibin.

Dema îro em mêze dikîn li sala 1992an heya sala 1998an de ku partî û PKK ji rûyê siyasî û leşkirî şerê hev dikirin, dewleta Tirkiyê mifa ji vê yekê dîtîye, dewleta Tirkiyê bi hêza xwe a leşkirî kete başûr û hêza PKK’ê a dibin kontirola wê jî de her li başûr bikar anî, bi gotneke din dewleta Tirkiyê PKK’e şand başûr û bi behaneya derxistina wê û parastina sînorê xwe derbasî Başûrê wilat bû.

Ev tişta ku Yalçîn Kuçuk dibêje emê bi alîkarya PKK’ê Bakurê Îraqê dagîr bikîn û niha ev bername di warê piraktîk deye, PKK ku ji sala 1992an de heya niha rê nade pêşmerge û partî derbasî Xwakurk û çiyayê Şekîf bibe, lê di 2 rojan de ji bo Tirkiyê hişt, raste sîstema şer hatîye guherîn û balefirên cengî kênceke bi bandor heye, lê belê PKK bi salane li van çîya navendên xwe mukum û bi hêz dike, erê gelo çima PKK’ê ev ciyên xwe yên herî asê ji bo Leşkirê Tirkiyê hiştin?.

Li sala 1990an de, Yalçîn Kuçuk gotiye: “heger Tirkiyê bajarê Mûsilê bi dest nexe wê Amedê jî ji dest bide û ji bo bi destve anîna Mûsilê, kurd ji mere pêwîstin, em dikarin bi kurdên xwe (PKK) vî karî encam bidîn, Ocalan hertim bas li nexşerêya millî (neteweî) a Tirkiyê dike, ev nexşerêya millî ku Ocalan jêre xeber dide, ewe ku Mûsil di nava nexşê Tirkiyê de cî digre”.

Kuçuk li dadgehê dibêje: “min rê neda kurdên Tirkiyê bigihin rêbaza Barzanî, ger kurdên Tirkiyê gihiştban Barzanî, wê çaxê ew da daxwaza xaka me bikin, lê belê li demek nêz de, ev kurde wî piştgirya Tirkiya yek demokratîk bikin, ma qey ev ne xeyala Tirkiyê ye, mirina kurdekê ji bo Tirkiya yek demokratîk”?, dîsan Kuçuk axaftina xwe li himber dadwer berdewam dike û dibêje: “navê min biçûke, lê min xizmeteke herî mezn ji bo Tirkiyê encam daye, gereke ji ber vê yekê min bi Yalçînê mezn nav bikin”, her wiha Kuçuk di gotneke din da dibêje: “êdî karê min bi dawî tê jiberku ew ronakbîr, nivîskar, rojnamevan û siyasetmedarên ku min perwerde kirîne, êdî ne tenê bûne dujminên Barzanî, belku ew bûne dujminên barzanî û dewleta kurdistanê jî, herwiha bûne dujminên hizra nasyonalîstî di nava kurdan de, ji ber vê sedemê êdî bila Tirkiye, Îran, Îraqa û Sûriyê rûnin, ger hizir di dirustbûna dewleta kurdî de hat kirin, ew kesên ku min perwerde kirîne wê bi dijî rawestin û dewleta kurdî dirist nabe.

Bi kurtî Yalçîn Kuçuk mamosteyê eqlî bû ji boy PKK’ê û Ocalan, ew karî PKK’ê ji hêla Kurdistanî bûnê dûr bixe û serketin di vê erka xwe de anî.

Pustên heman beş