Beşa yekemîn
Serhildana Koçgirî: hewildana gelekê ji bona netewbûyinê ye
Elîşêr efendî, di sala 1882’an de li gundê Azgar a girêdayî navçeya Umraniye’yê ya Koçgirî’yê hatiye dinê, ji eşîra Şêx Hesenan e. Xwendina xwe li Sêwazê qedand û bi mirova (xizm) xwe Zarîfe xanimê re zewicî. Zewaca Elîşêr efendî û Zarîfe xanimê di hêla hest û ramanan de li nav hevsengiyeke mukim de bûye. Di Hev armancî, bawerî û çandî de hîştiye ku tekîlîyeke malbatî a rêhevalî dinavbera wan de bihête jîyan kirin. Di heman demê de Zarîfe şêwirmendîya Elîşêr a hêla leşkerî û sîyasî jî dikir. Jiyana hevjîniyê de çi zarokê wan çênebûye.
Nivîsvanê Serokê eşîrên Koçgiriyê Mustafa paşa
Elîşêr efendî: bi fikir û ramanên xwe ên neteweperweriya Kurd, dîrokekî jîr, hafizeke xurt, ajîtatorekî “propaganda a hastiyar” ku gel dixe bin bandora xwe, bi zanebûna xwe ya kûr a dîrokî, sekina xwe a leşkerî, bîrberî (qabîliyet)ya xwe a dîplomatîk û bi hêlên xwe ên helbestvan û hozanvanî ve xwedîyê cihekî xwe ê cewaz li nav pêşeng û serokên Kurdistanê de heye. Li ser zimanê Kurdî û zaravayên wê lêkolînên wî hebûn di heman demê de pênc ziman dizanî.
Bi saya kesayetiya xwe a rewşenbîr, di dema Sultan Abdulhamîd de katibiya (nivîsvanî)ya serokê eşîrên Koçgiriyê Mustafa paşa dikir. Mustafa begê ku li qebîleya Îbo’yan dema nifûsa xwe û cihên serweriya xwe mezin dike ev yek ji çavên Sultan Abdulhamîd nareve. Ji ber wê jî erkeke veşartî dide Delî Reşîd Paşa ê walîyê Sêwazê ê niha ku sadrazamê berê bû. Li ser vê esasê Delî Reşîd Paşa bang li Mustafa beg dike were Sêwazê (1902) û rêkê de wî bi jehrê xwe kuşt. Piştî vê bûyerê li ser esasê wesiyeta Mustafa beg, kurê wî Elîşan beg derbasî şûna wî dibe. Elîşêr efendî wekî vasî’yê Elîşan beg tê erkdar kirin. Lê belê Elîşêr efendî erka xwe hîn bilindtir dike û eşîrên Koçgirî’yê li derdora Alîşan beg û birayê wî Haydar beg kom dike. Dest bi xebatên serxwebûna Kurdistanê dike.
Elîşêr beg bawerî Bi Rêwresmê Dewleta Tirk Nîne
Elîşêr beg, di sala 1914’an şerê cihanê ê yekem de ser esasê ku Kurdistana Serbixwe ava bike tevlî nava refên artêşa Rûs’an dibe. Li ser esasê li herêmên Koçgirî, Sêwaz, Meletî û Dêrsimê bi temsîlîyeta Kurdan, di bin parastina Rûs’an de rêveberiyeke Kurdistanê ava bike xebatan dimeşîne. Dema Rûs dikevin Erzîncanê digirin, Elîşêr jî bi mefrezeyek leşker ve dikeve navçeya Ovacixê û li wir rêveberiya Osmanî a Tirk belav dike şûna wê rêveberiya Kurd ava dike. Bi şoreşa cotmehê ve Rûs xwe paşve dikşînin. Elîşêr jî li wan qut dibe bi hevalên xwe ve derbasî Dêrsimê dibe. Ji ber ku wê demê Dersîm xwedî statoyek xweser bû. Piştre hikumeta Stenbolê ji wî hevalên wî ên tevlî Rûs’an bûyî re efû derdixîne û dihêlin ku vegere Koçgirî’yê. Elîşêr wekî xeta xwe a pêşengtiyê wekî pêşengên Kurd ên rewşenbîr ku navend Stenbol nekiriye li şûna Osmanîyan bi Rûsan re tevgeriyaye. Elîşêr beg tu carî baweriya xwe bi rêûresmên sîyaseta Tirk neaniye û nêzikatiya wî a li ser ummetgiriyê jî li ser esasên neteweperweriyê bûye.
Piştê Elîşêr efendî derbasî Koçgiriyê dibe, fikra rizgariya netewî bi awayekî lez xurttir belav dibe. Belavbûna Osmaniyan a piştê Mondrosê û rêgezên Wîlson de xala 12. ku dibêje di bin serweriya Tirkan de neteweyên ku ne Tirk’in re xweserî dayin û piştê wê dema Osmanî bi hevpeymana Mondrosê belav bûn fersendên mezin ji bona Kurdistana Serbixwe xuliqîbûn. Li gel belavbûna dewleta Osmanîyan Kurd jî ji bona çarenûsa xwe tayîn bikin, ketin nav lêgerînek ku van şert û mercên heyî konjonkturelî, herêmî sûd werbigirin. Li herêmên Kocgirî-Dersîm rewşenbîriya netewperestiya Kurd asteke bilind de bû û bi awayekî rêxistî bû. Elîşêr jî ji bona vê seqayê sîyasî binirxîne dikeve nav Cemîyeta Kurd Tealî a di sala 1918’an de ava bûyî. Cemîyeta Kurd Tealî di 22’ê berfanbara sala 1918’an de di bin çavdêriya komîserîya bilind a Îngîlîzan de li ser esasê xweseriya Kurdistanê bi Firkaya Hurriyet û Îtîlaf hevpeymanekî îmze (mohr) dikin. Şaxên Cemîyeta Kurd Tealî gelek navçeyên Koçgirî û Dersîmê vedibin. Elîşêr, seroktiya şaxên li Zara, Sêwas û Umraniyeyê dike û xebatên rêxistinkirinê ên xurt dike. Elîşêr, li cem belav kirina rojnameya fermî a Cemiyeta Kurd Tealî Jîn, rojnameyeke bi navê Jepin bi tena serê xwe derdixîne û propagandaya serhildana serxwebûnê li ser vê rojnameyê dike. Rojname bi makîneyeke çap kirinê a biçûk ku li Stenbolê hatiye ve dihat kirin. Raperîna Koçgiriyê ji raperîneke taxî a biçûk zêdetir tevgereke nûjen a bi pilan û pirogram û armanca wê serxwebûna Kurdistanê bû.
Gav Bi Gav Ber Bi Serhildana Koçgirî ve
Armanca Elîşêr beg û Nûrî Dersîmî ew bû ku eşîrên Dersîmê jî tevlî vê raperînê bikin û raperînê li erdnîgariyeke mezin belav bikin. Yekîtiyeke wiha di hêlên erdnîgarî û çandî de xweya dikir. Li ser esasê xebatên yekgirtina netewî hemû eşîr, malbat û komên ku ol û etnîkê wan cuda ên li herêmê dijîn re îstîşare tên kirin û hemû amadekarîyên pêwist tên temam kirin. Taybetî di vê xebata tîfaqa civakî de alîkariyên pir mezin ji aliyê Seyîd Riza ve tê kirin. Elîşêr beg di hêla bîrdozî û sîyasî de rêveberiya raperînê dike. Navbera salên 1918-1921’an de di Tirkiyê de tu serwerîyeke dewletê nemabû. Hikûmeta Stenbolê a ku serweriya xwe wenda kirî û tevgera Mistefa Kemal ku pêşeroja wê bi şerê ku Yûnanîyan re bê kirin de were diyar kirin hebû. Xeta Koçgirî û Dersîmê di her hêlê de ji bona dewleta Kurdistanê ava kirinê guncayî bû. Cemîyeta Kurd Tealî jî vê rastiyê dibîne û li ser vê esasê navenda raperînê wekî Koçgirî diyar dike. Di vê biryarêde helwesta netewperwer û biryardar a Alîşêr û pêşengên herêmê dîyarker bûye. Di destpêka sala 1920’an bi armanca ku gevizînên dîrokî vegerandina fersendê û Kurdistana Serbixwe avakirinê li Tekkeya Huseyin Abdal ku Kangal Yellîce’yê ye bi beşdarbûna eşîretên Koçgirî’yê ve civîneke girîng tê lidarxistin. Hemû kesên ku beşdarê civinê bûne sond dixwen. Sond wiha ye: ” ji bona xalên 62-64 ên hevpeymana Sevr’ê pêk bên: ava kirina Dewleta Kurdistana Serbixwe a Amed, Wan, Bidlîs, Elezîz, Dersîm û Koçgirî jî li nav de were ser xistin her kesekî çek bigre destên xwe û her kesek ji bona vê oxirê de şer bike çi ji dest were dê bike.” Di vir de xaleke girîng ku mirov li ser bisekine jî ev e: tekoşîna azadiyê a bi navê Koçgirî tê bi nav kirin, ji serhildaneke taxî zêdetir tevgereke neteweyî a armanca wê ya sîyasî Serxwebûna Kurdistanê ku bi pilan û pirogram û nûjen bû. Di encama xebatên Elîşêr û Nûrî Dersîmî de ji bona tevlîbûna Heraketa Koçgirî’yê, ji eşîretên rojavayê Dersîmê hêzeke şervan a ji hezaran kesan tê amade kirin. 24’ê Tîrmehê 1920’an de yekîneyên di bin fermandariya Elîşêr efendî de, qefîleya leşkeran a di navbera Refahiye û Kûrûçay de cebilxane dibin û tînin êxsîr digrin û dest datînin ser cebilxanê. Heman yekîne li Kemahê jî êrîşê yekineyek leşkerî dikin, çalakîyên serde girtinê yên cur be cur derdixînin û derdora xwe qoweteke ku her diçe mezin dibe ava dikin.
Elîşêr: Ji Bona Tirkan Kurdê Herî Baş Kurdê Mirî ye
Piştre hêzên Kurd li navçeya Dersîm Hozatê bi pêşengtiya Elîşêr efendî, Dr. Nûrî û Elîşan de 15’ê Mijdara 1920’an de kom dibin û ji Hikûmeta Enqerê re (bîrname)yeke ji pênc xalan pêk tê dişînin.
Biryara Hikûmeta Saltanata Stenbolê derheqê rêveberiya Kurdistana xweser erê kiribû Hikûmeta Mistefa Kemal dê erê bike an na.
Bi awayekî lez Hikûmeta Mistefa Kemal derheqê rêveberiya xweser a Kurdistanê de çi difikire ji Dersîmiyan re ragihîne.
Girtîyên li girtîgehên herêmên Elezîz, Meletî, Sêwas û Erzînganê bêne berdan.
Herêmên ku piraniya xwe Kurd lê dijîn memûrên hikumeta Tirk lê bêne kişandin
Yekîneyên leşkerî ên şandine herêma Koçgirî’yê yekser paşve kişandin.




