General Mazlûm û Rojava bi PKK’ê re di ezmunekî de ne

General Mazlûm û Rojava bi PKK’re di ezmunekîdene

BEŞÊ DUYEMÎN: MEDYAYA PKK Ê DIXWAZE ÇI BIKE?

Rojavayê Kurdistanê qurbaniyên pirr mezin dan lê heya niha jî pêşeroja wê hêj jî nediyar e, hêj jî rewşa wê di metirsiyê daye.

Vê derê rojhilata navîne, lîderek weke Qezafî li bin lingan hat kuştin û welatê wî hat têbirin, û eger vê tiştê em nebînin û em bêjin emê berxwedanê bikin û bi ser kevîn ev tiştek şaşe, berxwedanî tiştekî mezine lê belê berxwedan bi tenê têra serkeftinê nake, ji bo ku mirov ji tuneyî yê serkeftinê qazanc bike pêwîstî bi tiştên zêdetir heye: gereke mirov rastgo be to dê bikarî serkeftinê çêbikî yan to nikarî serkeftinê çêbikî li himber dujmin ev yek gereke bi dirustî bihêt tesbît kirin, yê ku to nikarî bi berxwedana xwe wî bin bêxî jî berî ku to bikevî şer digelda gereke to xwe jê dor bikî, yanî pêwîstî bi siyaseteke bi vî terzî heye, berevajî ger weke PKK ê ku her sal, sala serkeftinê îlan dike û bangewaziya berxwedanê dike û bi wê kelecanê xwe ji gel re dide nîşandan û derdikeve meydanê di rojhilata navîn da ancax wê bibî partîyek ku li çiya yan hertim di tengaviyan de bî û dûr bî ji siyaseta serdem û navdewletî.

Weha xweya dike ku bi salaye di nava rêveberiya rojava de ev yek xweya bûye ku siyaset û  rêvebirin li ser terzê qadroyên PKK ê bi taybetî qadroyên grûpa damezrîner a PKK ê “grûpa Enqere yê” serkeftinê naîne, diyar bûye ne bi şirove kirina wan ya siyasî û rêvebirina wan ya piraktîkî rojava nayê birêvebirin, û wan baş fêm kiriye bi edebîyata kelecanî wilat nayê birêvebirin, dixwazin poletîkayek bingehîn û rast û dkrust were bikar anîn, grûpeke weha heye ku bi tenê bi siloganan û kelecan û berxwedana şiklî razî nabe belku dixwazin serkeftinek misoger bi dest bînin, li ser vê yekê şexsiyeta ku pêtir ji her kesî derdikeve pêş medyayê kesekî weke general Mezlûm Kobanî “Mezlûm Ebdî “ye ku ew bi nav û deng bûye.

Şîrove kirineke weha ku mirov roleke pirr mezn bide Mezlûm Kobanî û bibêje vî kesî xwe ji PKK ê dorxistiye ev yek wê şiroveyek xelet be, jiberku Mezlûm Kobanî bi salan di rêveberiya PKK ê de cî girtiye û di nava PKK ê de bi awayek piraktîkî û pêk anîna kar û siyaseta PKK ê xwe pêşxstiye, di salên destpêkî yên pêvajoya rojava de li salên 2011-2014an, Mezlûm kobanê roleke serekî û bingehîn di derxistina ENKS ê û ew partîyên ne girêdayî bi PKK ê ve li rojava hebûye, yanî Mezlûm Ebdî “Şahîn Cîlo” ne firîşteyeke, wî jî nanê PKK ê xwariye, û vê yekê her kes dizane. Rexmê van karan hemûyan ew xeta PKK ê ya aydolojîk û ew siyaseta Cemîl Bayîk û derdorên wî ku kurdan mehkûmî siyaseta rojhilata navîn û Îranê dike dihête bawerkirin ku Mezlûm Kobanî û derdorên wê dê bikarin vê xetê derbas biken û ji aliyê gelek hêz û aliyan ve cesaret û hêz pê tê dayîn.

Pêşya her tiştî bi pêşengiya Amerîkayê ew hêzên kowalîsyonî ku Amerîka pêşengiya wê dike em nabêjîn ku pirr jê bawer dikin lê kar û xebateka wan a pirr zêde heye ku ev kare were encamdan. Ew dixwazin Mezlûm Ebdî li dervey aydolojî û siyaseta PKK ê bidene pêş, di nav hêzên kurdî de jî hem wek hizbî hem wek şexsî bi Mezlûm Kobanî bi bawerin û hem jî alîkariya wî dikin, ew destgirtina PKK ê ya hişk ku dibêje “ez nebim wê tu tiştek neyê pêkanîn”, li şûna wê aliyê Mezlûm Ebdî yê ku hinekê sekinandina wî ya Kurdistanî û hinekî sekinandina wî ya nêzî rastiyê heye di nava kurdan de sempatî û hejêkirinek peydakirye, diyare di nava van kes û alyan de rêveberya başûrê kurdistanê jî cî digre, di navbera Mezlûm Ebdî û rêveberiya başûr de ji dervey siyasetê jî peywendîyek biratî û wefadariyê jî heye rexmê ku dinavbera wan de cudahî û ferqî hene jî lê di aliyê hestan de nêzî hevin, ji xwe tiştê ku di nava PKK ê de tune ev heste bû, di nava PKK ê û partîyên din ên nêzî wê de tu hest û sozek ji bo berjewendiyên kurdî nemabû, ji ber vê yekê jî dinavbera Mezlûm û hikûmeta başûr peywendî gerimtir xweya dikin.

ÇAPEMENIYA PKK Ê ENKS E TEHDÎD KIRIYE YANJÎ ROJAVA TEHDÎD KIRIYE?

Ew karêzmatîka şexsîyeta Mezlûm Ebdî, piştî ku rojava weke nasnama xwe ya resen  dîtî hinek dewrubera pirr dilgiran û ne aram dike, berpirsyarê medyaya PKK ê Ferda Çetîn li dîroka 9î Nîsanê de li ser hesaba xwe ya twitter ê ji bo rojava tiştek nivîsandiye ku ew nivîsandina wî nivîsî babetek pirr girînge, her kesê weha hizir dikir ku ev nivîsîna Ferda Çetîn nivîsî bi tenê ENKS hedef kiriye, lê nexêr ne wsaye, ev dîtinên Ferda Çetîn weke gef dihên xweya kirin, lê  yên di gel ENKS ê hevdîtnê dikin û lihev dikin qadroyên rojava ne, ew gef ji bo siyaset û sazî û dezgehên wê ne jî, ew ji bo Mezlûm Ebdî bi xwe jî ku rêveberê vê lihevhatinê bûye gefeke.

Ferda Çetîn dibêje Firensa û Amerîka dinavbera kurdan de yekîtiyê dixwazin, eger samîmîyeta wan hebe jî ew nikarin vê yekê bi grûpeke weke ENKS ê pêkbîne, lê ser masê ne bi tenê  Amerîka û Firensa û ENKS e hene, PYD e jî hene, û evane hemû jî qadroyên qedîm ên dinava PKK ê de bûn, çima ew li ser wê masê ne, tiştê Ferda Çetîn jê pirr aciz eve, dibêje gereke PKK li ser masê be, ji xwe PKK bi xwe jî vê yekê hezim nake ku navê PKK ê ne dinavde ye û ne li ser mase yê ye, ger hevdîtinek hebe jî û lihevhatinek hebe jî li ser masê gereke weke hevdîtinên Oslo yê Mistefa Karasu hebe yanjî kesekê ku rêveberê PKK ê yê damezrîner be hebe yanjî yê ku weke memor ji aliyê rêveberiyê de hatye şandin ji bo rojava weke Sebrî Ok hebe, lê hûn her kesê rexne dikin û dibêjin bila dukan biçûk jî be lê bila ya min be, ya ji wê xirabtir hûn dikin ya ku Ferda Çetîn dibêje eve yan to ya minî yan to ya axa sarî. Madem çi partiyên din nîne ewdem ev yekîtî jî çênabe, yanî bi raste rast dibêje ger PKK e nebe çi ramanek ji bo yekîtiya dinavbera kurdan de nîne.

Ferda Çetîn ne bi navê şexsekî sade axaftiye, ew kesekî girînge di nava PKK ê de ew di berpirsatiyek girîng daye, ew  kordînator û rêveberê gişt sazî û medyayên ser bi PKK ê ve ye, herçend ku rêveberiya PKK ê ya jûr wî birêve dibe jî lê ew bi xwe jî gelek rêveberan bi rêve dibe, nivîsandin û daxuyaniya Ferda Çetîn eynî daxuyanî ya Mistefa Karasu ye, PKK e wekî pêşî niha wekî lihevhatina sala 2011an ya Hewlêrê û ew lihevhatina 2014an ya Duhukê dixwaze îdareya wê li destê xwe bigre û demî pê qazanc bike û ji bo xwe weke pirekê bikar bîne ji bo gihiştin bi hinek berjewendiyan, dixwaze pêvajoyê bi vî rengî bi dest bigre û dema karê wî pê xlas jî bû dê bixwaze dîsa vî karî têk bde, vê carê dê rengê vî karî pirr were guhertin û dê pêtir qurbaniyan  ji rojava re peyda bike.

Hişyarî ji aliyê Ebdulla Ocalan ve jî hat, ev hişyariye ji bo vê yekê bû ku rêveberiya rojava xwe ji merkezîyet û birêvebirina partîtî ya hişk dûr nexe û ji bo ku gelê rojava nasnameyek cewherî û serbixwe ji xwe re peyda neke hişyariya ewilî ji aliyê Ebdulla Ocalan ve hat.

Ebdulla Ocalan piştî 21 salan li roja 27î Nîsanê di ew hevdîtna ku bi telefonê hatî encam dayîn di wan axaftinan de hem di naveroka nivîsînê de û hem jî di axaftina Mihemed Ocalan de, axaftinên ku Ocalan derbara rojava krî pirr balkêşin, tiştê herî balkêş ew gotin û nirxandinên Ocalanin ku li ser rojava kirî. Ocalan dibêje hinek kes di nava hêzên me de hene ku bi çavek xirab li min dinêrin, dikarin weha li min binêrin lê rojek dê were her kes dê bizane ev pêncî sale ez çi dikim, li vê derê her tiştê ji dest me û hevalan re bê kirin em dikîn, ger hindek kes hebin bi çavek xirab li min binêrin ew di ryeke şaş dane û ew di nava îxanetê dane û ev rewş jî bi vî awa nayê qebûl kirin.

Ev gotinên Ocalan weke wê yekê ye ku di bin eba re darî nîşan bidî, û ew gotna wî ku dibêje ger delîve çêbibe ezê bersiv bidim, ev gotine tê wê wateyê ku dê pirr delîve hebin ez wê bersivê bidim.

Bi kurtayî kurdistana rojava û lihevhatina PYD ê û ENKS ê di çapemeniya PKK ê de bi çavek xeter tê dîtin, nîyeta PKK ê weha xweya dike ku nahêle rojava ji gelê rojava re bimîne, niha ev mijar bila li dera hanê bimîne, gelo rojavayî dikarin bi nasnameya xwe ya cewherî û herêmî xwe li ser lingên xwe ragirin.

Pustên heman beş