RASTIYA KAMPA MEXMÛR Û WESAYETA PKK
Beşê dûyem: bi kuştina karmendê qunsilxaneya tirkîya hûkumeta kurdistanê hate armanc kirin.
Rêxmet ku Kempa Mexmûr bi fermi liser hûkumeta Iraq ê ye jî, lê belê Hûkumeta Herêma Kurdistanê kempa Mexmûr weke nevçeke liser îdareya Herêmê muamile ligel dikir. Lê hindek bûyerên ku zirufên berê biguherin rûdan. Herêma Kurdistanê jî Jiber parastina xwe ya meşru êdî neçar ma ku bibêje PKK ê bisekine.
Ger em bi kurtî bibêjîn gelo çi qewmî bû:
Di sala 2019an de stratejîya PKK ê ya başûr hate gûhertin. Heya mirov dikare bi bêje ji guhertinê pêtir ew pilana ku 2013an ji bo “jinavbirina Hûkumeta Herêmê” PKK ê çêkirî, gehiştibû qunaxeke nû. Di rastîyê de ger nekarî hûkumeta Herêmê jinavbiben jî, dixwestin bi pilana xwe ya kevin çûkê lê bişkêne. Di heman demê de ligel “Bihara Erebî” li gorî zirofên hatî guhertin PKK ê ji pilana xwe guncand. PKK ê weha bawerdikir ku di warê sîyasî, dîplomasî de xwe pir pêşva biriye, bi rasterast ji İran, Iraq û hindek baskên di nava YNK de harîkarî werdigirt liser van amadekarîya sala 2019an de biryar girtin ku, êdî bi şêwazê leşkeri liser rêveberîya Herêma kurdistanê kodetayekê pêk bînin.
Ew sebebên hiştî ku PKK vê biryarê bigire, pir bûn. Em dikarîn hinek şîrovên dîrokî jî bikîn lê, hin sebebên nûdemkî hebûn. Ji van sebeba yê herî girîng ev bû ku, li pey şerê xendekan li Bakurê Kurdistanê ew şikestina dihate jîyankirin bû. Gerilla nedikarî li çîyayên Bakurê Kurdistanê bilive û hemandem dinava şikestineke stratejik û tektîkî debû. PKK, ji ber ku ne xwedîyê pergaleke mayînde yê civakîye lewrajî pir pêwîstîyê bi şerekî bênavber u piropagandeyeke bê vebir, dibîne. pergala PKK ê liser xizmetkirina civakê çêne bûye. Pergal tene jibo rêvebirin û meşandina civakê avabûye. Ger tenê heyvekê dev ji munopol kirina civakê berde, wê nekare dîsa wê civakê li ser hev kom bike. Lewra jî bi pêwîstî dibine ku, hemû pehis u bihara giranîya xwe bide ser çalakî û propagendê.
PKK ji bo lewazbûna xwe ya hemberî dewleta Tirk û rastîya xwe ya binkeftina leşkerî û bêhêzbûna asta sîyasî biveşêre, dixwaze herêma Başûr biqulpîne qada şer. Ji bo vê jî hindek pêngav hatine avêtin û Bahoz Erdal daxuyanîya despêkê jî da.
Tektîka PKK ê ya 2019: li Tirkîyê aremî, li Hewlêrê Şer.
Ew xwepêşandanên xelkê Şêladizê (qeza Duhok) bi armanca “ne dewleta Tirk û nejî PKK bila deverê ji bo xwe nekene gorepana şer” lê ev xwepêpandan ji alîyê PKK ê û şirîkên wê yên Başûr ve hate munopol kirin. Êdi dema wê pilana PKK ê yaku hember Hûkumeta Herêma Kurdistanê tekoşîna leşkerî meşandin pêngav bi pêngav dihate pêkanîn. Bahoz Erdal di gotara xwe ya heyva Adarê de wiha digot “ me berêde ligel hûkumeta Herêma Kurdistanê Peyman çêkir, ew da ji baregehên Tirkan yên Başûr hêriş kirina serme da asteng ken û mejî êrişî wa baregeha nedikir. Em nûke vê paymanê na pejirînîn.”
Di rastî de xirapkirina vê peymanê ji alîyê PKK ê ve ne ji bo asteng kirina dewleta Tirk bû, ji bo Hûkumeta Herêmê xistina nava valatîyekê hate kirin. Jiberku bihara 2019an ji bo Kurdistanê pêvajoyeke hestîyar û rexneyan bû. Helbijartin çêbibûn, dibin serokatîya Mesrûr Barzanî Hukûmetek nû avadibû, di warê aborî de livînekê destpê kiribû û bi her awahî Başûr ber bi pêvajoyeke nûve diçû. Di demekî weheda şer derbasî nava bajarên Başûrê Kurdistanê kirin di van hemû deskefta û wan amadekarîyan dê jinavbet. PKK vê yekê ji hemû kesî baştir dizane.
Ragehandina PKK ê bênavber behsa rizgarkirin û parastina Herêma Kurdistanê dikir. Heman dem her wan dezgehên ragehandinê balavokek kuliçi derê nehatî dîtin 27 gûlanê belavkir û digotin me “ hêza bergirî ya cewherî ya Başûrê Kurdistanê” avakiriye.
Li Çiya yê Şekîf ala Tirkîyê hate daliqandin
Çîya yê Şekîf bi serê xwe mijareke romanê ye. Ew weke mertalekê di pêşîya singê Çiyayê Zagros bilind dibe. Ew çîya yê ku pêşî li İskenderê Meqdonî girtî û nehêla ew derbas bibe. Bi hezara sale me kurdan ji dagirkeran diparêze. Bilindî ya xwe digehe 3000 metra. Çiya yê Şekîf piştî 100 sala cara yekê ye ji alîyê artêşa tirk ve dihête dagîrkirin. Ji sala 1990 û virde bin desthilatîya gerillayên PKK ê debû. Çawe çêdibe ku di navbera 3 rojan de radestî artêşa tirk bikin.
PKK ji alîyekê soza parastina Başûrê Kurdistanê dide û hewil dide ku bikeve nava bajaran de, di berovajî wêjî heroj ew deverên pir stratejîk û çiyayî radestî artêşa dagirkerên Tirk dike. Ew herêmên ku PKK weke “herêmên parastina Medya” binav dike dimawê heyvekê de hemû ji bo dagîrkerên Tirk hiştin. piştî artêşa tirk Şekîf sitandî anjî wergirtî 40 Km kefte nava xaka Başûrê Kurdistanê de.
Dema ku li çîya yên jorî ev rûdane pêk dihatin PKK ê û hêza biser wê “Hêza Bargiriya Cewherî ya Başûr” jibo binkeftinên xwe yên herêmên çîyayî bi peçifînê keftibû nava hewildanên gemar de, ku di nava bajaran de kabos bixuliqîne. Ligel van hewildanan di turên çivakîde ji Soranî bi lehca Silêymanîyê video dihatin servîs kirin. Di gotin hemû sazî, dezgeh, şîrket û kesên biser Tirkîyê vene jibo me armancin. Û gelek nekêşa ew gefên xwarî pêkhatin. 17 tîrmihê de li Hewlêr hêrişek li xwaringeha Hokkabaz pêkhat. Vê hêrişê de PKK ê, xebatkarekî qûnsolxana Tirkîya û dû hemwilatîyên Başûr kuştin.
Min nekir Mîkî kir
Di filma “Zîhayê Nexin” ( Uçurtmayi Vurmasinlar) de ew zarokê temenê wî 5 salî binavê Bariş, yêku ligel dayika xwe zindan kirîbu, her şev xwede mîzdikir û her sipêde dema ku radibû ew wêneyê Mîkî Mouse yê liser derpê xwe nîşandida û digot “min nekir Mîkî kir. ”PKK ê jî bijlî hêrişa liser Hokkabaz kirî û 3 kes kuştî daxûyanî da û digot min nekir lê ev daxûyanîya PKK ê neweke ya Bariş Mehsûm bû. Dawîya bûyerekî sîyasî ewqas mezin PKK ê jî digot “min nekir Mîkî kir” Bahoz Erdal derket û got çi eleqa me bi vê bûyerê ve nîne lê ew xortên ev bûyer pêkanî destên wan saxbin. Xwest gelê kurd dayne cihê cehaletê.
Lê belê teamullên sîyasî û dîplomatîk yên asta navdewletî û Hûkumeta Herêma Kurdistanê bi wêrekîya Bahoz Erdal nedihatin xapandin. Demekî zûde ev kujerane hatin girtin û hemû bûyer zelal bû.
Bi rastî bûyera Hokkabaz di dîroka gele kurd de rupelkî qirêje. Lê ji bo ku ne mijara nivîsa meye em kur liser nasekinîn. Bê goman dê rojekê ev xwarina li Silêmanîyê hatî kelandin û ji bo Hewlêr û Mexmûr hatîye servîs kirin dê were nivîstin. Lê em niha dikarîn dîyar bikîn; dû berên bûyera Hokkabaz hene, yêkemîn; PKK dixwast dijî Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî derbek bike. Ev pilanek bû û derveyî PKK ê jî yên harîkar hebûn. Dûyem; PKK ê dixast binkeftina xwe ya Xwakurkê û Şekîf biveşêre. Ev 20 salin PKK li Bakurê Kurdistanê yêk endamê Mît ê ne kuştîye. Li paytexta Başurê Kurdistanê Hewlêrê memûrekî dewleta Tirk kuştin yêk mebest bû heye ewjî armac kirina aremîya herêma Kurdistanê ye.
Gelo van bûyera çi pêywendî bi mexmûr ve heye
PKK girêdayîye bi huquqa navdewletî lê derfetên ne girêdana wê ya pergala navdewletî ji bo xwe baş bikar tîne. Heman dem rexistineke bi micidîya sîstema navdewletî jî nizane. PKK hûkumeta Herêma kurdistanê yaku dezgehên navdewletî û destora bingehî ya Irqaê de bi fermî hatîye qebûl kirin weke xwe partî dizane û heman şêwaz dixaze nêzîkbûnê pêre bike. Parlementoya kurdistanê jî weke ew meclisa kongra gel ya ji êndamên çîya pêk dihêt, nêz dibe. Heya di xwaze têgeheke we ava bike ku ew temsîla her çar parçên Kurdistanê diken. Dibin serokatîya Endamê PKK ê ya bi navê Nûlîfer Koç KNK (kongera netewa Kurdistan) bê agahdarikirina Cemîl Bayik nikare kursîkê bi kire. dixaze KNK weke rêxistina sîvana kurd bide nişandan. Gorî têgeha PKK ê parlamentoya Kurdistanê jî weke parçek ji KNK ê pêwÎste were ditin. Di hizra wan de pêwîste Hûkumeta Herêmê erk û desthilatîya xwe ligel Qendîl parve bike. PKK, ewqas xwe navenda hemû tiştî dîtin, hevrikîyeke siyasî gîhaye asteke patolojik. Şêwazê rêvebirina kempa Mexmûr jî heye: mixabin lê PKK kempa Mexmûr dijî Hûkumeta Herêmê weke “çuvkê şivanî” bikar tîne. Ew hêzên li Hokkabaz 3 kes kuştîn li Mexmûr çîhbibûn. dû kesên dî yên desttêwerdan ligel vê bûyerê heyî revya bûn kempa Mexmûr. Herçend Hûkumeta Herêmê bi fermî hewildan ku kemp van kesa radesî wan bike lê belê, bê encam ma.
Tiştê PKK dixwze vaye; PKK li Mexmûr, ji bo derbe liser Hûkumeta Herêmê bike hêzê çekdar û yê istixbaratî cîh dike û ava dike. Evne heroj dê zend û bendên xwe bihejînin biçin Hewlerê sileh biteqînin payre jî xwe li seyara xwe siwarbikin û vegerin kempê û Hûkumeta Herêmê jî dê vê yêkê qebûl bike û bêdeng bimîne. Anku PKK vê dibeje “em bihevra derkevîn ser rîngê pêşbirkanê bikîn ez dê li te xim lê to li min nexe. Dê qesa liser te bêjim lê tû dê bêdeng bî. Dê bi sîleh te bikujim lê to dest girêdayî dê bisekinî. Bêşik ev tişt weha nabe.
Va 26 salin PKK kempa Mexmûr li dijî Hûkumeta Herêmê dişuxilîne. Ew endamên xwe yên derveyî şer mayî hemû weke niştecîyên kempê qeydkirn mirov têdigehe lê êndamên sûxirîyê, yên karen sûiqesta, karen nihênî û yên baca komdikin jî li wir hatine cibecîhkirin. Kemp kirine cihêkî nîv leşkeri nîv medenî. Jiber vê yêke BM xwe ji kempê vekişand. Vekişandina BM tenê ne jiber zexta dewleta Tirk bû BM, Mexmûr weke baregaheke siyasî bikar anîn qebûl nekir û berpisyarî ranekir.
Bi regeznama Mexmûr êndamên îstixbaretê hemû bajar û bajarokên Herêmê li bin navê dezgehên ticarî xwe cih kirine. Liser navê xwaringeh û dezgehên karsazî istixbaret komdikin û baca ji milletî distînin. Di her cihekî kurdê Bakur lê hebin sûxireke xwe ligel wî têxine nava kar û zextê liser bazirgana diken.
PKK dixwaze kempa Mexmûr dijî rêveberîya Herêmê jibo xwe bide şuxilandin û dibêje bila Hûkumeta Herêmê dengê xwe jibo min dernexe. Di vê mijarê de dibêje “Kurdistan ne milkê wane, herkes dikare hereket bike” lê ew PKK a vê dibêje, ji salên 1990 virde li Herêma Baûşr devera Behdînan,Nêrwe-Rêkan heya digehe nava Biradost û Qendîlî bi sedan gund bi zorî destdanîne ser û bi heceta ewleyî nahêle xewdîyê van gund û milkan biçin çandin, dirûtin û komkirina dahatîyên xwe biken. Dikarîn bêjîn li devera Berwarî Gel gundên xwe jibîr kirine. Kesê bixwazin li bin navê şik lisere digirin, dikujin û direvînin. Bê qanûnîyek heya dawîyê liser deverên çîyayî tê meşandin. Gelo çima Hûkumeta Herêma kurdistanê rê bide van sîyasetmedarên PKK ê yên dixwazin alozîyan jibo Başûr peyda biken. Çi ambargoyên Herêma Kurdistanê liser kempa Mexmûr nîne, tenê Hûkumeta Herêmê ji çalekîyen PKK’ê re gotîye bese û raweste.
Pêwîste PKK ji Mexmûr derbikeve
Êdî xelkê Mexmûr pêwîste berpirsên vê dirama wan kîne birast wane bibine. Heyaku PKK penaberên Mexmûr jibo berjewendîyên sîyasî bikar bîne bê goman aremî nakeve nava kempê de. PKK jî êdî wê fîdekarîyê jibo xelkê Mexmûr pêwîste bike. Macal bide ku rastîjî kemp bibe cihê penaberan. Pêwîste êndî ji Çîya rêveberên kempê nehên şandin. Meclisa gel ya kempê pêwîste dibin desthilatdarîya xelkê de be. Kemp ji mijara bazarê ligel Iraqê û dijî Hûkumeta Herêmê “çuvikê şivanî” were derxistin.
Ew kampîneya liser malperên sosyal medya liser destê hûnermend û nivîskaran hatîye despêkirin bi direwa “ambargo ya Mexmûr” tenê jibo piropagende ye. Weke herdemê PKK dixaze di rojevê de bimîne û rojavê dagire. Ya rast ewe ku kempa Mexmûr bi dewleta Iraqê ve girêdaye û ligel Bexda peywendî berdewamin. Ew kêşeyên dewroberê kempa Mexmûr dizivirin hemû bingehê xwe ji armancên PKK ê yên sîyasî digire. Jiber vî sedemî emjî bang li PKK ê dikeyn û dibêjîn “dest ji xelkê bikêşe, Mexmûr weke karteke siyasi nede şuxilandinê .”