Li Heftenînê çi diqewme: kêmasî, rexne, rastî û çareserî – Beşa 1

Heftenîn – Beşa Yekemîn

Heftenîn kevirê quncikî yê sê parçeyên Kurdistanê

Operasyona dewleta Tirk ya bi navê Pencê Piling li ser Heftenînê berdewame lê belê heya niha jî li ser operasyona Heftenînê gelê Kurd xwedî zanyariyên berfireh nîne, jiberku her du hêzên di herêmê de cî digrin weke arteşa Tirk û PKK zanyariyên vê operasyonê di destên xwe de monopol dikin, Tirk dibêjin em weke pilingekê ketîne her derê PKK jî dibêje me li Heftenînê dinya li wan teng kiriye, lê belê herdu alî jî zanyariyên rast nabêjin.

Çiyayê Heftenînê ew çiyayê ku bi dirêjahiya dîrokê Kurd parastî

Heftenîn di erdnîgariya Kurdistanê de herêmeke ku Botan û Behdînan digehîne hev, li vê herêmê du Eşîrên bi navê Gulî û Sindî xwecîhin û li gel van ‘Eşîran li Heftenînê de 7 gundên Kildanî û Aşûrî û Siryanî ya hene.

Li Heftenînê da çiyayên bilind, newalên kûr, şikeftên xwezayî û cihên xweparastinê hene. Vê yekê jî hiştiye ku ev cugrafî ya bibe hevalê Kurdan ku xwe pê biparêzin, di dîroka nêzîk di sed sala 19an û 20an de kesên ku li himber dewletê serê xwe hildan, li himber dagîrkariyê serê xwe hildan berê xwe dan Heftenînê.

Li Heftenînê herçende bi sedan salane Gulî û Sindî dijîn lê belê dinavbera wan û Jîrkî, Goyî, Elkî, Şernexî û Qaşûrî yan de daîm hevkarî çêbûye, ew ‘Eşîretên ku li himber dagîrkarîyê serê xwe rakirin berê xwe dan Heftenînê, ‘Eşîreta Goyî ya ku li Qelebanê dijîn li sala 1919an de dema Îngilîza xwestî bikevin herêmê de li dijî Îngilîza şer kirin, sê leşkerên wan yên paye blind û şêwirmendê wan kuştin û di encam de Îngilîz neşiyan bikevin herêma Heftenînê de û paşde zivirîn.

Ji pêşengên hereketa azadiyê Êhsan Norî Paşa 4ê Adara sala 1924an serhildanekê li “Beytuşebab” destpêkir dema hatî dorpêç kirin berê xwe da Heftenînê û heta Buhara sala 1925an bi hevjîna xwe “Yaşar Xanim” ê li Heftenînê li herêma Keşanê bicî bûn.

Ji serokê ‘eşîreta Giravî yan Ebubekr Şakir axa li himber şoreşa “Şabika” ku li sala 1925an hat qebûl kirin nerazîbûna xwe nîşan da. Ew Eskerên Tirka dema hatî şaşika wî danin li dijî wan eskeran şer kir û dest bi serhildanê kir û dema hatî dorpêç kirin wî jî berê xwe da Heftenînê herêma Keşanê.

Dixtor şivan ku bi bûyereke nexweş koça dawyê kir biryargeha xwe ya yekemîn li Heftenînê ava kirbû.

Ev gotina ku dibêje dostê me nîne tenê çiyayên me hene herçend navê Heftenînê bi lêv ne kiribe jî lê belê Heftenîn jî destekê Kurda ye

Bi çi awa Gulî, Sindî, Jîrkî, Guyî, Elkî û gelek ‘Eşîr û bizavên din pişta xwe dan Heftenînê em dikarin dehan mînakên din yên bi vî awa bînin, Heftenîn cîheke ku Botan û Behdînan digihîne hevdu. Di warê cugrafî û çandî de jî wihaye, berî her tiştê di hizra însanê herêmê de Heftenîn, Qeleban, Şirnex, Beytuşebab yek herêmin. Sînor û dewletan herçend ev hevgirtin û pêkvebûn xirab kiribe jî lê belê Kurd bi hestên xwe û bi hizrên xwe ev sînorane qebûl nekirin, Kurd bi xwe li orta “naverasta” welatê xwe de ew sînorê ku weke birîneke daîmî xwîn jê tê pêçaye. Peywendiya xwe tu caran ji hev qut nekiriye. Ji bo Goyî yekî ku li Qelebanê dijît Heftenîn weke hewşa piştê ya mala wî ye. Ji bo kesekî ku li Beytuşebab dijît, Heftenîn weke rezê cîrana ye. Lê belê dîsan dilop dilop xwîn ji vê birînê tê. Ew 34 xortên Kurdan ku li sala 2011an balefirên Tirkiyê ew qetil kirin ew jî nîşaneya wan dilopên xwînê bû. 34 xortên Roboskî ya derbasî wilatek din ne bibûn, Heftenîn wek gundekî cîrana bû ku hatin û çûn têde dikirin, yanî Heftenîn hem Bakur e hem Başûr e.

Ev gotina ku dibêje dostê me nîne tenê çiyayên me hene herçend navê Heftenînê bi lêv ne kiribe jî lê belê Heftenîn jî destekê Kurda ye. Kurda xwe sipartê û nefesekî azadiyê jê wergirt, ev dostatiya Heftenînê bi Kurdan re hiştiye ku dervey Gelê xwecihî, ‘Eşîretên xwecihî û qebîleyên xwecîhî pêve kes nikarî Heftenînê kontrol bke, ne îngilîz, ne Tirk û ne jî Sedam nikaribûn çiyayên Heftenînê dagîr bikin, arteşa Tirkiyê li sala 1990an de sînorên Tirkiyê hinek derbas jî kiribe lê belê xwe dan paş, cara yekê sala 2018an artêşa Tirk dikarî çiyayên Heftenîn û kûratîya cugrafî ya wê dagîr bikit.

Çiyayê Heftenînê heya kuderê rê dide?

Heftenîn di warê jeopolîtîk Kurdistanê de weke mifteyekê “kilîl” ye, hersê parçeyên Kurdistanê başûr, Bakur û Rojava li vê herêmê digehin hev. Li Bakurê wê Şirnex, Silopî, Qeleban hene ev herêm ber bi Tenînê, Gera Berana, Kela Memê, Herêma Besta û çiyayê Codî ve dirêj dibe, li başûrê jî Heftenîn ber bi Kelha Qumriyê û çiyayê Metînî ve diçe, ger mirov van rêze çiya bişopîne diçe heya çiyayên Zagros yê ku Îskenderê mezin neşiyay lê derbas bibe, di kûrahiya Başûr çiyayê Gare, Çiyayên Laleşa Noranî û çiyayê Xêrê li ser Akrê û pêde tir heya digehe Meqlubî Şêxan xwe digehîne dergehê Mûsil û Hewlêrê, beramber Heftenînê jî çiyayê spî, çiyayê Bêxêr û li Rojava xwe digehînît çiyayê Qereçux yê Dêrka Hemko û li başûrê wê jî heya şengalê diçe, giringiya Heftenînê ya ku kesê bas lê ne kirî yek jê ewe ku rêkên van kome çiyayan hemû derdikevin ser rêkên Kerkûk û Mûslê. Heftenîn ji bo Deşta Neynewa weke balkonekê ye ev jî dihêt wê wateyê li ser çiyayên Heftenînê mirov dikare xwe dirêjî bîrên nefta Deşta Neynewa û Kerkûkê biket, li Heftenînê heya çiyayê Şengal xeta rê heye, ev rê ye Zaxo, Şengal û heya Tele’fer bi xwe ve digre, li ser çiyayê şengalê hêjan jî Tirk xwe weke mafdar dibînin, heman dem de jî cîhên xaza Siruştî ne, bê guman Heftenîn ne bi tenê eve ye, baskek wê vedibît Rojava Kurdistanê jî li ser çiyayê spî mirov dikare bigehe xalên stratejîk yên Rojava Kurdistanê yên weke Dêrkê û Rimêlan ku bi navçeyên pirr petrol dihên naskirin, ev dihêt wê wateyê li ser Heftenînê dikarin rêka Rojava Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê qut bikin, dîsan li nêzîkî Dêrkê gundê ‘Endî Werê û Mozela ji sala 2017an vir de amadekariyek dihêt kirin ku dergehekê sînorî yê nû bi navê gundê deştê “Ovakûy” ber bi Tele’fer vekin û bi vî dergehî armanca wan eve ku dergehê Îbrahîm Xelîl bê erk bibe, di gel vê jî dixwazin bazirganiya nefermî ya dinavbera Kurdan de dihête kirin bi fermî bihête zuha kirin, ew girêdana abûrî ya dinavbera Kurda bihêtin qut kirin.

Bi kurtahî li ser erdnîgariya Heftenînê tiştê me nivîsî vê encamê derdixin operasyona Heftenînê di warê jeopolîtîk, jeostratejîk û jeoîkonomîk xwedî rolek stratejîk û watadare lê belê li asta siyasî de jî ev operasyon li dijî hikûmeta Herêma Kurdistanê ye jiberku hemû tepeserkirin û zordariya dujminî ya sedsala 19an û 20an di sedsala 21an de li başûr Kurdistanê bi xêra hkûmeta federal ya Kurdî ji bo hemû Kurdan bûye dergehê hêvî yê, ‘eqlê dewleta kûr ya Tirka bi salane dixwaze vê dara hêvîyê hişk biket û nehêle.

Şiroveyên siyasî kirin heman dem pêşniyar û gotna kêmasiya jî em wek erkê xwe dibînîn, beşê duyemîn yê nivîsîna me dê li ser kêmasî û pêşniyara be.

Pustên heman beş