Ji 1ê Xizîranê heya Zînî Wertê nêzîkbûnên PKK ê ji bûy Hikûmeta Herêma Kurdistanê
BEŞÊ 2: SEDEMÊ ÎSRARA PKK Ê LI SER ZÎNÎ WERTÊ, DORPÊÇKIRINA HEWLÊRÊ YE
PKK ê 1 xizîrana 2004 agirbesta dinavbera wan û Tirkiyê de heyî, bidawî kir. Bi rastî tu carî agirbest çênebibû, tenê dinavbera Ocelan û Komara Tirkiya de hevdîtin û peymanên veşartî habûn, ev danûstandine, karê hişmendane ê dewleta Tirk bû, ji bo ku karta Kurda li Rojhilata Navîn dest xwe bixe, jiber vê yekê jî di vê pêvajoyê de Apo hate erkdarkirin.
STRATEJÎYA OCELAN YA TIRKIYA KÛR: JI BO MÎSAQA MILLÎ KARTA KURDA
Stratejîya Ehmet Dawitoglu ya ku Tirkiya bike hêzkî super li herêmê anku “kûrahiya stratejîk” berîya Dawitoğlu ev stratejî ji alîyê Abdullah Ocelan ve dihate behskirin, Ocelan soz dide dewletê ku ji bo serfirazîya Mîsaqa millî bixebite, ji bona wê jî Başûrê Kurdistanê weke armanc dide dîyarkirin, SOZ dide dewleta Tirk ku Başûrê Kurdistanê dest xwe bixe.
Di vîdyoyên lêpirsînê de ev gotinên Ocelan bale dikşîne “niha ezê tiştekê ji we re bibêjim, lê hişyarbin bila ev bûyer veşartî bimîne, ne hewce ye ku hûn Barzanî-Talebanî pir zêde xurt bikin, hêdî hêdî em wan zelamên kêrnehatî (Barzanî-Talebanî) lawazbikîn, li ser vê xetê em nahêlîn Barzanî-Talebanî nefesê bistînin, tiştê ku Tirkiye va 10 salin 20 salin nikare bike, em dê bikîn, ev bi pere û pûla nahête kirîn, me di tekoşîna xwe ya dijî feodalî ya Kurd de pêşkeftinên mezin çêkirine, divê Tirkiye şaşî ya liser vî babetî neke, ger hindek lihevhatinên sînordarkirî li ber çav werin derbaskirin û li wir hinekî alîkariya me bikin, pêşniyara min ya din jî standina Hewlêr ê ye.”
Hewlêr navenda vejîna sîyasî ya Kurd e
Abdallah Ocelan ne bi rasthatinê Hewlêr armanc nîşan da, Hewlêr rexmê kêmasiyên xwe jî navenda Netewe bûna Kurd e, Filorensa navenda ronesansa Avrupa ye, Parîs navenda şoreşa ronakbûnê ye, Hewlêr jî di sedsala 20an de li dijî înkar û tune kirina gelê Kurd navenda vejîn û meşrubûn ê ye, Her çend piropagindeyên dijî wê çêbibin jî, pêşiya belavbûn û dagirkeriya Tirkiya astenga esas, Hewlêr e.
Ocelan; nasnameya Kurd ya sîyasî û meşru, ji bûna Tirka weke armanc daye nîşandan. Du rolên girîng li pêşiya Hewlêr ê ne:
Yek: Hewlêr li pêşiya Mîsaqa Millî astenge, Anku Hewlêr jiber ku paytexta Herêma Kurdistanê ye weke kêrekê sînorên Mîsaqa millî di nîvê ra biriîye.
Du: hewlêr li dijî welatên herêmî yên ku Kurdistan dagîrkirî weke navenda sîstema sîyasî ya cîhana nû ye. Hîn ji bo qedera Rojava Hewlêr nîşan dan jiber vê yekê ye. Li dijî dagirkeriya dewletên herêmî ji bo hemû Kurdan weke sîvandekê ye, ji bo vê yekê, her kesê ku dijî hebûna Kurdistanê be, Hewlêrê dikin armanc, lewma jî, Îran, DAIŞ û Heşda şebî di derfeta despêkî de êrîşî ser Hewlêrê kirin, êk ji van hêzan jî dewleta Tirk e, bi heceta PKK ê êrîşan liser herêmê meşru dike.
ARMANCA OPERASYONA ROJÊ KÎ BÛN
Piştî pêngava 1 Xizîranê PKK ê di demek kurt de dest bi êrîşê Qereqolên li ser sînorê Başûr kir, Ev jî jibo êrîşên Tirkiya liser Herêma Kurdistanê bû sedem, çalakiya Oremar ya ku weke serkeftineke pir mezin dihate nîşandan firseteke zêrîn ji bo êrîşên Tirkiyê çêkir, Tirkiyê mafê rêkeftinên navdewletî ji bo xwe kir berpêk û miha 12/2007an, dest bi êrîşên hewayî kir liser deverên Başûrê Kurdistanê, û liser Başûr dest bi gef xwarinê kir, Piştî van gefa 21 Sibata 2008an bi navê “Operasyona Roj” ya ku dinava Kurdan de weke operasyona Zap ê dihête binav kirin, destpêkir, lê ev operasyone di rastiya xwe de li ser Hewlêrê bû.
Pêwîste em vê yekê rast biselmînîn, Operasyona Zapê ne liser PKK ê bû, belku li ser herêma Kurdistanê bû, armanca wan xwe gihandina Hewlêrê bû, Ji bona vê jî pêngava 1 Xizîranê, hişt ku êrîşên Tirkiya li ser herêma Kurdistanê meşru were dîtin, weke êrîşa liser Efrîn ê û gelek deverên din yên Kurdistanê.
Li ser vê mijarê wezîrê derve yê Tirkiya Ehmet Dawitoğlu di belgeyên WikiLeaks de wiha digot “ li Oramar 12 kuştiyên me çêbûn, 8 jî hatin rehînkirin, piştî vê bûyerê mixalefeta Tirkiyê di parlemanê de talapkir ku em êrîşî Bakurê Iraq ê bikîn, me dikarî Hewlêr ê bi erdêve bikîn yek, lê me nekir” di rastî de armanca artêşa Tirkiyê hilweşandina Hewlêrê bû, lê belê hinek hêzên (navdewletî) pêşiya vê plana dewleta Tirk girtin.
BARZANÎ JI BO OPERASYONA ZAP Ê GOT: PÊKANÎNA VÊ OPERASYONÊ HEMBERÎ ME ZORDESTÎ YE
Operasyona Zapê di warê eskerî de ne serkeftî bû, Jiber ku Mesut Barzanî şeva operasyonê destpêkirî gelê devera Behdînan hişyar kir, PDK ê milletê herêmê bir ser baregehên artêşa Tirk û nehêla beşdarî operasyonê bibin, Anku nehişt hêzên Tirkan bi çekên giran bigehin hev, gel pêşî li debabên Tirkan girtin, operasyona Tirka, jiber ku baskê xwe yê başûr vala derket, ne giha armanca xwe, Barzanî dijî dagirkeriya Tirk helwesteke zelal nîşan da u got “ ev operasyona pêk hatî li dijî me zordestîye” heman dem digot “çareserî bi rêbazên çekdarî, çênebe, em dijî vî şerî ne” bi aşkera xwe layenê dijî şer nîşan da, Emerîka û Avrupa ji bo sekinandina dagirkeriya Tirkiya rolek mezin leyîst, operasyona Roj sernekeft lê hesabên Tirkan liser Hewlêrê bi dawî, nebibûn.
XAPANDINA LI DERDORÊN KÊŞEYA ZÎNÎ WERTÊ
Ew plana Ocelan ji bo Tirka çêkirî ya ku bi veşartî Hewlêrê dagîr biken hêjan berdewame, ev du salin artêşa Tirkiyê bi bêdengî sînor bezandin, ji Heftenînê heya Xwakurkî di nava xaka Başûrê Kurdistanê de hemû cihên stratejî ji dest PKK ê derxistin, gopîtkên bilind niha di destê artêşa Tirk da ne, mînak çîya yê Şekîf bi şerekî du-sê demjimêran de kefte deste Tirkan de. Lê Pkk vê pir normal dibine. Xakurk u devera Biradost anku Zagros ji layê PKK ê ve weke hêlîna dihate dîtin, lê piştî Tirkan dagîrkirî PKK qet behsa stratejîk bûna wê nake, anku ji bîr kirîye, lê belê Zînî Wertê jibo xwe kirine meselekî namûsê, jiberku Zînî Wertê dergehê Qendîlê yê ku vedibe, Hewlêrê ye, ev qiyameta PKK radike ji bona vê ye, PKK ê weke Şengalê kirî bi qerbalixekî mezin dixwest xwe li Zînî Wertê cîh bike, Wezareta pêşmerge ev yek qebûlnekir û pêşî lê girt, ne xwe çi peywendî bi Qendîlê ve nîne, Lê belê dikare bandora xwe liser dorpêça Hewlêrê bike, PKK ê bi girtina Zînî Wertê, dixwest liser devera Rewandiz, Akrê û heya Şeqlawa hêzê xwe belav bike, Xwe bigehîne ber deriyê Hewlêrê, Ligel hevkarê xwe YNK ê heya çîya yê Sefîn dixwastin herêmên Medya xeta duyem çêbikin, piştî Heftenînê, zap, Nêrwe-Rêkan, devera Gerdî-Şêrwan û Biradost teslîmî Tirkan kirî vêcarê berê xwe dane kûrahiya çîyayên Başûr, wezareta Pêşmerge bi girtina Zînî Wertê ve, pêşî li vê stratejîya PKK ê girt, Ev êşa duvikî jiber vê rastiyê ye.
PKK dibêje ez berê de li Zînî Wertê bûm. Em jî, ji PKK ê ra dibêjîn hûn berê li çiya yê Şekîf bûn li deriyê Dawetîya bûn, li Lêlkan bûn, li Govendê bûn, li Çarçêlê Herkîya bûn… we nekarî wir biparêzin hûn bi çi sedema taleba Zînî Wertê dikin, ka we çewa 30-40 KM xaka başûr teslîmî dagîrkarên Tirk kir hesaba wê bidin Gelê Kurd, Bi direw û piropagindeyên vala Gelê Başûr nayê xapandin, hiç di “wî guhî da” nerazên, Jiber ku we dixwest 29 KM dûrî Hewlêr çîya yê Sefîn cîh bibin. We dixwest liser Soran û Herêma Raperîn di du xetan de xwe bigihînin Hewlêr a paytext.
DI NAVBERA KÊŞE YA ZÎNÎ WERTÊ Û PEYMANA ABDULLAH OCELAN YA LIGEL TIRKAN ÇÊKIRÎ JI BO HEWLÊRÊ BISTÎNIN, GIRÊDANEK MEZIN HEYE
PKK ê pêş niha ji xaka başûrê Kurdistanê bi kûrahiya 30-40 KM teslîmî dewleta Tirkiyê kiribû, Tirkiyê jî ber vê rastiyê cesaret girt û ji serok wezîrê Iraqê yê berê Adil Ebdulmehdî talebkir ku sînorên Tirkiyê û Iraqê ji nû ve werin çêkirin.
Di navbera kêşe ya Zînî Wertê û peymana Abdullah Ocelan ya ligel Tirkan çêkirî ji bo Hewlêrê bistînin, girêdanek mezin heye. Ev îsrara PKK ê ya liser Zînî Wertê ligel vê pêngava peymana Apo ya stratejîk eleqedare.
Encam de; Tirkiya ji wê peymana 1926an de sînorên hatî çêkirin nerazî bû, piştî pêngava 1 Xizîrana 2004an dewleta Tirk 30-40 KM sînorên xwe firehkir û mezin kir, Tirkiye bi vî awayî liser sîyaseta Iraqê bû hêz, diyar dibe ku Tirkiya ji ber van armancên xwe ji Apo xwest dest bi şer bike, jiber ew peymanê ligel Apo liser jinavbirina rêveberiya Hewlêrê cîbicî bibe pêwîstî bi şer hate kirin, lewra jî biryara 1 Xizîranê ji bo dewleta Tirk bû pira ku liser derbasî xaka başûrê Kurdistanê bibe.
Dewleta Tirk liser şûpa PKK ê derbasî Başûrê Kurdistanê dibe.