Li Heftenînê çi diqewme: kêmasî, rexne, rastî û çareserî – Beşa 2

Heftenîn – Beşa Duyemîn

GELO EV FAŞÎZMA AKP Ê Û MHP Ê YE YAN JÎ EQLÊ DEWLETA KÛR YA TIRKIYÊ YE ?

Dewleta Tirk tu caran ew sînorên sala 1926an bi peymana Enqere dinavbera Îraq û Tirkiyê de hatiye çêkirin qebûl ne kirîne di her derfetekê de jî nerazîbûna xwe ji bo vê peymanê daye nîşandan di 1î Gulana sala 1995an Serok Komarê wê demê “Silêman Demîrel” di gotareka xwe de vê dibêje: “sînorê dinavbera Tirkiyê û Îraqê xeta petrolê ye, sînorê Tirkiyê cihê ku petrol xelas dibe dest pê dike”, tiştê ku Silêman Demîrel bas lê dike weke cî Kerkûk û Mûsil e, Tirkiye Mûsil û Kerkûkê hertim di nava sînorên xwe de dibîne li ser vê jî peymana wan ya “Mîsaqa Millî” hêjan weke fayilek berdeste rexmê vê rastiyê hêjan jî PKK rastiya Tirkiyê weke faşîzma AKP ê û MHP ê bi nav dike ev berevajî kirina rastiya dewleta Tirk e, berjewendiyên PKK ê yên hîzbî û rewşa ‘Ebdulla Ocalan ya Îmraliyê bi vê ve girêdayî ye di rastî de berjewendiyên Kurda yên stratejîk ne tenê jinavbirina AKP ê û MHP ê pêk tê, kêşeya esas dewleta Tirk felsefe û mebdeên wê yên damezrandinê ne, operasyona Heftenînê jî ne tenê bi eqlê AKP ê û Erdogan ve girêdayî ne, plana eqlê dewleta Tirk ya kûr e.

ARTÊŞA TIRK KETIYE KÎJAN DEVERÊN HEFTENÎNÊ?

Operasyona Heftenînê berdewamiya operasyona Xwakurk ê ya sala 2017an û operasyona Efrînê ya bi navê “Çiqlê Zeytûnê” û berdewamiya operasyona Mertalê Firatê ya sala 2019an ne, nefsî plan li herêmên cuda dihên bikaranîn, cihên ku dihêne dagîrkirin bi demdirêjî xwecî dibin, heya niha li herêma Heftenînê dewleta Tirk li 12 nuqteyan bicî bûye li gel operasyonê karê cîhbûnekî demdirêj jî weke rêk û qereqol çêkirin jî berdewame, anku li werzê zivistanê de jî dê li wan herêman bimîne, ji bo berdewamiya dagirkeriya xwe jî ji Qilebanê heya Heftenînê rêyek mezin dihêt çêkirin, artêşa Tirk li sala 2019an bi operasyona pencê şêr ya ssêyan ketiye sînorê Şernex û Qileban ê de û gelek nuqteyên stratejîk weke Deriyê Dawetîya û Mêrgeşîşê, Gwîzê weke gava yekê bicî bûbûn, ev sal jî weke pêngava duyê ev herêm berfireh kir li gorî vê ew deverên ku dewleta Tirk ev sal dest xwe xistî û nuqteyên qereqolan têde çêkirî evin: “lotkeya Xantor, berdewamiya wê ya Başûr Girê Koxê Miçûlî, Girê Reş, Girê Dûpişkî, Geznikê, Koxê Mele Yehya, Şeş Dara û Şeqole, Şehîd Bêrîvan, anku bilindahiyên Geliyê Pisaxa ji Dola Keşanê heya Deşta Taqa, Perex hemûyan arteşa Tirk cî bûye”, ew deverên li sala 1990an heya niha di destê PKK ê de bûn 80٪ niha di destê arteşa Tirkiyê dene û wisa diyare dê li wir bicî bibin, ew herêmên li dervey wan ciyên me diyar kirî jî yên dinavbera Derkarê û nahiya Batûfê jî weke Kela Şe’banîkê, Siyara Bena, hêza pasewanên sînorî yên Îraqê bicî bûye, rewşa dawyê ya Heftenînê ya niha li ber çav eve.

HEFTENÎN DI BIN KONTIROLA KÊ DE YE?

Sînorê başûrê Kurdistanê digel Bakurê Kurdistanê li sala 1986an heya niha di bin kontirola PKK ê de ye, bi taybetî jî piştî sala 1990an bi awayek sîstematîk li herêmê bi cî bû, ji sala 1992an virr de jî li dervey dergehên gomirkan herêmên sînorî girtin bin kontirola xwe, sala 1992an heya 2000ê car car dinavbera PKK ê û PDKê, dinavbera PKK ê û YNK ê, şerên çekdarî rûdane lê belê tu carî PDK ê û YNK ê armanc nekiriye PKK ê derxin dervey sînoran bi tenê xwastiye PKK berê xwe bide Bakur, şerê xwe li wir bimeşîne û tedaxulî kar û xebat û îdareya Başûrê Kurdistanê neket, herçend PKK îdîa bike ku bi hêza xwe li ser sînor desthilata xwe bide meşandin jî lê belê di rastiya wê da bi qebûl kirina Partîyên Başûrê Kurdistanê karîye li wir bimînin, PKK bê navbir ev 30 salin li herêma Heftenînê bicî bûye, ew deverên stratejîk yên ku Tirka xistiye dest xwe weke Deriyê Dawetiya, Mêrgeşîşê, Xamtur, Şeraniş, Şeşdara, Sineht ev 30 salin pêşmerge li wan deveran nîne, çend caran pêşmergeyan hewil dabû biçin deverê lê PKK ê ev kiriye egerê şerekê di gel partîyên Kurdî, heya ew pêşmergeyên nîşteciyê wan gundan bi cilên fermî yên pêşmergetiyê nekarîne bikevin gundên xwe, em dikarîn bibêjîn ji Heftenîn heya çiyayê Zagros ev devera dinavbera Başûr û Bakur derveyê dergehên gomirkan hemû di bin kontirola PKK ê de ne, rastî jî eve ku PKK e berpirsê yekemîn e ji dagîrkirina van herêman, mirov dikare vê pirsê ji PKK ê bike ev 30 salin ev herêman e di destên te de ne lê çima tu nekarî van herêman bi şer biparêzî?

GELO LI HEFTENÎNÊ HEYA ÇIYAYÊ ŞEKÎF DIKARÎ BIBA “TORA BORA”?

Gelek hêzên ku ne xwedî dewlet, hêza xwe ya şer li gorî zirofên xwe yên erdinîgarî, tektîkên şer pêş xistine, şerê Vietnam ê gorî zirof û zemanê xwe taktîkeke şer yê nav hev da meşandin û dujmin jinav bir mînak, Efxanîstanê bizava Talîban ev 41 sale şer dide meşandin, herêma “Tora Bora” kelha bizava Talîbanê ye dema ku Sovietê sala 1981ê Efxanîstanê dagîr krî wan sîstema şikeftan li van herêman pêş xist bi xêra şikeft tonêl û depoyên erzaq û avê pêtir ji 2000 endamên xwe li vê herêmê bicî kirin, artêşa sor nekarî bikeve tora bora, piştî wan şerê Talîbanan digel Amerîka jî dîsa şer li wê herêmê rû da bi hezaran bombe top û teyare û bi moşekan ne arteşa Nato û ne jî hêzên taybet yên Amerîka nekarîn yek metir li wê herêmê pêş bikevin, bizava Talîban li vê herêmê xwe parast berdewamî bi şerê û bizava xwe da.

Dema em li şerê PKK ê dinêrîn ne taktîkeke nav hev de û ne jî herêmên ku dujmin ne kare bikevîtê esas digre, pêwîste Kurd berisva vê pirsê ji PKK ê bistîne gelo cîhekê wek Amedê li taxa Sorê 103 rojan polîsan nekarî bikevin wî taxî, karê eqilî ye ku çiyayekî 3000 metran bilind û xwedî hezar doll û nehalan, şikeft û zinaran, weke çiyayê Şekîf di şev û rojekê de bi dest artêşa dagîrker ya Tirk berdey? ma qey Şekîf qasî taxa Sorê Amedê sengerên berxwedanê nebûn? Heman dem cîyekî weke Xamtur ku tu kes nekariye dagîr biket çima 103 rojan nehat parastin û di dema 3 rojan de hat teslîm kirin? PKK ê çima ji van çiya û doll û nehalên kûr sûnda vekêşa? Bê goman sebebên wê yên siyasî û leşkerî hene, ger em di vê quncikê re lê binêrîn em dikarîn van şîrovan bikîn.

TERZÊ ŞERÊ PKK Ê

PKK ê di terzê şerê xwe de tu carî bi tundî binxistina dewleta Tirk ji xwe re ne kiriye armanc, armanca şerê PKK ê ji bo cemawerê xwe piropaginda kirin û hindek peyvên saykolocî weke bawerî, hest, girêdan û hêz avakirin û civaka Kurd li derdora xwe kom kirin bûye, salane ji bo tevlî kirina şervana û saykolocî ya cemawerê xwe di bin kontirola xwe de bigre şerekî asta jêrîn dide meşandin, li ber van sedeman jî mirov dikare bibêje qabîlyeta şer di PKK ê de nîne, ev nayê vê wateyê ku em bê rêziyê bi xwîna wan 30 hezar kesan bikîn ku PKK ê ew kirîne sotemeniya van şera, berevajî PKK bê stratejî bûn û bê tektîk bûna xwe bi îrade ya însana û li ser wêrekiya ciwanên Kurd dixwaze biveşêre em bi tenê tesbîta vê rastiyê dikîn.

Îbin Xeldon, dibêje ger rastî bi hejmara were îsbat kirin li wir pêwîstî bi xorafiya nîne, ger em terzê şerê PKK ê jî li dervey edebîyata xwînê û şehîd û berxwedanê bigirîn dest û bixwazîn bi hejmara îsbat bikîn total wê ev be: Tirkiye pêtirî ji 15 operasyonên Mezin li ser Başûrê Kurdistanê encam dayîne, PKK ê tu caran nekirîye bi şer rêgirîyê li wan bike ku bikevin axa herêmê de, ji bo propaganda şerek hatiye birêvebirin lê weke fîzîkî artêşa Tirk gihiştiye hemû armancên xwe, PKK ê ew herêm ku ev 36 salin di bin kontirola wan de weke Xwakurkê, Heftenînê bi kûratîya 35 kîlometran ji bo dewleta Tirk hêlaye, ger li ser van hejmaran jî em ji terzê şerê PKK ê binêrîn dê bibînîn ku terzekî bê encam û berevajî zirar û zîyanek Mezin digehîne gel û erdnîgariya Kurdistanê.

Me di nivîsa xwe ya beşa yekemîn de bi dirêjî bas li girîngî ya cîyosteratejî ya Heftenînê û eqlê dewleta kûr ya Tirkiyê kir, ev qas mijarekî hinde girîng di ortê de heye civaka Kurd bi avêtina du sê fîşekan bi coş dibe, li ser Heftenînê stran yên dihên gotin û bîranînên gerîlayên Heftenînê parve dikin û li ser vane PKK ji bo layengir û dilsozên xwe hewayekî serkeftinê dixwaze ava bike û dixwaze weha bide diyar kirin ku li wir şerekî pirr Mezin encam dide lê ya rast ev ne cenga Heftenînê ye belku çenga “baskê” Heftenînê ye, jiberku roja yêkê Heftenîn ketbû dest Tirkiyê de, PKK ê bi şerê xwe heya niha çi nuqteyên dujminî girtî nekarîne pê bide valakirin, ger bihê bîra we çaxê çiyayê ‘Ebdal Kovî, Şekîf, Tepê Xwedê, hatî girtin jî PKK ê digot em dujminî li wir rihet nahêlîn lê belê ev sê sale dujmin li wir baregehên xwe avakirine û bi rihetî pal daye, gelo sebeb çiye ku terzê şerê PKK ê weha ye? Bê goman sekinandina PKK ê ya siyasî û terzê şerê wê bi hevre girêdayî ne vê mijarê jî emê di nivîsa xwe ya pêş de şîrove bikîn.

Pustên heman beş