Beşa Yekem
Berxwedana xendekan yanjî tirajîdiya xendekan
Duran Kalkan (Ebas) di salvegera çaremîn ya şerê xendekan de meqaleyek belavkir li rojnama (Uzgul poletîka)de bi kodnavê “Selaheddîn Berdem” ev nivîse hat weşandin u têde ev şer weke şerê berxwedana rêveberiya cewherî binav kir, li ser şerê xendekan nêrîna rêxistina xwe PKK’ê diyar kir.
Çima şerê xendekan?
PKK’e û dewleta Tirk cara yekemîn nahêne rû bi rû hêjan di konferansa PKK’ê ya yekemîn de li sala 1981an biryara tekoşîna çekdarî tê girtin û li ser mejîkê dewleta Tirk ya komkuj, hindek tesbît hatbûn kirin jiber vê hem li ser serhildanên Kurdistanê yên li berê hatîn kirin hem jî li ser tekoşîna şorişgerî yên gerîlayên cîhanê pir lêkolînên kûr hatin kirin, ev lêkolîne di pirtûka bi navê li Kurdistanê de rola zorê hatin tomar kirin li vê pirtûkê de sitratîcîya şerê gel yê dem dirêj hate qebûl kirin ev sitratîcîya ku bi sê qonaxên sitratîcî pêk tê (Bergirî, Yeksanî û Êrîş) hatbû tesbît kirin, terzê tekoşîna şerê gerîla hat esas girtin.
Hinceta terzê tekoşîna rêbaza Maoyîst ev hatbû diyar kirin “desthilatdariya împiryalîstan, dagîrkaran û kevneperestan li ser Kurdistanê bihêtin jinavbirin û şoreşa rizgariya netewa kurd bigehîtin serkeftinê”, di berdewamiya wê de “li sîstema dewleta Tirk û karakterê wê û felsefeya li ser ava bûy derfeta serhildaneka gel ya çekdarî qebûl nedikir, jiber wê şerê gel yê domdirêj hat pejirandin, PKK’ê hêjan li wê demê balkêşabû ser karakterê komkujiya dewleta Tirk lewra jî serhildan nedihatin ecibandin, em vê pirsê ji PKK’ê bikîn gelo ew stratîja we ava kirî û tesbît kirî ku dujmin komkuje li vê karektera dewletê çi hatbû guherîn ku ji bilî 31salan we gelê kurd mehkûmî şerê xendekan kir?
Dipirsîn…?
1-rastya dujminî ji sala 1984ê cudatir (pozetîv) bûye?
2-di nas kirina nasnama kurdî di warê neteweyî û etnîkî de pêşketin çêbûne?
3-şerê gerîla ew qonaxên we tesbît kirîn (Bergirî û Yeksanî) bi serketîyane derbas kiriye û gihaye qonaxa êrîşa stratejîk anku herêmên çiyayî ji dujminî hatîne rizgar kirin?
4-gelo bajar bin dorpêça gerîlayan dane?
5-gelo gerîla dikarin ew dujminên di nava bajarî de bi raperînekî gel yê çekdarî dirbeke nîhayî lê bidin, yanî di wê qonaxê deye?
6-di warê siyasî de hêjan armanca we ya kurdistanekî serbixwe yekbûîy û demokratîk anku damezrandina dewlet netewe maye yan ne?
Hebûna PKK’ê êrîşên dewleta Tirk meşro’ dike
Gelê Kurdistanê berisva van pirsa ji aliyê xwe ve daye. Gel ew piropagindeyên PKK’e dike dizane ku naveroka wan valaye di rastiya Kurdistanê de tiştê tê jiyan kirin di warê siyasî, leşkerî û civakî felaketeke neteweyî ye, şerê PKK’ê yê 42 salan dijminatiya dewleta tek ya beramberî Kurdan aniye qonaxekî wiha ku tu sînorekê dînatiyê ji bo nemaye û hatye qonaxa qirkirina nejadî.
Êdî dewleta Tirk li kuderê hebe kuştina kurdan weke erkek ji bo xwe dibîne û ev şere ji sînorên xwe derbas kiriye û dest bi dagîrkirina parçeyên din ên Kurdistanê kiriye, PKK’ê ji bo armancên dewleta Tirk yên împiryalîstiya herêmî hinceta ava dike û gel bi piraktîk pêşengiyê ji bo dike, ji bo dagîrkirina Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî Tirkiyê daxwaz dike, dewleta Tirk pîlana dagîr kirina kuderê bike PKK’ê jî li wê derê hebûna xwe dide nîşandan ev jî tekez dike ku dewleta Tirk û PKK’ê haydar û paydarî hevin.
Li himber lihevhatina faşîst ya AKP’ê û MHP’ê, PKK’ê bi parola “berxwedanê” bizavê dike û ew erka pêre hatiye dayîn ji bo belav kirina dagîrkariyê pêk diîne.
Li serê her neteweperwer û wilatparêzek kurd de ev pirse heye: gelo PKK’ê hevşirîkê pilana Tirkan ya Mîsaqa Millî ye? Jiberku ‘Ebdulla Ocalan li 10/5/2000ê di hevdîtna xwe digel parêzerên xwe de dibêje “çareseriyek di nava sînorê Mîsaqa Millî de têza mine, yekbûna demokratîk têza mine, çareseriya demokratîk egera Mîsaqa Millî ye”, bizava dewleta Tirk û PKK’ê li başûrê Kurdistanê pêngavên piraktîkî ya vê Mîsaqa Millî ne, li sala 1984ê û virde bi şerî hêjan gundekê bi tenê jî ne hatiye azad kirin, beramberî vê buhisteke axa Kurdistanê jî nemaye ku bi destê dewleta Tirk nehatbe dagîr kirin, êdî ji bo mehkûmiya me jî me kurdan parçeyeke çîya ku em pişta xwe bideynê nemaye û hemû cihên hatî dagîr kirin, tu desthilata gerîlayan li ser herêm û cugrafî nemaye himber teknîka dujminî ya heyî bihêle ku bikarin çalakiyan encam bidin êdî tenê PKK’ê parastina xwe bi serketin dizane.
PKK’ê li ser kîjan destkeftên tektîkî gihîşt qonaxa stratejîya şerê gel yê şoreşgerî, gerîlayên ku hemû desthilat li ser hemû çiyayên Kurdistanê winda krî, şer derbas kirine nava bajarên kurdistanî ve çi armanc dike? Di dîroka PKK’ê de bi şerê Kozika yê ku sala 1978 heya 1980 li Hîrwan û Sîverek hatî encam dan û bi tundî PKK’ê ev piraktîke weke tesfewî hatî binavkirin çima vegera şerê Kozika çêbû?
Bi şerê xendekan bajarên kurdan yên kevin yek bi yek hatin xirab kirin
Duran Kalkan di berdewamiya meqala xwe de dibêje hêzên berxwedanker di hêla tektîkên leşkerî de pir teng mane, tiştê ku li dumahiyê bikin li destpêkê kirine lê rexmê van kêmasiyan şerê xendekan de serkeftî bûn himber dujminê faşîst û komkuj ku dixwastin bajarên me yên kevin xirab bikin, ev bajarên me hatin parastin.
Mebesta Duran Kalkan ji me bergirî li bajaran kir çiye? Vî şerî ji dervey xirab kirina bajarî li ser serê Milletî de çi îna li Cizîrê, Nisêbînê, Sorê û Geverê hindek tax ji nexşê hatin jêbirin, ew di bin dorpêça dujminî de ciwanên kurd yên hêviya mirinê may weke hêzeke dervey tektîkê binav kirin tenê wateyeke xwe heye ku ew jî dijminatiya Duran Kalkan digel ciwanên kurde. Di tu stratejî û tektîkên şer de nîne ku şerê xendekan ya ku binkeftina wê misoger yê ku ev biryar ser bajar û ciwanên kurd sepandî neyarên kurdan yên serekene van kurd tûşî nexweşyeke deronî kirin.