BEŞA DUYEMÎN Û DAWIYÊ
Xatir xastin ji çekan
PKK’ê di kongireya xwe ya Heftenînê de şûna stratejîya şerê çekdarî stratejîya tekoşîna siyasî û demokratîk qebûl kir, li ser vê bingehê şûna Kurdistaneke serbixwe yekbûîy û demokratîk “komara demokratîk” weke armanca siyasî hat pejirandin şûna mafên gelê kurd yên siyasî jî mafên civakî û çandî hatin esas girtin, hemû sazî û rêxistinên hereketê li ser vê stratejîya nû hatin tenzîm kirin, di termînolojiya “Islobê” rêxistnê de jî guherin hatin çêkirin êdî PKKiya çenteyên xwe hazir kirin û man li benda “Qîtara demokrasiyê” ya ku dê here Tirkiyê, Peyva demokrasî li hemû logo û hemû navên partîyên ser bi PKK’ê ve hat sabit kirin, adeten weke Peyva bismîllahe ji bo hemû karan Peyva demokrasî hat bikar anîn, tekuşîna stratejîya nû şer ji bo pisgirêka kurd çareseriyê çênake û gel çek û dijwarî pêwîste ji amarê tekoşînê were derxistin yê ku bas li şerê çekdarî jî dikir bi tundî dihat rexne kirin û tometa tesfiyeçîtiyê li ser dihat kirin, paradîkma “fikra dem dirêj di hemû babetan da” Apo ya nû ev yek emir dikir.
Destkeftên Bakurê Kurdistanê û pêvajoya çareseriyê
Duran Kalkan: “berxwedanên rêveberiya cewherî ya demokratîk û xapandina pêvajoya çareseriya demokratîk ya belavî çend salan bûy ku her kesê jî pê bawer kirî ev rewşe dirist kir”.
Dinavbera salên 2008 heya 2015an de dinavbera dewleta Tirk û PKK’ê de asta herî serî hevdîtin çêbû sê koçka îmralî û Qendîl û Oslo de ev hevdîtin dihatin çêkirin her çi qas naveroka wê veşartî jî be digelda hêvyeke aştiyê avakir, agirbestek pêkhatibû û di rewşeke lokal de mabû lê belê herdu aliyên peywendîdar jî jibo ku seyterê li ser cemawerê xwe çêkin, dema pêwîst didît ji bo hikûmetê deng di helbijartinan da û ji bo PKK’ê jî tevlîbûna şervanan dema pêwîst dibû şer dihat encamdan. Li Bakurê kurdistanê rêveberiyên xwecihî (şaredarî) gelek destkeft dest xweve anî bûn, rêveberiyên cewherî yên demokratîk di asta statoya herêmên xweser dabûn, li hemû beşên jiyana civakî xwedî soz û biryar bûn heya şervanên HPG’ê weke memorên bacê kar dikir, bi kurtî pirojeya PKK’ê ya rêveberiya cewherî di astekî blind de cîbicî bibû, hêzên parastina cewherî (YDG-H) li çîya dihatin perwerde kirin û li bajaran xwe tenzîm dikir di nava tax û kolanan de erka asayîşê cêbecê dikir, ev hêzên çekdar ji bilî demekê bi navê (YPS) yekîneyên parastina sivîl şerê xendekan da meşandin.
Şaşitîya şerê Rojava û Bakur, wek êk fêhmkirin
Digel kirîza rejîma sûryê li sala 2011an li rojavayê kurdistanê gelek derfetên desthilatdariya siyasî xulqîn, bi taybetî jî berxwedana kobanê di asta neteweyî û navneteweyî bandoreke mezin ava kiribû, berxwedana kobanê bi tevlîbûna hêzên pêşmerge û alîkarya asîmanî ya koalîsyona navdewletî gihabû qonaxeke nû, berxwedana kobanê weke sentereke berxwedana neteweyî dihate dîtin û bi şikandina çetên DAIŞ’ê seranserî kurdistanê serketin dihate pîroz kirin li hemû wilat edmosferekê serhildêriyekî siyasî peyda bibû lê PKK’ê ev destkeftên li rojava Kol ektîv hatî dest xistin ne dît û serketin bi mulkê xwe yê taybetî zanî, ev yek jî bo sedem ku PKK’e pêvajoyê xelet bixwîne, rewşa rojava li warê siyasî û leşkerî ne weke rewşa Bakurê kurdistanê bû belku gelek cudatiyên wan hebûn, PKK’ê bi taktîka şerê xendekan yên li kobanê hatî meşandin dixwest li Bakurê Kurdistanê jî bicerbîne, li kêleka vê da Rûsya û Îranê jî ji bo şerê bajaran giropa şîn hil kiribû, PKK’ê bûyerên 6 û 7î heyva 10 yên li bajarên Bakurê kurdistanê rûyday weke gulleya îşaretê ji bo xwe qebûl kir û dest bi hinartina şoreşa rojava ji bo Bakurê Kurdistanê kir, destkeftên rojavayê kurdistanê bandora xwe li ser hilbijartinên 7î Xizîranê li Tirkiyê kirin, HDP’ê 13٪ deng anîn û serketineke siyasî îlan kir li parlemena Tirkiyê de bo partîya sêyemîn, PKK’ê hem destkeftên Rojavayê Kurdistanî hem jî encamên serkeftî yên hilbijartinan bo xwe kir alavek û dest bi stratejîya şerê çekdarî yê gel yê şoreşgerî kir.
Li Cizîrê rêveberiya cewherî ya demokratîk hat îlan kirin û bi sirê hemû şaredariyên ser bi HDP’ê Xweseriya xwe îlan kir, li heman demê de YDGH’ê li bin kordîna HPG’ê ya çîya dest bi kolana xendekan kir û hemû kolan û tax hatin kolan bi taybetî jî ev xebate di nava gelê herî wilatparêz û cihên ji hemûyan deng pêtir lê anîn hate saz kirin, PKK’ê wiha fikir dikir ku yên deng jêre day ji bo wî dê şerê çekdarî jî kin, xwast hêza xwe ya dengan dakevîne hêza çalakiyan jiber vê jî şerê xendekan li van navendan hat destpêkirin.
Liber çavên dewleta Tirk xendek hatin kolan
Dewleta Tirkiyê di nava bêdengiyê de ev pêvajo çavdêrî kir û her tişt di bin kontirola dewletê û xwasteka wê bi rêve diçû êdî navendên stratejîk yên PKK’ê yên gel ji bo êrîş kirina dewletê hatbûn berhev kirin, dewleta Tirk jî nexwest vî derfeta zêrîn ji dest xwe bidet û dest bi êrîşê kir, bi hezaran ciwanên kurd di nava xendekan da li bin herifteyên dîwarên xaniya canê xwe da, yek ji serokên vê pilanê Duran Kalkan di bernameyeke telefizyonê de dibêje ” fişareke zêde çêbû û çaverê êrîşeke di vê astê de nebûyn yê himberî me dujmin jî be me we dizanî ku mirovin”, em dipirsîn dema hûn ji bo gelê kurd Piropaginda dikin tiştê hûn li ser dujminî dibêjin (qetilamçî, zalim, wehşî) gelo hûn bi xwe bi van peyvên xwe bi bawerin? Ma karê eqlîye tu bibêjî xwe, ez bizavekim 42 salane ez şerî dikim û to asta dijwariya dujminî xwe nezanî yan yê to dibêjî dujmin tu wî bi dujmin nabînî ku îhtîmaleke mezn eve tu wî bi dujmin nabînî yanjî to tu caran beşdarî şer nebûy, zaten lawaziya herî mezin a giropa Enqere (Cemîl Bayik, Duran Kalkan, Mistefa Qarasû û ‘Elî Heyder Qaytan) eve ku tu caran bi germî di nava şerê rû bi rû de cî ne girtine.
Fatora şerê xendekan ji bo zaroyên gelê kurd hat birîn
Şûna ku Duran Kalkan rexne dayîna vê komkujiya anî serê kurdan bke ew ciwanên neçar bûy di xendekan de can bidin weke dije tektûk hatin îlan kirin û sûç wek her carê avêt ser milên şehîdan û berdewamiya axaftina xwe da Duran Kalkan dibêje “li ser vî bingehê dema em derbasî sala berxwedanê dibîn bi taybetî himber sîxur û moxbîran dê çalakiyên bajaran misoger wê encam bigirin û bi dawiyek serkeftî bi berxwedanê gihiştina wê emê dibînîn.
Mebdeê PKK’ê yê esas: “yê ji min re çepikan nede xaîne” PKK’e ji roja damezrandina xwe heya niha peyvên Xaîn, sîxur, dûvelank ji bo desthilatdariya xwe ya rêxistinî bikaraniye, sala 1977 heya 1980an bi dehan ciwanên kurd bi van tuhmetan hatin sûçbar kirin û hatin jinavbirin yê ku ne li ser xeta wan be weke dujmin hatin dîtin armanca wan ew bo ku li kurdistanê da bizavên siyasî yên cuda tune bke û têgeha yek Partî di nava gelê kurd de bihêle, di nezera PKK’ê de ew Kurdê ku nebêje “Bijît Serok Apo” xaîne, PKK’e ji bo gelê kurd bike mirîdê terîqeta Apocîtiyê hemû şêwazên li dervey exlaq û wîjdanê bikar anîn, jiber vê yekê jî Duran Kalkan dibêje emê li bajaran dijî sîxur û xaînan şer bikîn merema wan eve ku têgehekê di mejiyê gel de dirist bikin û gel dest bi nêçîra kesên ne Apoçî û PKK’e bike, bi dehan miletê bê guneh bê pirs û sual wê bikujin ew gel û ciwanên bi sedema şerê xendekan ji wan dûr ketî dixwazin dîsan bi tirsê li cem xwe kom bikin li gorî çi sîxur li gorî kê Xaîn her tişt di nava herdu lêvên rêveberên PKK’ê de wê bihên pêkanîn û pêre jî sazî û malperên xwe yên piropagindeyê de dê dest bi babelîskeka derewan bikin ji bo ku van cînayetan veşêrin jiberku PKK bispore di wê yekê de ku kêmasiyên xwe bike paxla aliyên din de.
Dema hesab dayîna PKK’ê hatiye
Di dîroka PKK’ê da ew sûçên li himber gelê kurd encam day, hemû bo wan wek qazanc maye bi vê têgehê û bi vê elmandinê bizavê diken bi şerê xendekan ew tirajîdiya anî serê kurdan naxwaze bibîne berevajî dixwaze weke serkeftineke dîrokî bi gel re bide bawer kirin, ji bilî şerê xendekan tevlîbûnên gerîla sekinîne, xwepêşandanên girseyî ketîne asta bin sifrê de, gerîla hêza xwe ya çalakî berze kiriye û ji eyaletên Bakur hatîne tesfiye kirin heya kûratiyên cugrafiya başûrê kurdistanê jî ji bo parastina xwe gund û bajarên kurdan dikin mertal ji bo xwe dagîrkirina dawyê ya dujmin li rojavayê kurdistanê di hemû kurdan de înfîalek ava kir lê mixabin li Bakurê kurdistanê du kes jî nekarîn xwepêşandaneke biçûk jî encam bide, jiberku şerê xendekan belav bûn û tirsek mezn li cem gelê Bakur ava kiriye û heya niha jî xwe ji wê saykolociya deronî rizgar nekiriye bajar û tax hatin jinavbirin, bi hezaran ciwanên kurd yên hejar li bin herifteyên xaniyên xwe de can da û bi sed hezaran koçberî metropolên Tirkiyê bûn ew metropolên ku ji bo ziman û çanda kurdî weke çala reşn û hertiştî didaîrin. Di bîrdanka me da qêrîna dayka taybet li ber dîwarê xaniyê xwe, bedena mesûm ya çiyager li bin zincîrên debabê da û hewara wan kesên ku li bindavên xaniyan de li hêviya rizgar bûnê da may maye. Dema hesab dana wan kesên ku hinde bi ‘eqil û wîjdana gelê kurd ve dileyizin hatiye.