General Mazlûm û Rojava bi PKK’re di ezmunekîdene

General Mazlûm û Rojava bi PKK’re  ezmunekîdene

Beşê yekê: Qendîl  û  Rojava dibin sîbera Ebdula Ocalan de

Gorî dihête dîtin yê hesabê wan li rojhilata navîn heyî anku hevpeymana navdewletî dixwazin dest bi pêvajo yeke nu bikin. di babetê sengerên pêşî û cîkirina hêzê hinek cudabûn çêbûne. Ji bo vê jî pêwîstî bi kêmek arem bûna Sûriyê heye, Lewra jî di gorepana rojhilata navîn de statuya kurda û sazîyên sîyasî yên kurda pêwîstî bi hevsengiyê heye.  Di sala 2013 virde dû hewlên bê êncam hebûn,  Rêkefina Hewlêr û Duhok ê jiber gelek sedeman pêk nehat, niha ji bo hevdîtinên sêyemîn hatinuçûnê despêkiriye.

Ekterên dîyarde: PYD û ENKS…  lihevkirina van herdû hêza li Rojava ê Kurdistanê de asta şêweyê rêvebirin û pirensîbên wê de dê gohertinên dîrokî bixuliqin, wekî pêvajo ya sala 1998 de dinavbera PDK û YNK de peymana  Waşinton hatî îmzekirin li rojava jî ew pêvajo dimeşe. Peymana Waşinton di sed sala 20 de bû cara yekem di asta navdewletî de statoya Kurdan dihate pesendkirin û liser vê peymanê pêvajoya damezrandina Herêma Kurdistanê destpêkir. Peymana dinavbera PYD û ENKS de jî wê pêşkeftinên mezintir avabike. Kurd ji salên 1998 baştirin.  Di asta sîyasî, Dîplomasî û Aborî de xwedî tecrubên gewrene û kodên pergala navdewletî fêmkirine. Herçend hinek layen bixwazin statoya Hikûmeta Herêma Kurdistan ê weke partî û komel bidin nişandan jî lê belê yên kêmek ji zanistê sîyaseta navdewletî fêhm dikin dizanin ku rewş neweye.

Hebûna rêveberiya Herêma Kurdistanê sîstema înkar û îmha kirina liser Kurdan dimeşî, pûçkirîye. Bi statobûna Rojava yê Kurdistanê jî wê Kurd bibin didanekî pergala navdewletî. Şensek bivî şiklî heye, Lewra jî pêwîstî bi peymanekî hevbeş heye, kelem li pêşîya vê yekê pirin,, ji bilî dagirkera dinav mala Kurdî de jî pirsgirêk hene.

PKK rejîmekî totalitere

Kelemê herî mezin li pêşîya Rojava, hebûna rêveberiya PKK ê ye, Sistema rêveberiya PKK ê ya rêxistinî pir tunde û mecalî ji bo çi xebata nahêle. Kevirên qedîm yên rêveberîya PKK hemû grûpa enqerene, weke Cemîl Bayik, Duran Qalqan, Mistefa Qeresû û Elî Heyder Qeytan, Ev grûpa bingehîn pir otoriter û dijwarin. Payre bi harîkarîya Ebdula Ocalan, Murat Qereylan û eqilmendê Cuma, Riza Altûn jî ketine vê grûpê de.

Herçend PKK behsa dîmokrasî, rêveberîya cewherî, xwebûn, azadîya herêman bike jî, di bernameyên partî û sazîyên xwe de cîh bide van têgeha jî lê cewher cudaya.  Ev 5 kesên me behiskirî hemû biryaran didin. Ji derveyî vê grûpê hemû andam di asta memura dene.

PKK ê dinava fikra xwe ya sedsala 21 de hinek peyvên nû yên weke rêveberîya cewherî, xwecihî cîkirin. Bi rexnekirina dewlet û hîyerarşî yê dixwezin Kurd bê dewlet bimînin. Navendîbûnê pir rexne diken lê PKK dinava xwede ji dewleta tûntire. Sîstema rêveberî weke ya rahîba birêve diçe. Raste Pkk nebûye dewlet lê rêjîma wê totalîtere. Ev selmandinekî pir raste derbarê PKK ê de.

PKK ji herkesêra dibêje rêveberîya herêmî lê ew Partîyên ji bo parçeyên Kurdistanê jî ava kirî hemû ji Qendîl dihêne rêvebirin. gorî berjewendiyên  xwe ev partîyane car birin pêş car kişandin paş. mînak di sala 2010 û virve partîya rojhilat PJAK jiber pêwendiyên xwe li gel Îranê, kirîye Partîya daxuyanî û peyama. Heman dem li Rojava jî  wekirin. Ji bo herkesê daxwaza rêveberîya cewherî dikir lê Rojava li Qendîl rêvedibir. Ne ji bo berjewendiyên Rojava tevdigerî PYD weke ecindayeke sîyasî bikaranî.  Pêwendiyên PKK ligel Îran û Sûriyê di destpêkê de hinek sûd jê hat wergirtin lê payre jî, ji bo Rojava bû cihê xwe dûbare kirinê. PKK Rojava dinavbera xwe Îranê kir amûreke bazarê.

Heman tişt Apo jî kir, mînak dema ku pêvajoya çareserî birêv diçû Ebdula Ocalan got “Kobanî min ê serokê MİT ê Hakan Fidan rizgarkir, û bi berdewamî behsa rihê Eşme kir. Lê belê hemû kesî dizanî ku yên DAIŞ kişkirî ser Kobanê dewleta Tirk bi xwe bû. Apo Rojava dinavbera xwe dewletê da kir amûrê bazarî.

PKK ê liser Rojava rêveberîyeke çavdêrî çêkir.  Rêveberîya PKK ê ya qedîm weke rejîmen totaliter liser endam û xebatkarên xwe bê bistehîye. Pêwiste “guh ji şaxî derbas nebe”. Bihêzbûna takekesî ji bo xwe xeter dibîne.  Jiber wê jî kesên derveyî grûpa Enqere ya rûhanî hêz bibîne qed nahê qebûlkirin. Ger kesek pêşbikeve jî wî zû di kezêxin. Lewra jî rêveberîyeke beşî dixuliqe weke rêveberîya îdeolojîk rêveberîya sîyasî.  Ev ne dabeşbûna karî ye ev hêza şexsa sînordarkirine.

Li Rojava sîstemekî weke mifetişî heye. PKK ê endamên xwe di nava  vê sazîya bê nav anku mifetişî de bicîh kiriye. Karên maddî, diplomasî û perwerdeyî rasterast bi PKK birêve dibe.

Di qada sîyasî û eskerî de  jî  endamên xwe gorî berjewendiyên xwe cîhkirine. Bi piranî bakurîne. Heya Sabrî ok û Elî Hydera Qeytan jî li wir vî karî dibînin. Di hemû xebatê de dixazin rengê PKK ê hebe.  Ew wêneyên Apo yên hatî daliqandin jî karê vê grûpa mifetişa ye. Anku bitûndî PKK e tê ferzkirin.  Ger Mezlûm Kobanî bixwaze jibin vesayeta Qendîl derbikeve jî nikare jiber ku ji alîyê van kadiran ve hatîye dorpêçkirin.

Gelo Rojava dêbikare ji bo Paşeroja xwe ecînde kê avabike

Ew polîtîqa rojava weke rêya sêyem dide nişandan bi qazanc û wendayê xwe ve gehişt îro. Di alîyekê de PKK bi rêya Mezlûm Kobanî di astekî pir bilind de ligel Emerîka pêwendiyan pêşdixe di alîyeke din de jî Cemîl Bayik ligel bereyê Şîia dinava bizavekêda ye. Lê belê êdî ew sîyaseta nevberêda man bi dawî dibe. ew dema ligel herdu layenan bi hevra meşînê, namîne. Êdî pêwîste layenê xwe zelal bikin. Emrîka ji nû ve dest bi cîhbûna xwe li Sûriyê kir.  Plan dike ku dibin fermandariya Mezlûm Ebdî de artêşek were avakirin. Bi milyara dolar hatin xerckirin ji bo vê plana stratejî. Emrîka û hevkarên xwe ewqas ne xişîmin ku vê plana stratejîk bikin bin desthilata PKK ê ya ku destekî wan hertim di deste Îranê daye. Rojava gihîştîye serê rêka cudabûnê.

Rêveberê Endamê meclîsa PYD ê Abdilkerîm Sarûhan daxuyakirin “ amadekarîyên hêzên mîtînger ji bo 100 salî ne. Em rûbirûyî vê rastîyê ne. Emrîka, Rûs û welatên Ewropa vê proja rojhilata navîn derbasî jîyanê dikin. Em weke Kurdên Rojava ger cihê xwe divê planê de negirîn emê nekarin di vê erdnîgarîya sîyasîde cî bigirîn.”  Diyar dibe ku ev rewş li Rojava tê nîqaşkirin.

PKK di medya xwe de dibêje “ENKS ne ew hêze ku mirov ligel peymanê çêbike. Peyman çêkirin îxanete” ji vê helwesta PKK ê ya tund dîyar dibe ku Rojava gihiştîye cudahîya rê.

Pustên heman beş